rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
11ê çilê paşî -2714 k 1-1-2015z
Kurdistan -hejmar (44)
www.Pdk-s.com
Rewşa Hesekê metirsîdar e Ev demeke şer û pevçûn li li gundewarê başûr û rojavayê bajarê Hesekê berdewam dikin di navbera çekdarên Dewleta Islamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) ji aliyekî û hêzên Esed û hêzên bergiriya niştîmanî ji aliyekî din ve. Çekdarên DAIŞ di 25-11-2014an her du gundên Qebr Amir û Ref Refê ku dikevin rojavayê başûrê Hesekê de xistin bin kontrola xwe de û tenê 5 km dûrî navenda bajêr in. Yek ji nişteciyên
wan gundan ji rojnameya Kurdistan re li ser vê mijarê wiha got “Çekdarên DAIŞ, em neçar kirin ku em dev ji gundên xwe berdin û berê xwe bidin nava bajarê Hesekê ji ber gurbûna şer.” Tê zanîn ku gundê Ref Refê cihê ku rejîma Esed û DAIŞ li wê deverê ji hev cuda dike û her dem şer û pevçûnên giran li wir rû didin. Ji aliyê xwe ve balafirên şer ên rejîma Esed bi awayekî perçekirî wan gundan didin ber
bombeyan û pirê caran gundên derdora çiyayê Homanê ku bi Ebdilezîzê tê nas kirin ji çiyayê Kewke têne topbaran kirin. Welatiyê bi navê Ehmed Elî li ser nêzîkbûna DAIŞ wiha dibêje”Niha tenê DAIŞ bi kêmî 5km dûrî navenda Hesekê ye, eger rejîma Esed xwe ji ber vî şerî bide alî dê karîseteke mezin ne kêmî ya Şengalê rû bide, welatiyên bajêr her dem di wê tirsê de ne ku DAIŞ derbasî bajêr bibe.”
Ronî Can çû nav Pêşmergeyên rojava Hunermendê navdar Ronî Can Hiso ku bi eslê xwe ji bajarê Serê Kaniyê ye û niha li Almanyayê dimîne piştevaniya xwe bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de anî ziman. Di şerê vê dawiyê de hunermendên Kurd her yek bi
Pîroz be .. Şengal 3
taybetmendiya xwe piştgiriya xwe bo Pêşmergeyan tînin ziman. Hiso di vê serdana xwe de ya Herêma Kurdistanê serdana gellek berên şer û mezarê Şerfedînê û Hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê şerê DAIŞ dikin kir. Ronî Can Hiso
bo vê yekê wiha ji rojnameya Kurdistan re got: “Min dît ji erkê min e wekû hunermendekî Kurd serdana Pêşmerge bikin da ku hinekî bi awazên xwe moralê wan bilind bikim, daxwaza serkeftinê bo hemû Pêşmergeyên Kurdistanê dikim û hêvîdar im ku hemû axa Kurdistanê bê rizgar
Minle: Bandora Cegerxwîn li min hebû 4
kirin.” Hunermend Ronî Can rola serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi giringî di şerê Şengal û Kobanî de nirxand û da zanîn ku rêbaza Barzaniyê nemir tu carî rastî şikandinê nayê û wisa gotina xwe bi dawî anî “Bijî rêbaza rasteqîne rêbaza Barzaniyê nemir”