48_

Page 1

rdi t n

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

10ê Avdarê-2714 k 1-3-2015 z

Kurdistan -hejmar (48)

www.Pdk-s.com

Bila Pêşmerge li Kobanî bimînin Ji roja 15ê Îlona sala 2014an ve, çekdarên rêxistina DAIŞ hewil didan ku bajarê Kobanî kontrol bikin, da ku xwe bighînin ser sînorê Tirkiyê û alîkariya wan bêhtir bê kirin. Lê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku bi fermana serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî di 31ê Cotmeha sala borî de ber bi bajarê Kobanî ve bi mebesta alîkariya Hêzên Kurdî li wî bajarî birê ketin, da ku bajar ji terorîstên DAIŞ baqij bikin. Di şerê bajarê Kobanî de Pêşmerge bi awayekî bêhempa alîkariya şervanên kurd kirin û bi vê hevsengiya bi hêz bajarê Kobanî bi temamî di roja 26-1-2015an de ji DAIŞ hat paqijkirin û rewş hate guhertin. Derbarê mabûna Pêşmerge li bajarê Kobanî hin welatiyên bajêr nerîna xwe ji roj-

nameya Kurdistan re li ser vê mijarê anîn ziman. Ehmed Berazî wiha ji Kurdistan re got”Em bi hêvîne ku hêzên Pêşmerge ji Kobanî neçin ji ber ku em hemû zanin ku bajarê Kobanî wê hatiba kontrolkirin ji aliyê DAIŞ ve eger Pêşmerge zû nehatiba, 80% ji Kobanî çû bû, lê bi hatina Hêzên Pêşmerge rewş bi temamî hate guhertin, eger Pêşmerge biçe wê careke din DAIŞ were Kobanî ji ber ku Hêzên Kurdî bi tena xwe nikare tiştekî bike.” Weltiyê bi navê Îmad Elî li ser vê mijarê got “Pêşmerge nabe biçe ji ber ku wê karîsta Kobanî dubare bibe, Hêzên Kurdî bi tena xwe tekez nikare tiştekî bike, ez dibînim ku divê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî werin Kobanî da ku bêhtir kurd xurt bibin, tevî ku YPG vê yekê qebûl

nake jî, lê ez dibînim ku ew di vê siyasetê de şaş e.” Li gorî biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Hêzên Pêşmerge yên ku li

Kobanî piştevaniya Hêzên Kurdî dikin, dê sê mehan bimînin lê sê mehên hêzên Pêşmerge temam bûye û hêj ew li Kobanî ne û di şerê

DAIŞ de piştevaniya Hêzên Kurdî dikin

Amade ne li tevahiya Kurdistanê şer bikin

Kurd biserketin 3

Ronî û Rosîm kilîpek li ser Pêşmerge tomar kirin

4

2


2

10ê Avdarê-2714 k 1-3-2015 z

Kurdistan -hejmar (48)

www.Pdk-s.com

Pêşmergeyên Rojava:

Amade ne li tevahiya Kurdistanê şer bikin

P

Sîpan Xelîl

êşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji artêşa Sûriyê cuda bibûn û li Başûrê Kurdistanê hatibûn meşiqkirin û ligel pêşmergeyên Başûr li dijî Dewleta Islamî li Îraq û Şamê DAIŞ li Herêma Kurdistanê şer dikin dibêjin ku ew ji mirinê netirs in û dê ewê Kurdistanê ji DAIŞ paqij bikin. Rojnameya Kurdistan çû nava Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li eniyên şer li Herêma Kurdistan û ligel çend Pêşmergeyan hevpeyvînek pêk anî.

istanê şer bikim û dijminê gelê Kurd çi DAIŞ, rejîma Esed, Cebhet El-Nusra ji ser xaka Kurdistanê derînin, hêviya min ew e ku yekrêziya kurdan bê parastin, bila rewşenbîr siyasetê bikin û emê jî şer bikin û tu carî tirs nakeve dilê me de ji ber ku hestê me yê netewî hestekî zêde ye, na tirs im..na tirs im.)

Ferhad Murad Hesen

Ebdilrehîm Mihemed Zekî

Hîzam şeref Hîzam şeref ku yek ji hêza Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ye li ser rola aktîv û bi bandor ya Pêşmergeyên Rojava wiha axivî:”Rola me wekû Pêşmergeyên Rojava di şerê li dijî terorîstên Dewleta Islamî li Îraq û Şamê roleke pirr giring e, me şer ligel Pêşmergeyên Başûr li dijî DAIŞ li deverên wekû pira Mûsil, Şengal, Hemdaniyê, Zumar, Başîqa, Til –Kêf û gellek deverên din kir” Hîzam li ser tevlîbûna wî bo hêzên Pêşmerge wiha axaftina xwe berdewam kir “Wekû kesekî partî ji salên 80yan de xewna min bû ez bibim Pêşmergeyê xaka xwe û wekû xemxwarê doza kurd, min dît ji erkê xwe ku ez rakim doza bav û bapîran di rêya hilgirtina çek de, da ku bi hev re vê xaka pîroz ya Kurdistanê biparêzin, dema ku ez xwe bidim pêş wê kurê min jî alîkariya min bike û hemû kesê xwe bibîne erkdar wê tevlî Pêşmerge bibe, hêvîdar im ku her kurdperwerek yan canfîda xaka xwe jibîr neke û bila tu kes xwe nede paş, bi rastî niha kurê min jî Pêşmerge ye û ez bi xwe nizanim ku kengî bibim şehîdê vê xaka pîroz, xewna min ku ez biçim Rojavayê Kurd-

Ebdilrehîm Mihemed Zekî ji aliyê xwe ve wisa ji rojnameya Kurdistan re got “Berevaniya di ber xaka Kurdistanê de bi her çar perçeyên xwe erkekî netewî ye û tu cudahî di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de nîne ji Kerkûkê ta bi bajarê Kobanî, em Pêşmergeyên Kurdistamê ne û divê em berevaniyê di ber xaka xwe ya pîroz de bikin, em wekû Pêşmerge di tengaviyê de bûne Pêşmerge û tu carî ji bo pereyan nebûne Pêşmerge, ez gellekî bi Pêşmergayetiyê serbilind im, lewma bûme Pêşmerge, di şer de her dem em hevkariya hev dikin da ku bêhtir em bi hev bawar bin”. Derbarê pirsa ku çima hûn li Rojavayê Kurdistanê tevlî tu hêzan nebûn wî Pêşmergeyî wiha berseva xwe da û got” Bi rastî em rêzgirtina her hêzeke Kurdî dikin, lê armanca me ne mîna ya wan e, baweriya min bêhtir bi Pêşmergayetiyê tê ji ber ku dîrokeke zêrîn ya Pêşmerge li ser xaka Kurdistanê heye, sedema din ez li ser rêbaza Barzaniyê nemir hatime perwerdekirin, ez pirr ser bilind im bi vê yekê, lê hêviya me ew e ku em vegerin li Rojavayê Kurdistanê jî şer bikin û di heman demê beşek ji me li Başûrê Kurdistanê jî bimîne ji ber ku dijminê me her yek e, ji ber ku DAIŞ dixwze Başûr bişkîne, lê bila van xewnan nebînin.” Ferhad Murad Hesen ew jî ji aliyê xwe ve behsa tevlîbûna xwe bo Hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê wiha dike “Heta ku baweriyek li bal kesekî çê

bibe divê mirov bizane ka ew li çi deverê ye, em wekû Kurd miletekî bindest e û tu carî nehatine şerê tu kesî bikin, baweriya me ew e ku em hatine wekû Pêşmerge parastin û berevaniyê di ber xaka welatê xwe de bikin, ev e nêzîkî 4 mehan tevlî Pêşmergeyên Rojava bûme û niha li Başûrê Kurdistanê şer dikim û tu cudahî li bal me nîne ku em li çi perçeyî Kurdistanê şer bikin ji ber ku Kurdistan yek parçe ye û em nabêjin ku em Pêşmergeyên Rojava ne, ji ber ku em Kurdên Rojava ne û em serbilind in ku Pêşmergeyên Kurdistanê ne, sînor di navbera Kurdistanê de nîne ku me çawa dît Pêşmerge li Kobanî şer dikin û di rêya Bakurê Kurdistanê de çûn wî perçeyê Kurdistan, her dem hêvî ew e ku em vegerin Rojava û berevaniyê di ber Qamişlo û Hesekê û heta bi Efrînê jî bikin wekû çawa ku niha li Başûr vî şerî dikin.” Derbarê pirsa ku tirs dikeve dilê we de wekû Pêşmerge yan na Ferhad bi ken berseva xwe da û got”Qet tirs nakeve dilê me de, hevalên me şehîd dikevin, em xurtir dibin û hêza me dubat dibe, ji ber ku şehîdbûn tiştekî pîroz e û em jî dixwazin li ser wê riyê biçin ji ber ku şerefeke pirr mezin e.” Ehmed Ebdilezîz Hisên ku ji xelkê bajarê Hesekê ye û berya niha jî di şerekî de li dijî DAIŞ birîndar ketibû û dubare careke din vegeriya nava refên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê. Ehmed li ser vegera xwe bo nav Hêzên Pêşmerge wiha axivî” Berya demekê û di encama şerekî de ez birîndar ketim ligel hejmarek ji hevalên xwe û her wiha birayê min jî ligel min bû, em li Başûrê Kurdistanê şer dikin ji wê baweriyê tê ku Kurdistan yek perçe ye û tu cudahî di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de nîne, kurd her kurd e û erda Kurdistanê jî yek xak e û her wiha heman doz e. Ji erkê me ye çek hilgirin da ku vî dijminê xwînmij bişkînin û dûrî xaka xwe bibin, tevlîbûna min bo

Ehmed Ebdilezîz Pêşmerge tenê jib o parastina xaka pîroz e û daxwaza me Kurdistaneke serbixwe û azad e.” Li ser vegera hêza wan bo Rojava Ehmed Ebdilezîz Hisên wiha axaftina xwe berdewam kir”Tekez dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê û şerê dijminan li wê de bikin, em amade ne li her çar perçeyên Kurdistanê şer bikin û xwîna xwe bikin qurbana vê xaka pîroz.” Seyfidîn Çelebî Silo ku xelkê bajarê Qamişlo ye û karê wî birînpêç bû li nexweşxaneya Dihokê wiha behsa tevlîbûna xwe bo Hêzên Pêşmerge dike” Ez li nexweşxaneya bajarê Dihokê birînpêç bûm û mûçeyê min ji yê niha pirr baştir bû, lê min ji erkê xwe dît bibim Pêşmerge û alîkariya Pêşmerge jî bikim, ez çek hilnagirim, lê tenê di warê pizişkî de di nava refên Pêşmerge de kar dikim, ez gellekî bi Pêşmergayetiyê serbilind im û tenê ev cilê Pêşmerge bo min şerefeke pirr mezin e. Ji malbata min ez û du kurên xwe û hin merivên min Pêşmerge ne, Pêşmergayetî di xwîna me de ye, baweriya me bi vê rêbazê heye, ne ji niha de ji demeke dûrûdirêj ve, em bi hêvîne vegerin bajarê Qamişlo û li wê de jî berevaniya di ber xaka xwe de bikin .” Tê zanîn ku Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji destpêka êrîşên DAIŞ li ser Kurdistanê mil bi milê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê şerê DAIŞ dikin li gellek deverên cuda cuda li Herêma Kurdistanê.

Seyfidîn Çelebî Silo


10ê Avdarê-2714 k 1-3-2015 z

Kurdistan -hejmar (48)

www.Pdk-s.com

Hin Welatî.. Divê Sîstema Bingehîn zelal bibe

Helebça Sadûn

R

êkeftina Dihokê rêya xwe dişopîne û Lêvegera Siyasî civînên xwe lidar dixe û reşnivîsa Sîstema Bingehîn ya Lêvegera Siyasî hate ragihand, derbarê Sîstema Bingehîn rojnameya Kurdistan nerînên welatiyên Rojavayê Kurdistanê veguhest. Hesen Murad ji Rojnameya Kurdistan re derbarê Sîstema Bingehîn ya Lêvegera Siyasî wisa dibêje” Ez

giringiya dîtina Lêvegerê dibînim, lê xala jêdera perepêdana ya lêvegerê li gor Sîstema Bingehîn xaleke ne zelal dibîn in, wekû hatiye diyarkirin ku wê jêdera perepêdana Lêvegera Siyasî ya kurd ji Rêveberiya Xweser be , lê gelo wê ev Rêveberî çi be û endamên wê kî bin?. Gereke ev xal bi rengekî hevbeş di navbera Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKS û Tevgera Civaka Demoqratîk Tev-Dem de were gengeşekirin û zelalkirin, ta em bi rengekî zelal bizanin ka wê jêdera perepêdana lêvgerê wê ji ku ve be. Ji aliyê xwe ve Sekretêrê Yekîtiya

Xwendevan û Ciwanên Dîmokratî Kurdistanî – Rojava Hejar Hesen dibîne ku ev gav gaveke erênî ye, lê rewş û çarenivîsa xort û ciwanan di vê lêvegerê de wê çi be û wisa axaftina xwe berdewam dike : “ Rast e em wekû ciwan nûnertiya me di Lêvegera Siyasî de nîne, lê em bi hêvî ne ku lêveger li ser mijara leşkeriya neçar ya ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD biryara wê derxistiye raweste û çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne ji ber ku bi sedema biryara leşkeriya neçar gellek ciwanên me ji Rojavayê Kurdistanê reviyan û berû Ewropa û welatên hevsînor çûne û ev yek ziyanek pirr mezin gihandiye Rojavayê Kurdistanê. Ji alîkî din ve parêzer Idrîs Hisên şêweyê standina biryaran di Lêvegera Siyasî de bi awayekî levhatin ne zelal dibîne û li ser vê yekê wiha diaxive: “ Di bendekî Sîstema Bingehîn de wiha hatiye ku eger 75 % ji endamên lêvegerê amade bibin nîsaba civînan yasayî dibe,

gelo biryarên ku werin satandin wê rêjeya wê çawe be, gelo wê 90% yan 75% û divê ev xal bêtir bê zelalkirin. Welatiyê bi navê Ehmed Elî li ser vê reşnivîsê wiha dibêje :” Sîstema bingehîn ya Lêvegera Siyasî behsa pêwendî û şêweyê Rêveberin û serperştiyariya dam û dezgehên sivîl û leşkerî yên girêdayî Rêveberiyên Xweser û her sê kantonên Cezîre, Kobanî û Efrînê yên ku PYD bi wan kurdistan perçe kiriye nekiriye, lê di madeya 7em de dibêje ku lêveger wê kar ji bo cîbicîkirina rêkeftina Dihokê bike, ku li gor xalên wê divê rêveberî bê pêşxistin û mijara leşkerî û berevaniyê jî bê çareserkirin, nizanim dibînim ku tiştekî ne durust di vê reşnivîsê de heye.” Ehmed Hac Mihemed ku xelkê bajarê Qamişlo ye nerîna xwe wiha tîne ziman:”Ez dibînim ku Lêvegera Siyasî mîna Desteya Bilind a Kurd e, lêveger dicive û PYD kiryarên xwe pêk tîne û ev yek tê wateya wê yekê ku PYD ji zihniyeta xwe nehatiye xwarê, Sîstema Bingehîn behsa

Jiyana Rewşen Bedirxan

mafên mirovan dike û PYD xelkê bi zorê dibe leşkeriyê û hilbijartanan bê tu bingeh radighîne, ezê vê tenê bibêjim PYD dixwze di rêya ENKS bighêje Ewropayê û xelk danpêdanê pê bikin. ” Hêjaye gotinê ku reşnivîsa Sîstema Bingehîn ya Lêvegera Siyasî ya kurd di civînekê de li bajarê Qamişlo de hatibû pesendkirin. Reşnivîs ji 8 beşan û 17 bendan pêk tê Li gor rêkeftina Dihokê, ku di 22ê Cotmeha sala 2014an de bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatibû îmzekirin, Lêvegera Siyasî ya ji 30 endamî pêk dihat (12 endamê ji ENKS, 12 endam ji TEV–DEM û 6 endamên din ji nav partî û kesên serbixwe yên ne di her du çarçoveyan de bin, lê di lihevkirina Hewlêrê de 6 endamên din li Lêvegera Siyasî hatin zêdekirin, bi wê yekê jî hejmara endaman bûn 36 endam.

Kurd biserketin

Şehnaz Emîn

R

ewşen Bedirxan ji malbata Bedîrxaniyan e, keça Salih Bedîrxan e. Ji ber ku Rewşen jî endama vê malbatê bû hemû jiyana xwe di penaberiyê de derbas kir. Rewşen Bedirxan di Tîrmeha 1909an de di dema ku padîşahê Osmaniya Sultan Reşad hat ser desthilatê û koçkirina malbata wê destpê kir ew jidayîk bû. Di 6 saliya xwe de koçberî Şamê bû û dest bi xwendina xwe ya seretayî kir. Pişt re tevlî kolêja wêjeyê bû û beşê zimanê Erebî bi dawî kir û di sala 1925an li dibistaneke bajarê Şamê bû mamoste. Di heyama çend salan de xwe fêrî zimanê Tirkî, Ferensî û Ingîlîzî kir û di navbera sala 1928 heta 1964an de li dibistana ku lê bibû mamoste bû birêvebera dibistanê. Di sala 1971ê de li ser vexwendina Berzaniyê nemir

serdana Herêma Kurdistamê kir. Di sala 1934an de ligel rêxistineke jinan pêwendî kir û tevlî “Yekîtiya Jinan” bû û wekû nûnera jinên Sûriyê beşdarî kongirekî jinan li welatê Misrê bû. Rewşen Xan di sala 1957an de jî bi nunertiya 6 şandiyên Sûriyê yê beşdarî kongira kolonyalizmê ku li Yunanistanê hate lidarxistin bû. Û aleya Kurdistanê li kongirê ji aliyê wê ve hate bilindkirin, bi vê yekê bû cara yekemîn ku aleya Kurdistanê li mey-

danên cîhanî tê bilinkirin. Rewşen Bedirxan ligel hevserê xwe Celadet Bedirxan “Kovara Hawar ê derxist. Rewşen di 1956aan li bajarê Helebê bi alîkariya Dr. Nurî Dersîmî, Heydar heydar û Osman Efendî “Komeleya Zanistî û Piştevanî ya Kurd” damezirand, û di sala 1971ê de bi armanca ku hemû pirtûk û nivîsên li ser kurdan bide hev bû endama “Kora Zanyariya Kurd” û dibin navê vê komeleyê de berê xwe da Tirkiyê da ku zanyariyên derbarê Kurdan de yên ku di erşîfa tirkan de bûn bi xwe re bîne. Rewşen Bedirxan di derbarê jin û tekoşîna li himber nezaniyê gellek pirtûk nivîsandine, yek ji wan pitûkan ew e “Jin û Bextiyariya Malê” ye. Rewşen Bedirxan di 01.06.1992an de li bajarê Banyasê çû ber dilovaniya xwedê.

J

Lezgîn Dêrûnî

i îro pê de û bi teybetî piştî serkeftin û rizgarkirina bajarê Kobanî û Şingalê, kesek nikare êdî zêdegaviyan li ser Kurdan bike û bi teybetî yên ku bi çavên dijminatiyê li kurdan dinerin, ew li paş man û hêviyên wan têk çûn, lê Kurd biserketin û roj bi roj pêş ve diçin û di çavên gelê cîhan, dost û hevalên xwe de mazintir bûn. Helbet ev serkeftin û pêşveçûna Kurdan bi çend sedemên giring pêk hat:1- Ji ber ku kurd xwedî doz in û li ser heqiyê ne û bi hezaran sal di jêr zilm û zorê de dijîn, dibînin ku derfetek zêrîn ji bo wan hatiye û naxwazin ji dest xwe berdin bi çi şêweyî be. 2- şervanê kurd bi bîr û baweriyeke rast û dirust û viyaneke xurt berevaniyê di ber xak û miletê xwe de dike, bi vê bawerî, rastî û qehremaniyê û bi teybetî li Kobanî baweriya

gelê cîhanê jî bidestxist û daxuyakirin ku doza Kurdan heq e. 3-Rola serok Barzanî ya herî giring û her wiha niştîmanperweriya wî di vê qonaxê de, ku karê hemî layan, partî û hêzên Kurdan kir yek û li ser yek armancê di hundirê Kurdistanê de, û ji aliyekî din ve rola wî ya derveyî Kurdistanê û têkilî û cihê wî li cem dewletên zulhêz û xwedî biryar wekû Amerîka û dewletên Ewrûpayê . Îro serok Barzanî li cem wan cihê bîr û baweriyê ye, lewra zû biryara alîkariyê ji bo Şingal û Kobanî dan, ev yek bû cihê nerazîbûnê li cem dijmin û xêrnexwazên gelê Kurd. Ez bawer im ku ev sedemên min li jorê gotin dê bibin sedemên pêşveçûn û serkeftinên bêtir di roj û demên pêş de ta bi serkeftina mezin û mizgîniya serxwebûna Kurdistanê jî wê di nava wan de be.

3


4

10ê Avdarê-2714 k 1-3-2015 z

çand û Huner

www.Pdk-s.com

Mamê Ehmed

Dikana mamê Ehmed mozexane ye Ismaîl Elî-Dêrik Di nava her miletekî de xemxwar û hezkerê kelepûr û pêmayê Kurdî hene. Mamê Ehmed di nava folklor de dijî ku yek ji wan kesan her dem xema hebûna folklorê Kurdî dixwe û dixwaze ev kiltûr bê parastin. Mamê Ehmed li bajarê Dêrika Hemko di nava dikaneke biçûk karê solbendiyê dike, lê dema mirov serdana dikana mamê Ehmed dike rastî mozexaneyekê dibe û çavên mirov li kelûpelên kevn yên bav û kalan dikeve. Mamê Ehmed wiha ji Roj-

nameya Kurdistan re got:”Ez ji bajarê Dêrikê me û karê min solbendiye da ku nanê zarokên xwe derxînim, lê di ber karê xwe de danheva alavên kevnar dikim da ku vî folklorî biparêzim li gor karînên xwe,ev mozexaneya han di dilê min de hatiye çandin, nikarim dûrî vê yekê biçim û bav û bapîrên me xwe bi van alavan xwedî dikirin bê ku hewceyî tu kesî bibin.” Mamê Ehmed wiha li ser danheva wan alavan axaftina xwe berdewam dike”: Danheva alavên folklorî û belgehkirina wan

li bal min wekû çawa mirovê kurd xaka Kurdistanê biparêze ji ber ku divê Kurdistan di nava miletên cîhanê de bê xuyakirin ku xwedan folklorekî zengîn û dewlemend e, ev yek hebûna me ye û ta ev folklor hebe dê kurd jî lçi ser erdê hebin, sedema danheva min ji van kelûpean re ew e ku di paşerojê de neviyên me bibînin ji ber ku ew li bajaran rabûne û ev tişt nedîtine û bila bizanin ku me kar û xebatek berçav ji bo netewa kurd kiriye û erk e li ser milê wan vî folklorê zengîn biparêzin.

Ronî û Rosîm kilîpek li ser Pêşmerge tomar kirin Hunermendê navdar Ronî Can Hiso ku bi eslê xwe ji bajarê Serê Kaniyê ye û niha li Almanyayê dimîne piştevaniya xwe bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de tîne ziman û kilîpek ligel hevjîna xwe Rosîm li ser Pêşmerge çê kir. Di şerê vê dawiyê de hunermendên Kurd her yek bi taybetmendiya xwe bo piştgiriya Pêşmergeyan kilîpên cuda cuda tomar kirine da ku kêf û xweşiyê têxin dilên wan de. Hiso derbarê tomarkirina kilîpa

Pêşmerge wiha ji Kurdistan re got:”Kilîpa min ya niha ji gotinên helbestvanê nemir Arşev Oskan in, her wiha awazên min in, ev kilîp bi sponseriya kenala Korek birêve çû. Spasiya hemû kesê ku alîkariya me kirin da ku ev kar biçe serî tevî vê rewşa dijwar ya ku Kurdistan têde derbas dibe, armanca min ji vê sitranê ew e piştevaniya Pêşmergeyên leheng di şerê wan de li dijî terorê yên ku xwîna xwe kirin qurban ji vê xaka pîroz re.” Ji aliyê xwe ve jî hunermend Rosîm

wiha ji Kurdistan re got:” Ev cara yekemîn e ku tême Kurdistanê û kilîpekê ligel Ronî Can çê dikim, ez pirr kêfxweş im ku min Pêşmerge ji nêzîk ve dîtin, bijî Pêşmerge yên ku Kurdistanê diparêzin, spasiya Kenala Korek dikim li ser vê alîkariyê.” Ronî Can Hiso ev ne cara yekem e ku tê Başûrê Kurdistanê, berya niha serdana Başûr kiribû û di hatina xwe de Hiso serdana mezarê Şerfedînê û Hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê şerê DAIŞ dikin kiribû.

Pêşangehek hunera dest li Hesekê birêve çû Li baregeha Partiya Demokrat a Kurdistan –Sûriya PDK-S li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê pêşangehek hunera dest bi navê pakrewan Amgiyan Badînî ji zarokên ku temenê wan di jêr 15 salan de birêve çû. Pêşangeha ku hejmarek mezin ji welatiyên taxê û partiyên siyasî û kesayetiyên serbixwe lê amade bibûn ji aliyê rêxistina Neviyên Barzanî lidarketibû ku yek ji rêxistinên PDKSê ye li bajarê Hesekê. Kesên ku ev pêşangeh amade kiribûn temenê wan di jêr 15 salan debû û navên wan jî ev in: (Mesûd

Barzan- Nêçîrvan Badînî- Elî Kano- Şiwêş Mehsûm- Hisên Mehsûm-Sîlda- Dilbirîn Xişo- Rozad Ebdilîlah- Mihemed Ebdilqehar- Yûnis Qincar). Derbarê lidarxistina vê pêşangehê Cûdî Mihemed endamê Komîteya Mentiqî ya PDK-S li bajarê Hesekê wiha ji rojnameya Kurdistan re got:”Em dibînin ku ji erkê me ye wekû partî pêşangehê wisa ji zarokan re vekin û piştevaniya wan jî bikin bi hemû şiyanên xwe, gellek zarok jêhatî ne û dikarin pêşangehan bi tena xwe jî vekin lê alîkarî ji wan re pêwîst e. ev ne cara yekê ku rêxis-

tina Neviyên Barzanî bi karên wisa radibe û bi rastî ev rêxistin serkeftî ye û dê emê di piştevaniya wan de berdewam bin da ku nifşekî çalak û zîrek ji zarokên me derkeve.”


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.