59_

Page 1

rdi t n

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

24ê Tebaxê 2715 k 15-8-2015 z

Kurdistan -hejmar (59)

www.Pdk-s.com

Ciwan ji encama siyasetên çewt direvin

Kurdo Sorkî-Stenbol rdi t n

Ciwanên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin welatên Ewropayê û xewna wan ew e ku, bighên wan welatan û têkevin jiyaneke xweş û aram li gor ew fikir dikin. Ciwan dibêjin ku ew ji rewşa ewlehî ya nebaş, her wiha rewşa aborî ya xerab direvin. Omer Mensûr

ji rojnameya Kurdistan re got:”Sedema sereke ya koçkirina xortên Kurd, ew e leşkeriya neçar ya PYDê ye, rewşa aborî tê qedandin, lê leşkeriya PYDê nayê qedandin û nayê qebûlkirin.” Piraniya xortên Kurd ji Tirkiyê di riya belemeyê re dixwazin xwe bighînin

qiraxên Yûnanistanê, lê rewşa wan dikeve metirsiyeke mezin de.Herî dawî gelek welatiyên Kurd di nava avê de asê mabûn ji ber têkçûna motorê belemeya wan,hejmareke mezin jî di avê de dixeniqin. Îmad Elî dibêje:” Bi dehan xortên me di nava avê de dixen-

Dr.Bêkes Derwîş: Emê li ser şandina dermanan bo Rojavayê 2 Kurdistanê berdewam bin

3 Çima Rûdaw hate qedexekirin?

qin, bêyî ti sûncî, sedema sereke ew e nakokiyên siyasî ne.” Rojavayê Kurdistanê ketiye jêr metirsiyeke pirr mezin, ji ber ku êdî ciwan û genc lê nemane û ev yek jî sedema wê libal xelkê ew e nakokiyên siyasî ne di navbera tevgera siyasî de.

Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan karê wê berdewam e

3


2

24ê Tebaxê 2715 k 15-8-2015 z

Kurdistan -hejmar (59)

www.Pdk-s.com

Dr.Bêkes Derwîş: Emê li ser şandina dermanan bo Rojavayê Kurdistanê berdewam bin Dilcan Sorkî rdi t n - Girkê Legê Rojavayê Kurdistanê hatine, me hevpeyvînek ligel Dr.Bêkes Derwîş ku Kurdekî Rojavayê Kurdistanê ye pêk anî. Dr.Bêkes Derwîş ku Kurdekî Rojavayê Kurdistanê ye û li welatê Nêmsayê dijî ji rojnameya Kurdistan re li ser vê mijarê diyar kir: “Me derman bi qasî 400kg ku buhayê wan dermanan derdora110 hezar Euro bûn bo Rojava şandin, me ew derman ji gelek dezgehên Nêmsayê danehev û me radestî Rêveberiya Saxlemiya Dr.Bêkes Derwîş Dihokê kirin da ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bikin. arêzgeha Hesekê Piraniya coreyên wan derrastî diyardeyeke xe- manan ên nexweşiyên wek rab tê, ew e kêmbûna (Şekir- zext- meîde) her dermanan bi hemû wiha hin dermanên taybet bi coreyên xwe ji ber rewşa niha nexweşiyên kêm damaran.” ya ku Rojavayê kurdistanê Dr. Bêkes li ser lawazbûna têde derbas dibe û vê yekê beşê tenduristî li Rojavayê hişt ku nexweşî bi awayekî Kurdistanê axivî û wiha got:” pirr zêde belav bibin, û her Beşê tenduristî li Rojawiha coreyên dermanan hatin vayê Kurdistanê zehmetiya guhertin ji ber nebûna derkêmbûna kadroyên pijîşkî û manên xwecihî. dermanan dibîne, jibilî nebûna Di 30-7-2015an de derman hemahengiyê di navbera di riya Rêveberiya Saxlemiya baregehên tenduristî de li Dihokê li ser nexweşan li bajar Kurdistana Sûriyê, her wiha û bajarokên tevahiya Rojavayê kadroyên pijîşkî yên pispor Kurdistanê hatin belavkirin. û xwedan ezmûn nemane û Da ku em bêhtir nasbikin ew pêwîstiya Rojavayê Kurdisderman ji kîjan dewletê bo tanê bi tevahiya pêdawîstiyên

P

pijîşkî,derman, amûrên pijîşkî heye, emê li ser şandina dermanan berdewam bin û dê vî karî bi awayekî berfirhtir jî bi rêve bibin. “ Wî pijîşkî da zanîn ku bi şiyan û karînên xwe yên kesayetî karîbûn van alîkariyan bidin hev, helbet bi alîkariya hin kesên xêrxwaz, ku çendê caran derman gihandine pijîşk û komîteyên pizîşkî li Rojavayê Kurdistanê û eşkere kir ku wî bi tena serê xwe serperiştiya belavkirina 100kg derman di sala borî de kiriye, derbarê vê yekê de wiha axivî: “Min bi destê xwe 100kg ji dermanan radestî pijîşkên Qamişlo,Girkê Leqê û hin navendên tenduristî li Rojavayê Kurdistanê kiriye, û biryara 300kg ji dermanan ji Vienna bighêje paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê û piştre biçe Rojavayê Kurdistanê, berya niha jî 300kg derman me gihandibû hêzên desthilatdar li bajarê Kobanî.” Li ser vê pirsgirêkê dermansazekî bajarê Qamişlo wiha ji rojnameya Kurdistan re got:”Ji ber rewşa ewlehî ya nebaş û rawestandina kargehên çêkirina dermanan li Sûriyê li bajarên wek Heleb, Şam û Humsê hişt ku coreyên der-

manan ji aliyê pijîşkan were guhertin û vê yekê bandoreke nebaş li ser jiyana nexweşan kir, piraniya dermanên nih hemû Tirkî ne û paqijiya wan dermanan jî ne mîna yên Sûrî ne û ne bi qasî wan bi bandorin jî.” Welatiyekî li ser hatine van dermanan bo Rojavayê Kurdistanê wiha got:”Helbet bi hebûna rêjeyeke mezin ji penaberên ku ji parêzgehên din hatine deverên me, wê gelek tişt kêm bibin û ji nava wan derman jî, bi hatina wan nexweşî ji ber gemarê zêde bûne û helbet pêwîstiya wan bi dermanan heye, lê derman kêm in û em neçar dibin ku dermanên Tirkî bikar bînin û bandora wan jî kêm e, em hatina van dermanan ji welatê Nêmsayê di riya Başûrê Kurd-

istanê re tiştekî balkêş dibînin û hêvî dikin ji van kesên ku vî karê pîroz dikin berdewam bin li ser alîkarkirina bajar û bajarokên xwe li Rojavayê Kurdistanê.” Di vê dema dawî de, gelek êş û nexweşî belav bûne, bi taybetî di nav zarokan de, her wiha kêmbûna derman û planên tendirustiyê dibe sedemên serke ji wan nexweşiyan re. Di meha 7an de ji aliyê xwe ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê 30 ton derman û pêdiviyên tenduristiyê şand bajarê Kobanî .Her wiha di meha Avdara îsal de, bi fermana Serokatiya Herêma Kurdistanê, 3 ton derman û pêdiviyên tenduristiyê ji bo birîndarên teqîna Newroza bajarê Hesekê hat şandin.

Jiyana Ewropa qebûl bikin Çîmen Murad - Almanya

J

i despêka şoreşa Sûriyê, hêjmara penaberên koçberî Almanyayê bûne, hêjmara 110hezar kes bûrandiye û wek tê zanîn jî hêjmarek mezin hêj bi rê de ne û her wisa tê zanîn ku gelek kes di rêyên qaçax de, jiyana xwe ji dest didin, yan jî li welatên biyanî de hêjar û neçar dibin. Ew penaberên bi saxî û silametî digihin Ewropa, li vir jî pêşî rastî astengiyan tên, çi ji aliyê ziman ve çi ji aliyê kultûrî ve, çi ji aliyê civakî ve. Hikûmetên Ewropî hewl didin di hemû navçeyan de alîkariya penaberan bikin, lê wekî pêşîya gotiye “destek

destekî dişo”, yanî çawa ev miletê “gawir” wek em wan bi nav dikin alîkariya me û miletê me dikin, li vir divê em jî hem alîkariya xwe û hem jî alîkariya wan bikin da ku em tevde astengiyên ku di pêşiya me re derdikevin rakin, ne barê xwe li milê wan bikin û bi ser ve jî gazindan bikin. Yek jê ew e ku demê ez wek penaber berê xwe bidim welatekî divê ez rêzê li kultûr û civaka wî welatî bigrim, divê ez adet û teqalîdên wî welatî qebûl bikim da ez bikarim di jiyaneke parastî de bijîm. Ya diwemîn ew e, ez wek penaber ne tenê hewl bidim, ez mecbûr im fêrî ziman û jiyana civakî ya wî welatî bibim...(bê goman kes

terka eslê xwe û ziman û kultûra xwe nake, lê mirov nikare demê mirov mêvanê cihekî yan welatekî be û em wek penaber mêvanê vî welatî ne, em adet û teqalîdê xwe li ser wan ferz bikin) Ya siyemîn ew e, heger ez bixwazim bingehekê ji jiyana xwe û zarok û malbata xwe re li vir danim divê ez bibim parçek ji civaka vir, yanî tevlî têkilîyên civakî û kultûrî ya vir bibim û pira di navbera civaka xwe û civaka vî miletî de ava bikim. Demê kesên berê xwe didin Ewropa van xalan qebûl bikin û pêkbînin wê bikarin hem jiyaneke aram bijîn û hem jî bibin nimûnekî baş û rast ji miletê xwe re.


24ê Tebaxê 2715 k 15-8-2015 z

Kurdistan -hejmar (59)

Çima Rûdaw hate qedexekirin?

www.Pdk-s.com

Dengê we Dijwar Tewfîq rdi t n

J

Mihemed Beşar Dirbêsiyê

i sala 2004an heya 2015an Rojavayê Kurdistanê di gelek qonaxan de derbas bûye, lê guhertinên herî mezin û balkêş piştî Adara 2011an qewimîne. Di 1ê Nîsana heman salê de, yekem xwepêşandana dijî rijêma Esed li Qamişlo derket, berî Qamişlo jî, Li Amûdê yekem xwepêşandan li ser astê tevahiya Rojavayê Kurdistanê de hatibû lidar xistin ku digel yekem diruşma (Azadî) û yekem pêngava xwepêşanderên wî bajarê biçûk ber bi pêş ve, Kurd wê demê bûn beşek ji şoreşa aştiyane li dijî desthilatdarên Sûriyê. Hefte bi hefte nexşeya xwepşêandanên li dijî karbidestên Sûriyê berfirehtir dibû, heya ku gihişte astekî ku li tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê çalakî û xwepêşandanên azadîxwaziyê birêveçûn.

Welatekî li derveyî nexşeya kenalên ragihandinê

Li gor vekolîn û nivîsên rojhilatnasan û reportên rojnamevanan ji destpêka sedsala 20an û heya destpêka sala 2011an derdikeve ku gelek mijar li ser Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê de hatine nivîsandin û weşandin, lê para herî kêm ya parçeyê herî biçûk bû ku gelekî kêm navê Rojavayê Kurdistanê dihate gotin. Xwepêşanderên genc û ciwan karîbûn dengê çalakiyên xwe bi karîn û şiyanên xwe yên kêm û lawaz bigehînin seranserê dunyayê, ew jî di rêya bikaranîna alavên teknolojî yên li ber destan, hino hino navê bajarên Kurdî û dengê çalakvan û siyasetmedarên Kurd li cem şopênerên rewşa Sûriyê û temaşevanên TVyan dihate bihîstin, bi vê yekê jî ev parçeyê jibîrkirî kete nav nexşeya saziyên ragihandinê û bi xurtî cihê xwe girt.

Kenalên Kurdî û milmilaniya siyasî

Di destpêkê de çend kenalên Kurdî li Başûrê Kurdistanê xwestin ku bernameyên taybet bo rewşa Rojavayê Kurdistanê veqetînin, ji aliyê xwe ve jî PKK kenaleke taybet bi navê Ronahî vekir. Lê ji ber milmilaniya siyasî û guhertina awayê kar yê van kenalan, hêdî hêdî temaşevanê xwe jidest didan û nikarîbûn cihê xwe di nav gelê Kurd de bigirn. “Televizyoneke nû bi navê Rûdaw

Pêşkêşkirina ezmûnan zehmet e vebûye, dunayayê xerab dike yaw, hema her tiştî dibêje, tiştekî veşartî di bin cilikê de nahêle, em nizanin wateya Rûdaw çi ye..” Di destpêka vekirina Rûdaw de, piraniya xelkê Rojava bi van gotinan nerîna xwe didane xuyakirin. Piştî derbasbûna demeke kurt. PYD û Tev-Demê dest bi dijberiya vê kenalê kirin, vê dijberiyê heşt ku bîner û temaşevanên Rûdaw zêdetir bibin. Her serê demekê, nûçegihanekî Rûdaw rastî gef û hereşeyan dihat, heya ku dest û çavê Pêşewa Behlewî hate girtin û ji aliyê grûpeke çekdar ya bi navê malbatên şehîdên YPGê ve hate girtin û ew bi zorê digel Rodî Ibrahîm nûçegihanê Orient News ji Rojava hatin derxistin û ber bi Başûr ve hatin dûrxistin. Piştre, girtin û rêgirtina li ber karê nûçegihanên vê kenalê li Rojava destpê kir, heya ku gihişte astê qedexekirina karê Rûdaw bi yekcarî li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Çima û ji bo çi û kê ev biryar derxist?

Tiştê herî balkêş ew bû ku yekem biryara rêvebriya ragihandina PYDê ku nû hatiye damezirandin, qedexekirina karê Rûdaw bû. Ne dûrxistin ne giritin û ne gefên li ser nûçegihanan, karîbûn Rûdaw bisekinînin, û demjimêr 7 li Rojavayê Kurdistanê û li sernaserê wan cihên ku welatiyên Kurdê Sûriyê li nav û derveyî welat têde niştecî bûne, bû demjimêra Rûdaw, her kesî berê xwe dida ekrana vê kenalê, endam û dostê PYD û Tev-Demê berî yên partiyên din. Digel nebûna karebê, û ji bo dîtin û şopandina nûçeyên Rûdaw, xelkê Rojava miwelîde û motorên karebê vêdixistin, da ku bizanbin Rûdaw çi dibêje. Bandora herî mezin ya Rûdaw, sedema derketina vê biryara mezin bû, ku rêveberiya “kantona Cizîrê”ya PYDê ew xiste stûyê rêveberiya nû ya ragihandinê, lê rastî ne ev e. Biryara qedexekirina karê Rûdaw li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê berpirsyarên herî mezin derketiye, ku heya niha navê wan di kenalên ragihandinê de nayê gotin, ku ew kes bi xwe mîna şevreşkên nîvê şevê di nava otombêlên cam reş di nav cade û kolanên Rojavayê welêt de digerin û berî niha navê Başûrê biçûk li vî parçeyê herî biçûk yê Kurdistanê dikirin.

Ciwan Ibrahîm ji Hesekê wiha nivîsand: Ezmûnên kolêjên bajarê Hesekê careke din berdewam kirin piştî ku ji sedema rewşa Hesekê ya aloza hatibû rawestandin. Li her du kolêjên endezyariya şaristanî û Aborî ku dikevin başûrê bajêr de û tevî ziyanên madî yên ku gihiştine

avahiyê ezmûn hatin pêşkêşkirin. Gelo ew xwendekar heta çi redeye dikare ezmûnên xwe baş pêşkêş bike, bi nerîna min xwendekar zor zehmetiyê dibîne û dê bedêlê bide ji ber vê rewşa xerab, divê alîkariya van xwendekaran bê kirin û seqayekî baş ji wan re were dabînkirin.

Hunermendan jibîr nekin Hunermend Zubêr Ibrahîm ji bajarê Amûdê wiha nivîsand: Gelek hunermend hene li bajarê Amûdê dengê wan pir xweş in, lê mixabin windayî ne ji ber ti alîkarî ji wan re nayê pêşkêşkirin û gelek hunermend kilîp derxistine, lê ti

kenalên Kurdî yên muzîkê dergeh ji wan re venekiriye, daxwaza me ev e ku sendîkeyeke rasteqîne ji bo mafê hunermendan bê avakirin ta ku bergiriyê di ber mafê hunermend e bike, divê ew kenal guhdanê li hunermendan bikin.

Vegera welat Elaa Mihemed li Hewlêrê dibêje: Jiya ciwanên Kurd berî ku şoreşa Sûriyê destpê bike jiyaneke xerab derbas dikirin ji aliyê tunebûna kar û zehmetiyên jiyanê, lê dema şoreş vêket wan dest bi xwepêşandana u kirin û doza azadî û wekheviyê kirin, û ev şoreş di gelek

qonaxan re derbasbû, lê dema şoreş ket warê çekdarî de, xelkê gelek zirar dîtin nexasim ciwanan, ev ciwan koçber û penaber bûn û ez weke ciwanekî Kurd hêviya min ew e ku miletê me yê Kurd bighêje armanca xwe û ciwanên me vegerin welat.

Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan karê wê berdewam e ji bajarê Dirbêsiyê Navda Mele dibêje: Em wek Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî –Rojava kar dikin ji xizmet û alîkariya xwendevan û ciwanên Rojavayê Kurdistanê re, em pêdawistiyên wan dabîn dikin, û em ji wan re korsên zimanê Ingilîzî, Kurdî, Erebî û Tirkî vedikin û em alîkariya wan dikin di dabînkirna pirtûkên di-

bistanan de. Me tîmên werzişî ji keç û lawan re çê kirine, lê di vê demê de em rastî hin astengiyan hatine ji aliyê asayişa PYDê ve bi girtina endamê ofîsa sekretariya Ekrem Xelef, helbet em dev ji karê xwe bernadin û wê nama me bimîne, bi kar û zaniyariyê, nivşek azad û ayindeyek ronîdayî.

Ciwanên PYDê li zanîngehan Hesekê xerabiyan dikin Mihemed Ibrahîm ji Hesekê wiha nivîsand: Hat ragihandin endamên Tevgera Ciwanên Şoreşgêr a ser bi PYDê ve, êrişî 3ê mamosteyên Zanîngeha Hesekê kirin û li wan xistin. Dema ku xwendekarên Koleja Wêjeyê ezmûnên xwe li avahiya Koleja Çandiniyê dikirin, komekê ji xwendekarên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşgêr, êrîşî ma-

mostayên zanîngehê kirin, di dema ku mamostayên zanîngehê serpereştiya ezmûnan dikirin, gelo ev karê ku ciwanên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê çi sûdeyê dighîne doza gelê Kurd, bi nerîna min ev ciwan divê werin cezakirin ji ber ku nabe, tu kes nêzîkî mamosteyên zanîngehê bibin, karê hatiye kirin karekî pirr xerab e û ne kêmî tawanên mezin e.

3


4

çand û Huner

24ê Tebaxê 2715 k 15-8-2015 z

www.Pdk-s.com

Hisên Mamê: Zimanê Kurdî nema tenê zimanekî devkî ye Zêwa Remezan rdi t n - Hewlêr Nivîskar Hisên Mamê got ku piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê gelek guhdan li zimanê me, zimanê Kurdî hatiye kirin, lewma niha zimanê Kurdî nema tenê zimanekî devkî ye, lê bûye zimanekî nivîskî û êdî divê hemû kes bi zimanê xwe binivîsîne.

Kurdistan: *Hisên Mamê kî ye?

Hisên Mamê: Navê min Hisên kurê EbdulKerîm ê Mamê ye ( lê di nasname ya ku hîn jî min wernegirtiye Mamê bûye Elo !), di sala 1982an de li bajarê Hesekê ji dayik bûme, ti bawername yên bilind min wernegirtiye .

*Tu bêhtir çi dinîvîsînî?

Min xwe di warê nivîsandina helbestê de dî, di despêkê de min helbesta kilasîkmewzûn nivîsî, piştre ketim warê helbesta

nûjen, belkî ev sedemek bû ku ta niha min ti pirtûk çap nekiriye. Carcaran çîrokê jî dinivîsim, lê min nexistiye bala xwe de ku bibim çîroknivîs. Karim bêtir bi helbestê hestê xwe bînim der .

*Berhemên te?

Du dîwan hazirin ji bo çapkirinê, lê hin sedemin taybet henin nahêlin ku wan çap bikim .

*Tu nivîsandina Kurdî çawa dibînî?

Nivîsandin bo min pêdivyeke sereke ye nemaze bi zimanê dayik a min. Berê xwendevanên zimanê Kurdî kêm bûn, lewra gelekan ji nivîskarên Kurd berê pênûsa xwe didan zimanekî biyanî . Lê piştî şoreşa Sûrî , derfet çêbû , partî û rêxistinên Kurdî karin pir cêwaz û baş kirin di fêrkrina zimanê Kurdî, di heman

demê de milet bi kêfxweşî pêşwaziya vî karî kirin. Niha xwendevan û nivîskarên bi zimanê Kurdî pir hene, ez karim bibêjim zimanê Kurdî nema tenê zimanekî devkî ye, bûye zimanekî nivîskî . Zor spas bo hemû karmendên rojnameya Kurdistan û her û her serkeftî bin .

Naçarim naçar ku bibînim Dibînim qendeleft xetîrên koraniyê di çavên we de vêdixin Lê hûn çi dibînin jibilî sipiya çavê min? Xewnên min rengînin, keskesorê bi sed rengî dibînim. Dibînim ramanên we Heftok in di destê xwedê de, û her ramanek li ser rengekî dişemite û di dawa Iblîs de disekine .

Hisên Mamê

Alan Iço: Sitrana Kurdî bo min azadî û jiyan e Can Amûdê rdi t n - Amûdê

Hunermendê genc Alan Iço dibêje ku ew li ser awazên hunermendê navdar Mihemed Şêxo, Ciwan Haco û hin hunermendên din mezin bûye, her wiha dibêje sitrana Kurdî bo min azadî û jiyan e. Di vê hevpeyvînê de emê bêhtir wî hunermendê genc nas bikin. Alan Iço ciwanekî Rojavayê Kurdistanê ye û li bajarê Amûda rengîn dijî, temenê wî bîst salî ye, ew kolêja endezyariyê li zanîngeha bajarê Hesekê dixwîne, helbet karê hunerê jî di ber de dike.

*Te çawa jiyana xwe ya hunerî destpê kir

Di sala 2009an de, min dest bi fêrbûna alava Tembûrê kir, piştre min li civatên xortan di nav hevalên xwe de sitranên hunermendên navdar digot, mîna hunermendê nemir Mihemed Şêxo, Ciwan Haco û Feqê teyran û bi vê yekê ezmûneke min ya taybet bi hunerê çêbû, êdî min dikarî gelek şêweyên sitanan bibêjim.

*Çalakiyên te yên hunerî?

Alan Iço

Bi rastî, min di gelek ahengan de beşdar kiriye, ji nava wan ahengan bîranîna koça dawî ya hunermendê nemir Mihemed Şêxo, her wiha

ahenga rizgarkirina bajarê Kobanî, ku têde min sitran digotin û her wiha min sitranên netewî jî digot, bi taybet li ser Barzaniyê nemir û Pêşmergeyên Kurdistanê yên mêrxas û qehreman.

*Tu sitrana Kurdî çawa di bînî?

Di dema bûrî de sitrana Kurdî gelek astengî dîtiye li ser destên rêjîmên li dijî Kurdan, helebet ji ber qedexekirina ziman û çanda Kurdî û her wiha sitrana Kurdî, û van rêjîmên qirêj hin hunermend kuştine mîna hunermendê navdar Ayaz Yûsif ji Başûrê Kurdistanê ku li ser destê rêjîma Sedam Husên hate kuştin, û ji Bakurê Kurdistanê hunermend Şivan Perwer berê xwe da welatên Ewropayê çimkî zor û zext li ser hebû ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, ev min hin nimûne min anîne ziman, mebest jê ew e ku zordarî gelekî li ser gelê Kurd û hunermendan bi taybet hebû. Di vê dema niha de hunera Kurdî bi giştî li pêş ketiye ji ber ew astengiyên giran li ser rabûye, peyv û awazên Kurdî zêde bûne, ango ferhenga Kurdî pirr zengîn bûye, navend û saziyên fêrbûna hunerê

pirr bûne li her çar parçeyên Kurdistanê û vê yekê bandoreke erênî li sitrana Kurdî kir û hişt ku asta wê bilind bibe, em dikarin bibêjin li ser asta herêmî.

Sitran ji bo te çi ye?

Dema ez sitranan dibêjim hestên xweş û nazik dibînim, û sitran ji min re jiyan, evîn, vîn, welat û azadî ye.

Berhemên te çi ne?

Berhemên min çar sitran hene, navên wan ev in: ) bersiva evîna te- dilo- bilbilekî- ava welat), her wiha hin ji wan sitranan bi alîkarî û beşdarbûna her yek ji hunermend ciwan Elîz Îdê, sitrana çaremîn bi navê (ava welat) ji gotinên helbestvan Bavê Tarî, û awazê Murad Omerî ne. Ez hewldanên xwe dikim ji bo albûmekê nû di demeke nêzîk de tomar bikim.

Gotineke dawî ?

Bi hêvî me ku hunera Kurdî cihekî baş bibîne, di nava hunera herêm û cîhanê de, û ez spasiya rojnameya Kurdistan dikim ku guhdanê dide hunermendan, bila ti kes hunermendên xwe jibîr neke, bi taybet ew kesê ku nû dest bi hunerê kiriye.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.