rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
24ê Îlonê 2715 k 15-9-2015 z
Kurdistan -hejmar (61)
www.Pdk-s.com
Rewşa Efrînê xerab e Henan Efrînî Bajarê ev demeke ji aliyê hin grûpên tundrew mîna Ahrar El Şam û Cebhet El-Nusra hatiye dorpêçkirin û bi vê yekê rewşa bajar û welatiyan xerab dibe. Rêxistina tundrew a Cebhet El Nusra li derdroa Idlibê, ji 2 heftiyan berya niha ve nêzîkî 30 welatiyên Efrînê girtine û şer di navbera wan YPGê de her di-
dome, lê ne bi awayekî berdewam. Herî zêde yê ku zirarê ji vê yekê dibîne welatiyên herêmê ne ku nikarin bi serbestî karê xwe birêve bibin, ji ber tirsa revandin û kuştinê ya ku ew rêxistin pêk tîne. Ehmed Robarî ku xelkê bajarê Efrînê ye wiha ji rojnameya Kurdistan re
got:”Niha ji tirsa ve, em nikarin ji devera xwe derkevin, eger em hatin girtin dê emê ji kîs xwe biçin û kes nîne bi hawara me ve jî were, bila ew kesê xwe kiriye desthilat li Efrînê parastina me bike, ne tenê parastina berjewndiyên xwe bike”. Welatiyekî din li ser vê mijarê wiha
got:”Yê herî zirarê dide, ew belengazê welatî ye, ji ber ku ji hundir ve PYDê û hêzên ser bi wê ve me dorpêç kirine û ji derve jî grûpên tundrew, bila PYDê kiryarên xwe rawetîne û yekrêziyê biparêze, da ku bi hev re dijminê gelê Efrînê derînin”.
Gedo: Pêşmerge dê bibin bingeha artêşa Sûriyê ya paşerojê 2 3
Koçberî bûye pirsgirêkek navdewletî
Xwendin li Efrînê di metirsiyê de ye
3
Burhan Hiso: Helbesta kilasîk bingeha helbesta Kurdî ye
4