rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
25ê Gulanê 2715 k 15-5-2015 z
Kurdistan -hejmar (53)
www.Pdk-s.com
Welatiyên Efrînê ji kiryarên PYDê dilgiran in Ronî Birîmo Li herêma Efrînê, çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk ku bi PYDê tê naskirin destê xwe danîn li ser derdora 200 malên welatiyên sivîl û aleya Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEMê li ser wan malan bilind kirin. Wan çekdaran ew kiryar pêk anîne bi hinceta ku ewê malên welatiyên ku koçberî Bakurê Kurdistanê, Herêma kurdistanê û Ewropayê ji ber rewşa pir dijwar û metirsiyên li ser jiyana wan bûne biparêzin. Tê zanîn ku piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê li dijî rejîma Beşar Esed di sala 2011an de û ji ber rewşa awarte ya ku li ser Kurdistana Sûriyê re derbas dibe, gelek malbat ji neçarî koçberî Bakurê Kurdistanê, Herêma kurdistanê û Ewropayê bûne. Yek ji welatiyên bajarê Efrînê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji
rojnameya Kurdistan re wiha axivî:” Hêzên asayişa ser bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk ve di çend rojên borî de destê xwe danîn li ser 12 malan li gundê Hisî li devera Efrînê ku piraniya wan malan yên alîgirê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê ne û di nava wan de mala Ednan Murad ku Endamê Komîteya Rawêjkar ya PDK-Sê ye ku niha ew li Herêma Kurdistanê dimîne.” Çalakvanekî Efrînî ji Kurdistan re wiha li ser vê mijarê got:” PYDê destê xwe danî li ser hejmareke mezin ji malan ku xwedanên wan malan ne alîgirê ti partiyan e, ji aliyê asayişa PYDê ve hatin destesekirin û bi vê yekê xwedanên wan malan neçar dibin ku bacayekê bidin kesên desthilatdar li Efrînê da ku malên xwe vegerînin.” Ji aliyekî din ve li devera Efrînê, ciwanên Kurd neçar dibin ji ber
Dîmenek ji Efrînê
derxistina biryara leşkeriya neçar ji bal PYDê ligel malbatên xwe koçber bibin. Welatiyê bi navê Ehmed Mihemed li ser vê yekê wiha
got:”Ciwanên Kurd ji neçarî koçber dibin, ji ber kiryarên çewt yên PYDê, niha PYDê dibêje kesê ku zarokên xwe bi qaçaxçîtî revandine, dê baceyekê bi qasî
500 hezar Leyreyên Sûrî bide wan yan jî dê zarokên wan vegerin û 6 mehan leşkeriya wan bikin, lê hîn jî ev biryar neketiye warê praktîkê de.”
Ronî Elî 2
Bo avakirina Kobanî pispor pêwîst in
Pêwîstiya Kurdan bi zimanekî yekgirtî ye
Kobaniyan 4
nedixwestin Pêşmerge biçin
3
2
25ê Gulanê 2715 k 15-5-2015 z
Kurdistan -hejmar (53)
www.Pdk-s.com
Ronî Elî: Bo avakirina Kobanî pispor pêwîst in Sîpan Xelîl beşdar nebûn?
Di texmîna min de, heta niha ti biryarên cidî bi avakirina Kobanî ji ti aliyekî navdewletî derneketiye, her wiha aliyên navdewletî amade nebûn ji ber ku konferans girêdayî yek alî bû û bi awayekî giştî nûnertiya tevahiya Kobaniyan nedikir, ev jî sedemeke din bû.
Hûn hatin vexwendin?
Ronî Elî , endamê Desteya Serbixwe ya jinûavakirina Kobanî
Derbarê jinûavakirina bajarê Kobanî, ku ev demeke ketiye rojeva ragihandinê de. Rojnameya Kurdistan hevpeyvînek ligel Ronî Elî nivîskar û yek ji endamên Desteya Serbixwe ya jinûavakirina bajarê Kobanî pêk anî, ku tê de behsa jinûavakirina Kobanî kir û da zanîn ku tenê pispor dikarin Kobanî ava bikin.
Kurdistan: We konferansa Amedê çawa dît?
Ronî Elî: Berî ku em werin ser vê pirsê, niha li Sûriyê biryar tenê ya çek û tifingê ye, her wiha kesê ku desthilatdariyê li bajarê Kobanî dike biryarên wan girêdayî berjwendiyên derve ne û ne kesine sivîl in, konferansa ku li Amedê
lidar ket konferanseke yek alî bû, tevî ku gelek kes lê amade bibûn, lê rexneyên me li ser wan kesan hene, çimkî ne kesine pispor bûn, hêvî ew bû ku aliyên ew konferans lidar xistibûn karîbana hestên welatiyên Kobanî li ber çavan girtibana û dûrî berjewendiyên partîtî ev kar bi rê ve biribana.
Kesên ku hatine vexwendin?
Ew dibêjin ku me gelek alî vexwendine, lê bi nerîna min kesê ku piştevaniyê bike nehatiye vexwendin, ti aliyekî navdewletî lê beşdar nebû û ti aliyekî Kurdistana Sûriyê ji bilî aliyên girêdayî kantonên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê jî beşdar nebû.
Çima
aliyên
navdewletî
Em nehatin vexwendin, berî demekê me nameyek derbarê jinûavakirina bajarê Kobanî ji rêveberiya PYDê re şand, lê heta niha ti bersev nedane. Ji destpêkê de, grûpek ji kesên pispor me desteyek derbarê vê yekê ava kir, ji ber ku me dît ev yek ji erkê me ye û me hin plan jî amade kirin da ku rojekê alîkarî were pêşkêşkirin, em jê re amade bin, bi nerîna min kesê mijûlê şer be nikare Kobanî ava bike. Tenê li Kobanî desteya me hebû, lê vê dawiyê PYDê ji xwe re desteyek ser bi xwe ve saz kir û em piştguh kirin.
Gelo aliyên li konferansa Amedê amade bibûn, dikarin pereyên avakirinê bidin?
Eger em li gor rêveberiya PYDê biçin, welatiyên Kobanî dikarin bajêr ava bikin û ne bi hewceyî ti aliyan e, ji ber ku PYDê dixwaze ji sedî 75 an ji Kobanî bike mozexane, cihê ku herî zêde zirar gihiştiye ew e cihê ku wê bibe
mozexane, lê cihê din zirarek kêm gihiştiyê, ev yek jî ne cihê razîbûnê ye.
Nerîna xelkê li ser mozexaneyê çi ye?
Piraniya welatiyên ku niha li bajarê Kobanî dimînin ji vê biryara PYDê nerazî ne, heta kesên ku niha bi PYDê re kar dikin û di nava desteyên wan de cih digirin jî nerazîbûna xwe di derbarê vê biryarê de nîşan dane, ji ber ku eger mirov bi awayekî aqilane fikir bike, çiqas şer li gelek deverên cîhanê rû dane, lê ti kesî bajarek bi tevahî nekiriye mozexane, bila mozexaneyekê ava bikin û dîmenên wêrankirinê tê de durist bikin, Ti carî xelkê me razî nabe ku ji cihê bîranînên xwe dûr bikevin.
Çima PYDê vê yekê dike?
Piştî şerê Kobanî PYDê di rêya hêzên ser bi xwe ve, hejmarek ji welatiyên Kobanî di jêr propogenda parastinê de li xwe girt, lê niha PYDê bi biryara mozexanekirina Kobanî ew xelk dûrî xwe xistin.
Mozexane wê çi sûdê bighîne welatiyên Kobanî?
Ez bawer nakim ku ev cihê mezin ku bibe mozexane ku sûdeyekê bighîne welatiyên Kobanî, ji ber ku heta niha xelk gilî û gazindan ji vê yekê dikin, sûda mezin ew bû ku li ser kaşê Miştenûrê mozexaneyek bihata çêkirin, da ku ji
dîrokê re bimîne nimûne, ne ku tu malên welatiyan bike methef û zirarê bighîne wan, tevî rewşa wan ya xerab.
Projeyên we çi ne?
Berî her tiştekî, me dixwast nas bikin, ka heta çi astê zirar gihiştiye avahiyên bajêr, zeviyên welatiyên û gelek tiştên din, ji ber ku plan û projeyên me derbarê avakirinê hene bêyî ku ti zirar bigihê welatiyên Kobanî û her wiha cihên giştî wek dibistan û fermangehên hikûmî.
We projeyên xwe pêşkêşî kê kirine?
Me pirojeyên xwe û dengê xwe gihandiye gelek aliyan, çi navdewletî bin û çi herêmî bin, da ku bi erkên xwe rabin û Kobanî ava bikin.
Kî dikare Kobanî ava bike?
Avakirina Kobanî kesin xwedan ezmûn û pispor jê re pêwîst in, tenê kesên ku mejiyên wan sivîl bin dikarin vê yekê bikin ji ber ku kesên çek hildigire, avakirin ne karê wan e, ji ber ku ew ne vala ne ji avakirinê re. Kesê ku Kobanî ava bike divê hemû rewşan ber bi çav bigire, bêyî ku vegere ajindeyên xwe yên derve û yên partîtî, ev yek tenê kesên ku mejiyên wan sivîl bin dikarin bikin, Kobanî ne tenê ya aliyekî ye û Kobanî ji hemû welatiyên Kobanî re ye û ti kes nikare bi tena xwe bajêr ava bike.
Mihemedê temen biçûk, kar û xwendinê bi hev re dike Hesan Mensûr Piştî ku şoreşa Sûriyê kete sala xwe ya pêncemîn ku di encam de bi sed hezaran welatiyên Sûriyê hatin kuştin, di nava wan de zarok û jin jî hebûn, ji bilî ku hejmarek mezin jî li welatên derdora Sûriyê bûne penaber, ku herdem kesên gelekî rastî zehmetiyê dihatin, zarokên Sûriyê bûn. Bi hezaran bûn penaber û ji xwendina xwe bêpar man û di nava wan de jî hejmarek mezin ji zarokên Kurdistana Sûriyê. Mihemed Izedîn, zarokekî temen 9 salî ye. Ew bi xwe xelkê gundê Xatûniyê ya
bajarê Kobanî ye û niha li Herêma Kurdistanê di dikaneke çaksazkirina motoran de kar dike, tenê di heftiyê de 15 hezar Dînarê Îraqî wekû mûçeyekî werdigire ku bi qasî 3ê hezar Leyreyên Sûrî ye. Mihemed Izedîn hem dixwîne û hem jî kar dike û li ser vê yekê wiha ji rojnameya Kurdistan re got:”Bavê min daxwaz ji min kir ku ez kar bikim û dixwazim alîkariya wî jî bikim da ku kirya malê her meh dabîn bikin. Ez hez li xwendinê dikim û dixwazim wek hevalên xwe zîrek û jêhatî bim, lê divê
alîkariya bavê xwe bikim.” Şêro ku Mihemedê temen biçûk li bal wî kar dike wiha derbarê Mihemed axivî: ”Bavê Mihemed ji min xwest ku ez kurê wî li bal xwe bi kar bikim, da ku karê min fêr bibe. Ew ji se’et 9ê sibehê ve ta 7ê êvarê dimîne, lê roja diçe dibistanê se’et 1ê piştî nîvro tê karê xwe, bi rastî Mihemed gelekî biçûk e, lê em çi bikin malbata wî neçar dibe ku wî bişînin kar da ku alîkariya wan bike. Rast e mûçeyê wî kêm e, lê dema zibûn têne dikanê alîkariya wî dikin û hin pereyan wekû diyarî
pêşkêşî wî dikin. ” Bavê Mihemed ji Kurdistan re wiha got:” Berî du salan ji ber rewşa bajarê Kobanî ya zehmet, min berê xwe da Herêma Kurdistanê, 5 zarokên min hene û mezinê wan jî Mihemed e, ez niha li ser erebaneyekê meyweyan difroşim, lê dahatên wê têra malbata min nake û ji ber vê yekê ez neçar dibim ku Mihemed bişînim kar, dixwazim ku Mihemed xwendina xwe temam bike, lê diyar e ezê wî ji dibistanê derînim ji ber ku ti kes alîkariya me nake.”
25ê Gulanê 2715 k 15-5-2015 z
Kurdistan -hejmar (53)
www.Pdk-s.com
Kobaniyan nedixwestin Pêşmerge biçin
Ehmed Kêtikî
Tevî ku hêzên hevbeş, çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê ji Kobanî derxistin, lê çavdêrên rewşa Kobanî dibînin ku hîn jî metirsî li ser bajarê Kobanî heye, nexasim ku hîn jî deverên wek bajarê Cerablus û Girê Sipî di jêr desthilata DAIŞê de ne û ew her du dever ji mezintirîn baregehên rêxistina navborî ne. Gelek welatî û çavdêrên ku rewşa Kobanî dişopînin, dibînin ku vegera Pêşmerge ji Kobanî di dema niha de, metirsiyeke bêhtir li ser Kobanî çê dike, ji ber alîkariya Hêzên Pêşmerge di rêya çekên giran re dê şûna wê vala bibe, hin jî dibînin ku vegera Pêşmerge tenê ji bo razîkirina Tirkiyê ye da ku hêzên ser bi Artêşa Azad ve li hin deveran bi cih bike. Ferzat Ebdo ku yek ji welati-
yên bajarê Kobanî ye wiha li ser vê yekê ji rojnameya Kurdistan re got:” Vegera Pêşmerge bo Herêma Kurdistanê helbet valahiyek hişt, ne tenê li ser erdê, lê welatiyên bajarê Kobanî ji vê yekê pir dilgiran in ji ber ku roleke wan ya baş di bilindkirina moralên şervan û xelkê de hebû. Dibînim jî ku DAIŞê vê delîveyê dê bikar bîne û careke din berê xwe bide bajarê Kobanî, wê demê emê nas bikin ku çûna Pêşmergeyan zirarek pir mezin bû. Em spasiya Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî dikin û hêvî dikin ku herdem bi hawara me ve bên eger pêwîst bike.” Îmad Hesen bi xemgînî behsa vegera Pêşmerge û rewşa Kobanî dike:”Vegera qehremanên Pêşmerge ku bi biryara Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî hatibûn ji bo gelê Kobanî, tiştekî xemgîn bû û ti carî Kobaniyan nedixwestin ev yek bibe û Pêşmerge vegerin, ji ber ku Pêşmerge rewşa şer li Kobanî guhert, ku dema hatina Pêşmerge tenê beşekî biçûk di destê Kurdan de mabû. Dema Pêşmerge derbasî Kobanî bûn, ne bi razîbûna Tirkiyê bû, lê hikmeta Serok Barzanî hişt ku Amerîka guvaşan li Tirkiyê bike û Pêşmerge derbas bibin û niha jî vegera Pêşmerge dibînim, ku destê Tirkiyê tê de heye, hîn jî metirsî li ser bajar û gundewarê Kobanî heye, ji ber ku DAIŞê hîn ji sê aliyan ve Kobanî dorpêç kiriye, û cebilxaneyeke wê rêxistinê ya mezin jî heye. Tirkiyê nahêle çek derbasî Kobanî bibe û DAIŞ jî nahêle, ev yek tê wateya wê yekê ku tê texmînkirin ku şerê berê dubare bibe.”
Edla Mihemed li ser hatina DAIŞê û vegera Pêşmerge got”: Wek em dizanin ku DAIŞ bi biryarekê hatibû Kobanî, û bi biryarekê jî vekişiya, bi alîkariya Hêzên pêşmerge, hêviya me ew e ku Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê werin bajarê Kobanî û bajêr ji terorîstan biparêzin,
Bavê Serbest- Hesekê
Dema ku ez li başûrê kurdistanê digerim û wêneyê hêja ya serok Mesûd Ber-
dema ku diçim navçeyên Berzan û dibînim ku hîn jî Aho, pezê kovî, darên ber wan ên kevnar lê hene û nêçîr ji heyamên bapîrên Barzanî lê qedexe ye, dîsa ez hêviştan dibêjim ji bo vê rêbaza hêja û her wiha
Kurd di şerê DAIŞê de çûbûn Kobanî, piştî 7 mehan vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Hêzên Pêşmerge roja 29ê Nîsana îsal bi yekcarî ji Kobanî vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Tê zanîn dema Pêşmerge çûbûn Kobanî tenê %20 ji Kobanî di destê Kurdan de mabû.
Dîmenek ji vegera Pêşmerge
Nîşanên şaristaniyê zanî li ser rêbendan ku her du destên xwe hildane jor û rêzevan şehneyên ser rêbendan destan lê dipelînin ez gelekî geşbîn û kêfxweş dibim û dibêjim spas ji bo xweda ku gelê me ber bi şaristaniyê ve diçe û
ev yek jî divê Kurd yekrêziya di nava mala Kurdî de biparêzin.” Hêzên Pêşmerge ku bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û biryara Parlamentoya Kurdistanê ji bo alîkariya şervanên
berdewamiyê jî jê re dixwazim . Dema min bihîst ku li bajarê Kobanî keçeke kurd bi navê (Arîn) berî ku dîl bikeve destên neyarên gelê Kurd xwe di nêv wan de teqand û gelek terskarên
DAIŞê bixwe re kuştin, bi rastî dilê min li ser pir êşiya, lê di heman demê de ez geşbîn bûm û min got ku gelê me amade ye ji bo azadî û parastina xaka xwe ya pîroz bibe qurban. Lê dema dibhîzim ku asayişa PYD keç û xortên negihayî bi darê zorê wan dibin leşkeriya neçar, bi rastî ez xemgîn dibim, rast e xweparastin erkekî netewî yê giştî ye ku di vê qonaxa pêwîst de tê xwastin kal, xort, mêr û jin tevde bi yek helwestê bere-
vaniyê di ber namûsa xwe de bikin. Lê kesê bi darê zorê bibe leşker wê revok be û dê nikaribe ti destkeftan bidest bixe. Her wiha dema ku mirov tê dergehê Sêmalka û li her du aliyan rastî rotîneke xerab tê, ku jin, pîremêr, xort û zarok bi se’etên dirêj ji ber wê rotînê radiwestin. Naxwazim tiştên xerab yên baş bin pê bikin û nîşanên şaristaniya Kurdan çi li Rojava û Başûrê Kurdistan bêne tine kirin.
3
4
çand û Huner
25ê Gulanê 2715 k 15-5-2015 z
www.Pdk-s.com
Pêwîstiya Kurdan bi zimanekî yekgirtî ye Idrîs Hiso
Wek rewşa her miletên cîhanê, miletê Kurd jî hewlên xwe dane ku zimanê xwe bike zimanê şaristanî, rêveberî û hikimdariyê, lewma ji mêj de zanayên miletê Kurd kar kirine ser dariştina Elfebaya guncaw ji dengên zimanê Kurdî re, lewma hewldanên Kurdan ne westiyane li ti deverekê û şêweyê nivisandina Kurdî ji qonaxekê derbasî qonaxek din bûye, lê ta niha jî miletê Kurd di pirsa nivîsandinê de mîna hin pirsên din ne
li ser yek rêbaz û rêkeftinê ye. Rast e kes nikare çavên xwe ji ked û xebata wan ciwanmêran bigre ku berdewam bûn li ser hewlên peydakirina Elfebayeke guncaw ji bo nivîsandina Kurdî ji Erebê Şemo bigre heta bi Tewfîq Wehbê û Apê Osman û ji bilî wan gelek, lê her nimûneyek an jî bîrokek nû merc û hokarên serkeftina wê, ew e ku di warê bikaranînê de biserkeve, dema ku xelk encamê wê bîrokê bikar bînin û tiştê ku bixwazin pê bighînin û xelkekî din bi şêweyekî serkeftî dighînin, wê demê mirov dikare bêje ew bîrok ya rast e û serkeftî ye. Wan zana Elfebaya Kurdî, ji roja ku mirov
dest bi nivîsandinê kiriye û heta roja îro Elfeba guhertine heta ku em miletên cîhanê li ser vê doxa ku îro em wê nas dikin dibînin û em nizanin bê wê neviyên me bi çi şêweyê tîpan binvîsin. Dema behsa vê rastiyê tê kirin di warê Elfeba û ziman de nimûne û ezmûna Mîr Celadet tê ber çav û bîra mirov, Mîr Celadet dizanî ku heger Kurd bi çand û ziman neyên parastin, êdî bi qewta çekan ew nema dikarin zora dijminê xwe bibin, lewma roj û şev bi hev re girêdan û li ser pirsa zimanê dixebitî heta ku di encam de giha dariştina Elfebayê û di roja 15 meha Gulanê de sala 1932an de li Şamê ew Elfeba yekem car di kovara Hawar de
bikar anî û niha ji sala 2006an de, ev roj wek Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Ji wê rojê û heta roja îro tevî ku gelek kes derketin rexne li Elfebaya Mîr Celadet girtin bi hênceta ku tîpên wê kêm in û nizanim çi kêmasiyên wê hene, lê ev 83 sal in ku ev Elfeba berdewam e, Kurd pê dinivîsin, fikir û ramanên xwe pê ji hev re vedguhêzin bi hemî şêwezarên zimanê kurdî bêyî ku ti kêşeyên
mezin li pêşiya vê elfbayê derkevin. Heta ew kesên ku dibêjin kêmaniyê vê Elfebayê pirin bi eynî vê Elfebayê dinvîsin û dema tu ji wan re dibêje ji bo çi hûn bi Elfebaya “Temam” pirtûk yan gotarên xwe belav nakin vê bersivê li te vedgerînin: “Ma xelk hemî li ser vê elfebayê fêrbûne û heger em pê nenivîsin êdî kes van pirtûkan naxwîne. Ev yek nîşana serkeftina vê elfebayê ye, ku xelkê
ew pejirandiye û dikarin di riya wê re tiştê bixwazin bighînin. Pêwîstiya Kurdan bi Elfebayeke yekgirtî heye da ku karibin xwedî zimanekî şaristanî, hêsan û pêşketî bin. Ez bi omîd im ku Roja Zimanê Kurdî bibe rojeke zanistî ji bo hewlên bikaranîna yek Elfebayê ji bo hemî şêwezarên zimanê Kurdî.
Helbestvan “Kasî” xelata Mele Ehmedê Palo wergirt Elî Umer-Hewlêr Di roja 5ê Gulana îsal de, komîta xelata helbestvanê kurd Mele Ehmedê Palo ku ser bi Kombenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ve ye, vê carê biryar dan ku ew xelat bighêje helbestvan Edilhemîd Yûsif ku bi “Kasî” tê naskirin. Her sal ev xelat ji aliyê Kombenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê tê pêşkêşkirin û vê carê bû pişka helbestvan Edilhemîd Yûsif “Kasî”. Derbarê wergirtina xelatê hebestvan Kasî wiha ji rojnameya Kurdistan re got:” Nayê
veşartin, ku ez bi vê xelatê ser bilindim û dilxweş im, ev xelat cihê şanaziyê ye li bal min, hilbijartina min ji bo wergirtina vê xelatê bi wateyek mezin e.” Kasî di sala 1969an de li bajarê Qamişlo jidayik bûye û di salên 80yan de dest bi nivîsandina heslbesta Kurdî kiribû. Hêja ye gotinê ku pirtûkek berya niha ji aliyê nivîskar Elaedîn Cengo li ser jiyana Mele Ehmedê Palo hatiye nivîsandin, Ku ew pirtûk ji du beşan pêk dihat. Beşê yekem ku bi zimanê Erebî bû û beşê diwem
jî bi zimanê Kurdî ku ji aliyê helbestvan Ezîz Xemcivîn hatibû amade kirin. Helbestvana Kurd Narîn Umer yekemîn xelata Mele Ehmedê Palo ji dest Kombenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê di roja 19-5-2012an de li bajarê
Pendên derbarê Gulanê: Gulan e, dew li cem hemiyan e. Gulan e, şingîna dasan e.
Qamişlo wergirt. Ehmedê Palo: Di sala 1920an de li Kurdistana Bakur, li gundê (Sêra Çorê) yê dikevê derdora bajarê Palo ew jidayik bûye. Navê wî Ehmed kurê Mihemed Mustafa ye. Palo yek ji têkoşerê şoreşa Şêx Seîdê Pîran e.
Nemir Palo gelek berhem li şûn xwe hiştin, gelek Dîwan û herwiha pirtûkek di rêzimana Kurdî de nivîsî bû û ferhengek gelek dewlemend bi navê (ferhenga Kurdî- Tirkî) Amadekirbû.