rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
24ê pûşper 2715 k 15-7-2015 z
Kurdistan -hejmar (57)
www.Pdk-s.com
Xelkê Kobanî: Divê lêpirsîn derbarê komkujiya 25ê Hezîranê çê bibe Can Kurd
rdi t n -Pirsûsê
Di êrişa roja 25ê Hezîranê de, derdora 100 çekdarên DAIŞê serê sibehê bi dizî derbasî nava Kobanî bûn, hejmarek mezin ji xelkên sivîl kuştin û birîndar jî kirin. Pişt re wan çekdaran 4 cih ji xwe re kirin baregeh û ji wir şer dikirin û welatiyên sivîl dikirin armanc. Li ser mijara komkujiya ku derheqê welatiyên sivîl de pêk hat, welatiyan ji rojnameya Kurdistan re nerînên xwe anîn ziman. Welatiyê bi navê Ehmed Kêtikî wiha got”: Nizanim
çima komkujiyên me zû têne jibîrkirin û kes lê napirse, mixabin xelkê Kobanî ji kîs xwe çûn, em daxwazê ji ew kesê ku xwe kiriye desthilatdar û parêzvanê welat ku komîteyeke lêpirsînê derbarê komkujiyê de pêk werîne da ku em dijminan ji nava xwe derxînin.” Welatiyekî din ku nexwest navê xwe eşkere bike got”:Tiştê nebaş ew ku ew aliyê xwe dike parêzvan nabêje ez şaş bûme û her li ser vê yekê berdewam e, xwezî Pêşmerge venegeriya bana Herêma Kurdistanê, bila careke din Pêşmerge werin û xaka me biparêzin.” Beriya êrişa DAIŞê ya roja
25ê Hezîranê, rojane penaberên Kobanî vedigeriyan mal û bajarê xwe, lê piştî wê êrişê
vegera penaberan rawestiya ji ber ku nema baweriya wan bi aliyê desthitdar heye.
Ji bo vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê helmetek lidarket Mezlûm Qerno
rdi t n - Almanya
Grûpek ji çalakvanên Kurd li ser tora civakî ya facebookê helmetek di jêr navê (Erê ji bo derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bo Kurdistana Sûriyê) lidarxistin. Yek ji çalakvanên wê helmetê ji rojnameya Kurdistan re got:” Piştî êrîşa DAIŞê li ser deverên Kurdî û nebûna hêzeke bihêz ji bo parastina miletê Kurd, me dît ku Pêşmerge
hêza herî bihêze ku di kare bi erkê parastinê rabe, lewma me ev helmet lidarxist û da ku guvaş li ser tevgera Kurdî çê bibe û bi zûtirîn dem vê yekê çareser bikin.” Alî Zuhrab ku ew jî bi vê helmetê rabûye wiha got:”Hêzek bi tena serê xwe nikare Rojavayê Kurdistanê biparêze, divê Pêşmerge di demeke nêzîk de vegerin, da ku bervaniyê di ber rûmeta Kurdan de bikin, bila PYDê vê yekê qebûl bike, êdî bes e ji siyaseta wê ya tekane re.”
Ji bo avê PYDê bacan ji Efrîniyan distîne 2
Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji bo vegerê amade ne
3
Çima tu bi Erebî dinivîsîne
3