55_

Page 1

rdi t n

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

25ê Cehzerdanê 2715 k 15-6-2015 z

Kurdistan -hejmar (55)

www.Pdk-s.

Leşkeriya neçar dihêle ciwan li ser sînoran bêne kuştin Xunav Mihemed

Sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bûye riya mirinê ji welatiyên Kurdistana Sûriyê re yên ku ji ber rejîma Esed û leşkeriya neçar ya ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê û hevalbendên xwe ragihandibû direvin, ku bi sedema wê biryarê bi hezaran ciwan ji deverên kurdî barkirine. Di vê dema

dawî de paswanên sînor yên Tirk ku bi Cendirmeyan têne naskirin bi awayekî hovîtî li dijî welatiyên Kurd radwestin û wan îşkence û gulebaran dikin û ev dibe sedema mirina hejmarek ji wan welatiyan. Derbarê vê yekê de welatiyê bi navê Ehmed Îdo ji rojnameya Kurdistan

re wiha got:” Ee gelek caran ji mirinê filtî me ji ber ku min dixwest biçim Bakurê Kurdistanê, lê her car ez rastî Cendirmeyên Tirk dihatim, lê ez direviyam û carnan hevalên min dihatin girtin û rastî îşkenceyê jî dihatin, bi rastî riya li ser sînorê bûye riya mirinê, mirovê ku bi qaçaxçîtî diçe Bakur nizane bê ka wê

çarenivîsa wî çi be.” Welatiyekî din ji rojnameya Kurdistan re got:” Leşkeriya neçar dihêle ku ciwan li ser sînoran bêne kuştin, ji ber ku ciwan di jêr aleya PYDê û dezgehên ser bi wê ve de şer nakin û ew neçar dibin ku xwe li sînoran bixin, da ku ji vê sitemkariyê birevin û bi azadî ji derveyî Rojva bijîn”

Gedo: Rejîma Esed dixwaze şerekî navxweî li Hesekê rû bide Şewtandina zevî û daran li Kobanî plankirî bû

3

2

Encumena Kurdî biparêzin 3 Li Hannoverê komeleyek rewşenbîrî hat damezirandin

4


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.
55_ by pdk-s - Issuu