rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
10ê Îlonê 2715 k 1-9-2015 z
Kurdistan -hejmar (60)
www.Pdk-s.com
DAIŞê li Kobanî ye û xelk dibêjin kanî parastin Ehmed Kêtikî rdi t n - Pirsûsê
Çekdarên rêxistina terorîstî DAIŞê careke din êrîşî gundekî bajarê Kobanî kirine û 17 welatiyên wî gundî revandin. Li gor zanyariyên me çekdarên DAIŞê serê sibê seat 8 roja 24-8-2015an êrîşî gundê Qolanê, ku dikeve başûrê rojhi-
latê Kobanî kirin û di encam de hejmarek welatî revandin. Çavkaniyên herêmê jî dibêjin ku çekdarên terorîst ên xelkê wê deverê ne, ku li başûrê Kobanî xalên kontrolê datînin û Kurdan direvînin. Ebdirehman Gelo endamê Mekteba
Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê li ser vê mijarê wiha ji rojnameya Kurdistan re got “:Operasyona revandina welatiyên sivîl ji gundê Qolanê yê bajarê Kobanî, ne yekemîn care ku xerqên ewlehî çê dibin û dê ne ya dawî be jî, helbet di jêr desthilata “kantona
Kobanî” de, berya niha me dît bê çi li bajarê Kobanî di 25ê Hezîranê de çê bû. Ev yek tê wateya wê yekê ku Kobanî di valahiyeke ewlehî de dijî û ti carî PYDê nikare parastina jiyana xelkê deverê bike. Gelo axaftina xwe berdewam kir:” Ev xerqên ewlehî li gor pîlaneke sîstemakirî tê, da ku xelkê deverê careke din venegere ser mal û milkên xwe û Rojavayê Kurdistanê ji Kurdan vala bibe û demografiya deverê jî bê guhertin.” Ehmed Îsa ji Kobanî wiha got:” PYDê tenê parastina xwe dike, bila kes neyê xapandin bi parastina ku pê bang dike, eger ne ji balafirên hevpeymaniyê ba, niha careke din Kobanî ketiba destê DAIŞê de.” Rêxistina DAIŞê cara di 25ê Hezîrana îsal de, êrîşî navenda Kobanê kiribû û di encam de nêzîkê 300 hemwelatî û şervan şehîd bibûn.
Eger rejîm neyê rûxandin zehmet e PYDê karê hevbeş bi ENKSê re bike
Vî dergehî li civaka Kurdî venekin Bila komkujî bêne rawestandin
2
3 3