rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
10ê pûşper 2715 k 1-7-2015 z
Kurdistan -hejmar (56)
Alîkariya dezgehên navdewletî bo penaberan kêm e
www.Pdk-s.com
Xelk ji buhabûna kelûpelan dilgiran in
2
3
Xelkê Hesekê daxwaza Pêşmerge dikin Hesekê-Adil Ibrahîm Di 25ê Hezîranê de, hejmarek çekdarên DAIŞê ji aliyê başûr û başûrê rojava ve derbasî taxa Neşwe ya rojava li bajarê Hesekê bûn, û li wir bi alîkariya şaneyên veşartî yên DAIŞê êrişî navendên hêzên artêşa Esed li wê taxê kirin. Di encam
de dehan malbatên kurd jî ji taxên kurdan ji tirsa DAIŞê û ketina bombeyan, berê xwe dane her yek ji bajarê Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Dêrik û Serê Kaniyê. Derbarê vê yekê de ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê ragihand ku zêdetirî 60 hezar kes derbiderî cihên aram bûne,lê jêderên xwecihê dibêjin ku ew rêje ji 100
hezar kes derbas kiriye. Îmad Ehmed yek ji wan kesên ku bûye penaber wiha ji rojnameya Kurdistan re got:” Rêjeya penaberiyê pirr zêde ye,em ne ji tirsekê bûne penaber, lê hêzeke rasteqîne nîne ku parastina me bike û yên li ser erdê baweriya me bi wan nîne. Em dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe û ev yek bi cih nabe
eger Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê me neparêzin, bila Pêşmerge werin.” Jina bi navê Sîham Mihemed wiha got:”Em hatine Qamişlo ji ber ku em li ser zarokên xwe ditirsin, ev zêdetirî 4 salne ku em di vî halî de dijîn, bi rastî xelkê me xweragir in, lê bila Kurd bibin yek wê demê sedê wek DAIŞê nikarin me ji xaka me dûr bixin.”
Zinara Erebî tê parastin Dêrik Qamişlo
Serê Kaniyê
Zinara Erebî Hesekê Qamişlo- Elî Can Rejîma Beis li Sûriyê berya 41 salan û bi armanca ji hev veqetandina axa Kurdistana Sûriyê û Erebkirina deverên kurdî, projeya Kembera Erebî cîbicî kir. Zinara Erebî projeyeke nijadperestî ya rejîma Beis bû ku 41 salî berî niha û di
24ê Hezîrana sala 1974an de li herêma Cizîrê ya Kurdistana Sûriyê dest bi pêkanîna wê hat kirin. Kembera Erebî bi qasî 350 km dirêj e û firehbûna wê jî di navbera 10 km. Di encama vê projeyê de, dewletê dest danî ser bêhtirî 2 milyon hektar erdên kurdan. Malbatên Ereb yên ji parêzgehên Reqa û Helebê anîn û li navçeyên kurdan li parêzgeha Hesekê bi zorê
bicihkirin. Derbarê Zinara Erebî û nerîna xelkê Kurdistana Sûriyê rojnameya Kurdistan hin nerîn veguhest. Ehmed Elî derbarê Zinara Erebî wiha got”: Rast e erdê me çûye, lê her diçe malên me jî dê herin, ji ber ku niha Ereb li şûna Kurdan bicih dibin, em razî ne bila zinar tenê be, lê niha sînorê zinarê derbas kiriye, mixabin ev yek ji
ber ne yekrêziya nava mala Kurdî ye.” Ciwan Xelef li ser Zinara Erebî got:”Mixabin niha Erebên Xemir hêza wan heye, û ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqratîk ve têne parastin û xort jî ji bo belavkirina belavokên li ser zinarê ji aliyê asayişa PYDê ve têne girtin.Siyaseta PYDê mîna ya rejîma Esed e, hêvî dikim ku PYDê li xwe vegere û dest ji van karan berde.”