rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
11ê Gulanê 2715 k 1-5-2015 z
Kurdistan -hejmar (52)
www.Pdk-s.com
Kurdên Til Temirê jibîrkirî ne Evîn Omer
Di 23ê meha sibata borî de, bi hezaran ji welatiyên bajarokê TilTemirê û gundewarê wê ji Kurd, Aşûrî û Ereban koçber bûn û berê xwe dan her yek ji bajarê Hesekê, Dirbêsiyê û Amûdê, helbet ev yek hat piştî êrîşa rêxistina DAIŞê ya terorîst li ser gundewarê bajarokê TilTemirê ji aliyê rojava û başûr ve. Di encama wê êrîşê de ji bilî koçberkirina bi hezaran ji welatiyan, hejmareke mezin ji welatiyên Aşûrî dîl ketin destê DAIŞê û gelek zirar gihişte avahiyên welatiyên sivîl, hin dêr jî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin rûxandin. PartiyaYekîtiya Demoqratîk PYDê dibêje ku wê alîkarî pêşkêşî welatiyên ku ji malê xwe derketine û berê xwe dane gund û bajarên din kiriye, lê welatiyên deverê berûvajî vê yekê dibêjin. Welatiyê bi navê Berzan Elî ji rojnameya Kurdistan re wiha got:”Bi
hezaran kurdên TilTemirê koçberbûn û berê xwe dan gund û bajarên derdorê, lê ew welatî ji alîkariyan bêpar mane, heta niha jî ti dezgehên fermî serdana wan nekirine, me serî li Heyva Sor ya Sûriyê da, ji me re gotin nifûsa we ser bi bajarên din ve ye û ti alîkarî ji we re nehatiye terxankirin. Heyva Sor tenê alîkariya Ereban dike û li Hesekê alîkariyan dide wan ji ber ku nifûsên wan yên Hesekê ne.” Alan Cuma ji aliyê xwe ve wiha axivî: ”Rêveberiya Xweser ku PYDê û hevalbendên xwe ragihandiye, tenê xizmeta Aşûriyan dike û ji wan re gelek pêdivî dabîn dike û em vê yekê bi çavên xwe dibînin, nizanim mebesta PYDê ji vê yekê çi ye, gelo dixwaze ku Kurd dev ji erdê xwe berdin yan tevlî refên wan yên şerker di jêr vê guvaşê de bibin.” Rêxistina DAIŞê di sibata borî de êrîşî gundewarê TilTemirê kir û di encam de bi hezaran xelkê wan gundan koçberî gund û bajarên derdoraTilTemirê bûn.
Mîranî kesayetiyek bibandor bû
4
“Xetîra Xwînê” belgefîlmek derbarê komkujiya Hesekê ye 4
Welatî ji rewşa Hesekê dilgiran in
3
Nimet Dawid:
PDK-Sê nabe asteng li ber ENKSê
2