62_

Page 1

rdi t n

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

9ê Rezberê 2715 k 1-10-2015 z

Kurdistan -hejmar (62)

www.Pdk-s.com

Xwendin li Rojavayê Kurdistanê di metirsiyê de ye

şagirtên dibistaneke Rojavayê Kurdistanê

Adil Ibrahîm rdi t n - Hesekê Li Rojavayê Kurdistanê biryarên nû derbarê perwerdeyê tên derxistin, lê mamoste û pisporên xwendin perwerdeyê û her wiha welatiyên deverên Kurdî ji vê yekê dilgiran in û hişyariyê didin ku sîstema perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê di jêr metirsiyê de ye û berû têkçûnê ve diçe. Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê li bajarên Kurdî biryar da, êdî ji niha û

pêde programên xwandinê bi zimanê kurdî be û dê fikir û feslefeya Abdullah Ocalan têde be. Rêveberiya perwerdeyê ya ser bi rejîma Esed ve li bajarê Hesekê biryarek derxist derbarê girtina dibistanên sertayî li bajarê Qamişlo. Ev biryar li ser wan dibistanên ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê rêbaza xwe li ser wan sepandiye tê meşandin. Fewaz Mehmûd alîkarê wezîrê perwerdeyê di Hikûmeta Demkî ya Îtîlafa Sûriyê de got:” Programa xwandinê ku

PYDê dixwaze pêşkêşî zarokên Kurdan bike, programeke dûrî bingehên zanistî ye, ev yek xizmeta rejîma Esed dike û me dît bê çawa rejîmê biryara girtina dibistanan da, û bi vê yekê zarokên Kurdan bedêlî didin, rejîm dixwze dibistan bêne girtin û mûçeyê mamosteyan nede wan.” Welatiyê bi navê Ehmed Elî ji bajarê Amûdê wiha ji rojnameya Kurdistan re got:” Ez zarokên xwe nema dişînim dibistanên PYDê, dibistanên taybet çêtir in û bi vê yekê dê emê ji felsefeya PYDê

xelas bibin û dê zarokên me jî di xwendina xwe de jêhatî bin.” Berpirsekî Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan li ser vê mijarê wiha got:” Bila PYDê fikir neke, em li dijî zimanê Kurdî ne, em ne li dij in, lê ne bi şêweyê PYDê dixwze. Derbasbûna Zimanê Kurdî demeke dûdirêj jêre divê, dema niha bawer nakim em bikarin vê yekê bikin.” Tê zanîn ku Encûmena Nîştimaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê û Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan ev biryara PYDê redkirine.

Fermanên PYDê dikevin xizmeta rejîma Esed

2

Ka em tovê tirsê diyarî hev bikin

3


2

9ê Rezberê 2715 k 1-10-2015 z

Kurdistan -hejmar (62)

www.Pdk-s.com

Siyasetmedar...Fermanên PYDê dikevin xizmeta rejîma Esed Kurdo Sorkî rdi t n - Hewlêr

Li gor beyanameyekê ku ji aliyê Nivîsgeha Ragehandina Encûmena Yasadanan a kantona PYDê hatiye belavkirin, derbarê mal û milkê wan malbatên koçber de biryarek hatiye stendin. Di beyanameyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku ev yasa bi dengdana praniya endaman hatiye pesendkirin . Di beyanameyê de hatiye gotin ku “ev biryar bo parastina mal û milkên wan malbatan e ku ne li Rojavayê Kurdistanê ne, yan jî ne diyar in .”‫و‬ango koçber bûne Piştî pesendkirina vê yasayê otomobîl, xanî, şûnê kiştûkalî, bazirganî û bazirganî yê xelkê koçber dikeve jêr xizmeta rêveberiya PYDê û xelkê navçeyê. Li ser vê mijarê rojnameya Kurdistan hin nerînên siyasetmedar û welatiyên Rojavayê Kurdistanê veguhest. Jiyan Omer berdevkê Şepêla Paşeroj a Kurd li Sûriyê got:” Fermanên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê tenê xizmeta şerê DAIŞê yê li dijî Kurdan dike, DAIŞê terorê tîne serê Kurdan di rêya guştin

û koçberkirina gelê Kurd e, û PYDê jî desteserkirina li ser mal û milkên welatiyên Kurd helel û rewa dike, ku ev yek ne dûrî ayawên ku Maffia bikar tîne, lê tenê kiryarên PYDê di çarçoveya awayekî ji awayên terora dewletê ya sîstemakî tê hijmartin.” Omer lêzêde kir :”Fermana nû ya bê wate ya ku kantona PYDê derxistiye, ne cuda ye ji fermanên din yên ku hatine derxistin. Ev ferman ti girêdana wê bi piransîpên civaka demokratîk nîne û berovajî vê yekê ye. Siloganê “umeta demoqrat” ya ku PYDê pê bang dike mîna siloganên rejîma Esed û partiya Beis in.” Omer diyar kir ku ev ferman dê mîna her kiryareke PYDê ya li dijî Kurdan be li deverên Kurdî ji ber ku pêkhatên wekû Ereb û Siryaniyan, ev ferman qebûl nekirin, ji ber vê yekê jî dê Kurd tenê bibin qurban. Heger mirov li fermanên PYDê temaşe bike, bê çi aniye serê Kurdan ji fermana leşkeriya bi zorê, îdyolojiya Ocelan, girtina siyasetmedaran ta bi fermana desteserkirina

malên welatiyên sivîl, ku dê bihêle xelkê ji welatê xwe bar bikin û milkên xwe bifroşin, da ku milkê wan neyên dizîn û kes ji xwe re nebe.” Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê û şerê DAIŞê bi deh hezaran hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji welatê xwe derketin û DAIŞê li gelek cihan destê xwe danî li ser milkên wan. Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Ehemed Elo got:” Emê çawa nebin koçber û bi dehan ferman ji aliyê PYDê ve derdikevin, bila PYDê biçe erdê Kurdan ji Erebê Xemir bistîne, PYDê tenê li ser Kurdan xurt e. Bila Encumena Niştîmaniya Kurdî sînorekî ji kiryarên PYDê re deyne, gelo wê heta kengî wisa be. Kiryarên PYDê û fermanên wê jibal rejîma Esed in û ew di warê praktîkê de pêk tîne.” Nivîskar Pîr Ristem got ku desteserkirina milkên koçberan dê perçebûna di nava civaka Kurdî de zêde bike. Pîr Ristem ji rojnameya Kurdistan re li ser vê mijarê got:”Eger biryarek wisa derket, yan ne derket, lê ev yek tecru-

beyên socialismê û doza kolxozat û sofxozat tîne bîra mirov, wekû perçeyekî ji projeya seytereya(Dewlet û Rêveberiya Xwesr) li ser mal û milkên welatiyên ku koçber bûne, yan jî dê koçber bibin. Tişta ku tirsê çê dike ew e ku di rêya vê yaseya nû re, PYDê destê xwe deyne li ser mal û milkê her kesekî ku li dijî siyaseta Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê be, wê demê ew kesê dijber yan wê tevlî ref û îdyolojiya wan bibe, da ku parastina malê xwe bike, yan jî dê koçber bibe û mal û

milkên wî ji PYD û PKKê re bimîne.” Ristem diyar kir ku ji bo rawestandina vê pêla koçberiyê li deverên Kurdî, pêwîste tawafiqeke siyasî Kurdî di navbera tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çê bibe (Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKS û Tevgera Civaka Demoqratîk Tev-Dem), ku karibin pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û jiyaneke xweş ji welatî re dabîn bikin, wê demê dê koçberî bête rawestandin.

Salvegera şehîdbûna sê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê Helebça Sadûn rdi t n - Hewlêr Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û piştî ku hatin perwerdekirin ji aliyê pisporên leşkerî yên Herêma Kurdistanê, tevlî şerên li dijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê bûn, ku di encam de zêdeyî 20 Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê heta niha şehîd ketin . Salvegera yekem ya şehîdbûna 3ê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên bi navê (Comerd Mişo, Delîl Ehmed Elî Mihemed, Silêman Hemze Hacî) hate vejandin. Mulazim Comerd Mişo bi xwe xelkê gundê Girzîro yê girêdayî bajarê Dêrikê ye û di detpêka avakirina Hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, ango di sala 2012an ve tevlî rêzên Pêşmergeyan bû, û

di jêr siloganên azadiyê de şer dikir . Comerd Mişo, di 16-92014an de, di dema şerê rêxistina DAIŞê de li devera Hesen Şam li gundê Sêvdîn bi rêya TNTê hate şehîdkirin .Comerd temen 28 salî bû, û derçûyê zanîngeha mafnasiyê bû . Cîgirê Efser Delîl Ehmed Elî Mihemed xelkê gundê Til Zîwan ya girêdayî bajarê Qamişlo ye û di sala 2012an ew jî tevlî rêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê bibû. Delîl jî di Batalyona azadî de şerê rêxistina DAIŞê li Herêma Kurdistanê dikir û beriya deweta xwe bi 2 heftiyan û bi rêya TNTê li devera Hesen Şam li gundê Sêvdîn şehîd bû. Delîl te-

men 27 salî bû û derçûyê peymangeha çaksaziyê bû . Cîgirê Efser Silêman Hemze Hacî ji Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên yekem bû ku tevlî refên Pêşmerge bibû .Silêman xelkê gundê Girdêma Helîmê yê girêdayî bajarokê Tirbespiyê ve ye û di batalyona azadî de Pêşmerge bû .Silêman zavayê 27 rojî bû, û di sengerê şer de li devera Hesen Şam li gundê Sêvdîn di rêya TNTê de şehîd ket . Hersê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bi merasîmeke berfireh û bi amadebûna cemawerekî mezin cenzeyên wan derbasî nava xaka Rojava bûn û bi axê li wir hatin spartin.

Silêman Hemze Hacî

Comerd Mişo

Delîl Ehmed


9ê Rezberê 2715 k 1-10-2015 z

Kurdistan -hejmar (62)

Ka em tovê tirsê diyarî hev bikin Mihemed Emîn Sadûn

Di zimanê bazar û kirîfirotinê de têgeha xwestin û raxistinê serdestî û serdariyê li buhayê berhem, kel û pelên bazarê dike. bi gotineke dîtir, çi dema ku tiştek pir bibe û bi koman di bazarê de were raxistin, bê guman wê xwestin li ser kêm bibe û bi vê yekê wê buhayê wê jî bikeve. Lê eger ew tişt kêm bibe, wê xwestin li ser pir bibe, li ser wê yekê buhayê wê jî bilind dibe . Eger em li têgeha tirsê di bazara me de binêrin, emê bibînin ku dêzên tirsê di ser hev de ketine, tirs bi koman hatiye raxistin. Îro di bazarê de, bazirgan û bazarkeran xwe dane ber siha dêzên tirsê, li ber hênkaya siha bazarên xwe dikin, ava cemidî û çayê vedixwin û pê re gilî û gazindên xwe ji hev re dibêjin, û di nava dûmana çixaran de birînên kev in vedikin û yên nû pêre bar dikin. Ev ne tiştekî nû ye, ji berê ve di welatê me de, dema yek tovê şînîyekî nû tîne yan jê diçîne. Cotyarên deverê tev de wê salê ji wî tovî diçînin, çavlêkirine, zikêşî, nimizbûna astê rewşenbîriya çandinê ye, û ji ber wê jî, berhemê wê di bazarê de pir dibe, buhayê

wê jî kêm dibe, cotyarê belengaz berhemê wî, wê salê, yan bi buhayekî erzan tê firotin, yan jê dimîne di nav çavên wî de. Vêca va îro, berhemê tirsê di bazara me de bûye dêz, ne tê dakirin û ne tê firotin. me her tiştên xwe piştguhkirine. Axaftin, çîrok, xewin, danûsitandinên me li ser çinîn û çandiniya tirsê ye, û tirsê rehên xwe berda ne herderî, koçik û dîwanan, civîn û civatan. Piştî ku tovê tirsê bi vê berferehbûnê di nava cotyarên me de belav bû, em ditirsan ku em bimînin li paş, ji derveyî refê xwe bistirînin, dawiyê xelk bêjin teredînin û mejî jî nînin. Tirs ketiye di kelşên hinavên me de, li ber rûbarê rondikên dayîkên pakrewanên me diseride, û bi me re weke guloka berfê mezin dibe. Ev e çend sal in em tovê tirsê diçînin, û tovê wê vediwejêrin, li herêmê belav dikin, şarezayî û zanyariyên berkerî li ser mifadariyên wê, ji nexweşiyên dûrbihîstina guhan, dûrdîtina çavan, canê giran, piştpehinbûn û zikmezinbûnê re didin xuyanî kirin. Hûn dizanin ku tirs dermanê gelek nesaxiya ye, û bi me re pîr bûye û şax û rîçalên xwe li dora hiş û sewdanê me pêçaye, hêvî û xewnên me dorpêç kiriye. Tovê tirsê di pêma û keleporê me Kurdan de jî kevinar e, di ferhenga zimanê me yê şêrîn de hatiye dîtin, bav û kalên me di berê de gotine: (Tirsoneko... temen dirêjo). Ji ber wê jî tirs di civaka me de ne şerim e, yê tovê tirsê neçîne nezane, û yê ne tirsê ji xwe ne zilame. Mirovê tirsonek serê wî

bilind e, rûyê wî geş e û dilê wî xweş e, îro ew cihê rêz ye di civaka me de, xelk ne tenê bi destekî silava wî vedidin, lê belê li semta wî disekinin, silava wî bi herdu destan vedigerînin û pêre serê xwe jî jêre ditewînin, çi daxwaz û xwestekên wî hene jêre pêkbînin…!?. li Ser bextê wan be, ji ber ew xwediyê şêwir û beryara ne, dibêjin wê îsal deriyê berîkana tirsê di meha Avdara bê de were vekirin, û wê binêrin ka kî pir tirsoneke di welatê me de. Ji ber mirovê tirsonek çeleng e, di jîn û jiyana xwe de jêhatî ye, û ji bo mafê wî wenda nebe pêdiviye navê wî bikeve di nava lîsta kitêba Gênsê de, bawernama danerê têgeha tirsê û kilîta zêrîn ya dilê tirsonekan di serê sala nû de diyarî wî bikin. Ji ber jiyan bê tirs nabe, ,tirs havên û hevîrtirşk e, tirs bûye ba, xwarin û vexwarin, û her û her di gumana me de ye, tu devê me vekî, wê zincîra têgeha tirsê neyê birîn, û ji xwe tu zikê me biqelêşî, wê îsir û kewarên tovê tirsê birijin xwarê. Me tirs li ser delavê bilind di axurên hespan de danî ye kurik, ji bala me dernakeve, eger carna ji bîra me diçe, yan em bixwazin jibîr jî bikin, xêrxwaz hene ku bînin bîra me, li me negirin...li me biborin! Eger şensê we hebe û hûn jî ji xaka welat barnekin û di meha Avdarê de li me bibin mêvan, hingî hûnê merasîmê ahenga vekirina berîkana tirsê amade bibin, û em jî wê derfetê ji dest xwe bernadin. Emê xelata mêvandariya we çengek tovê tirsê ji we re bikin xelat û diyarî.

www.Pdk-s.com

Dengê we Dijwar Tewfîq rdi t n

Kaniya zelal Kovan Kinhos ji Qamişlo wiha nivîsandiye: Divê her Kurdek zanibe ku malbata Barzanî malbatek xwedî kedeke pir mezine. Ev malbat mîna kaniya zelal e, ava wê dermanê rizgarkirin û azadiya her Kurdekî ye. Lewra ji me tê xwestin em vê kaniyê biparêzin ji pîlanên xêrnexwazan. Projeyê Kurdistanê projeyekî şaristanî ye. Divê Kurd bi hev re bi biratî, bi awayekî aştiyan e vî projeyî biser bixin. Serkeftina gelê Kurd di rêya yekrêziyê re tê, bila Kurd piştevaniya serok Barzanî û Pêşmerge bikin ji ber ku ew in kaniya zelal.

Ber bi civaknasiya Kurdî ve Ezîz Heso ji Libnanê wiha nivîsandiye: Civaknasî an jî sosyolojî şaxekî zanistê ye li ser civakê, helbet ji mafê me ye ku em xwe nêzîkî civaknasiya Kurdî bikin û em nirxandinên civakî deynin, ku ew yek ji hebûn û heyîna xwe ji hundirê civaka Kurdî û kesayetiya mirovê Kurd û dem û cihê bi wî ve girêdayî hatibe wergirtin. Ya girîng ew e ku em vê ramanê belav bikin û em bihêlin bawermedên wê pir bibin, da ku cihê xwe bigre û em karibin li ser bingehekê wê avabikin. Û ev yek ji miletê Kurd re pêwîst e, da ku dazanên guhertinê bi rengekî baştir nas bike û dibe em neşaşbin eger me got; tinebûna evê zanistê an qelsiya wê sedemeke girîng e li dûv nenasîna me ya temam ji xwe re di warên civakî û sosyolojî de, ku bihêle em ji pir aloziyên xwe yên civakî û ramyarî ewên di nav civakê de belav bûne, rizgar bibin û wiha wan kelemên ku ne dihiştin civaka Kurd ber bi pêş ve biçe bidin dûrxistin.

Koçberî yan koçberkirin Alan Berakat ji welatê Siwêdê wiha dibêje:Tê zanîn ku koçberî diyardeyeke cîhanî ye, sedemên wê pir in, lê di nerîna min de, du sedemên sereke ji vê pirsgirêkê re hene. Yekem ew e rewşa aborî û ya duyem jî rewşa hundir ya xerab e. Gava ku ev her du xalên sereke dighêne hev di piraktîkê de wêrankirin dest pê dike. Ev tişt li welatê min Sûriya destpê kiriye û milet di şerekî navxwe de dijî, û nexuya ye bê kengî ev şer wê were rawestandin. Di vê rewşa awarte de, tu nizanî tê kengî jiyana xwe jidest bide. Tê wê wateyê ku ciwanek bawernama xwe ya zanînghê hildigre hemû rê li ber girtîne, û ew neçar e ku çekan hilbigre yan jî koçber bibe. Ji hêlekê din ve xwendekar nizanin kengî wê ezmûnên xwe pêşkêş bikin. Û ji xwe yê karker nikare bi karê xwe pêdiviyên rojane dabîn bike, ev sedemên me amaje bi wan kirin dibin sedemên koçberiyê.

Nanê kapekê Ji bajarê Dirbêsiyê Navda Mele wiha dibêje: Nanê nanxaneyên li bajarê Dirbêsiyê nayê xwarin û ne baş e, çimkî arvanê wan ne paqije û her tiştên ku nexweşiyan çêdikin tê de heye, û wê bandora vê yekê pir xerab e li ser tenduristiya mirovan di paşerojê de. Bê guman tu çavdêrî li ser van nanxaneyan jî tune ye, helbet ji aliyê kesên xwe kirine desthilatdarê bajêr, û di heman demê de genimê herêma me diçe Berava Sûrî û li wir tê firotin

3


4

9ê Rezberê 2715 k 1-10-2015 z

çand û Huner

www.Pdk-s.com

Li Amûdê goga torê tê lîstin Can Amûdê rdi t n - Amûdê Werziş li bajarê Amûdê pêş ve diçe, û di dema niha de gelek tîm hatine avakirin, xelkê Amûdê berê xwe didin werzişeke nû, ew jî goga torê ye, ku bi(volleyball) tê naskirin. Tîma Can Ciwan tîmeke navdar e li bajarê Amûdê, di vê hevpeyvîna ligel berpirsê tîmê Xelîl Çamo her tiştekî li ser nas bikin. Di kîjan salê de tîma we hatiya avakirin? Tîma Can Ciwan di sala 2001ê de hatiye avakirin li ser destên grûpek ji ciwanên bajarê Amûdê yên ku di lîstika goga torê de serkeftîne û di sala 2013an tîma Can Ciwan ya keçikan hat damezrandin. . Armanca we ji avakirina vê tîmê çi ye? Em dixwazin werziş bi giştî li Rojavayê Kurdistanê pêş ve biçe û bi taybetî goga torê (volleyball), û em hewldanê dikin ku em nifşek nû ava bikin ji keç û xortên me ku ji werzişa goga

torê hez bikin û vê lîstikê li pêş bixînin û em hêvî dikin ku keçên me karibin bi rola xwe rabin,da ku ji adatên civakê xelas bibin. Tîma we beşdarî lehengiyên werzişî kiriye? Tîma me beşdarî gelek lehengiyan kiriye û bi serketiye jî, beşdarî lehengiya bi navê Newroz kiriye û tê de pileya yekemîn bidestxist, beşdarî di lehengiya li ser asta Rojavayê Kurdistanê û beşdarbûna tîma me ya keçikan di lehengiya li ser asta Sûrî li Şamê li Dêr Etiye. Hejmara lîstikvanên tîma we çendin? Hejmara lîstikvanên tîma me ya xortan gihiştiye 30 lîstikvanî, û hejmara lîstikvanên tîma keçikan 70ê lîstikvan in, ji hemû temenan hene, û di heman demê de diyardeya koçberiyê bandora wê li ser lîstikvanên me gelekî hebû, lewra hejmara wan kêm bû.

Tîma Can Ciwan Ti alîkarî bi tîma we re hatiye kirin? Tu alîkarî bi me re nebûye ji aliyê dezgehên werzişî ve li Rojavayê Kurdistan, lê me ji xwe re komîtek darayî çêkir û her meh

lîstkvanên me alîkaryê didin, û em spasiya hemû endamên tîma Can Ciwan dikin yên ku li dewletên Kendavê û Tirkiyê dijîn li ser alîkariya wan bi me re, û em spasiya

lîstikvanê navdar Kawa Selah dikin û di heman demê de spasiyek ji bo berpirsê yaneya ciwanên Amûdê Kawa Sedûn û berpirsê yaneya Amûdê Ibrahîm Selvîç.

Dilyan Cafo: Bila Pêşmerge vegerin Rojavayê Kurdistanê Zêwa Remezan rdi t n - Almanya

Hunermenda bajarê Efrînê Dilyan Cafo li ser vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bo nava Kurdistana Sûriyê ji rojnameya Kurdistan re got”:Ez gelekî dixwazim

ku Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên qehreman derbasî nava xaka welat bibin û parastina jiyana hemwelatiyan bikin. Ji mafê Pêşmerge ye ku parastina perçeyekî

Kurdistanê bike, ji ber ku ew hêz hêza parastinê ya Kurdistanê ye li her çar perçeyan û ew milkê hemû mirovekî Kurd e.” Dilyan Cafo wek gelek hunermendan piştevaniya xwe ji bo Pêşmerge anî ziman û got:”Ez piştevaniya Pêşmergeyên qehreman dikim, Kurdistan milkê her Kurdisteniyekî ye û nabe aliyek tenê ji xwe re bibe, yan xwe li ser ferz bike, berya demekê min di wêneyekî xwe de aleya Kurdistanê hildabû û li ser nivîsandibû (Erê ji bo derbasbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê), dibe ku ev yek nîşana dilsoziya min ji bo Pêşmergeyên me be.” Hunermenda Kurd, Dilyan Cafo piştgiriya xwe bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de anî ziman û daxwaza yekrêzi-

ya gelê Kurd kir û got:” Bila bi aqil em fikr bikin, delîveyeke pir mezin û zêrîn li pêşiya Kurdan e û divê em sûdê ji vê yekê bibînin û vê delîveyê beravêtî nekin, divê gelê Kurd bibe yek û nakokiyên xwe hilîne û bide aliyekî, ji ber ku em vê yekê nekin dê her tiştekî mayî jî winda bikin. Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê divê derbasî Kurdistana Sûriyê bibin û mil bi milê hemû Hêzên Kurdî yên li wir şerê DAIŞê bikin û parastina jiyana Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bikin. Di şerê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de li dijî çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê DAIŞê, hunermendên Kurd bi awayên cuda piştgiriya xwe bo Pêşmergeyan tînin ziman. Dilyan Cafo, hunermendeke bajarê Efrînê ye, ku di sala

1992an li Şama paytext ji dayik bûye û li Şamê beşdarî gelek konsêrt û festîvalan bûye. Cafo di maleke hunerî de xwedî bûye, ku di sala 2009an de ligel malbata xwe koçberî welatê Dînemarkê bûye.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.