49_

Page 1

rdi t n

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

24ê Avdarê-2714 k 15-3-2015 z

Kurdistan -hejmar (49)

www.Pdk-s.com

Li Cizîrê, rejîm fitneyê çê dike Jîn Ezîz Grûpekî nenas li parêzgeha Hesekê daxuyaniyek belav kiribû li ser enternêtê tê de avakirina hêzeke leşkerî ya bi navê Cizîrê Erebî Sûrî ye ragihandibû da ku li dijî Kurdan şer bike.Di wê daxuyaniyê de hatibû ku devera Cizîrê Erebî Sûrî ye û çê nabe tu kes xaka Sûriyê perçe bike û samanên wê yên suriştî jî ji xwe re bibin ji ber ku Ereb li gor ku ew dibêjin sere sedî 70% ne. Ji aliyê xwe ve çalakvanê bi navê Ehmed Koçer ji Rojnameya

Kurdistan re got”Avakirina vê rêxistinê tenê li dijî Kurdan e, rêjeya herî mezin di Cizîrê de

Kurd in, lê niha belkû hinekî hatibe xwarê ji ber kiryarên PYD bi derxistina biryarên çewt mîna

leşkeriya neçar û hin biryarên din, bila PYD hişyar bibe rejîma Esed jê re dijminan çê dike, divê

bi zûtirîn dem hêzeke Kurdî ya hevbeş bê avakirin da ku berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de bike û li dijî rêxistinên nijadperist rawest e.” Welatiya bi navê Edla Adil wiha li ser vê yekê axivî” Rejîma Îranê van pîlanan pêk tîne û piştevaniya van hêzan dike wekû çawa pişta DAIŞ digre, dever berû şerekî navxweyî Erebî –Kurdî ve diçe û ev yek ji rejîma Esed û Îranê re giring, ya giring ew e ku kurd yekrêziya xwe biparêzin û hêza xwe ya siyasî û leşkerî bikin yek û pîlanên dijminan têk bidin.”

Serhildana 12ê Avdarê nayê jibîr kirin Di roja 12ê Avdara sala 2004an de hêzên rejîma Esed gule berdan li ser bi deh hezaran xwepêşanderên Kurd ku li bajarê Qamişlo derketibûn û di encam de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan .Destpêka serhildana 12ê Avdarê li bajarê Qamişlo bi derketina sed hezaran kes li dijî kuştina

Mihemed Şêxo Pêşmerge bû 4

Peyama azadiyê 3

Kurdan ji aliyê hêzên rejîma Esed ve bû û pişt re li seranserê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û taxên Kurdan li Heleb û Şamê xwepêşandan belav bûn. Serhildan ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve bi tenê heftiyekî berdewam bû, bêhtir ji 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.


2

24ê Avdarê-2714 k 15-3-2015 z

Kurdistan -hejmar (49)

www.Pdk-s.com

Barzanî, xebatek bêhemba di nava Kurdan de kir Ronî Birîmo

H

ejmarek ji nivîskar û siyasetmedarên kurd li Rojavayê Kurdistan rola bavê netewa kurd Mele Mistefa Barzanî di 36emîn salvegera koça wî de, her wiha xebata wî bo bidestxistina mafên gelê Kurd yên rewa li her çar perçeyên Kurdistanê nirxandin. Ebdilkerîm Mihemed endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S wiha li ser wî axivî:”Jidayikbûna Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S di sala 1957an de wekû encamekê ji şoreşên Barzanî re hat û ew encam rewanê kurdîniyê û pêşxistina fikrê netewî Kurdistanî dubare vegerand, partiya me tecrubeyên Barzanî wekû rêbazeke temem li xwe girt û ew rêbaz ji xwe re kir çira da ku xebata xwe li ser berdewam bike. Barzanî piştevanê herî mezin bû ji partiya me re, yekemîn partiyeke kurdî li Kurdistana Sûriyê ku bi

Ebdilkerîm Mihemed piştevaniya wî hate avakirin. Nivîskarê bi navê Heyder Omer bi kurtî li ser bavê netewa Kurd Barzanî wiha axivî:” Barzaniyê nemir kesayetiyeke siyasî û leşkerî bû ku wekû wê di dema niha de nîne, hemû jiyana xwe di bergiriya di ber miletekî de ku rastî hemû coreyên tunûtîjiyê hatiye derbas kir. Barzanî bi moralên xwe yên pirr bilind û rêzgirtina wî ji pransîpên ceng û şeran re hişt ku dijminê wî jî jê hez bikin berya dostan, tu carî li ser van pransîpan nehat xwarê heta kêlîka dawî di jiyana wî de. Tiştê ku niha Kurd li Başûrê Kurdistan bidestxistine ji avakirina parleman û dîtina jiyaneke siyasî pêşketî hemû ji encamên xebat û rêbaza Barzaniyê nemir in, ez bawer im ku serok Mesûd Barzanî tu carî dûrî vê rêbazê naçe û dê pêngavên pirr baş bavêje derbarê avakirina dewleteke Kurdî ya serbixwe. “

Heyder Omer

Barzanî her dem fikrê azadî û demokrasiyê belav dikir Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S Nûrî Birîmo wiha got:” Roja koça dawî ya Barzaniyê nemir rojeke xemgîn li ser gelê kurd derbas bû, me hêvî dikir ku Barzanî zindî di nava me de maba da ku bi çavên xwe bibîne ku xebata gelê kurd gihiştiye çi astê, bi rastî Barzanî koça dawî nekiriye ji ber ku ew hêj zindî ye û rêbaza wî hêj berdewam e û nifşek paş nifşekî din vê rêbazê dişopîne ya ku mirovatî, demokrasî û pêkvejiyana gelan disepîne. Rola Barzanî li ser Rojavayê Kurdistanê yan her çar perçe, em nikarin li ser biaxivin çimkî xebateke dûdirêj e û em tu carî heqê wê xebatê nadênê, tişta herî giring ew e ku em wefadar bin ji dibistana Barzanî re û em Barzaniyetê di warê Siyasî û jiyana hundirîn ya partiyê de bikar bînin. Barzanî roleke wî ya diyar di avakirina tevgera netewî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê de hebû, her wiha şoreşên Başûrê Kurdistanê hestên gelê Kurd li Rojava zêde dikir, Barzaniyet rêbaza aqil û zimanê giftûgoyê ye û her dem dûrî çekdarkirina çareserî û tundûtûjiyê ye, li ser vê yekê dixwazim mînakekê bînim ziman, tiştê ku niha li Rojavayê Kurdistanê rû dide mînaka herî mezin ji vê yekê re ye ku neviyên Barzanî êrîşî malên tu kesî nekirine û her dem bi diyalogê kar dikin, lê dijminê me her dem israr dikirin li ser vekirina cebheyan derbarê me pêk bînin, vê yekê hişt ku Kurd berevaniya xaka xwe bikin û tevlî cebheya berevaniya di ber xak û namûsa xwe de bibin. bi vê sebareta xemgîn spasiya miletê

Nûrî Birîmo

xwe dikin ji ber ku piraniya wan li ser vê rêbazê dimeşin, dixwazim ku sala bê em serdana mezarê wî li devera Barzan bikin û

Ronî Elî jê re bibêjin ku Kurdistan hate azadkirin û dê dewleta Kurdî ava bibe. Ronî Elî ku nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê ye wiha ji Rojnameya Kurdistan re got:” Dema ku mirov li ser vê kesayetiya han diaxive, em mîrasekî zêrîn ji xebatê tînin ziman, dibistana ku mirovê Kurd fêrî îradeya rûbirûbûnê kiriye da ku hebûna xwe biparêze, lê tu carî nikarin mafê vê kesayetiyê bidênê, lê divê em li pêş xebata wî rawestin û em serfirazin ku Kurd li ser vê rêbazê ne. Barzanî rola wî ya giring di nava miletê Kurd e hebû ji ber ku cihê wî di nava miletê wî de bavrewanê gelê Kurd bû, ne tenê li Başûrê Kurdistanê lê li her çar perçeyên Kurdistanê, Barzanî mîna pirekê bû ku di rêya wê de miletên cîhan xebata gelê Kurd ji nêzîk ve nas kirin ji ber ku ew dayingeha xebatê bû li tevahiya Kurdistanê di rêya piştevaniya wî ji mafê miletê xwe re da ku azad û serbest bijîn.

Rêzan Şêxmûs

Hewildanên vê dawiyê derbarê yekrêziya nava mala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê her dem ji wê rêbazê tê û ew yek ji wê baweriyê tê ku korîdora neçar ew e yekrêzî û yekbûn e û divê ji bo vê yekê kar bê kirin bi hemû şiyanan. Tecrubeya wî mînakek ronîdar da mirovê Kurd yê şervan da ku azadiyê bidest bixe, cihê Barzanî di nava serkirdeyên herî mezin di cîhanê de ye û ew bi xwe bû cihê rêzgirtinê li bal dijmin û dostên gelê Kurd, Barzanî sembolek ji sembolên tevgera rizgarîxwaz e li cîhanê. Rêzan Şêxmûs serkirdeyê Şepêla Paşeroja Kurd li Sûriyê wiha got: “Di baweriya min de Barzaniyê nemir roleke wî ya sereke û aktîv di berzkirina têgihiştina netewî li bal gelê Kurd hebû li tevahiya Kurdistanê, Barzanî rolek giring di gihandina doza miletê Kurd bo tevahiya cîhanê de lîst ji ber ku navê Kurdistan bi Barzanî hate girêdan, ev yek rastiye û divê bê gotin. Rola wî di avakirina partiyên siyasî de li her çar perçeyên Kurdistanê hebû da ku hestê netewî di nava gelê Kurd e bi awayekî bêhtir bê belavkirinda ku mafên xwe yên rewa bidest bixin. Avakirina Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya di salên pênciyan de gellekî pêwîst bû bo ku gelê Kurd xebata xwe li dijî dijminan berdewam bike da ku nasnameya xwe bisepîne û mafên xwe yên rewa bidest bixe û di wê yekê de rola kesê wekû Nûridîn Zaza û Osman Sebrî hebû bi piştevaniyeke raste rast ji Barzaniyê nemir. Hezar silav ji giyanê wî re bi sebareta koça wî ya 36emîn.” Şahîn Ehmed li ser Barzanî dibêje ku ew diyardeyeke bêhemba ye û tu carî di nava Kurdan de dubare nabe, Barzanî wekû Xandî, Konfoşyos û Corc Waşinton e. Şahîn wiha axiftina xwe berdewam dike” Xebata Barzanî roleke wê ya giring û mezin di rêkxistina karînên Kurdistana Sûriyê de hebû, her wiha avakirina Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya PDK-S. Xebata Barzanî hişt ku hemû nivîskar û helbestvan nivîs û helbestan li ser xebata wî çê bikin, Barzanî navê wî bi Kurd û Kurdistanê ve hate girêdan ku wî bi başbûna exlaqê xwe hişt ku dilê miletê Kurd bi wî ve bê girêdan, em çi li ser wî bibêjin kêm e, lê hêvî ew e ku ev rêbaz berdewam bibe wekû çawa niha serok Mesûd vê rêbazê dimeşîne û di rêya vê rêbaza pîroz de nava mala Kurdî diparêze û wan her dem bi danûstandinê dûrî şerê navxweyî Kurdî - Kurdî dike.

Şahîn Ehmed


24ê Avdarê-2714 k 15-3-2015 z

Kurdistan -hejmar (49)

Peyama azadiyê

D

Idrîs Hiso- Hewlêr

i 25-1-2015an de bêtir ji 70 hezar kes li Amedê derketin şeqam û kolanan li dijî heftenameya Şarlî Îbdo, û gotin kesên dibêjin em Şarlî ne şeytanin, her wisa ev silogan anîn ziman; em Mihemedî ne, kesê bê dengin li ser mafan şeytanên lal in, dê û bavên me gorî te ne hey pêxember û hin siloganên din jî avêtin. Aya bi rastî ev kes heger Mihemedî ne û misilman in, ji peyama pêxember tê gihiştin yan na? Peyama pêxember dema ku li Cizîra Ereban destpê kir armanca pêxember jê ew bû: -Kole û bindestan rizgar bike. -Mirovên azad ava bike, û berê wan bide kar û xebatê bi serfirazî. -Peyama pêxmber ji bo mirov li xwe, kesûkar û miletê xwe xwedî derbikeve. -Ji bo rizgarkirna jinan ji desthilata mêran ya bê sînor. Heger em armancên peyama pêxember di dema wê de bixwînin, û wê têxin bi şert û mercên dîrokî û civakî yên wê demê de, ew peyam peyamek şoreşgerî ye, û xebatê dike ji bo bidestxistina azadiya bîrok, raman, kar û azadiya civakê bi giştî li Cizîra Erebî, her wisa pêkanîna dadweriya civakî û azadiyê bi giştî, û bidesxistina desthilata siyasî. Bi kurtî mirov kare bibêje ku her kesek ola wî çibe, ziman û ramanên wî çibin, lê doz û xebata wî ji bo pêkanîna van xalên di serî de ne, ew di rêza pêxember de ye, heger bi dilsozî ji bo pêkanîna armanc û daxwazên civakê xebatê bike. Kesên li Amedê derketin û gotin em berevaniyê di ber pêxember de dikin,kesin xapandîne , û tirk û hin hêzên wan yên siyasî pêkenînê bi wan kurdan dikin

, her wisa ew kurd gunehkarin di derheqê xwe de . Çima ez wiha diaxivim? Kesên ku li Amedê derketin kurd in, û li bin destê Tirkan dijîn, welatê wan dagîr kiriye,û ew kole ne di nerîna Tirkan de, û pêxember bervaniyê ji kesên kole qebûl nake çimkî di peyama pêxember de azadkirina koleya hatiye ziman, kesên ku xwe nas nekin peyama xweda ya li ser pêxember hatiye pêkneanîne, çimkî xweda mafê her miletekî daye ku bi azadî li ser erd û milkên xwe bijîn, û keltûra wî bê parastin, aya ev tişt li bal ew kesên xwepêşandan kirin heye yan na?! Hîn jî beşek ji Kurdên Bakurê Kurdistanê bi navê ola Islamê tên xapandin, xwepêşandanên Kurdan li dijî Şarlî nayên qebûl kirin, ji ber ew dibêjin Şarlî li dijî bawerî, û pêxemberê me ye. Lê ew nizanin ku xwedê baweriyê ji kesên bin dest qebûl nake, çimkî baweriya kesên bin dest û doza mafê xwe neke bikêmanî bi dev û gotinan temam nîne, û baweriyeke qels û lawaz e. Heger birastî Mihemedî ne, gerek bi roj û şev rêya rizgarkirina welatê xwe pişopînin û zanistê mîna rêveberên Şarlî Îbdo û miltên wan bidest bixin, gerek zarokên xwe li male fêrî zimanê xwe bikin, wan fêrî hezkirina welatê xwe bikin. Mane hezkirina welat ji baweriyê ye? Bi kurtûkurmancî rêya pêxemberan rêya azadî û dadweriyê ye, û berevaniya di ber vê rêkê de bi sixêv û xwepêşandanên bê sûde pêknayê, lê bi şopandina rêya zanist û xwenasînê û doza bo serxwebûn û azadiyê pêk tê.

www.Pdk-s.com

Li Hesekê lişmanya derketiye

B

Xedîca Elî

elavbûna nexweşiya Leishmania (lişmanya) li nava xelkê bajarê Hesekê rû da ye ji bo vê yekê Komeleya Şamal ya Xêrxwaz bang li dezgehên navdewletî kir yên di vî warî de kar dikin da ku alîkariyê pêşkêş wan bikin û ew di rêya xwe de ji rêjeya vê nexweşiyê kêm bikin. Wê komeleyê diyar kir ku heta niha 12000 hezar kes bi vê nexweşiyê ketiye û li bajarê Hesekê rojane 300 kes têne dermankirin, tevî rewşa nexweşxaneyan ya xerab. Komele dibêje ku ew bi hewceyî derman û alavên pizişî ne da ku sînorekî ji vê nexweşiyê re deynin û welatiyên Rojavayê Kurdistanê biparêzin. Leishmaniaya çi ye? Leishmaniaya çerm ku wek “Hebit Helebê” jî tê naskirin, bi riya kêzika Leishmania belav dibe û bêhtir li navçeyên germ peyda dibe, nexasim bi taybet li welatên erebî li Iraq û Sûriyê. Nexweşiya ku li Iraq û Sûriyê heye bêhtir Leishmaniaya çerm e ku wek “Hebit Heleb” tê binavkirin. Cûrê ku tûşî hinavan dibe û metirsîdar e, bêhtir li Hindistanê peyda dibe. Hinek caran ti nîşaneke wê nîne, carina jî pêşî tenê çend zîpikên biçûk li ser çerm derdikevin. Zîpik an pizik bi derbasbûna demê re mezin dibin û dibin birîneke kirêt. Bi giştî êşa vê birînê tune. Nexweşî rasterast ji kesekî nayê guhastin bo kesekî din. Ango berketina birînê nabe sedemê guhastinê. Guhastin tenê bi riya pêvedana kelmêşa mê ya Sand Fly pêk tê ku kelmêşeke biçûk û bêdeng e. Gava ku kelmêş bi kesekî ve dide, gera

Leishmania di xwîna wî kesî de werdigire. Gera Leishmania tenê di nav laşê wê kelmêşê de dikare geş bibe û biguhere wê qonaxa ku dikare tê de mirovan nexweş bike. Gava ku kelmêş bi kesekî ve dide, kêzikên nexweş ên di nava xwe de diguhêze nava wî kesî û wî nexweş dixe. Kêzik xwe di nav xirokên spî de vedişêre û dest bi zêdebûnê dike û xirokên spî diteqîne. Gelek kêzikên biçûk di nav xaneyên çerm de li cihê pêvedana kelmêşê belav dibin û xaneyên çerm têk dibin û birîneke kirêt li ser çerm çêdikin. Divê çareserî di qonaxên destpêkê de bê kirin, bi riya lêdana derziya dijî kêzikê li cihê birînê ji hêla pizîşkê pispor ê çerm. Mixabin eger birîn mezin bû, eger bê çareserkirin jî şûna wê heta hetayê li ser çerm her dimîne. Kelmêş bêhtir bi wan cihan ve dide ku diyar in û ne nuximandî ne wek rû û dest û pî, lewma birîn jî li wan cihan peyda dibe û piştî rehetbûnê jî şûnwarekî li dû xwe dihêle. Lewma kesê nexweş di aliyê derûnî de şepirze dibe û hinek caran xelk jî bi çewtî wiha fam dikin ku nexweşî rasterast ji birînê tê veguhastin, lewma xwe nêzîkî kesê nexweş nakin.

Yeşar Kemal dijminê rejîmên paşverû bû şehnaz Emîn

Y

aşar Kemal bi navê xwe yê rast Kemal Sadiq Gokçeli ye di sala 1926an de li Osmaniye bajarokê Edenê ji dayik bû. Û ta ku çû ber dilovaniya xwedê bi tabîrkirina wî ji dilê gelê anatolyayê bi pênûsa xwe gihande xwediyê wan. Yaşar kemal bi eslê xwe ji gundê nêzîkî Gola Wanê Ernîsê ye. Di şerê cîhanê yê yekemîn de, malbata wî ji ber desteseriya Rûsya dev ji gûndewarê xwe berda û berê xwe da koçberiya navxwe, ta ku konê xwe li Edenê li gundê Hemitê vegirtin. Yaşar Kemal li gundê ku hemû Tirkmen bûn, di malbateke Kurd de çavên xwe ji dinyayê re vekir. Li mal bi Kurdî li kolan û dibistana bi Tirkî jiyan kir. Yaşar Kemal dibi-

stana xwe ji ber pêwistiyên aborî bi cih hişt, û keta nav tevgera jiyanê. Ji şifortiya terektorê bigre, ta li zeviyên deşta Edenê daneheva gûzikên pembû û fermanberê pirtûkxaneyê hemû kar kirin. Dema ku kete nav keda jiyanê ramanê Yaşar Kemal jî ber bi dijberiya rejimê ve meyl da û bi kovara wê demê ya çepger peywendî danîn.

Di sala 1943an de pirtûka xwe ya yekemîn bi navê ”Folklor” çap kir. Û hemen xebata xwe bi “Çîroka Giravê”, “Derya Tazî, Girava Tazî” bi çargîsinkirinê temam kir. Cara yekemîn di 17 saliya xwe de ji ber ramanên çapgir, di sala 1940î de bi tometa propagandeya kominîzmê hate girtin. Di sala 1952an de çiroka bi navê

“Germa Zer”, di 1955an de nivîsa bi navê “ Memedê Zirav” (İnce Memed) ku ji bo 40 zimanên cihanê hate wergerandin bidawî kir. Sala 1988an de hem di nav damezrîneriya “Yekitiya Nivîskarên Cîhanê –PENê” de cih girt û heman demê jî bû serokê wê yê yekem. Hemen salê ji ber roportaja ku bi “Der Spiegel” re kiribû ji aliyê Dadgeha Ewlehî ya dewleta Tirkiyê ve hate darizandin û salek û 8 meha ceza girt. Yaşar Kemal li Tirkî û li welatên derve jî gellek xelat wergirtin, “Xelata navnetewî Cino del Duca”, “Nîşana teybetmendiya Légion d’Honneur Commandeur”, “Nişana wezareta çandî ya Fransa Légion d’Honneur Grand Officier”, xelata “Premi Internacional Catalunya”, dîsa “Pleyê Ko-

mara Fransa ya Légion d’Honneur Grand Officier”, “Xelata Yekitiya Pirtûka yê Almanya” û nêzikî 20 xelatê din wergirtin. Sala 1962an jî li nav reveberiya Partiya Karkerê Tirkiyê cîh girt û ji ber nivîs û karê wî yê siyasî gellek caran ji cihê xwe hate dûrxistin. Sala 1967an damezrenêr û rêveberiya Kovara siyasi ya bi navê ANTê kir. Sala1973 a Cara yekemîn wek grûpekî li Tirkiyê Sendîkeya Nivîskaran damezirandin, sala 1974-75 de bû serokê sendikayê. Yaşar Kemal nerîna xwe ya mirovatî bi romana Memedê Zirav danî berçavan. Bi hevrebûna pêkhateyên etnîkî di Memedê Zirav de bi wêne kiriye, demokrasî û erka gel di kesayetiya “Memedê Zirav” de darijandiye, dijberetiya rejimên paşverû û zûlimdar jî di kesayetiya axê de tûj kiriye.

3


4

çand û Huner

24ê Avdarê-2714 k 15-3-2015 z

www.Pdk-s.com

Mihemed Şêxo Pêşmerge bû

Ferhenga xebatê Ibrahîm Ebdî

Hunermendê Kurd yê navdar Mihemed Şêxo di sala 1947an de li gundê Xecokê yê girêdyî bajarê Qamişlo hatiye ser riwê dinyayê û di 9ê avdara 1989an koça dawî kir, helbet piştî xebateke dûdirêj ji têkoşînê. Navê Mihemed Şêxo yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. di nava malbeteke cotkar de mezin bû û di sala 1959an de Şêxo dest bi xwendina xwe kir. Di heyama xwendina xwe de Mihemed Şêxo gellek hunrmendên navdar yên kevin di rêya guhdarîkirinê de nas dike û hezkirina hunerê dikeve dilê wî de û bandora wan li ser wî çê dibe û pişt re di sala 1969an de dest bi dengbêjiyê û çêkirina sitranan kir. Bavê Felek salên xwe yên di navbera 1969 û 1972yan li welatê Libnanê ji bo xizmeta hunerê derbas kir û li Beyrûtê 2 salan tevlî waneyên muzîkê bû û ligel gellek hunermendan xebata hunerê

berdewam dike, mîna (Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz Şakir). Her wiha piştî xebateke berçav di sala 1972an de ligel hin hunermendên hevalên xwe komeke muzîkê bi navê “Koma Serkeftin” saz dike. Mihemed Şêxo di sala 1973an berê xwe da Başûrê Kurdistanê û li wir karê xwe yê hunerî berdewam dike û pêwendiyên wî ligel hunermendên Başûr çê dibe. Piştî heyma çend salan vedgere Rojavayê Kurdistanê û li Şama paytext bicih dibe û li wir kasêta xwe ya bi navê (Ay Gewrê) derdixe, û bi sedema vê yekê hikûmeta Esed wê demê ew gellek caran bi girtin da û ew rastî zehmetiyan pirr hat. Şêxo careke din berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dibe, lê piştî têkçûna şoreşa Îlonê berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê û xebata xwe ya hunerî li wir jî careke din berdewam kir.

Şêxo li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xwe yê muzîkê çend salan bû mamosteyê ola Islamî. Piştî demekê ji mayîna wî li wir kete rojeva rejîma Îranê ya wê demê û ji aliyê wê ve hate binçavkirin, piştî vê careke din Mihemed Şêxo vedgere bajarê xwe Qamişlo. Dema ku Mihemed Şêxo vedgere, tevlî xebata hunerê li wir dibe û dibe cihê hezkirinê li bal welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji Efrînê ta bi Qamişlo ve û ji ber vê yekê rejîma Esed tore dibe û wî bi girtin da. Dema ku ew di zindanê de bû gellek sitranên herî xweş li wir çê kirin ku di nava wan sitaranan de behsa êş û azarên gelê Kurd dikir mîna sitrana (Xweda Hafiz xaka welat). Hunermendê bi nav û deng Mihemed Şêxo di sala 1983an vedigere bajarê xwe Qamişloka delal û heta berya koça wî gellek sitran çê kirin û hin ji yên kevin jî nû kirin. Di 9ê avdara 1989an de çû ber dilovaniya xwe û di merasîma bin ax kirina wî de bi hezaran welatiyên Kurd ji bajarên cuda cuda berê xwe dan Qamişlo da ku xatirê xwe yê dawî jê bixwazin. Hin berhemên wî( Ay Gewrê- Cana min- Koçê Me barkir- Xweda HafizÊmê- Eyd û Erefat- Gulîzarê- Ey Felek- Kewo-Nesrîn- Nalînek- Kedera min- Ey Welat- Deh û yek adar- Heps û Zindana Gava Ez Mirim- xalxaloka Çema-Em Hemû Pêşmerge Ne- Cana Min- Dinya Bû Buhar…h.d).

Li ser navê xwe hatî Mustefayî Xudanê rê û rêbazek xuyayî Tu despêka çi ayatên xebatê Di ferhenga xebatê de, tu /A/ yî Tu mînakê belek-bazane herdem cih û warê te tim şax û çiyayî Te pişta xwe neda dijmin bi carê li hember te, serî xûz û çimayî Neyar û dost bi van tiştan mukur tên xebata Kurd li dinyê deng vedayî Bi yên wek te, gelê kurd serbilinde di raman û hişê wî de, tu mayî Şikodarî nigên te radimûsa, bi sincên xwe, tu mînakek buhayî Mirovperwer, xurstparêz û dilsoz tu simbola ciwanên nûgihayî Neşim ez bidme pesn û salixên te di rêza rêberan de tû cudayî Kesên wek te ewê zindî bimînin bi rastî jî tu mayî Mustefayî Diyarî giyanê M. Barzanî

Tîrêj helbesta berxwedaniyê li xwe girtibû (1-2)

Evîn Şikakî Edebiyata kurdî cîhaneke zengîn û dewlemend e, ji hemû coreyên wêjeyê pêk tê ji wan jî helbest, nemaze helbesta bergirî û berxwedanê. Helbesta berxwedanê ango bergiriyê yek ji wan babetên ku helbestvan di rêka wê re hestên xwe yên neteweyî, niştîmanî û bizava rizgarkirina miletê xwe derdibirîne, herwiha azrandina hesta berxwedaniyê xurtir dike, di heman demê de helbesta berxwedanî nerxandina bihayê dilêrî ,mêrxasî, qehremanî û xwegorîkirina di ber welat û axa wî ya pîroz de dide diyarkirin. Bê guman divê em jibîr nekin ku piraniya helbestên berxwedanî bi şêweyên marş û sirûda leşkerî

hatine hûnandin, her wiha tewerê herî giring di helbesta kurdî ya nûjen de nav û kesayetiya Pêşmerge hatiye ziman. Li Rojavayê Kurdistanê em dikarin bibêjin ku Seydayê Tirêj yek ji wan helbestvanên ku di helbesta xwe de li dergehên hemû babetên helbestan xistiye û bi zîrekî hunandiye, mîna helbesta evînî, wesif, niştîmanî û civakî. lê xwe bêhtir di helbesta berxwedanê de dîtiye, hespê xwe tê de bezandiye û kûlîlkên cor bicor tê de çandiye û avdaye, lewma piraniya helbestên wî ji hizir û ramanên bergirî û ew zordarî û sitemkariya li dîrokê ku hatine serê miletê Kurd hatiye. Seydayê Tîrêj di helbesta xwe ya bi navê (Pêşmerge) de diyar dike ku

hemû kes di şerê bergirî û berxwedaniyê de beşdar in lê rola herî girîng ya wan kesên ku rext û tivingê tavêjin ser milên xwe û berevaniya xaka xwe ya pîroz dikin, her wiha seydayê Tîrêj dixwaze ku ew tola Kurdan hilînin dema dibêje: Rabe tifingê hilî Pêşmergê me Rexta bavê ser wî milî Pêşmergê me Tu bi şer û ceng û gilî Pêşmergê me Tola me Kurda hilî Pêşmergê me Eger em berê xwe bidinê ev helbest bi rengê stiranî û bi hêz û germî hatine rêzkirin, di heman demê de peyva (rabe) hastên raperîn û bergiriyê bi mirovan re diaferîne û bilind dike. Seydayê Tîrêj di wê baweriyê

de ye ku Pêşmerge bi mêrxasî li hemberî dijminan radwestin, û dîroka berxwedaniya miletê Kurd helwestên xwe yên qehremanî dinvîsînin, ew bi çavekî pirr geşbîn li Pêşmergeyan temaşe dike ji ber ku ew hêviyên miletê Kurd e dema

dibêje: Mêrxasî karê te ye Pêşmerge me Dijmin neyarê te ye Pêşmerge me Ev dem û dewra te ye Pêşmerge me Welat li hêviya te ye Pêşmerge me


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.