51_

Page 1

rdi t n

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

26ê Nîsanê 2715 k 15-4-2015 z

Kurdistan -hejmar (51)

www.Pdk-s.com

Leşkeriya neçar Seferberlik e Piştî ragihandina kantonan li Kurdistana Sûriyê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve bêyî Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê, yasaya xizmeta leşkeriya neçar ji aliyê wan ve û bêyî razîbûna gelê Kurd derket, ku xortên kurd neçar dibin beşdariyê di şer wan de bikin. Ev demeke ku asayişa ser bi PYDê ve dest bi helmeteke girtinê derheqê

xortan li deverên Kurdî dike bi mebesta tevlîbûna wan ji leşkeriya neçare û hêj ev kiryara PYDê berdewam e, tevî ku rêkeftin jî li ser tinekirina vê biryarê hene, lê ew rijd e. Careke din Rojnameya Kurdistan li ser vê mijarê nerînên welatiyên kurd wergirt. Mihemed Adil li ser leşkeriya neçar ya PYDê wiha got “Bi derxistina vê

biryarê xortê herî biçûk li kolanên bajaran temenê wî 30 salî ye, PYDê xizmeta dijminê gelê Kurd (rejîma Esed) dike da ku demoqrafiya deverê bê guhertin û Ereb li şûna Kurdan bi cih bibin, tenê PYDê li Kurdan xurt e û tenê xortên Kurdan dibe leşkeriya neçar .” Ji aliyê xwe ve Jiyan Omer ku nişteciyê bajarê Qamişlo ye wiha axivî:” Ciwan

li kolanan nînin, berê xwe didin Herêma Kurdistanê yan Bakurê Kurdistanê eger karibin di rêya qaçaxî re û yên din jî xwe li gund û malan vedşêrin da ku kes wan nebîne, dîrok careke din xwe vedgerîne ji ber ku leşkeriya bi zorê ya PYDê wekû Seferberlik ya Osmaniyan e ku kesê diçû nema vedgeriya û di ber çi de, di ber rejîma Esed e û ne ji bo Kurdistanê ye.”

Birîmo: 2 Armanca me bihêzkirina ENKSê ye Dibistanên Can

2

alîkariya Kurdan dikin

4 Sê zarokên Kurd diçin welatê Japonê

Bila teqîna Hesekê bibe wane

3


2

26ê Nîsanê 2715 k 15-4-2015 z

Kurdistan -hejmar (51)

www.Pdk-s.com

Birîmo:

Armanca me bihêzkirina ENKSê ye

P

Alan Ehmed

iştî derbasbûna salekê li ser lidarxistina kongrê yekbûnê yê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê ku di destpêka meha Nîsna sala 2014an li bajarê Hewlêrê hatibû encamdan, Rojnameya Kurdistan li ser rewşa partiyê ev hevpeyvîn ligel Nûrî Birîmo Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê û serokê Xwecihiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêk anî. Rewşa rêxistinî ya PDK-Sê çawa ye? Ji dema lidarxistina kongrê yekbûnê yê her çar partiyên Yekîtiya Siyasî û her wiha damezirandina partiyeke nû bi navê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê di destpêka meha Nîsana 2014an, îradeya yekbûnê her dem li

bal serkirdayetî û endamên me peyda dibû, dixwestin bilez operasyona yekbûnê pêk were û ev yek li ser erdê li hemû deverên Kurdistana Sûriyê cîbicî bibe, tevî hemû kêşe û kelemên ku ji me re dihatin dayîn. Bê guman tevlîbûna rêxistinî pêk hat bi awayekî serkeftî, dikarin bibêjin ta ast û demeke baş, di wê demê de komîteyên nû hatin sazkirin da ku wê hejmara mezin ji endaman li xwe bigrin, helebet li gor rêbaza hundirîn ya PDK-Sê, dikarin bibêjin ku niha encumenên herêmî û yên şax jî amade ne ku konfiransên xwe lidar bixin û dest bi jiyaneke partîtî nû jî bikin. Civîna Komîteya Navendî li ser çi bû? Civîna Komîteya Navendî ya PDK-Sê ya vê dawiyê ku di Avdara borî de lidar ket, civînek normal ya partiyê bû, di nava civînê de gellek tişt hatin gengeşekirin û gellek

biryarên giring tê de hatin stendin ji aliyê siyasî û rêxistinî ve ku taybet bi jiyana hundir ya PDK-Sê bûn ji nava wan lidarxistina kofiransên partiyê li Kurdistana Sûriyê, Ewropa û Herêma Kurdistanê. ENKS bo çi ye? Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê bo me wekû navnîşanekê ye bo doza gelê Kurd, ji ber ku em yek ji damezrêner û pêkhateke serke di nava ENKSê de ne, biryara me her dem ew e aktîvkirina encumenê ji ber ku ew sîwaneke dikare nava mala Kurdî bike yek, encumen xwedan projeyeke netewî Kurdistanî ye ji ber vê yekê divê karê wê neyên rawestandin. Encumena Kurdî di têkiliyên xwe de, gellekî nerm e bi taybet bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk re ya ku hevpişkiya rasteqîne qebûl nake û rêzê li rêkeftinên di navbera wan de nake, ev nermbûna encumenê helebet

ji bo wê yekê tê ku nakokî di nava her du aliyên Kurdî de gur nebe û şerekî navxweyî jî durist nebe. Helwesta we ji Opozîsyonê? Miletê Kurd ligel şoreşa Sûriyê re bû, li dijî rejîma xwînmij rejîma Esed û dê li ser vê yekê jî berdewam bike, helbet partiya me û Encumena Niştîmaniya Kurdî jî du aliyên serke bûn û hevpişkên Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê ne. em bi opozîsyonê re ne, tevî nakokiyên di navbera wan de, tevî lawazbûna wê ji aliyê siyasî û rêxistinî ve, em wê dibînim ku ewê guhertinekê di Sûriyê de çê bike, piştî ku Sûriyê bûye meydana şebîheyên Esed û terorîstên ku Esed wan ji her deverekê anîne da ku hêzên opozîsyonê yên rasteqîne tine bike da ku planên wî bicih were û şerîeta daristanê jî pêk werîne û miletê Sûriyê jê re bibêjin “Ya Esed yan emê welat wêran bikin”.

Nerîna we bo paşerojê? Piştî ku şoreşa Sûriyê sala xwe ya çarem bidawî kir û welatê me hemû hate wêrankirin û bingehên pêkvejiyanê di nava pêkhatiyên Sûriyê de hatin tinekirin û sedhezaran kuştî û bi milyonan penaber çê bûn, em wekû partî, wekû ENKSê dûrî tundûtûjiyê û leşkerkirinê jî diçiûn û vê yekê her dem red dikin. Em dixwazin ku hemû pirsgirêk li ser maseyê bêne çareserkirin ku hemû hişmendên Sûriyê tê de amade bibin bi hemû pêkhatiyên xwe, em daxwazê ji civaka navdewletî bi serokatiya Amerîka dikin ku bi zûtirîn dem şerê ku li Sûriyê diqewime rawestîne bi merca çûna Esed û hemû çekdarên terorîst yên ku li welatê me bicih bûne û Sûriyeke nû were avakirin ku sîstema wê demokratîk be ku tê de Kurd bighên mafê Fedralîzmê ku ev çareya herî baş e bo miletê Sûriyê.

Dibistanên Can alîkariya Kurdan dikin

DD

ibistanên Can yên Sûrî ew dibistanên kurdî ne ku ser bi Komeleya Can a Sûrî ve ne, berya du salan ev Komele li ser destê grûpek ji ciwanên ku xemxwarê çanda Kurdî ne hatiye damezirandin. Mebesta damezirandina vê komeleyê ew bû da ku zarokên Sûriyê bi giştî û yên Kurd bi taybet ji nezaniyê rizgar bikin bêyî ku layanê aliyekî siyasî be. Dibistanên Can li her yek ji Stenbol, Nisêbîn, û Batmanê hene

Hêstira Kurdistanê

û tê zanîn ku dibistana Batmanê mezintirîn qutabxane ye di nava wan de. Di sala borî de derdora 1430 xwendekarên Sûrî ku piraniya wan Kurd bûn lê xwendina xwe bidawî kirin, ji pola 9 û 12an. Rêbaza ku niha li wan dibistanan tê fêrkirin rêbaza Sûriyê ye, lê ew rêbaz ne ya serdemê Esed e, ji ber ku gellek guhertin tê de çê bûne û niha ji bilî Erebî û Kurdî zimanê Tirkî û Ingilîzî tê fêrkirin. Ji ber ku Komeleya Can xêrxwazî ye her dem kar

Dibistanên Can

dike da ku avahiyan ji dibistanan re dabîn bike, ji bilî dabînkirina mûçéyên mamosteyan, alavên xwendinê û her wiha dabînkirina otombîlan bo çûnûhatina xwendekaran bi awayekî belaş. Di vê salê de gellek pirsgirêk ji Komeleyê re derketin ji aliyê diravî de ji ber ku li dibistana Batmanê derdora 650 xwendekarî heye û kadroyên fêrkirinê 34 kes in, li Stenbolê 400 xwendekar û 30 kadro, li Nisêbînê 350 xwendekar û 15 kadro. Berya demekê şandeyek ji komeleyê

serdana Herêma Kurdistanê kir û projeyek derbarê avakirina dibistanan li herêmê pêşkêş kir û heta niha tiştek ji wê projeyê jî pêk nehatiye. Ji bilî xwendinê gellek çalakiyên cor bi cor têne lidarxistin mîna lidarxistina semînaran û avakirina komên şanogerî da ku guvaşên li ser penaberên Sûriyê û bi taybet zarok kêm bibin. Ji Hêrma Kurdistan daxwaza alîkariyan dikin û bi taybet ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku destê alîkariyê bo me dirêj bike.


26ê Nîsanê 2715 k 15-4-2015 z

Kurdistan -hejmar (51)

Çanda Beis berdewam e

P P

ku siyaseta wan ya şaş di nava korsên Kurdî de tê fêrkirin, û ev yek diyardeyek metirsîdar e li ser welatiyên Kurd di paşerojê de, PYDê xwendin û çand jê re ne giring e, tenê leşkerkirina zarokan û tevlîbûna wan bo şer ew ya giring e dibînim ku PYDê di warê xwendinê de li Kurdistana Sûriyê biser neket û nakeve ta ku ew bi vî mejiyî kar bike.” Ji aliyê dadwerî ve, PYDê gellek dadgeh li kêleka yên rejîma Esed ava kirin, helbet li deverên di jêr desthilatdariya wê de û tenê li ser Kurdan ev dadgeh têne meşandin. Parêzerekî li ser vê mijarê wiha ji Kurdistan re got”Heta niha dadgehên rejîma Esed li Qamişlo û Hesekê karê xwe berdewam dikin û biryarên wê li ser hemû dever û parêzgehan dimeşe û ev yek jî rast e, lê tenê dadgehên PYDê ji bo meseleyên civakî û malbatî ne, her wiha nankokiyên kesayetî. Kesên ku di nava dadgehên PYDê de kar

Yekîtî nîşana rizgarkirinê ye

Jiyan Mihemed

iştî ragihandina rêveberiya xweser ya ser bi Partiya yekîtiya Demoqratîk PYDê ve li her sê herêmên Kurdî (Kobanî, Cizîrê, Efrîn) di heyama kongrê Cinêvê de û rewşek nû li deverên Kurdî peyda bû, lê ne li gor berjewendiyên kurdan bû. Gellek fermangehên bi navê hikûmî hatin vekirin mîna ewqaf û dadgehên gel û navendên leşkeriya neçar ku navên Kurdî li ser wan navendan hiç tine ye. Deverên Kurdî ji aliyê xwendin û perwedeyê ve têk çû, helbet piştî ku PYDê destê xwe danî ser hemû dibistanan û siyaseta xwe bi zorê ferz kir di nava wan dibistanan de. Mamosteyê bi navê Ehmed Elî li ser vê yekê wiha diaxive” rast e hin made mîne madeya qewmiyê ji nava rêbazê hate hilanîn, û zimanê Kurdî derbas kirin, lê bawer bike tu sûde naghê xwendekarên Kurd ji ber

www.Pdk-s.com

dikin hemû kesên ne pisporin û tiştekî ji dadweriyê fêm nakin û tenê ji bo wergirtina mûçeyên xwe hatine, dadwerî li Kurdistan Sûriyê nemaye, ango PYDê tine kiriye.” Gellek welatî dibêjin ku siyaset û çanda Beis li deverên Kurdan berdewam dike, li ser vê yekê welatiyê bi navê xalid Mihemed wiha got” Dema mirov dibêje siyaset û çanda Beis mebest jê heman rêbaz tê meşandin ji rêgiriya li ber azadiya fikir û ramanê ku her dem Beisiyan ev yek pêk dianî derheqê gelê Sûriyê û bi taybetî Kurd, aleya Beis çû û aleya partiyekê li şûna wê hate dayîn ne ya Kurdistanê ye û gellek tiştên din, ezê mînakekê bînim ziman berya demekê yarîgeha Qamişlo nave wê hate guhertin, lê li aliyê din ji yarîgehê wêneyê Esed li ser bû, bi nerîna min gerek yarîgeh tenê wêneyê Heysem Kiço li ser ba ku ew yarîzanekî tîma Cîhad bû.”

Amûdê d e m e h i Birahîm M Ku tu bixwaze welatekî yan jî miletekî bi awayekî rasteqîne ava bike, divê tu yekgirtî be ango yekdest be, bi tena xwe tu carî nikare welatekî ava û saz bike ji ber ku destek tenê li çepka naxe, mixabin hin kes hene xwe dibînin welatparêz û xwedanê kêşe û miletê kurd û Kurdistanê. Helebet ew kesê ku em behsa wan dikin di firehiyê de dibin mêrxas û şêr û tu kesî ji xwe pê ve li ser zemînê mixabin nabînin, lê ew nizanin ku kesê bê armanc û proje, bê plan wê li xefk û dehfika rast bên û tûşî pirsgirêkan jî dê bên. Encamên vê yekê jî her dem gellekî xerab e li ser paşeroja Kurdistanê û di dema niha de jî, ciwanên Kurdan ji keç û xortan wê bibin qurban ji ber ku xwîna wan ya pîroz bi erzanî û bê sûde tê rijandin. Ciwanên me, ci-

wanên Kurd giyanê xwe datînin li ser destên xwe ji bo ku xaka pîroz ya welatê xwe rizgar û azad bikin, lê îro roj dara yekîtyê li Şengal û Kobanî şîn tê bi xwîna pakrewanan û bi alîkariya Pêşmergeyên qehreman û dilsoz, her wiha hêzên Kurd ku dest bi dest bi hev re dara yekîtiyê çandin û bi xwîna pakrewanan dê wê dare av bidin û welatê xwe jî ji dijminan rizgar bikin, hey gelê Kurd yekîtiya xwe biparêzin û nebin peyê tu kesî da ku em serxwebûna Kurdistanê rabighînin û ji

Bila teqîna Hesekê bibe wane

D

Idrîs Hiso- Giwêlan

D

i dema ku hemwelatiyên bajarê Hesekê bi tevahî û hemwelatiyên kurd bi taybetî pêşwazî li sersala kurdan û cejna wan ya netewî Newroz dikirin û agirê Newrozê li taxên bajêr dadidan ku sembola azadî û pêkvejiyanê ye, her wiha peyama aştiyê pêşkeşî gelên herêmê û gelên cîhanê dikirin, hezên reş û ne azadîxwaz ev roj bi xwîna pîroz xemilandin, riwê xwe yê qirêj di vê roja pîroz de şanî cîhanê dan. Her kesê ku bûyeran dişopîne wê nas bike bê ev hêzên reş sûdê ji rewşa kurdî ya ne li ser hev werdigrin, û di ava şelû û giravî de bi serbestî nêçîra xwe dikin. Di encama du teqînên xwekuj de di êvara cejna Newrozê de, li dema ahinga ji bo dadana agirê Newrozê yê pîroz,bi dehan qur-

banî û birîndar li bajarê Hesekê ketin. Ji demeke dûrûdirêj de, dijiminên doza kurd, dijminên azdî û mafperweriyê planên xwe datînin û dixwazin tama azadiyê bi me tal bikin.Amajebûna van pîlanan ji her kesekî re diyar bûye, ma nîvsa bi vê navnîşanê “Şoreşvanên Beis, em hatin” li ser dîwarên dikan û kolanên Qamişlo”, her wisa beyanameya hêza bi navê “Cezîrê Erebî Sûrî ye “ û tuhmeta ku hêzên kurdî Ereban ji gundên wan derdixin, di dema ku xort û keçên kurdan ew gund û dever ji DAIŞê rêzgar dikirin berya mehekê, û serdana çend kesayetiyên Ereb ji bo Îranê paşî wê beyanameyê heger ev ne amajeyên vê kiryarê bin, êdî wê çibin. Beramberî van metirsyan rewşa kurdî çi lê hat? Kurdan hêvî dikirin ku bi nêzîk-

bûna cejna Newrozê, aliyên siyasî jî li Kirdistana Sûriyê ji hev nêzîk bibin, lê çavên wan li rê ma û tiştekî ku dilê wan xweş bike çê nebû, vajî wê hat ragihandin ku Lêvegera Siyasî jî hat rawestandin piştî hilbijartinên ku li Herêma Cezîrê ji aliyê PYDê ve lidarketin, lewma kurdan bi xemgînî Newroza xwe gerandin, û ne li yek qadê li Hesekê agir dadan. Lê waneyekî qelen giran ji bo me hat diyarkirin, ew jî ev bû ku li her du qadên Newrozê ku yekê alîgrên ENKSê li xwe digrit û ya din jî alîgirên TEV-DEMê li xwe digrt, lê peyama dijminan gihişt

ku ew dijminatiya kurdan dikin, ne dijmantiya hizreke siyasî an partiyekê bi serê xwe. Peyama nehezê azadiyê zelal e, aya kurd û bi taybet her du aliyên siyasyî û bêtir aliyê TEV-DEMê wê tê bighê ku aliyek bi serê xwe nikare parastina gelê me bike li Kurdistana Sûriyê? Heger xwîna şehîdên Newrozê ku di komkujiya li Hesekê qewimî ne bes be, ji bo ku em helwêst û karên xwe bikin yek, ez vê pirsê dighînim ber destên her kesî: Aya çend çemê xwînê, çend gorên şehîdan, çend sêwî û çend dayikên kezeb şewtî ji me re pêwîst in heta

ku em nas bikin xelasî ji me re nîne, heger em wek miletekî yek helwêst û yekrêkeftin ji bo mafê gelê xwe xebatê bikin?

3


4

çand û Huner

26ê Nîsanê 2715 k 15-4-2015 z

www.Pdk-s.com

Sedûn dilsozê rêbaza Barzanî bû Mihemed Emîn Sedûn- Dêrik Hunermend Cemal Sedûn di roja 1/6/1958 an de, li bajarê Dêrika Hemko çavên xwe vekirye û hatiye li ser riwê dunyayê. di zarokatiya xwe de tevlî karê hunerî bûye û bi saz û awazên hunerî yên kurdî mezin bûye. Cemal Sedûn jîn û jiyana xwe terxan kir bû, ji bo huner û sitrana kurdî a foloklorî û netewî, di wê pêvajoya dûdirêj de pir derd kêşand, û tûşî gellek astengî û aloziyan jî hat, lê tevî giraniya barê wan derd û êşan, ew ji ya xwe nehat xwar û ji hespê hunera kurdî peya nebû,

û ji bîr û ramanên xwe yên pêbawer dûr neket, xwe ragirt û li ber xwe da, ma berdewam li ser xebata xwe ya hunerî, û bi mêranî û serfirazî nama hunerî a pîroz bicih kir û di hêlînên hêviyan de ew xwedî kir, û di dilê keç û xortên kurdan de ew kedî û mezin kir. Cemal Sedûn yek ji wan hunermendên kurd yên bi nav û deng bû, ku nameya huner û stirana kurdî a resen bilin hilgirt, bi nerxek buha di himbêza xwe de wergirt, di dîroka xwe ya hunerî de, ya ku bêhtirî çil salan vedikêşe, ev nama

Cemal Sedûn

mirovatî ber bi aso û astên bilindtir veda, ji ber bawer bû û têdigiha der bike,û her wiha hêvî û omîdên wan ber bi paşerojeke geş ve bibe . Cemal Sedûn mirovekî merd, mêr û can-

fîda bû, çavên wî ti caraî nedişikest û ji mirin û girtinê neditirsa, tişta pêbawer û dihişê wî de digera dikir û li benda encaman nedima, ji ber wan nêrîn û helwêstên xwe yên wêrane pir caran

li ser destên dezgehên ewlekariyê yên rêjîma Beis a regezprest rastî girtin, lêdan û îşkenceyên xirab dihat û gellek caran rastî gefên tilîperçiqandin, zimanjêkirin dihat tevî wan gef û guvaşên dijwar û kedxwar ewî serê xwe ne tewand, dilsarî, sistî cihên xwe di dilê wê yê gur û gerim de negirt. Ew evîndarê Dêrikê bû , ka çiqasî xelkên Dêrikê ji wî hezdikir û li ber dengê wî bendehoş, mest û dilgeş dibûn, ewqasî ew jî wefadar û dildarê wê bû, ji Dêrikê û ji xelkên wê hes dikir, her wextî digot : Dêrik av e û ez Masî me, bi çemê Dicle û Eydîwerê re dilorand, bi kaniya Eskerî û xeyda re distirand,û di şahî, aheng û Newrozên Dêrikê de dilîland. Cemal Sedûn şahî û

dawetên Dêrikê dikirin xwepêşandan û ahengên netewî û şoreşgerî, bê dudilî mirov dikare bêje, Cemal Sedûn yek ji wan mirovên zana û çeleng bû, ku tovê têkoşîn û şoreşê di wan rojên reş û tarî de di civaka Kurdî de belav dikir, her wiha yek ji hunermendên navdar e ku sitran li ser pêşewa , rêber, serhildan û şoreşên Kurdî distirand û bi taybetî li ser Barzaniyê nemir, Partiya Demokrat a kurdistanê û serok Mesûd Barzanî û Pêşmergeyên kurdistanê. Çûna wî ya zû û nexasim di vê dema nazik û hestyar de, ne tenê ziyaneke ji malbat, kes û karên wî re bû, lê belê zerereke mezine ji huner û sitrana kurdî re û her wiha ji kêşa netewî ya gelê kurd re.

Sê zarokên Kurd diçin welatê Japonê Hesan Mensûr

Sê zarokên Kurd ji Kurdistan Sûriyê di pêşbirka şêwekariyê ya li bajarê Hewlêrê birêve çû di pileyên yekemîn de biserketin. Pêşbirka ku ji aliyê kompaniya Toyota ya otombîlan hatibû amadekirin li seranserê Kurdistanê zêdetirî 1500 zarok tê de beşdar bibûn û ji nava wan 100 zarok wekû baştirîn şêwekar hate hilbijartin û pişt re 9ê yekemîn ji nava wan zarokan hatin destnîşankirin ku di nava wan de her sê zarokên Kurdistana

Sûriyê tê de bûn ku navên wan ev in( Hêlîn Faris Xelîl, 11 salî ye-Emîra Faris Xelîl, 12 salî ye Sara Faris Xelîl, 5 salî ye). Ew her sê zarok di marsîmekê de li bajarê Hewlêrê bi amadebûna wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq û komîteya dadvan a pêşbirkê û hin berpirsên kompaniyê û hunermenda Kurd Perwaz Hisên hatin xelatkirin. Di mersîmê de berpirsê kompaniya Toyota bixêrhatina mêva-

nan kir û bi awayekî berfireh şirove kir û got ku ew 9 zarokên serkeftî dê di Tebaxa îsal de biçin welatê Japonê û dê beşdarî pêşbikeke cîhanî ya şêwekariyê bibin. Derbarê serkeftina her sê zarokan rojnameya Kurdistan nerîna bavê wan wergirt” Bi rastî, hestekî pirr xweş e ku her sê keçên min di pila yekemîn de bûn di vê pêşbirka şêwekariyê de, ez gellekî serfiraz im bi wan, rast e em li Herêma Kurdistanê pe-

naber in lê tu carî em bi vê yekê hest nakin û jiyana xwe berdewam dikin, vê serkeftinê diyarî Hêzên Pêşmergeyên qehreman

dikim ku niha parastina jiyana me dikin. Di meha tebaxê de ligel diya wan emê biçin welatê Japonê û beşdarî pêşbirka cîhanî

Ferhengek bo Matematîkê Ferhenga Terîmên Matematîkê bi amadekariya Dilawer Zeraq û Mem Wenda derket. Ferhenga Terîmên Matematîkê, di 4 salan de hatiye amadekirin. Di beşa yekem de, terîm (navên têgihî) wekî Kurdî-Fransî- IngilîzîAlmanî-Tirkî hatine rêzkirin û di beşa duyem de jî terîm, wekî;

Tirkî-Kurdî hatine rêzkirin. Dilawer Zeraq derbarê ferhengê de ji Rûdawê wiha gotibû: “Min amadekirina Ferhenga Terîmên Matematîkê, di sala 2011an de dest pê kiribû. Di binavkirina terîmên (navên têgihî) ên Matematîkê de, me car caran mantiqa Kurdî car caran jî mantiqa Matematîkê da

pêş û di ser wan re terîm û nav ava kirin. Her wiha, heta ku ji me hat me xwe gihand xebatên ku berî vê xebata me hatine kirin û me sûd û fêde ji wan kesan wergirt.” Tê zanîn ku gellek ferhengên Kurdî hene ji wan ferhengên di warê dadgeh û dadweriyê de û hin beşên din.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.