47_

Page 1

rdi t n

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

26ê sibatê -2714 k 15-2-2015 z

Kurdistan -hejmar (47)

www.Pdk-s.com

Welatiyên Rojava:

Hêza leşkerî ya hevbeş pêwîst e

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê dibînin ku cîbicîkirina xala leşkerî û avakirina hêzeke netewî li Rojava pirsa herî giring e, ji ber ku DAIŞ şerê kurdan dike û deverên kurdî di jêr metirsiyê de ne. Di civîna Lêvegera Siyasî ya roja 5ê vê mehê de, biryar li ser damezrandina 3ê komîteyên taybet bi navê komîteya amadekirina sîstema bingehîn a

Şahîn Ehmed:

DAIŞ bi biryarekê hatibû Kobanî 2

Lêvegera Siyasî, komîteya cîbicîkirina Rêkeftina Dihokê derbarê rêveberiya xweser û parastin û berevaniyê hatibû dayin. Derbarê pirsa bervaniyê û parastina deverên kurdî û avakirina hêzeke hevbeş rojnameya Kurdistan hin nerînên welatiyan veguhest. Ehmed Elî ku yek ji welatiyên bajarê Qamişlo ye li ser civînên Lêvegera Si-

yasî wiha dibêje: Dibînim ku civînên Lêvegera Siyasî careke din dirêjkirina demê ye, tenê borandima demê ye da ku PYD bikare bêhtir destkeftan bidest bixe, gerek hêza hevbeş berya her tiştekî bê avakirin bo berevaniyê li deverên kurdî bike û aramî vegere deverên me. Îmad Ehmed li ser vê yekê nerîna xwe wiha tîne ziman:Behsa civînên Lêvegera Siyasî tê kirin, lê ya

Heydo, 10 berhem li wêjeya Kurdî zêde kir 4

giring encam çi ne, xala herî giring ew e cîbicîkirina xala leşkerî û daketina Hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê di jêr yek sîwanê de, gelo pirs ew e dê YPG vê yekê qebûl bike yan na. Divê hêza hevbeş bê avakirin, wê demê dê civîn bi cidî birêve biçin ji ber ku her aliyek dê hêza wî çê bibe û nikare tecwizê jî bike.


2

26ê sibatê -2714 k 15-2-2015 z

Kurdistan -hejmar (47)

www.Pdk-s.com

Şahîn Ehmed:

DAIŞ bi biryarekê hatibû Kobanî Hevpeyvîn: Ronî Birîmo

Di hevpeyvînekê de ligel Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a KurdistanSûriya Şahîn Ehmed ragihand ku serkeftina ku li bajarê Kobanî pêk hat dê di dîroka kurd û Kurdistanê de bê nivîsandin û rêxistina DAIŞ bi biryarekê hatibû Kobanî û dema rizgarkirina gundên derdora Kobanî jî dê nêzîk be. Eve e deqê hevpeyvînê : Pîştî heyama 4 mehan ji şer û pevçûnan li bajarê Kobanî û bi alîkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û balafirên hevpeymaniya navdewletî û fesîleyên artêşa azad a Sûriyê Kobanî hate rizgarkirin, wekû PDK-S plana we bo paşerojê çi ye? Wekû Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya dibînin ku serkeftina ku li Kobanî rû da dê di dîroka kurdan de bê nivîsandin, em vê serkeftinê diyarî gelê kurd dikin û bi taybet serok Barzanî wekû serokê netewa kurd, miletê Kobanî bajarê xwe ji nexweşiya serdemê DAIŞ rizgar kirin. Bi hêvîme ku serkeftina Kobanî bibe waneyek ji tevgera Kurdî re, bila hemû kes bizane ku siyaseta tekane û ya yek partî wekû çawa ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk

PYD vê siyasetê dimeşîne, ev siyaset ne durist e û hişt ku Kobanî rastî gefên terorê were, her wiha serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wekû kurdekî dilsoz alîkariya hevpeymaniya navdewletî xwest da ku alîkariya Kobanî bike, me dît ku çawa ku eger kurd bibin yek dê biser bikevin û deverên xwe jî birêve bibin û ji dijminan biparêzin.

PDK-S amade ye karê hevbeş bike Dixwazim ji PKK û dezgehên ser bi wê ve bibêjim bila kesên din qebûl bikin û bi tena xwe kar nekin û em rêkeftina Dihokê bikin gaveke destpêkê ji yerêziyê da ku em deverên xwe yên kurdî bi awayekî rêkûpêk birêve bibin, em wekû PDKS amade ne karê hevbeş wekû hevpişkên rasteqîne li ser erdê bikin da ku welatê xwe ava bikin û alîkariya welatiyên xwe yên ku bûne penaber ji deveyî welat bikin da ku vegerin malên xwe û hin plan jî derbarê vê yekê de li bal me hene û me komîte jî

ava kirine. Tirs heye careke din PYD bi tena xwe deverên Kurdî birêve bibe? Tirsa wê yekê pirr heye ku PYD ne pabend be bi rêkeftina Dihokê, ev rêxistin rêzgirtin 3ê caran li rêkeftinên îmzekirî yên di navbera wan û ENKS de negirt mîna (Hewlêr1, Hewlêr2Dihok) û her wisa Desteya Kurd a Bilin têk çû wekû nimûne ji ber kiryarên PYD, lê hêvî dikim ku çarenivîsa rêkeftina Dihokê nebe mîna yên din ji ber ku qonax berû guhertinê ve diçe, wekû PDK-S û ENKS dê emê rêkeftina Dihokê bi naveroka wê û bi awayekî hûrbîn cîbicî bikin li ser erdê li Kurdistana Sûriyê. Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD daxuyaniyek derbarê rizgarkirina Kobanê belav kiribû û tê de behsa Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nekiribû, hûn li ser vê yekê çi dibêjin? Dixwazim tiştekî bibêjim, rêxistina DAIŞ ya terror zêdetirî 85% ji bajarê Kobanî û tevahiya gundên li derdora bajêr kontrol kir, ev yek hemû kes dizane û bi taybet ez ji ber ku em ji welatiyên bajarê Kobanî ne, lê

Çê nabe rola tu kesî piştguh bibe

piştî rizgarkirina Kobanî pirs ew e çima rola serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hevpeymaniya navdewletî tê jibîr kirin û ev yek metirsiyê li bal me çê dike, divê ew kes bi fikrekî nû biramin, ne durist e ku tu behsa rola ketîbeyên Şems El-Şemal bike û rola Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hevpeymaniya navdewletî piştguh bike, em xwîna pakrewanên ku li Kobanî şehîd ketin tu carî jibîr nakin û divê PYD siyaseta xwe û fikrê xwe bi guhertin bide ji ber dem dema guhertinê ye. Çiqas dem pêwîste ku gundewarê Kobanî bê rizgarkirin? Ez di warê leşkerî de ne şareze me, lê wekû siyasetmedarekî kurd dibînim ku di demeke kurt de dê gundewarê bajarê Kobanî bê rizgarkirin û li gor ku zanyarî ji me re tên ku DAIŞ xwe ji gundan bê rûdana tu şeran, xwe dikşîne û dema mayîna wan di bajarê Kobanî de dirêj nake.

Hin zanyarî ji aliyê Rojhilat dighêjin me ku DAIŞ berya rizgarkirina Kobanî bi rojekê kelûpelên xwe yên leşkerî da ser hev û ji wan deveran vekişiya, careke din dubare dikim ku DAIŞ bi biryarekê hate Kobanî û dê bi heman biryarê jî xwe vekşîne. Tecrûbeya Kobanî dê li cihekî din dubare bibe? Metirsî li ser bajarê Efrînê pirr heye û hin zanyarî hene ku hin alî ji Erebên ku hatin devera Efrînê piştevaniya DAIŞ û Cebhet El-Nusra dikin, di nerîna min de, ne dûre ku ev kesên ku piştevaniya DAIŞ dikin êrîşî Efrîn û gundewarê wê bikin, dijminên gelê kurd tu carî nahêlin ku kurd bi aştî bijîn û metirsî li ser gellek deverên Kurdistana Sûriyê heye mîna bajarê Hesekê û gundewarê bajarê Qamişlo.

DAIŞ di gundên Kobanî de dirêj nake

Kobanî bi yekrêziyê rizgar bû Rifa Delî-Qamişlo Rojek ji rojên sala 2014an bi hêsir, girî û xemgîniyê li ser bajarê Kobanî de derbas bû, ew roj roja derbasbûna rêxistina Dewleta Islamî li Îraq û Şamê DAIŞ bû ku mal û milkên kurdan talan û bi sedê hezaran welatiyên wî bajarî koçberî Bakur û Başûrê Kurdistanê bûn û gellek astengî jî bi koçberiya xwe re kişandin. Tevî rewşa kurdan ya dijwar û

zehmet, lê bajarê Kobanî ne bi tena xwe bû di nava êş û azaran de û kurd li her çar perçeyên Kurdistanê de hest bi wan êşan dikirin û ji ber vê yekê jî tevlî xwpêşandan û meşên nerazîbûnê ji bo Kobanî dibûn, her wiha piştevaniya xwe her dem ji bo welatiyên Kobanî dianîn ziman û bi hestekî netewî alîkarî pêşkêşî penaberan dikirin.

Bila kes tu carî wê rola dîrokî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û biryara şandina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanî di rêya Tirkiyê re jibîr neke ku wê hêzê mil bi milê birayê xwe yê kurd li Kobanî şerekî dijwar bi rêxistina navborî re kir û karîbû serkeftinan bidest bixe. Piştgiriya bira ji birayê xwe yê

kurd re helbet ji fikreke netewyî ya bihêz tê û me dît bê çawa kurdên Başûr bi biryara serok Barzanî berê xwe dan bajarê Kobanî û di yek sengerekî de bervanî li xaka Kurdistanê kirin û bi tank û topban berseva terorîstan dan û ji wan re nîşan dan ku yan Kurdistan yan neman. Roja rizgarkirina Kobanî û

serkeftina Kurdan bû rojeke dîrokî li bal Kurdan ku dê ew roj di her salê de bibe kêf û xweşî ji ber ku dengê serkeftinê li tevahiya cîhanê veda. Spasiya şervanên Kurd yên ku bi destê wan Kobanî hate rizgarkirin dikin ku ji bo kurdan serkeftineke dîrokî di jêr aleya Kurdistanê û sirûda Ey Reqîb de nivîsandin.


26ê sibatê -2714 k 15-2-2015 z

Kurdistan -hejmar (47)

www.Pdk-s.com

Nexweşiya Rebo zêde bû ye

Dr.Şêrîn Mele Mistefa Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê ya ku niha ketiya sala xwe ya çarem de gellek pirsgirêkên abûrî derketin holê mîna nebûna av û elikitrîkê ku vê yekê hişt ku welatiyên Sûriyê motorên elikitrîkê bikar bînin ku di rêya wan de asîman tijî dûmana wan dibû û jîngeh jî bi awayekî xerab dihata gemarkirin. Ji aliyekî din ve dûmana tank û topan li gellek de verên cuda cuda li Sûriyê ku ji aliyê rejîma Esed û hin grûpên çekdar ve dihatin bikaranîn as îman qirêj dikir, her wiha

aredariyên bajarên Sûriyê ji aliyê baqijkirinê de nema bikarê xwe radibûn, lewma bandora vê yekê li ser tenduristiya zarokên Sûriyê hebû û gellek nexweşiyên metirsîdar bi xwe re anîne holê mîna nexweşiya Xîzokê ango Rebo (Astîma) ku li Rojavayê Kurdistanê jî gellekî rû da bû. Nexweşiya Xîzok ango Rebo çi ye û çawa rû dide? Dema ku rêçik û boriyên bêhnê teng dibin wekû kirîza bêhnê û bêhnçikandinê tê nîşankirin û navbera nobet û kirîzê

de her dem zarok xwe xwezayî dibînin. Rebo ew bi xwe kulbûnek kronîk e, lê ne mikrobeke di hundirê dîwarê lûlêyên bêhnê de ye û ji ber vê yekê ango vê sedemê dîwarê rêçika bêhnê têne nebixandin û rastî sorbûn, tengbûnê tê û di nava wê de jî belxem dicive. Her wiha di vê rewşê de dîwarên boriyên bêhnê pirr hestiyar û lawaz dibin. Ev nexweşiya giran li bal zarokan pirr tê dîtin li Kurdistanê bi rêjeya 5-15% tê dîtin û dema zarok bi vê nexweşiyê dikeve rastî van tiştan tê -Rûdana kuxika zuha û hin caran bi belxemê re, eger belxem jî rengê wê sipî be. - Piştî zekemê bi 3ê heftiyan kuxik dewam dike, dema bikaranîna sporê û bi taybet bazdan, êvara bi ken re, kişandina çixare û nergîlê bala mirov dikşîne ser nexweşiya Rebo(Astîma) ji ber ku xîz xîz di sînga mirov de çê dibe. - Bêhn çikandin û her wiha sînga mirov tê

Kurd birîndar in Bavê Serbest

Ser zimanê Kokemîn hatiye gotin: Dema agir bi daristanê dikeve ter û hişk tevî dide ber xwe û di sohtîne, lê mînakin din jî berovajî vê hene wek mî bi lingê xwe tê daliqandin û bizin jî bi lingê xwe. Bê guman rêxistina tirskar DAIŞ cêwazyê naxe navbera bizin û miyan, biçûk û mezinan, jin û mêran hemû canûran ta bighê şûnewar û serdangehîn olî yên Misilman, Êzîdî, Xiristyan. Gelo bi çi bihanê ev tirskarana vî karê kirêt dikin heger rast e berevanyê di ber ola Misl manan de dikin ma gelo cih Kobanê,

ên wekû Kobanî, Efrînê, Serê Kaniyê û Hesekê ew jî Êzîdî ne yan jî xaçperistin ku roj bi roj êrîşên DAIŞ li ser wan berdewam dikin ji bilî ku beşekî mezin ji wan bûne qellaş, çete li ser rêya di navbera parêzgeha Reqê û Helebê de, rêwiyan tazî dikin û baceke deh qat ji bazirganan distînin ew bazirganî jî kelûpel yan jî madeyên bazirganî bi nirxekî buha difroşin welatiyan û qelenê vê behabûnê bêhtir kesên hejar û belengaz didin. Gelo ev rêxistina gemar ku her parîk ji deverekê hatiye, kê ew damezirandin û perwerde kiriye û mal û çek dane çekdarên wê ku bûne bobelata herî mezin li cîhanê

şidandin. -Rebo wekû nexweşî tê naskirin? tekez çikandina nefesê, xîzxîz û kuxik nîşana wê ye û divê wêneyê sînê jî bê kişandin. Divê zarokên zêdetirî 6 salan di rêya PEF re bê naskirin ka çiqas rêçikên bêhnê li bal wan tengbûne. Allerjen çi ye? Allerjen gellekî belav dibe û bandora wê li her kesekî nîne. lê tenê bandorê li kesê hestiyar dike û pirrê caran pirsgirêkan ji wan re çê dike, lê divê bala mirov ji van tiştan hebe. Divê mirov xwe ji toza malan û kar dûr bixe yan jî parastina xwe bike . -Dûrbûn ji kêzkên serşok û cihên gemarê. - Dûrbûn ji pirça ajalan ango (Heywan). n xwarinan mîna (şekir, hêk, îsot, fisteq, guîz, tî masî, genim, soya ..) dûr bixe. Girîp yan zekem her dem dibe sedema dijatiyê ji nexweşiyê re û kirîza bêhnçikandinê li bal nexweşê Rebo çê dike.

bi giştî û bi taybet li rojhilata navîn, li dawiyê bûn bela serê me kurdan ku çawa îro roj bi hezaran kurdên me yên Êzîdî li çiya û bajarê Şingalê û derdorên wê bi hezaran koçber dibin koçik û menderên xwe rez û pezên xwe hiştin û bi çol û pola ketin, ji bilî bi sedan jî ji sivîl û Pêşmergeyên qehreman şehîd ketin û gellek qîzû bûk ji wan man dîl û perîşan di jêr destên wan kesên hov ku îro bi erzanî têne firotin li çarşiyên bajaran, gellek ji wan xwe dikujin da nebin bend û jinên wan kesên xerab û gemar, ji ber ku tu carî çiyayî Şengalê serê xwe li ber neyaran ne çimadî ye ev jinên bi namûs dibînin mirin xweştire ji bindestya van paşverûyên gemar. Tê xwestin ku gelê kurd tevlî hemû nijadên kêm jimar li Kurdistanê dijîn wek Aşûr, Siryan , Kildan û Tirkmanan, tevde nakokyên xwe deynin ser refkê û bi yek hêz û yek helwestê, dest bidin hev û bi mêranî berevaniyê di ber rûmet û namûsa xwe de bikin. Gellek jêder û lêkolînerên cîhanî dibêjin ku ev rêxistina teror û gemar li ser destê sîxurên rêjîma Esed û bi alîkarya serok

wezîrê Îraqê ê berê Nûrî El -Malikî û piştgirya dewleta Îranî di meha nîsanê de ji sala 2013an de hat damezirandin û bi şêweyekî şanogirî mal û çek jî dan wan. Wek tê gotin ev rêxistina terror ji çar beşên cûr bi cûr hatine amade kirin : 1- Hin ji bermayên partiya Beis yên regez perist û Sedamyên Kevin. 2- Beşekî berçav ji EL-Qaîde ye. 3- Beşê sisyan ew kesên ser berdayî bê ku bê esil û kok in. 4- Hejmareke berfireh ji gelek nijad û dewletan di nav wan de hene bi taybet dewletên Erebî. Omîda min ew e bê çawa qiralê zînatkar, Zehak bi destê lehengê kurd Kawa yê hesinkar ser jê bû, ev agirê ku bûye sosreta demê û gelê cîhanê bi giştî ziyan jê dît, ev agirê ku ter û hişk dide ber xwe, cêweziyê naxe navbera kesan de ta bi jîngeh û xuristê wekû Teter û Mexolan tim bervaniyê di ber xerabiyê de dikin bêne tinekirin û kesên ku agir gur dike jî bêne jinavbirin. Ez bi hêvîme ku ev kesên qirêj bi destên Pêşmergeyên qehreman bê kuştin û nema dayikên kurdan rondikan bi barînin.

3


4

çand û Huner

26ê sibatê -2714 k 15-2-2015 z

Nivîskarên Başûr û Rojava civiyan

Di 3-2-2015an şandek ji Yekîtiya Giştî ya Nivîskarên Kurd li Herêma Kurdistanê serdana baregeha hevbeş ya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriya û Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya şaxê Hewlêrê kir. Ew şand ji her yek ji

serokê Yekîtiya Giştî ya Nivîskarên Kurd li Herêma Kurdistanê Kek Mem Botanî û cîgirê wî Azad Ebdilwahid û endamê Yekîtiyê Tariq Karêzî pêk dihat. Ew şand ji aliyê Neqîbê Sendîkeya Rojnamevanên KurdistanSûriya Ciwan Mêranî û

berpirsa Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya şaxê Hewlêrê Evîn Şikakî û cîgirê wê Hozan Dêrşewî hate pêşwazî kirin. Di wê hevdîtinê de behsa rewşa Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriya û Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya hate kirin, her wiha Neqîbê Sendîkeya Rojnamevanên KurdistanSûriya Ciwan Mêranî daxwaz kir ku her du alî destpêşxêriyeke hevbeş pêşkêş bikin da ku her du beşên Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya

bikin yek û karê xwe di jêr yek sîwanê de berdewam bikin. Ji aliyê xwe ve şanda Yekîtiya Giştî ya Nivîskarên Kurd li Herêma Kurdistanê amadebûna xwe bo vê yekê nîşan da û da zanîn ku ewê piştgiriya vê projeya pîroz jî bikin. Hêjaye gotinê ku baregeheke hevbeş ji Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan-Sûriya û Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya şaxê Hewlêrê li ser kolana 40 M nêzîkî Flukê Zîraa hatiye vekirin.

Heydo, 10 berhem li wêjeya Kurdî zêde kir Welat Xelîl

Lêkolîner, nivîskarê Kurd Salih Heydo piştî serdanekê bo Herêma Kurdistanê vegeriya û ligel xwe bixçikek pirtûkên çapkirî anî. Pirtûkên ku Heydo ji Kurdistanê bi xwe re anî bûn, naveroka wan li ser folklorê Kurdî bû û ew pirtûk ji aliyê Enîstutiya Gelepûrê Kurdî li Silêmaniyê û Dihokê hatibûn çapkirin. Navên pirtûkan jî ev in:

1-Dûrikên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê (bergê yekem). 2-Dûrikên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê (bergê diwem). 3-Komek dûrik ji folklorê Kurdên Sûriyê(bergê sêyem). 4-Komek dûrik ji folklorê Kurdên Sûriyê(bergê çarem). 5-Dîrokên govendê ji folklorê Kurdên Sûriyê(bergê pêncem). 6-Ravekirîna stranên gelerî. 7-Buxçika bûna ji zargotina biçûka. 8-Bîr û behweriyên kurdewarî. 9-Çend çîrokên zêrîn. 10-Pîra bûk. Salihê Heydo ki ye? Salihê Heydo li gundê Hesê Ûso yê girêdayî bajarê Amudê jidayik bûye û niha ew li li bajarê Hesekê dimîne. Salihê Heydo wekû dil-

sozê folklora kurdî tê nas kirin û zêdetir ji 40 salî ji xbatê bo komkirina stran, çîrok, gotinên pêşiyan û cil û bergan kiriye. Heydo li her çar perçeyên Kurdistanê geriya ye û di nava gerên xwe de stranên folklorî yên govend, dîrokê,

paleyî, …., 3 hezar stran, 4 hezar gotinên pêşiyan, çîrok û stranên zarokan û ji gellek herêmên cuda cuda nimûneyên cil û bergên kurdî kom kirine û ev yek li bal wî hatine belgehkirin çi di pirtûkên xwe de û çi li ser CDyan.

www.Pdk-s.com

Keviran navêj bîra Şikro Xunav Mihemed Ev bîra ku di wêneyê de xuya dike, bi navê bîra Şikro tê naskirin û ew bîr li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê ye û ew bîr di xaniyekî wêrankirî de ye ku tenê pîrejina bi navê Şikro tê de dijî, berya destpêkirina şoreşa Sûriyê û peydabûna kêşeyên wekû nebûna elikitrîkê û avê ku wekû damara jiyanê tê naskirin kesekî ji welatiyên taxê li wê bîrê jî temaşe nedikir ji ber ku çîroka xenqandina keça Şikro di wê bîrê de dihata bîra wan û zarokan her dem kevir û kêstek jî di avêtin nava bîrê û ava bîrê xerab dikirin. Lê piştî derketina kirîza avê li bajarê Hesekê xelkê bajarê Hesekê neçar dibûn ku bîrên irtîwazî bikolin da ku avê ji malbatên xwe re dabîn bikin, lê xwediya bîra navborî bîra xwe wekû cîranên xwe ne girtibû û devê bîra xwe ji nû ve vekir û xelkê taxê bi awayekî hembiz ava xwe jê dikşandin û tu carî Şikro dilgaran nebû ji kişandina avê, tenê ji zarokan dilgiran dibû ji ber ku wan xerabî derheqê bîrê pêk dianîn û car caran kevir di avêtin bîrê. Ava bajarê Hesekê ya vexwarinê ji gola rojava bû ku dûrî bajar bi qasî 20km û wekû damara jiyana bajêr dihat naskirin, lê vê dawiyê rêjeya avê gellekî hate xwarê û ji bo vê yekê rêveberiya avê li parêzgehê derdora 30 bîrên irtîwazî di navbera her du bajarên Serê Kaniyê û Dirbêsiyê de koland ji bo gihiştina avê ji Hesekê re, lê her dem elikitrîk sedema qutkirina avê ye, Her wiha elikitrîka ku di hat li ser bîranên gundê Elok ji gundê Mebrûka bû ku di bin kontrola DAIŞ de ye û rêxistina navborî her dem elikitrîkê qut dike bi sedema hebûna nakokiyan di navbera wan û PYD de.

Hin pendên Kurdî derbarê bîra avê: Bîr bi çotê tije nabin. Bîr bi dewla tijî av nabin. Bîra avê jê vexwe keviran navêje wê.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.