50_

Page 1

rdi t n

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

12ê Nîsanê 2715 k 1-4-2015 z

Kurdistan -hejmar (50)

www.Pdk-s.com

Hêzek nîne welatiyên Hesekê biparêze

Şîlan Ehmed Li taxa Miftî ya bajarê Hesekê, di êvara Newrozê de 20-3-2015an di dema vêxistina agirê

Newrozê de xwekujekî di nava şahiya alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya di rêya otombîleke bombekirî de xwe teqand û di en-

cam de 55 kes şehîd ketin û zêdetirî 100 kesî birîndar ketin ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn. Ev teqîn ji aliyê Hikûme-

ta Herêma Kurdistanê û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Ban Kî Moon bi tundî hate şermezar kirin û bi awayekî yekser ji ber

kêmbûna dermanan li Hesekê, Herêma Kurdistanê 3 ton derman û pêdiviyên tenduristiyê ji bo birîndaran şand û di rêya Encumena Niştîmaniya Kurdî de hate belavkirin. Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji rojnameya Kurdistan re nerînên xwe li ser komkujiya bajarê Hesekê anîn ziman. Welatiyê bi navê Elî Omer li ser vê teqînê wiha diaxive:”Em vê teqînê bi tundî şermezar dikin, xwedê ji kesên ku ev yek pêk aniye nehêle, kiryarên wisa dûrî exlaqê mirovatiyê ne, dibînim ku welatiyên bajarê Hesekê bê xwedî ne ji ber ku her dem tûşî pirsgirêkan dibin, berya niha di sala 2004an de mal û milkên

wan hatin dizîn, her wisa di şerê vê dawiyê di navbera alîgirên rejîmê de dikanên welatiyên Kurd li bazarê hatin dizîn û niha jî ev komkujî.” Fatima Ehmed axaftina xwe li ser vê mijarê bi torebûn dibêje:”Bila kes ji min re nebêje parastin û berevanî, hemû derew in, PYD tenê şahiya xwe parastibû û ya din nehatibû parastin ji ber vê yekê ev teqîn çê bû, PYD dibêje çima xelk derketin, baş e milet derket PYD çima ew ne parastin, berya niha leşkerên Meûs Hisên li Hesekê hebûn û xelk diparastin, lê PYD ew jî tine kirin, eger PYD nikare biparêze, hin hêz hene Karin vî karî bikin.”

Şoreşa Sûriyê bidawî nebûye

2

Bo jîngeheke pak 3


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.
50_ by pdk-s - Issuu