rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
10ê çilê paşî -2714 k 15-1-2014 z
Kurdistan -hejmar (45)
www.Pdk-s.com
Barîna berfê rewşa penaberan aloz kir
Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê barîna berfê bandora wê li ser jiyana rojane ya welatiyên Sûriyê bi awayekî pirr zêde kir û dê bike ku her dem ev pêl berdewam bike, helebet ji ber barîna zêde ya berfê gellek fermangehên hikûmî û dibistan li piraniya deverên Sûriyê û
rojava nehatin vekirin û riyên serke û yên di navbera gund û bajaran de hatin girtin. Bi hatina demsala zivistanê, zehmetiyên jiyanê zêde bûn, bi taybet di vê heftiya borî de, ji ber barîna zêde ya berfê, li gellek deveran. Ji ber barîna berfê
Siyaseta Şepêla Paşeroj ji ya PDK-S nêzîk e 2
rewşa penaberên Sûriyê gellekî zêhmet bûye û hejmara qurbaniyên berfbarînê li gor amarên Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan gihiştiye zêdetirî 20 kesan ku di nava wan de zarok û pêremêr hene. Ji nav wan qurbaniyan sê zarok ji yek
Avekê li vî agirî bikin 3
malbatê hene, bi sedema ku dehên çadiran bi ser penaberan de hatine xwarê û noqî avê bûne li herêma Helîma li ser sînorê Sûriyê nêzîk bajarokê Irsala yê Libnanê û her wiha li bajarê Helebê du pîremêr ji ber sir û sermayê jiyana xwe jidest dan.
Hejar Mukriyanî ferhenga zimanê Kurdî bû 4
2
10ê çilê paşî-2714 k 15-1-2015 z
Kurdistan -hejmar (45)
www.Pdk-s.com
Şêxmûs: Siyaseta Şepêla Paşeroj ji ya PDK-S nêzîk e Hevpeyvîn: Ristem Dêrikî
L
i ser rewşa niha ya ku Rojavayê Kurdistanê tê de derbas dibe û bûyerên ku li deverên Kurdî rû didin, rojnameya Kurdistan ev hevpeyvîn ligel serokê Desteya Serkird di Şepêla Paşeroj a Kurd e Rêzan Şêxmûs pêk anî. Wekû Şepêla Paşeroj hûn çawa rêkeftina Dihokê dibînin? Derbarê rêkeftina Dihokê ya ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serperiştiya wê bi awayekî raste rast kir di vê rewşa metirsîdar de ya ku Rojavayê Kurdistanê tê de derbas dibe û bi taybet piştî êrîşa hovane ji aliyê terorîstên DAIŞ ve li ser her yek ji Şingal û Kobanî. Armanca serok Barzanî ji vê rêkefinê ew bû yekbûna hemû aliyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê da ku kurd bikarin rûbirûbûna DAIŞ bikin di jêr sîwaneke navdewletî de her wiha di rêya Hevpeymaniya Navdewletî, dibe ku ev rêkeftin delîveyeke dîrokî bû ji kurdan re da ku Lêvegereke Siyasî wekû parlemanekî kurdî ava bikin. Mixabin, Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD her dem keleman ji vê rêkeftinê re çê dike û dixwze ku sûdeyeke pir
baş ji vê rêkeftinê bibîne û helebet dixwaze rêveberiya xwe ya xweser û damûdezgehên xwe yên sivîl û leşkerî rewa bike, her wiha sûdwergirtin ji alîkariyên ku Hevpeymaniya Navdewletî pêşkêş dike. PYD xwest ku vê delîveya dîrokî tine bike di rêya avakirina lêvegereke partîtî û di rêya kesayetiyên ku li bal civaka kurdî nayên qebûl kirin û sûdwergirtina ji nûnerên wê di nava Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKS de, da ku alîkariya PYD bikin û ev yek ji aliyê ENKS ve nehat qebûlkirin û biryarek derbarê her sê partiyan de da û wan dûrî encumenê xistin. Bawer dikim ku rêkeftina Dihokê biçe serî di dema ku nakokiyên pir mezin di berjewendiyên her du aliyan de hene, di dema ku bi hezaran Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê şer dikin û pêwîstiya rojava jî bi wan heye, tu rêkeftin naçe serî ku bêyî lidarxistina kongrekî ku tê de hemû hêzên Kurdî û rêxistinên ciwanan û dezgehên sivîl tê de beşdar bibin yên ku berjewendiya miletê kurd dixwazin dûrî stendina hin biryarên ku xizmeta doz û gelê kurd nakin. Kiryarên PYD çawa dibînin?
Helwêsta Şepêla Paşeroj derbarê kiryarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD ya ku ji partiyeke siyasî bû desthilat di rêya dezgehên xwe yên leşkerî û ewlehî re, PYD rêveberiya xwe ya ku alîkariya rejîma Esed dike li deverên Rojavayê Kurdistanê ragihand û di rêya vê rêveberiyê re jiyana siyasî tine kir û gellek ofîsên partiyên siyasî şewitand û gellek ji serkirde û rojnamevan ji rojava derkirin bi darê zorê, PYD muameletê ligel çalakvanên kurd bi awayekî bêhemba kir ku rejîma Esed ev yek tu carî pêk nedanî. Biryara leşkeriya neçar û revandina keçên temen biçûk vê dawiyê hişt ku demografiya deverên kurdî bê guhertin û ew dever ji kurdan vala bibe û li cihên wan Ereb niştecî bibin û ev yek metirsîdartirîn siyaset bû ji aliyê PYD ve. Hin xalên serke hene di siyasetên PYD de nayên qebûlkirin mîna hemahengiya bi rejîma Esed re û zordariya ku li welatiyên Rojavayê Kurdistanê tê kirin û her wiha nepeydebûna projeyekî netewî bo çareserkirina doza kurd li Kurdistana Sûriyê. Hûn çawa rola partiyên siyasî dibînin? Partiyên kurdî di vê
qonaxa dawî de gellek ziyan gihişte wan û ji hêza wan pirr kêm bû ji ber ku tu carî biryarên cidî ne disetendin, tevgera kurdî dikarî gellek tişt bi guhertin bida, lê mixabin tiştek nekir. Di nerîna min de tevgera kurdî dikare hêza xwe vegerîne di paşerojê de helbet di rêya stendina biryarên cidî û daxwaza bidestxistina kongirekî çaremîn ji hemû hêzên kurdî re li Rojavayê Kurdistanê bike û di nava wî kongirî de bi zelalî hemû tiştên ku girêdayî Rojavayê Kurdistanê bêne gengeşekirin û gihiştina tewafiqeke siyasî ku her dem berjewendiya kurdan bixe pêş û xwe ji PYD qut bike ta ku pêwendiyên xwe bi dijminê gelê kurd û Sûriyê rejîma Esed re qut bike û projeyekî netewî li xwe bigre ku xizmeta
doza kurd li Sûriyê bike ku siyasta çewt derbarê kurdan tine bike. Siyaseta we wekû Şepêla Paşeroj? Şepêla Paşeroj her dem çaverê ye ku pêwendiyan ligel hemû partî û rêxistinên kurd çê bike tevî ku pirê caran em bi wan re nakok in, nakokiya sereke bi hin partiyan re ew e helwesta wan partiyan ligel rejîma Esed û şêweyê çareserkirina doza kurd li Sûriyê, pirê caran em dikarin muameletê ligel piraniya partiyên Ecumena Niştîmaniya Kurdî ENKS bi awayekî erênî bikin derbarê avakirina çarçoveyekî siyasî nû ku karibe îradeya gelê kurd li Kurdistana Sûriyê biparêze û seqayên nû yên siyasî biafirîne. Di baweriya min de partiyên herî nêzk ji helwesta me ya siyasî û dibe ku em bi
wan re bighêjin projeyekî siyasî ew in: Partiya Demokrat a KurdistanSûriya PDK-S û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê. Gotina te ya dawî? Ezê gotina xwe li ser vê mijarê bi dawî werînim, PYD bi dehan zarok ji malbatên wan revand û tevlî refên xwe yên leşkerî bi zorê kiriye û hin ji wan malbatên wan ji tirsa re nikarin navên wan bidin ragihandinê ji ber gefên çekdarên PYD, ji bo vê yekê spasiya ciwanên bajarê Amûdê dikim derbarê lidar xistina xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî revandina keça bi navê Hemrîm Îdê ji aliyê çekdarên PYD ve û ev yek tenê wê bihêle ku PYD dev ji siyasetên xwe berde û tevlî rêzên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bibe.
Guhdanê li zimanê xwe bikin
E Rifa Dellî
v çil sal in ku zimanê Erabî wekû zimankî fermî ji kurdan re li Rojavayê Kurdistanê dihat fêrkirin. Ji ber ku rêjîma sitemkar ya Esed em neçar dikirin ku em fêrî zimanê Erebî bibin, di welatê Sûriyê de rejîmê dixwest ku em zimanê xwe jibîr bikin, lê ew ziman her dem di dilê kurdan de ma û dê
bimîne. Sedema nejibîr kirina zimanê şêrîn ew e ku zimanê Kurdî zimanê me yê zikmakî ye û her wisa zimanekî bingehîn di dil, rewan û fikrê me de bû. Tirsa rêjîmê û qedexekirina wî ji vî zimanê şêrîn re hişt ku kurdên Rojavayê Kurdistanê neçar bibin ku li deverên giştî û li dibistanan bi zimanê Erabî biaxivin, lê ev
arîşe nebû pirsgirêk ji gelê me re da ku zimanê xwe jibîr bikin, helbet bi alîkariya gellek rewşenbîr û zimannasên navdar yên kurd mîna Mîr Celadet, Osman Sebrî, Reşîdê kurd …ku ziman û wêjeya kurdî di nav gelê Rojavayê Kurdistanê de belav dikirin. Îro roj kudrên rojava li kolan, qed, xwepêşandan, dibistan û li
her deverekê bi yek dengî bi zimanê kurdî doza azadiya zimanê xwe yê dayikê dikin. Ya giring û pêwîst ji her kurdekî re ew e ku zimanê xwe jibîr neke û fêrî zimanê xwe bibe û bi mêranî parastina vî zimanê bêhemba û şêrîn bike ji ber ku ziman nasnameya gelan e û nîşana hebûna miletê kurd e.
10ê çilê paşî -2714 k 15-1-2015 z
Kurdistan -hejmar (45)
Avekê li vî agirî bikin H
atiye gotin dema qiralê zînadkar Nemrûd xwestiye ku Ibrahîmê pêximber bisuhtîne bi agirekî dijwar û piştî standina raya şêwermendê wî, dojeheke xwedestî hate amade kirin û bi mencenîqa doravêj Ibrahîmê pêximber avêtin nava agir û wê hingê marmaroka aştîxwaz devê xwe xwe tije av kir û bi ser agir de dakir ta ku ew agirê zalim hate vemrandin, lê ji aliyê din ve jî gumgumoka kînker şerxwaz pifî agir dikir ta ku agir gur bibe. Hêviya min ji hêz û saziyên navdewletî yên aştîxwaz ew e ku avekê li vî agirî bikin, agirê ku sivîl, hejar, jin û zarok
Bavê Serbest- Hesekê
www.Pdk-s.com ku kesên azadîxwaz pê têne sûtandin. Diyar e ku ev zêdetirî çar salan miletê me yê Sûriyê bi hemû ol, nijad û kîşên xwe têne bombebaran kirin bi tank, top, balafirên leşkerî û moşekên giran ta bi çekên kîmyawî cêwaziyê naxin navbera sivîl û çekdaran de , navbera jin û mêran, navbera biçûk û mezianan, keç û xortan ta roja îro bêhtir ji 200 hezar kes hatine kuştin û piraniya wan zîç û mindal û jin in û bêhtir ji 7 milyon hemwelatiyên Sûriyê koçik û menderên xwe li cihê xwe hiştine û bi çol û polanan ketine. Li ser qada xwe bûne penaber ku beşekî berçav ji wan derketine derveyî welêt.
Çawa ev rejîma sift û xwînrêj dest ji binêka qeraliyê bernade û amade ye ku milet û welêt tevî wêran bike. Binêka ku keha diz û çetan bû, binêka ku hewil dida sinç û siriştê ciwnan xera bike, xwebixwetiyê di nava milet de çi hoz, çi partî, çi nijad di navbera kur û bav de, dê û dotê de li pey rêka partiya Beis biafirîne. Mixabin ta roja îro saziyên navdewletî, Neteweyên Yekbûyî li vê qeyrana bê perwa temaşe dikin bê çaresekirin, lê dema ku pisîkek li cihekî rojavayî winda dibe yan çêçikek ji hêlîna xwe der tê bi balafiran û bi leşkeran bi gazî û hewarê wê pirsgirêkê tên.
Gef li welatiyên Hesekê tê xwarin Can Roj
W
elatiyên bajarê Hesekê nerînên xwe derbarê pêşhatên ku herî dawî li bajarê wan rû didin û gefên ku DAIŞ li wan dixwe tînin ziman, bi taybet piştî kontrolkirina DAIŞ ji gellek deverên gundewarê Hesekê re ji aliyê başûr û rojavayê başûr û her wiha hewildana derbasbûna çekdarên Rêxistina Dewleta Islamî li Îraq û Şamê DAIŞ bo navenda bajêr. Di heman demê de balafirên Hevpeymaniya Navdewletî û topxaneya rejîmê hin caran cih û pêgehên DAIŞ topbaran dikin li gellek deveran. Nivîskarê bi navê Dilsozê Mîdî ku bi eslê xwe ji Hesekêye wiha nerîna xwe tîne ziman: “Tevî ku xelkên bajarê Hesekê rastî zehmetiyan tên lê ew li ser cihê xwe mane. Egera derbasbûna DAIŞ ez dûr dibînim ji ber ku Hesekê bajarekî Kurdistanî ye û derbasbûna DAIŞ ji bajarekî kurdistanî re dê
Pêşmerge derbas bibin, wekû çawa li Şingal û Kobanî ev yek bû. Sedema din heta niha navenda bajarê Hesekê di jêr desthilata rejîma Esed ye û DAIŞ nikare şerê gellek hêzan li Hesekê bike ku ew hêz hemû bi ser rejîma Esed ve ne.” Kawa Hisên ku ew jî ji nişteciyên bajarê Hesekê ye dibîne ku kiryarên DAIŞ û bi taybet li gundewarê Hesekê tenê ji bo belavkirina tirsê di nava xelkê de ye “bila kes ji DAIŞ netirse ji ber ku rêxistina navborî acindeyên wê bi gellek dewletan re heye û li gor siyastên wan dewletan bi pêş ve diçe.” Raman Hemê dibêje ku tiştê ku DAIŞ li gundewarê Hesekê pêk tîne ew e zêdekirina dorpêçkirina aborî bi awayekî sîstemkirî li ser navenda bajêr da ku welatiyên deverên kurdî ji malên xwe derkevin û bi vê yekê demografiya deverên kurdan bê guhertin û her dem armanca DAIŞ erebkirina
deverên Kurdî ye. Rêxistina Dewleta Islamî li Îraq û Şamê DAIŞ ji xelkê gundê Til- Mecdel daxwaz kiribû ku ew ji gundê xwe derkevin. Gundê bi navê TilMecdel ku dikeve rojavayê Hesekê de ji aliyê başûr ve ji ber gefê DAIŞ bi temamî hatiye valakirin.Gundê Til-Mecdel dikeve ser riya çiyayê Homanê ku bi Ebdilezîzê tê naskirin. Ev demeke şer û pevçûn li gundewarê başûr û rojavayê bajarê Hesekê berdewam dikin di navbera çekdarên Dewleta Islamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) ji aliyekî û hêzên Esed û hêzên bergiriya niştîmanî ji aliyekî din ve. Çekdarên DAIŞ di 25-11-2014an her du gundên Qebr Amir û Ref Refê ku dikevin rojavayê başûrê Hesekê de xistin bin kontrola xwe de û tenê 5 km dûrî navenda bajêr in.
3
4
10ê çilê paşî -2714 k 15-1-2015 z
çand û Huner
Hejar Mukriyanî ferhenga zimanê Kurdî bû Ibrahîm Ebdî
Hejar Mukriyanî, ferhenga zimanê Kurdî bû “Be kurdî dejîm, be kurdî demrim Be kurdî dîdem weramî qebrim” Ebdilrehman Şerefkendî, nivîskar û kurdperwerê dilşewat, yê ku ji ber xizanî û hejariyê nasnavê Hejar ji xwe re helbijart, û bi vî nasnavî dihate naskirin. Hejar di sala 1920an de (di hin jêderan de 1921), li gundê Şerefkendê yê bi ser şarê Mehabadê ve li navçeya Mukriyanê jidayik bû. Xwendina seretayî li ber destê bavê xwe yê ku melle bû bi dawî
kir, her wiha di hucreyên mizgefan de û di wan hucreyan de têkiliya wî bi feqe, helbestvan û nivîskarên wê deverê re çê bû. Di sala 1942an de bû endamê Komeleya Jiyanî Kurd ya ku li Mehabadê hatibû damezirandin, û pişt re bû endamê Partiya Demokrat a Kurdistan-Îran û ev yek bibû sedema ku nêzîkbûnek pirr mezin di navbera wî û Pêşewa Qadî Mihemed de çê bibe. Wî û hevalên xwe Hêmin di wezareta ragihndinê de ya Komara Kurdistan karekî baş di xizmeta wêje û zimanê kurdî de dikirin. Piştî rûxandina Komara Kurdistan li
Mehabad, bi rengekî nehênî(veşartî) li Rojhilatê Kurdistanê ma û jiyana xwe derbas dikir. Di sala 1948an de berê xwe da Bexdayê û ji bo debara jiyana xwe ya rojane hemû coreyên kar dikir wek: (çayçî, paleyî). Di wê salê de helbesta xwe (her kurdim) nivîsand: Kurd im û le rêyî kurd û kurdistan Ser le pênawim giyan le ser destan Be kurdî dejîm, be kurdî demrim Be kurdî dîdem weramî qebrim Di sala 1953an de, wek nûnerê gelê kurd beşdarî festîvala Ciwanên Cîhanî kir, û ji wir serdana Yekîtiya Sovyêt kir û endamtiya şanaziyê di Yekîtiya Nivîskarên Ezerbêcanê wergirt. Ji wir vegeriya Rojavayê Kurdistan, li bajarokê Tirbe Sipiyê çend sala ma, paşî vegeriya Bexda di sala 1957an. Piştî şoreşa 14 Tîrmehê sala 1958an li Iraq û vegera Melle Mistefa Barzanî bo welat, nêzîkbûnek di navbera wan de çê bû. Hejar xweştirîn demên xwe
bi Barzanî re derbas kir di navbera salên 19611975an de, û helbestên xwe di wê demê de hemû ji bo kurdayetiyê terxan kir. Piştî têkçûna şoreşa kurdî Hejar vegeriya bajarê xwe Mehabad, û li wir karê lêkolîn, wergerandin û nivîsînên cor bi cor berdewam kir, di sala sala 1991an de çû ber dilovaniya xwedê û li goristana şarê Mehabadê bi axê hat sipartin. Ji ber hejariya xwe mamosta Hejar li gellek bajarên Kurdî geriya, ev jî bo sedema ku di hemû zaravên kurdî de şareza bû. Gelek berhemên wî yên giranbuha hene wek: -Ferhengeka KurdîKurdî-Farisî bi navê(henebane borîne) - Şirovekirin û wergerandina Qurana pîroz -Dîwanek bi navê (bo Kurdistan) -Wergerandina pertûka Şerefname bo kurdî -Wergerandina dîwana Mem û Zîn bo zaravê Soranî û Mukrî -Cîbicîkirina dîwana Melayê Cizîrî û gellek berhemên din jî.
www.Pdk-s.com
Ahengek
bo zarokan lidar ket Nûr Ibrahîm
Bi hatina sala nû, sala 2015an çîmengeha bi navê Pêlistank li bajarê Hesekê ahengek ji zarokên ku temenê wan di jêr 5 salan de ne lidar xist bi mebesta belavkirina kêf û xweşiyê di nava refên zarokan de. Derbarê vê ahengê û armanc ji lidar xistina wê rêveberê çîmengehê Welat Xelîl wisa axivî :”Bi hatina sala nû, em dixwazin şahiyekê di dilê van zarokan de biçînin da ku rojên nexweş yên ku bi ser wan de derbas dibin jibîr bikin çimkî ev zarok ji roja jidayikbûna xwe de rojên xweş nedîtine ji ber ku bi hatina wan li ser riwê dinyayê şoreşa Sûriyê destpê kir.” Di wê ahenga ku gellek kesayetiyên navdar tê de amade bibûn û bawernameyên rêzgirtinê li ser mamosteyên çîmengehê hatin belavkirin wekû rêzgirtinekê ji karê wan re ji aliyê rêveberiya çîmengehê . Mamosteyeke çîmengehê li ser ahengê wiha got”:Berî her tiştekî sala nû li seranserê Kurdistanê pîroz dikim û hêvî ew e ku sala 2015an sala xêr û xweşiyê be li ser gelê kurd, li çîmengeha me zarokên ji 3- 5salan têne qebûlkirin û ji erka me ye em van zarokan perwerde bikin û fêrî zimanên Kurdî-Erebî û Ingilîzî jî bikin û her dem şahiyan ji wan re lidar bixin.” Di dawiyê de koma keskesor ya filoklorî ku taybet bi zarokan e şanoyek pêşkêş kir û bi vê yekê zarok gellekî kêfxweş bûn.
Pendên Kurdî 1.Zivistan hat, cilika belengezan ket avê. 2.Zîno bi Siltanê û Zelo bi leganê. 3.Zîpe zîpidar e, bibare nebare, meha adarê xedar e.
4.Zîvir zîvir, dîsa li vir. 5.Zor hat xweşî betal e. 6Zor gêzaran radike. 7.Zor nagihêje kerê, palan dikute. 8.Zor zane, zêr zane. 9.Zû bajo, hûr bajo, dûr bajo, ga neêşîne.
Dîmenek ji zivistanê