rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
11ê Cehzerdanê 2715 k 1-6-2015 z
Kurdistan -hejmar (54)
www.Pdk-s.
Hêvî li ser Kongreya ENKSê hene Ciwan Ibrahîm Kongreya sêyemîn ya Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, dê di 11ê Hezîranê de bê lidarxistin. Li gor zanyariyan endamên kongreyê ji 200 heta 250 kesan pêk tê û endamtiya her yek ji Partiya El-Wehde û El-Partî û herwiha herdu partiyên çep ku bûne yek, hat qebûlkirin, niha partiyên ENKSê bûne 9 partî. Parvekirina kursiyên aliyên serbixwe ligel ciwanan û jinan di kongreyê de: 50% ji endametiya ENKSê ji herêma Cizîrê re diyar kiriye û 50% jî ji Kobanî, Efrîn û aliyên Kurd li navçeyên din ên Sûriyê re hatiye destnîşankirin. Derbarê pirsa gelo wê kongreya ENKSê vê carê serkeftî be û dê ENKSê roleke baş di vê qonaxê de gelo bilîze, rojnameya Kurdistan hin nerîn derbarê vê mijarê de
wergirt. Sekretêrê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî-Rojava Hejar Hesen got:” Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê nûnertiya piraniya gelê Kurdistana Sûriyê dike û hêj hêviyên mezin li ser hene û nûnertiya ciwanan di nava ENKSê de xizmeta doza Kurdî dike û dive rola wan neyê piştguhkirin”. Ji aliyê xwe ve jî sekretêrê Partiya Çepa Demokrat a Kurd li Sûriyê Şelal Gedo derbarê kongreya ENKSê got:” Hêviyên mezin li ser kongireya Encumena Niştîmaniya Kurd ENKSê yê sêyemîn hene û dê ev kongir serkeftî be.” Welatiyê bi navê Ehmed Îsa:” Eger ENKSê wekû carê din tevbigere dê karê wê were rawestandin û cemawerên wê jî kêm bibin, divê ENKSê biryarên cidî derbarê PYDê bistîne, da ku karekî aktîv di vê qonaxê de bike.”
Penaberên Rojava rastî zehmetiyan li Tirkiyê tên
Her diçe kir yarên PYDê xerabtir dibin 2
3
Gelê Sûriyê qurbaniyê lihevhatinên navdewletî ye 3
Guvaş li xwedanên deraseyan tê kirin
2