58_

Page 1

rdi t n

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

10ê Tebaxê 2715 k 1-8-2015 z

Kurdistan -hejmar (58)

www.Pdk-s.com

“ARK” navê girtiyên windayî belgeh dike rdi t n - Hewlêr

Dilcan Sorkî

Programa “ARK” li ser kenala Zagrosê, ev demeke dest bi belgehkirin û tomarkirina navên welatiyên Kurd yên ku li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatine girtin û windakirin kiriye. Yek ji karmendên programa “ARK”ê wiha li ser vê yekê

ji Rojnameya Kurdistan re got:”Em dixwazin di riya vê belgehkirinê re nas bikin navê girtiyên Kurd çi yên libal rejîma Esed û çi yên libal asayişa Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê çi ne û kî ne û di çi demê de hatine girtin yan revandin. Heta niha me derdora 20 navan belgeh kiriye û dê li

Şoreşa 19ê Tîrmehê ya PYDê bê bingeh e 2

ser vê yekê emê berdewam bin û tiştê ji me re pêwîst ku xelk zanyariyan li ser girtiyên xwe li ser vê îmêlê ji bo me bişînin: ark.tv@hotmail.com Tê zanîn ku piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê rejîma Esed gelek welatiyên Kurd bi awayekî bê serûber bi girtin dan, û heta niha jî çarenivîsa

Pêşmerge navekî pîroz e 3

gelek ji wan nediyare, her wiha ji aliyê xwe ve Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê dest bi helmeteke girtinê derheqê siyasetmedar û welatiyên sivîl li Rojavayê Kurdistanê kir, ku piraniya girtiyên di gitîgehên asayişa PYDê de, endamên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê

ne û hin jî endamên partiyên di nava ENKSê de ne. Lê her dem berpirs û rayedarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê, her dem tekez dikirin ku girtiyên siyasî li cem hêzên asayişa wan tune ne û ew girtiyên ku hene bi girtiyên tawanan wesif dikirin.

Ber bi Ewropa ve 3


2

10ê Tebaxê 2715 k 1-8-2015 z

Kurdistan -hejmar (58)

www.Pdk-s.com

Şoreşa 19ê Tîrmehê ya PYDê bê bingeh e

Rejîma Esed samanên Rojavayê Kurdistanê ji bo xwe dibe

Ş

Sebah Reşîd Hewlêr rdi t n oreşa Sûriyê di 15ê Avdara sala 2011an de li Derayê destpêkir û ji wir belav bû, heta ku gihişte bajarên Rojavayê Kurdistanê, lê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê rojeke din ji bo destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê diyar kiriye û navê wê kiriye " Şoreşa Rojava".

19ê Tîrmehê çi ye?

Di roja 19ê Tîrmeha sala 2015an de partiya PYDê li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê şoreşa xwe bibîr anî, ku ew dibêjin li bajarê Kobanê destpêkiriye û gihiştiye hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê, lê gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê dipirsin.. Gelo ew şoreş li dijî kê bû? Ji bo çi hat lidarxistin? Gelo ew şoreş bi dawî hatiye yan na?

Şoreşa PYDê li dijî kê bû

PYDê dibêje şoreşa Rojavayê Kurdistanê ango ya wan di 19ê Tîrmeha sala 2012an de li Kobanê destpêkiriye û gihiştiye hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê û li dijî rêjîma Esed bû, lê çalakvanekî bajarê Qamişlo dibêje: “Ew şoreş tenê radestkirina desthilatê ji aliyê rêjîmê ve bo PYDê û tenê şanoyek bû di navbera rêjîm û PYDê de.” Wî çalakvanî her wiha got :

“ Di şoreşa ku PYDê bi nav dike şoreşa Rojava, tu fîşekek nehatiye teqandin û hêj rêjîm weke xwe li bajarên Qamişlo û Hesekê dimîne û ji berê bihêztir e, ma gelo ka şoreşa PYDê? Wî çalakvanê Qamişlo her wiha got:” PYDê dibêje şoreşa wan li dijî rêjîmê bi dawî hatiye, lê ji ber çi heta niha PYDê bîrên petrolê yên rêjîmê li Rimêlan, Siwêdiyê û Qereçox diparêze? Ma gelo ji ber çi heta niha hemû berhemên genim, nîsk û ceh ji bo rêjîmê tê firotin? Ma gelo eger şoreş bidawî hatiye divê rewşa xelkê baştir bibe ne ji berê xirabtir bibe .Çima xelk koçber bûne? ji ber çi xelk venagere malên xwe eger rêjîm nemaye?

Serdanên berpirsên rejîma Esed bo Rojavayê Kurdistanê Ji alîkî din ve û li gor çend vîdyoyên hatin belavkirin ku hêj serdanên berpirsên pile-

Salar Salih Hesekê rdi t n

D

ema ku şoreşa Sûriya di 15ê meha Avdara sala 2011an destpê bû, miletê Sûrî bi hezaran daketin kolanan, û di xwepêşindanan de doza azadî û rûmetê dikirin, lê qet ewan nizanîbûn ku dê rojek bê û wê rêjîma Esed ji wan re bibêje: De keremkin nanê kapekê bixwin. Ev bûye demek nanê Hesekê hew tê xwarin, û welatî gelek gazinan jê dikin, ev kêşe ji mehekê û şûn de li bajarê Hesekê derketiye, nanê Hesekê pir nexweş bûye, rengê nan bi ser reşbûnê ve çûye, hema tu dikare bibêjî ku welatî li Hesekê nanê kapekê dixwin, ji ber ku rêjeya kapekê di arvan de bilind bûye

û rêjeya genim têde kêm bûye, êdî Desthilat û Rêveberiya Erzaqan ferman dane karmendên aş ku rêjeya kapekê di arvan de pir bikin, lewra nanê Hesekê hew tê xwarin . Sedema serekî ji vê kêşeyê re ew e, veguheztina genim ji Cizîrê bo parêzgehên kenarî (Laziqiyê û Tertûs), çiku ev bûye demek desthilata Sûriyê genim bi berdewamî ji parêzgeha Hesekê bigiştî vediguhêze bo her du parêzgehên Laziqiyê û Tertûs yên ku li rojavayê Sûriya li ser Deryaya Spî a naverast dikevin, genim bi rengekî ne normal tê veguheztin û bi tibabên mezin, tirumpêlên mezin li pey hev di rêka bejayî re ya ku li jêr kontrola rêxistina DAIŞê a tîrorêst de ye genim bê rawestan vediguhêzin, lewra ev yek metirsiyekê mezin li nik welatiyên

bilind yên rêjîmê ji bo bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê di van her du salên bûrî de berdewamin . Di Îlona sala 2013an de wezîrê petrolê yê rêjîma Esed Silêman Ebas serdana bajarê Rimêlan kir û bi berpirsên PYDê û çekdarên berevaniya niştîmanî yên Mihemed El-Faris û hin hêzên Xiristiyanan re civîn pêk anîn û li ser dabeşkirina nefta deverê lihevkirin ku di wê demê de hemû alên PYDê li ser avahiyên bajarê Rimêlan bi rengê şîn hatin rengkirin . Her wiha di destpêka meha Avdara îsal de serokê lihevhatina niştîmanî ya rêjîma Sûriyê Elî Heyder serdana bajarên Qamişlo û Amûdê kir û ligel berpirsên rêveberiya ku PYDê ragihandiye civiya û li ser hin tiştan lihevkirin . Di 15ê meha Hezîrana îsal de jî serokwezîrê hikûmeta rêjîma Esed Wail El-Helqî bi

şandeke fermî ku ji çend berpirsên pilebilind yên rêjîmê pêk dihat serdana bajarên Qamişlo û Hesekê kir û bi serbestî di nava herdu bajaran re geriyan û Milyarek û 365 Milyon L.S ji bo parêzgeha Hesekê terxan kir . PYDê dibêje şoreş li dijî rêjîmê hatiye encamdan, wezîrê bergiriya rêjîma Esed û serokê ofîsa parastina netewî Elî Memlok û emîndarê qutrî yê partiya Beis Hîlal Hîlal û gelek berpirsên din jî serdana

bajarên Rojavayê Kurdistanê kirine.

Rejîma Esed li Qamişlo ye

Tevî van serdanên berpirsên rêjîma Esed ji bo bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, hîn leqên ewlehiya rêjîma Esed jî li bajarên Qamişlo û Hesekê vekirî ne û rêjîm karê xwe ji berê baştir dike û hîn di dema ku bixwaze û li cihê ku bixwaze xwepêşandanan ji bo piştgiriya Beşar El-Esed û artêşa wî lidar dixe

Nanê kapekê bixwin herêmê diafirîne eger tibaba genim kêm bibe û birçîbûn li herêma Cizîrê çê bibe. Hin ji nişteciyên bajêr dibêjin ku hindik maye nanê ceh û garis bidin me, çimkî tibaba genim li parêzgeha Hesekê pir kêm bûye û êdî ji me re nanê kapekê tînin, ew kapeka ku ji ber hêrandina genim li aş dimîne cardî rêjeyekê bilind jê li nav arvan dixin û wî ardî dişînin nanpêjgehên bajêr, da ku bikin nan û li welatiyan belav bikin, welatî naçar in ku vî nanî bikirin û bixwin, lê ew ne razîne û gilî û gazinan jî dikin. Ev pirsgirêk nih li parêzgeha Hesekê derketiye, û berpirsê yekem di ber de ew desthilata rêjîma Sûriyê ye, ji ber ku qutê xelkê parêzgehê ji genim vediguhêze bo parêzgehên kenarî, û ev yek metirsiyekê mezin li ser xelkên vê herêmê

çê dike, çiku bi kêmbûna tibaba genim metirsiya birçîbûnê çê dibe, nexasim ku nişteciyên vê parêzgehê di rewşek abûrî aloz û dijwar de derbas dibin piştî buhabûna nirxê dolarê Amrîkî li himber Leyreya Sûrî û ev yek giraniyekê mezin li ser welatiyan çê dike. Aliyekî din yê vê kêşeyê xuya dike, ew kesên ku nan li taxan difroşin welatiyan û bi navê ( Mu’temed ) tên niyasîn, êdî

ziyanek mezin dighêje wan, ew dibêjin: Dema ku nanê reş ji me re tê û rêjeya kapekê tê de pir be, hin ji welatiyan wî nanî nakirin û diçin nanê buha ji nanpêjgehên taybet ji xwe re dikirin, lewra tibabek mezin ji nan di histê me de dimîne û ziyana diravî dighêje me. Nişteciyên Hesekê niha dipirsin: wê kengî nanekî taze ji me re bê?


10ê Tebaxê 2715 k 1-8-2015 z

Ber bi Ewropa ve

Kurdistan -hejmar (58)

www.Pdk-s.com

Dengê we Amadekirin: Dijwar Tewfîq rdi t n - Amûdê

Koçberiya bê rawestan Idrîs Hiso rdi t n - Giwêlan Rojane ez li rûpelên Facbookê postên bi vî şêweyî dixwînim “Kel û pelên malê bi temamî bo firotinê bi komî yan jî bi yekane” û nirxê her keresteyek malê jî diyar dike wê demê ez nas dikin ku wê ew mal jî wê bar bike û keresteyên mala xwe dê bifroşe, bi arzanî be bi temamî be ya giring ew e ku ew zû kelûpelên xwe bifroşe berî ku “Rêber” pê re biaxive û jêre bêje heste em biçin, “Rêber” jî wate ew kesê ku qaçaxiyê dike. Destpêka şoreşa Sûriyê, beşekî mezin ji gelê me berê xwe dane Başûr û Bakurê Kurdistanê û wê demê min gotara xwe ya bi navnîşana “Berovajî ber bi welat ve” nivîsand û min texmîn kir wê pêla koçberiyê li vê astê raweste, lê diyare û bi taybet ku heta niha ti asoyek ji kêşe û kirîza Rojhilata Navîn re ne diyare, bi taybet li Sûriyê û Îraqê. Wate li Kurdistanê êdî rêjeya koçberiya ber bi Rojava (Ewropa) roj li dû rojê dê bihêztir bibe, beşek mezin ji gêncên Kurdan ti asoyekî baş ji paşeroja xwe re nabînin û hestekî giştî di nav gêncên Rojavayê Kurdistanê de peyda dibe bi sedema kirîza Sûriyê û Îraqê bi giştî û rewşa Kurdistanê û kêşeyên siyasî di navbera hêz û partiyên siyasî ên Kurdistanê de. Min dawî telîfon ligel hevalekî xwe kir çinku ew li ser riya koçberiyê bû, ji Hewlêrê berê xwe daye Duhokê û ji Duhokê wê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û ji wir dê ber bi Stenbolê ve birêkeve, da ku welatê xwe û temamiya Rojhilata Navîn li pişt xwe bihêle, dilê min hat

givaştin dema min nas kir ew jî ligel hevjîn û kurê xwe yê 8 mehî gihan kerwanê koçberan wiha dibêje “Ma ezê li vir çibikim, ne xwendin, ne kar û ne mafê penaberiyê û ez ne şervanim jî ku çek hilgirim.Ez dê herim bextê xwe li wir bibînim.” Kolêja keltûr û zimanê Inglîzî berî çend salan bidawîkiribû heta ku bi dawî kir bi zehmetî salên xwendinê qedandin gelek kar kirin, bar hilgrtin û paleyî kir, lê aramnca wî ew bû ku bibe wergirekî navdar û herdemê digot ez dê li vî welatî derfetê bibînim, lê diyare piştî vê cengê gotinên bi vî rengî di nav dengê qêrîn û teqîneyan de wate ji wan re nemane. Diyardeya koçberiyê ber bi Rojava ve, rojane berz dibe û hokarên vê diyardeyê gelek in û mirov dikare hinekan bîne ziman. Cenga ku niha li welatê me digere ku bûye sedema gelek tiştan, nebûna aramiyê, nebûna kar û ya serkî ku di nerîna min de, ji her hokarekî din giringtire, ew jî ev e ku tevgera me ya siyasî û rewşenbîrî ne li ser heve û heta vê serdemê jî armancên diyar û sînorkirî tine ne, lewma aso li pêşiya gencan tê girtin û hemî hokarên biçûk di çavê wan de mezin dibin û dawî biryara beşekî mezin ji wan dibe koçberiya ber bi welatên Rojava ve. Hin ji xortan dibêjin ma welat çi ye, heger nikaribe jiyanek bi rûmet ji welatiyên xwe re peydabike, ez jî dipirsim aya gunehê welat e yan gunehê welatiyane ?

Mezlûm Qerno ji Nêmsayê wiha nivîsand: Di vê rewşa ku îro bi ser Sûriyê de derbas dibe bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî ji her yek ji (ceng, kuştin, wêrankirin) rêjeya koçberiyê pir bilind bûye û xelkên Rojavayê Kurdistanê (malbat- ciwan- xwendekarên ku bawernameyên bilind wergirtine) koçber dibin û ev tişt bandora wê li ser rewşa herêmê pirr heye û valahiyê çê dike, helbet piştî ku ji nişteciyên resen vala dibe, û di heman demê de xelkên Ereb li şûna Kurdan dibin niştecî.

Kirîza elikitrîkê li Amûdê Ehmed Elî ji Amûdê wiha nivîsand: Elikitrîk yek ji tiştên serek e ye, di jiyana mirovan de, dema ku elikitrîk tê birîn, hin tiştên din mîna avê ku wek damara jiyanê tê hejmartin tê birîn. Herwiha gelek alav û tiştên jiyanê radwestin û rewşa elikitrîkê li Rojavayê Kurdistanê û bi teybetî li bajarê Amûdê pir nebaşe, û xelkê bajêr ji xwe re (elikitrîka Ampêra) kişandine ji ber ku elikitrîka ku bi navê ya dewletê nîne.Ji ber vê yekê xelk neçar dibin ku Ampêran bi nirxekî buha bikirin.

Pêşmerge navekî pîroz e Muntesir Qerno wiha nivîsand:Pêşmerge navekî pîroz e û bi sedê salan Pêşmerge şerê dijminê gelê Kurd kirine, helbet ji bo rizgarkirina xaka Kurdistanê, îro roj şerê rêxistina terorîst DAIŞê bi mêranî dike, pêwîstiya Kurdistana Sûriyê bi Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê heye da ku berevaniyê di ber xaka xwe ya pîroz de bikin, helbet ligel birayên xwe yên YPGê, bila kes van Pêşmergeyan bi xayinan wesif neke ji ber ku wan xwîna xwe di ber Kurdistanê de dane û amade ne di her demekê de derbasî nava xaka Rojavayê Kurdistanê bibin.

Kiryarên xerab rawestînin Ciwan Ibrahîm ji Hesekê wiha nivîsand: Di vê dema dawî de paswanên sînor yên Tirkiyê ku bi Cendirmeyan têne naskirin bi awayekî hovîtî li dijî welatiyên Kurd radwestin û wan îşkence û gulebaran dikin û ev dibe sedema mirina hejmarek ji wan welatiyan. Sedema serke ya ku dihêle ciwanên Kurd bêne kuştin ew derkirin ciwanan ji derveyî welat di rêya biryarên mîna biryara leşkeriya neçar ya ku PYDê û hevalbendên xwe ragihandibû. Biryarên bi vî rengî berê xortan dide kuştinê û deverê ji Kurdan vala dike û demografî jî tê guhertin, gerek kiryarên wisa bêne rawestandin da ku Kurd bighêjin armanca xwe.

Efrîn zeytûna Rojavayê Kurdistanê ye(1) Raid Mihemed rdi t n - Kewirgosk Çiyayê Kurmênc dikeve goşeya herî dûr ji Rojavayê Kurdistanê, helbet ji rexê rojava de û dikeve rojhilatê Deryaya Spî û wiha jî ev herêm dûr e ji ragihandina Kurdî û hatiye piştguhkirin. Berî çêkirina sînor di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, ev herêm girêdayî devera Kilisê ya Bakurê Kurdistan bû, û piştî damezirandina dewleta Sûriyê, ev herêm hat girêdan bi parêzgeha Helebê ve. Her wiha sînorê di navbera Sûrî û Tirkiyê de di neqişîne ji aliyê bakur ve û ji rexê rojava tê girêdan bi deşta Umqê û çemê Reş û sînorê herêmê ji aliyê rojhilat deşta Izazê û çiyayê Lêlûnê jî sînorê başûr e. Ev herêm çiyayî ye û bilindbûna wê di navbera 700-1269m û bilindtirîn hefraz ew e çiyayê Girê Mezin e. Her wiha ferehbûna vê herêmê dighê 55km û dirêjbûn ji bakur ta başûr 75km. Rûberê wê nêzîkî 3850km çargoşe ye bi rêjeya 2% ji rûberê Sûriyê . Efrîn navenda herêmê ye ango paytext cih digre, dûrî Helebê ye bi qasî 63km û ji bilî Efrînê 6 bajarok hene li herêmê (Şera- Cindirêsê- Raco- Bilbilê- Mabeta-Şiyê). Li Efrînê zêdetirî 360 gund hene, hejmara akinciyên herêmê digihêje 523 258 kes, li gorî amara sala 2010an û hemî nişteciyên wê Kurd in û hin karker û karmendên dewletê yên Ereb lê hene, lê îsal û piştî şoreşê hijmar hatiye guhertin ji ber koçberiya ku di nava Kurdan de çêbû, ji bo dervî herêmê bi rêjeke metirsîdar û bi ser de jî ev herêm gelek Ereb

Dîmenek ji Efrînê

ji Helebê û ji herêmên din kirine mêvan nexasim yên ku ji şer reviyan e û xwe li vê herêma aram girtin ji bo vê yekê rêjeya Ereban zêde bûye. Nêzîkbûna herêmê ji Deryaya Spî hişt rewşa seqaya wê navendî be û xaka wê bi xêr û bêr be, ji ber vê yekê çandinî pir zengîn e û berhemên wê pirr in mîna(genim - ceh- nîsk- şînkayî- pembosêv- hinar- pirteqal-tirî-hulûk- gulyaz- ciftele- tûgaris- kuncî- behîv- gûz-bîhok- hirmî- hejîr- berberû- nok- zebeş- gindor- şimam) û gelek coreyên din, lê ya herî navdar û ev herêm pê navdar e ew e zeytûn û tê gotin li gor amareke ne fermî ku hejmara darên zeytûnan digihêje 13 Milyon dar û ew zeyt û ze’ter û sabûn ya ku Heleb pê navdar bû li cîhanê ew ji Efrînê bû. Ev beşek bû ji vê lêkolîna zengîn li ser herêma Efrînê, dê emê di hejmarên bê de beşê duyemîn jê biweşînin.

3


4

çand û Huner

10ê Tebaxê 2715 k 1-8-2015 z

www.Pdk-s.com

Ciwanên Rojavayê Kurdistanê “Master” bi dest tînin Zêwa Remezan rdi t n -Hewlêr

Dunya Sebrî Li zanîngeheke Enqera paytexta welatê Tirkiyê keçeke Rojavayê Kurdistanê dîploma “Master” di zimanê Tirkî de wergirt. Dunya Sebrî Kavê ku xelka bajarê Dêrikê ye û li zanîngeha bi navê “Yıldırım Beyazıt Üniversitesi” li Enqera Tirkiyê dixwend.Dunya di sala 2012an de, li zanîngeha Helebê beşê

Bînahî Mihemed Emîn wêjeya Tirkî bidawî anî bû. Derbarê bidestxistina dîploma “Master” Dunya ji Rojnameya Kurdistan re wiha got:”Ez ji sala 2013an de li Enqera dixwînim, gelekî kêfxweş im bi vê serkeftinê, dixwazim ji ciwan û xwendevanên Kurd re bibêjim ku eger armanceke wan hebe, bila ji bo wê armancê şerê her tiştekî bikin. Ezê

Mihemed Şêrîn hewil bidim ku dîploma Dektora jî bidest bixim, ez dîploma xwe diyarî xwe û hemû gelê Kurd dikim.” Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn li Zanîngeha Silêmaniyê dîploma Masterê bi dest anî. Mihemed Şêrîn li Zanîngeha Silmaniyê ev 3 sal in, ku lê dixwend û bawernameya xwe ya bi navê “Aboriya

Îslamî” bi pileyeke pir baş sitend. Mihemed Şêrîn beşa şerîetê li Zanîngeha Selahedînê ya bajarê Hewlêrê bidawî anîbû û pişt re bo Masterê li Zanîngeha Silêmaniyê hatibû wergirtin. Şêrîn ji rojnameya Kurdistan re wiha got:” Bi rastî ez pirr kêfxweş im ku îro roj wek Kurdekî Rojavayê Kurdistanê ev bawernameya pîroz bidestxist, hêvîdar im ku hemû Kurdên me berê xwe bidin xwendina bilind ji ber ku xwend tiştekî buha û pîroz e, xwendin ew e ku welatan birêve dibe û kesên xwendevan jî welatan ava dikin.” Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn xelkê bajarê Qamişlo ye û ev nêzîkî 11 salan e, ku li Başûrê Kurdistanê dijî. Û ew bi xwe endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S ye. Bînahî Mihemed Emîn ku xuşka Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn e, wê jî dîploma Master li zanîngeha Selahedînê wergirt. Bînahî ku li bajarê Dihokê endezyariya bendav û serçavkaniyên avê xwendibû û pişt re Master li bajarê Hewlêrê sitend.

Hisên Şakir: Helbest ji kilandina hest û ramanan diafire Rojnameya Kurdistan bi nivîskar û rojnamevan Hisên Şakir re hevpeyvînek li ser nivîsandina Kurdî bi şêweyekî giştî û nivîsandina helbesta Kurdî bi taybetî pêk anî. Hisên Şakir kî ye? Ez egnostîk im, lê ya ez dizanim ez mirov im û Kurd im. Nivîsandin bo te çi ye? Gerek em zanibin ku nivîsandin ji bo gelek meseleyan tê, ji bo nivîser derxistina heset û ramanan bi şêweyekî hunerî ka çawa dikare xwînerê xwe bikêşe, ka çawa dikare guhertinê di komelgeha xwe de biafirîne, ka çawa taybetmendiya xwe bide xuyakirin. Mijar ne merc e, lê ragihandina wê mijarê ew merc, ka hostayî ta çi radeyê tête diyarkirin. Nivîskar guhê civakê ye, her wiha devê civakê ye û çavê civakê ye, lê ewa civak nabîne yan gudar nake yan jî nikare bibêje, gereke nivîskar cîgiriya civakê bigre di van meseleyan de. Ji ber vê yekê, azadiya hizr û baweriyê ba û ava nivîskar e. Tu çi dinivîsînî? Bi rastî, ez di mijarê hizrê de û şirovekirina siyasetê de bêtir dinivîsim, lê ew jî girêdayî bi asta avahiya bilind ya hizrê, felsefeya siyasetê, ez li ser van meseleyan baş radwestim, lê divê ez jibîr nekim jî ku ez helbestê

dinivîsim, helbet li gor pîverên xwe yên taybet bi min ve têne girêdan. Helbest têkilkirina hest û ramanan e û di meşka derûnê de têne kilandin, ew nîvîşka ku biser dikeve, helbesta min e. Berhemên te çi ne? Bi rastî, ez gotara dinivîsînim di warê wêje, felsefeyê û siyasetê de, romanek min bi navê “Ibrahîmê Axê” heye ku hêj nehatiya çapkirin, her wiha dîwaneke min ya helbestê heye bi navê “Rengên avê” ew jî hêj nehatiye çapkirin. Helbet sedema neçapkirina berhemên min ew e rewşa abûrî ya xerab ku ser bi min de derbas dibe. Rewşa nivîsandinê çawa dibînî? Ew jî girêdayî rewşa siyasî ye, ji ber ku tîpên Kurdî dabeşkirî ne di navbera tîpên Aramî û Latînê de, û şêwezarên Kurdî ew jî dabeşkirî ne, û çi dewleteke Kurdî ya sebixwe nîne, da ku axaftina Kurdî bi nirx bike. Ji ber vê yekê xwendevan jî kêm in û her wisa nivîskar jî kêm in, lê gerek em danpêdanekê bikin di derbarê pirtûkxaneya Soranî de ji ber ku tu bi zaravê Soranî bizanibe mirov dikare her tiştekî bixwîne û wê demê pêdvî nîne ku tu bi zimanekî din bixwîne mîna Erebî. Ji nivîskarên Kurmanc tê xwestin ku wergêranê destpêbikin, nexasim di warê têgehên felsefî û romanê de.

Hisên Şakir

Te çi olgeh ava kir di bin sîbera çiya de û te çawa çiya xiste bin sîbera xwe de Xwezî min zanîba


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.