43_

Page 1

rdi di t n

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

24ê çilê pêşî -2714 k 15-12-2014 z

Kurdistan -hejmar (43)

www.Pdk-s.com

Kobanî bûye kavil

Bajarê Kobanî ji ber şer û pevçûnên di navbera DAIŞ û hêzên kurdî de bûye kavil û gellek ji avahiyên bajar hatine wêrankirin. Şer û Pevçûnên ku ev e nêzîkî 2 mehan li Kobanî berdewam dikin, niha hinekî kêm bûye bi

taybet piştî derbasbûna Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û dorpeça çekdarên DAIŞ li ser hin taxên bajêr kêm bûye, niha jî rêxistina navborî ketiye rewşa parastinê de û xwe ji gellek cihan vekişandiye.

Li gor ku tê xuya kirin bajarê Kobanî bûye kavil û piraniya avahiyên wê hatine wêran kirin. Welatiyekî kobanî ji Kurdistan re behsa vê mijarê dike û dibêje “Navenda bajarê, kolana serayê ya ku dighêje geracê

ji ber ku gellek şer û teqîn lê rû dane û her wiha topabarankirina balafiran hatiye wêrankirin, DAIŞ çekên giran bikar tîne mîna topxane, hawin, rokêtên girad û topên debabeyan pişt re balafir jî têne temam dikin.

17/12 Roja aleya Kurdistanê ye

Ew welatî axaftina xwe wiha berdewam dike “Devera ku ji mizgefta Hac Reşad dest pê dike ta taxa pîşesaziyê bi temamî hatiye wêrankirin, lê heta niha şer li wir berdewam e çimkî ew rê dighêje sînorê Tirkiyê.”

Dibistanên Azadî bo girtiyên Siyasî Qamişlo bûne leşkergeh 3

Siyamend Birîm

PêŞeng Mûsa

HaŞim Miho

Behzad Dorsin


2

24ê çilê pêşî -2714 k 15-12-2014 z

Kurdistan -hejmar (43)

www.Pdk-s.com

Divê devera Tampon di jêr sîwaneke navdewletî de be Hesan Mensûr

H

erêmeke tampon li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê ji mijarên her giring e di rojeva Tirkiyê de û bi teybet ku ev yek xwesteka Tirkiyê ye û hevpeymaniya navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê vê yekê jî di dema niha de qebûl nake. Tirkiyê ev e demeke daxwza avakirina devereke aram li ser sînorê xwe û Sûriyê dike bi hinceta ku dixwaze kirîza mirovahî ya penaberên Sûriyê bê çareser kirin û her wiha dabînkirina opozîsyona çekdar di wê deverê de. Derbarê vê mijarê de rojnameya Kurdistan gellek nerînên siyasetmedarên kurd veguhest li ser çawa kurd dê karibin sûdeyekê ji vê deverê werbigirin her wiha çima Amerîkayê li dijî vê yekêye. Hewas Egîd endamê Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriyê dibîne ku bêdengiya Tirkiyê derbarê DAIŞ dibe guvaş li ser civaka navdewletî da ku devereke aram li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê durist bike. Egîd diyar kir “Avakirina wisa dever girêdayî dijatiya dîrokî ya Tirkiyê li hemberî doza kurd li Tirkiyê, em wekû kurd ne li dijî avakirina vê deverê ne, lê ne bi wî şêweyê ku Tirkiyê dixwaze.” Hewas Egîd lê zêde kir “kurd dikarin sûdê ji vê deverê werbigrin eger di jêr sîwaneke navdewletî de we re avakirin, wê demê dê koçberî bê rawestandin û devera Kurdî jî bibe devereke aram.” Egîd dest nîşan kir ku rijdbûna Tirkiyê li ser vê herêmê ji bo wê yekê ye ku ew dixwaze

abûriya welatê xwe di paşerojê de li ser hesabê Sûriyê geş bike û nehêle ku kurd deverên xwe îdare bikin. Di dawiyê de got ku tişta ji tevgera kurdî tê xwestin yekrêziya xwe biparêzin û vegerin bendên Hewlêr1 û wan bendan jî cîbicî bikin da ku kurd bighêjin mafên xwe yên rewa li kurdistana Sûriyê. Fuad Elîko endamê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê dibêje ku Tirkiyê ne bêdeng e derbarê şerê ku DAIŞ li ser sînorê wê pêk tîne, lê ew naxwaze derbasî nava şerê Kobanî bibe eger sîwaneke navdewletî tine be û Tirkiyê razîbû ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbas bibin bi sedena guvaşên Amerîkayê. Tirkiyê dixwaze ku hevpeymaniya navdewletî rejîma Esed û DAIŞ bi terrorîst bide nasîn û dixwaze ku derbasbûna wê bo Sûriyê bi awayekî temamî be. Elîko diyar kir ku Tirkiyê dixwaze dema avakirina hevpey maniya nevdewletî ji xwe re bike keys da ku desthilata xwe berfireh bike di mijara avakirina devereke aram ya li dijî firînê, her wiha tirsa wê yekê heye ku rejîma Esed û hêzên hevpeyman lihev bikevin eger ev dever bê avakirin û di heman demê de rêveberiya Obama naxwaze tûşî vê yekê jî bibe. Serkirdeyê partiya yekîtî dibêje ku tevgera kurdî bi yek nerîn û helwêsteke startêjîk derbarê vê mijarê de tevbigere tekez dê sûdeyekê pirr baş werbigre. Elîko dibêje kurd dê deverên

Dr. Kawa Ezîzî

Dr.Ridwan Badînî

Hewas Egîd

Fuad Elîko

xwe birêve bibin û eger di vê

yekê de biser ketin dê deriyê navdewletî li pêş tevgera siyasî ya kurdî vebin da ku doza xwe çareser bikin. Dr. Kawa Ezîzî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S li ser vê mijarê dibêje Tirkiyê rewşê li ser sînor dişopîne û dixwaze DAIŞ li dijî kurdan bikar bîne wekû çawa rejîma Esed û rejîma Îranê ev yek pêk anî. Ezîzî diyar kir ku sedema rijdbûna Tirkiyê li ser avakirina devereke tampon ew e ku dixwaze rola kurdan di kurdistana Sûriyê de tine bike. Ezîzî got “Kurd ne li dijî avakirina vê devera aram in lê divê di jêr sîwaneke navdewletî de be da ku Tirkiyê nikaribe armancên xwe yên li dijî kurdan pêk werîne.” Tiştê ku niha ji tevgera siyasî ya kurdî tê xwestin ew e ku sûdê ji rola hevpeymaniyê li deverê werbigrin da ku hêzên niştîmanî Sûrî û di nava wan de Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bêne meşiqkirin û karekî hevbeş di nava aliyên kurdî de encam bide û li rêkeftinên Hewlêr û Dihokê vegerin. Dr.Ridwan Badînî mamosteyê zanîngehê li ser vê mijarê dibêje ku tirsa Tirkiyê her dem ji wê yekê ye, ew e kêşeya gelê kurd û Tirkiyê dixwaze têkiliyên wê bi wê naçeya aram re hebe, helbet niha û di paşerojê de da ku her dem di jêr kontrola wê de be, Tirkiyê siyaseteke zelal li bal wê nîne derbarê kurdan û bi xwe ne ewle ye. Amerîka li dijî avakirina dever-

eke aram e ji ber ku ew di wê baweriyê de ye ku ev yek dê wê bighîne deriyekî girtî, ji ber ku ne tiştekî hêsan e û Amerîka dizane ku ev dever piraniya nişteciyên wê kurd in û nabe wan têxe jêr kontrola Tirkiyê de. Badînî derbarê helwêsta Ferensayê dibêje ew ne gellekî rijd e li ser avakirina vê deverê ji ber ku ew jî ji armancên Tirkiyê bi tirs e, lê dixwaze ev yek pêk we re ta astekê.Derbarê pirsa ku çawa kurd sûdê ji vê deverê bibînin Badînî got “Divê yekrêziya kurdan bê parastin û divê tevgera siyasî ya kurdî vê delîveya zêrîn tine neke û her wiha rêzê li rêkeftina Dihokê ya ku di jêr serperiştiya serok Barzanî de bêrêve çû bigrin da ku amade bin ji çi projeyî re. Berya demekê Hevpeymaniya Nîştimanî ya Opozîsyona Sûriyê di daxuyaniyekê de razîbûna xwe li ser daxwaza Şandeyê Netewên Yekbûyî bo karûbarên Sûriyê Stephan De Mîstûra ku daxwaz kiribû agirbestek li navçeyên ku şer tê de ye çêbibe, nîşan da lê bi merc. Mercekî Hevpeymaniyê ew e ku, herêmek tampon li Sûriyê were pêk anîn ku hêzên artêşa Esed nikaribin têkevinê û daxwaza vê deverê ne tenê li ser sînorê Sûriyê kir û xwest ku li ser sînorê Urdinê jî bê avakirin ta devera Qelemonê. Serfermandarê Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Martin Dempsey ragihandibû ku eger pêwîst be emê ji bo herêmek tampon tevbigerin lê niha ne pêwîst e.”

Kobanî bûye bajarekî cîhanî Dijwar Tewfîq-Amûdê

K

obanî bajarekî Kurdî ye çavê Kurdistanê ye, bûye bajarekî cîhanî di xebat û berxwedanê de, niha şerê mezintirîn rêxistin li cîhanê dike, rêxistina terorîst ya naskirî bi navê DAIŞ ku ne ol û ne mirovatiyê nas dike û li dijî ar-

mancên kurdan di serxwebûnê de kar dike, û vê rêxistinê gelê kurd penaber û koçber kiriye lê biryara dîrokî ya serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî bo şandina Hêzên Pêşmergeyên kurdistanê bo piştgirî û alîkariya bajarê kobanî bi bîra me tîne dema ku

Barzaniyê nemir ligel Hêzên Pêşmerge çû alîkairya Pêşewa Qazî Mihemed bike bo avakirina komara Kurdistan li Mehabadê sala1946an. Pêşmerge digel şervanên kurd e şerekî dijwar dikin li dijî rexistina DAIŞ û bi piştevaniya

hêzên hevpeymaniya navdewletî cih û pêgehên wan bombebaran dikin û roj bi roj Pêşmerge biser dikevin çimkî xwedan dozeke rewa ne. Dosya Kobanî bûye pirseke navdewletî û hemû welatên cîhanî piştgiriya Kobanî dikin

çimkî kurd xwedan dîrokeke resen in, kurd xwedan maf û dozekê ne, û armancên wan her dem azadî, aştî û pêkvejiyan e, wekû Barzaniyê nemir dibêje:”Ez xebat û berxwedanê dikim ji bo azadî û demokrasiya Kurdistanê”


24ê çilê pêşî -2714 k 15-12-2014 z

Kurdistan -hejmar (43)

Dibistanên Qamişlo bûne leşkergeh a Demhat Q

mişlo

Seferê dilsoz M.Emîn Sadûn-Dêrik

D Sefer Sofî

i van rojan de bîreweriya salvegera yekemîn ya koçbarkirina hevalê têkoşer Sefer Sofî careke din kul û kovan di dilên xembar de nû kirin, pêre jî tayê ristika derd û xeman di dilê dost û hevalan de qetand û deriyê birînên kelgirtî li piştê vekir. Rast e, mirov tev de li pêşberî mirinê wek hevin û bê cudahî rêwengî ne li ser wê riyê. lê çûna hin mirovan wek pelek ziwa ji darekê biweşe, deng pê nakeve û kes jî pê hest nabe. Lê çûna hin mirovên dîtir wek çiyayek biheje, xum xum û nalnal pê dikeve, dilê heval û hogiran dilerizîne û wan xemgîn û melûl dike. bi çûna sefer re dil û canê hezaran keç û xortên kurdan êşand û bi taybetî dilê

Z

aroka bi navê Mînar ku temenê wê 12 salî ye, dema vegera wê ji dibistanê bang bavê xwe dike û wiha dibêje “Baba, ez fêrî zimanê kurdî bûm” ev yek li gor bavê Mînar dibêje, lê ew matmayî dimîne dema ku keça wî pirsa wateya hin gotinan jê dike mîna (çek, sekvan, hêzên asayiş, çete). Tê zanîn ku dema Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD destê xwe danî li ser taxên kurdî li bajarê Qamişlo waneyeke zimanê kurdî bi şêweyê xwe derbasî nava rêbaza dibistanê kir. Bavê Mînar ji Kurdistan re wiha berdewam dike”Em neçar dibin ku zarokên xwe bişînin dibistanê tevî ku dibistan nema cihê perwerdekirinê ne û niha ew bûne leşkergeh ji bo leşkerkirin û şûştina mejiyê zarokan û her wiha revandina wan jî hin caran.” Şiyar Îsa rojnamevanekî kurd e ku nû vegeriya ye bajarê Qamişlo dibêje ku metirsî li ser rewşa dibistanan heye ji ber ku Par-

www.Pdk-s.com tiya Yekîtiya Demoqratîk PYD û dam û dezgehên ser bi wê ve destê xwe dirêj dikin nava hemû tiştan yên ku dibe rêveberiya dibistanan çareser bike bêyî ku kesekî din li ser vê yekê bixebite. Îsa dibêje mûmkine YPG vê birsê ji rêveberekî dibistanekê bike ku wê çima ev xwendekar ji cihekî veguhestiye cihekî din. Çê dibe xwendekarên dibistanê bi çekan derbasî nava dibistanê bibin. Piştî van pirsan Îsa hişyarî da û got”Zarokên me dûrî van tiştan bibin.” Ji aliyê xwe ve siyasetmedarê Kurd ku nêzîkî Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD ye, yê bi navê Şêrwan Ibrahîm razî nebû ku li ser vê mijarê biaxive, lê piştî ku çîroka Mînar dît hin hincet derxist û got ku ew di warê siyasî de kar dike û “zarok”ne ji karê wî ye. Çalakvan Bengîn Abid got “PYD û dezgehên ser bi wê ve istixlala zarokan dikin di riya waneyên ku li dibistanan pêşkêşî wan dikin bo leşkerkirina wan da ku tevlî wan bibin û di nava refên wan de şer

hevalên wî di partiya wî de, ew partiya ku Sefer di nav rêzên wê de bi dilgermî 33 salan xebateke gur û gerim bê rawestan borand. Sefer di binemaleke kurdperwer de bû, li ber sînga dayîkeke dilovan firşik bibû û li ser destê bavekî dilsoz jî fêrî elfabêya jiyana mirovatiyê hatibû, ji ber wê jî gelek rêz û û nazik di kesayetiya wî de hatibûn çandin û ji ber ciwaniya wan rêz û rawazan di hiş û mejiyê wî de cihekî xwe yê bilind di dilê dost û hevalên xwe de digirt. Sefer mirovekî dilsoz û xebatkar bû, cansivik, rastbêj, kurdperwer, xizmetkar bû, xemxwar û dilpakê kurdîniyê bû. her wextî di meydana kar û xebatê de kurtkirî bû û di rêzên pêşî de bû, ji xizmet û xebatê bêhnteng û dilsar ne dibû, sitêra wî geş bû û rûyê wî herdem bi ken û kêfxweş bû. ew xuya dibû di her ne razîbûn û xwepêşandanan de, her wiha di berhevkirin û serastkirina bizav û çalakiyan de. gotina no, na, nakim, nikarim, xwe bide alî di ferhenga Sefer de cih nedigirtin û bi taybetî dema ku ew kar di xizmeta partiya wî û kêşa gelê kurd de ba. Ji ber kar û xebata wî ya dilgerim Sefer ji aliyê piçûk û mezinan ve li bajarê Dêrikê û gundewarê wê dihate nas kirin û li rex wan cihê rêzgirtinê

bikin û ev çand di serê wan de bê çandin, nabe waneyek li ser tiştê ku niha li deverê diqewime ji zarokekî pola sisyan re bê pêşkêş kirin da ku tûşî tuûdûtûjiyê nebin.” Tê zanîn ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD û dezgehên ser bi wê ve gellek xwendekarên keç li hin bajarên Kurdî li Rojvayê Kurdistanê revandin bi hinceta pêşkêşkirina kaxezên endametiya xwe ji bo Yekîneyên parastina jinê YPJ, ev yek ji aliyê malbatên wan ve hate nefîkirin û hin ji wan li ser vê yekê wiha axivîn “Suriştî ye ku tevlî wan bibin ji ber ku her roj fikr û hizrên wan li dibistanan di serên keçên me de tê çandin. Serjimartina li ser vê mijarê heta niha Tevgera Ciwanên Şoreşgêr ya ser bi PYD ve 25 keç li bajarê Serêkaniyê û gundên derdora wê ji bo leşkeriya neçar girtin û her wiha keça bi navê Cûlya Hesen ji Hesekê, Çîmen Ehmed û Kînda Hemîd Eyo ji bajarokê Tirbe Sipiyê, Necah Nêrewan Ehmed ji bajarê Dêrikê .

bû. Sefer bi şaşika xwe ya sor navdar bû û gelek caran heval û hogirên wî ew bi mirîd û sofiyê Barzanî binav dikirin û ew jî gellekî bi vê navlêkirinê serbilind û kêfxweş dibû, ji ber bawermendê rêbaza Barzaniyê nemir bû û baweriyek wî bê sînor bi wê rêbazaê dihat, û kar û xebata xwe li ser wê rêbazê dişopand. Çûna mirovekî mîna Sefer xemxwar û xembarê kurdewariyê di vê dema hestiyar de ne tenê ziyanek bû ji malbata wî re, lê belê ziyaneke mezin bû ji heval û hogirên wî re û nexasim ji partiya wî re, ku îro ji her wextî bêhtir ewê partiyê pêwîstî bi mêranî, wefadarî, merdî û pisporiya wî di warê leşkerî de hebû. Lê mixabin mirina devbixwîn destê wî girt û ew ji refên hevalan dûr kir. Serfer berî salekê di rûdaneke tirafîkê a diltevzîn de li bakûrê kurdistanê canê xwe jidest da û termê wî hat veguhestin ber bi Rojavayî kurdistanê ve û li cihê jidayikbûna wî li gundê Bane Qesrê ser bi bajarê Dêrika Hemko ve,di merasîmeke mezin de li goristana gund hate veşartin. Mirovên mîna Sefer namirin û dimînin sax û zindî di hiş û dîroka xebata miletê xwe de û dibin çira û mînakên geş ji xebatkar û têkoşeran re di pêvajoya xebata netewî de.

3


4

24ê çilê pêşî -2714 k 15-12-2014 z

çand û Huner

www.Pdk-s.com

Bila ragihandin me jibîr neke

Dilxwaz Ibrahîm

Rojnameya Kurdistan her dem dixwaze ku Şêwekarên Rojavayê Kurdistanê bide nasîn

û vê carê ev hevpeyvîn ligel şêwekar Dilxwaz Ibrahîm Pêk anî. Dilxwaz Ibrahîm

bi şêweyekî taybet karê xwe pêk tîne û behsa jiyana xwe wiha dike”Ez di sala 1971an

li bajarê Hesekê jidayik bûme, min jiyana xwe wekû her kurdekî di nava malbateke kur-

dewarî de qedandiye, piştî bidawîhatina pola 12an ji xwendina min û bidestxistina bawernameya bekelorya min di kolêja maf de navê xwe tomar kir, lê min xwendina xwe li wî beşî temam nekir û min berê xwe da kolêja huneran li Şama paytext, ji ber ku ez kurd bûm nehatim qebûlkirin û ez neçar bûm ku peymangeha şêwekariyê li bajarê xwe bajarê Hesekê bixwînim û niha ez mamoste me li heman peymangeha ku min lê xwendiye”. Ibrahîm li ser jiyana xwe ya hunerî û berhemên xwe jî wiha diaxive “ Ji zarokatiya xwe de min hez şêwekariyê dikir, malbata min her dem piştevaniya min dikir û alavên pêwîst ji min re pêşkêş dikirin, min dest bi hunera şêwekariyê di salên heştiyan de kir, ez neçar dibûm ku wekû her welatiyekî karê mamostayetiyê jî bikim da ku rewşa mala xwe ya abûrî birêve bibim, min gellek

pêşangeh pêşkêş kirin ku yekemîn pêşangeh di sala 1989an de bû ku li navenda çand û hunerê ya bajarê Hesekê birêve çû û di 1997an min pêşangehek li Şamê vekir bi amadebûna gellek şêwekarên Sûrî û her wiha yên biyanî jî, dikarim bibêjim min zêdetirî 19 pêşangehan pêşkêş kiriye li her yek ji Şam, Heleb, Hums, Hesekê, Qamişlo û Hemayê.” Ibrahîm li ser tabloyên xwe wiha got “Ez di karê xwe de kilasîk im mebest tabloyên min bi awayekî kilasîk têne nexiş kirin, lê şêweyê min şêweyekî taybet bi min e û tabloya min ji nava 100 tabloyan tê nas kirin, ez şêweyê veguhestinê pirr bikar tînim.” Di dawiyê de Dilxwaz Ibrahîm hêviya wê yekê xwest ku divê guhdan li şêwekaran bê kirin û axaftina xwe wiha bidawî anî”bila ragihandina Kurdî me ji bîr neke”

Bawernameyên şş anaziyê li Dêrikê hatin belav kirin Sena Nûrî Hisên-Dêrik Di roja 6 -12- 2014 peymangeha Bedirxan a zimanê kurdî li bajarê Dêrikê ahengek lidar xist ji bo belavkirina bawernameyên şanaziyê ji bo mamosteyên xwe yên gundên bi Peymangehê ve girêdayî ne û bawernameyên derçûna çend korsên xwendin û nivîsandina helbesta kurdî ya kilasîk her wiha bawernameyên asteya sêyemîn û bawernameyên perestariyê . Aheng bi xêrhatinê destpê kir û pişt re sirûda Ey Reqîb hat lêdan û pişt re Nafi Beyro endamê

Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûrya gotina partiyê xwend pişt re gotina rêveberê peymangeha Bedirxan Mihemed Emîn û her du gotin jî naveroka wan li ser giringiya zimanê kurdî bû . Di ahengê de hejmarek baş ji rewşenbîr û endamên gellek partiyên din amade bibûn . Di dawiyê de hemû bawername hatin belavkirin û çend hebestvanên bajarê Dêrikê helbestên xwe di ahengê de pêşkêşkirin. kesên derçûyî


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.