rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
23ê Rezberê 2715 k 15-10-2015 z
Kurdistan -hejmar (63)
www.Pdk-s.com
Li Hesekê Ereb di taxên Kurdan de zêde bûne Ehmed Gabarî rdi t n - Hesekê
Ev demeke xelkê bajarê Hesekê wekû gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê zehmetiya koçbûna Ereban berû taxên Kurdan ve dikşînin û tirsek bi wan re çê dibe. Piştî êrîşa DAIŞê li ser bajarê Hesekê, gelek malbatên Ereb dev ji taxên xwe berdan û berê xwe dane taxên Kurdan yên aram mîna (Salihiyê-Til Hecer- MiftîNasra - Kelasê) da ku debara jiyana xwe li wir bikin. Kurd bicihkirina Ereban li taxên xwe red dikin, lê li gor ew dibêjin asayişa Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê muhletê dide Ereban, da ku li taxên Kurdan xaniyan kirê bikin yan bikirin. Rewan Silêman ku ji xelkê bajarê Hesekê ye wiha li ser vê meseleyê got:” Dikarim bibêjim ku xeter li ser taxa Salihiyê gelekî zêde bûye, berya niha çend kolanên Ereban hebûn, lê niha ne wisa ye, Ereb dibin niştecî li şûna Kurdan, eger wiha berdewam bike dê Kurd bibin kêmîne. Bila asayişa PYDê ruxsetê nede Ereban ji ber ku tirsa wan heye.” Macid Elî ji rojnameya Kurdistan re wiha got:”Em ne li dijî tu kesî ne, lê ewlehî tiştekî pêwîst e, me dît bi çi hat serê Kurdan di şeva Newrozê de, ez dibînim ku alîgirên PYDê jî, ji vê yekê tore ne, lê nizanim çima asayişa wê muhletê dide Ereban, car caran dibe ku hin malbatên Ereb zarokên
Dîmenek ji Hesekê
wan asayiş bin jî. Êdî niha xelkê me bitirse ji ber ku rewşa ewlehî nebaş e û dibe ku ew
3
Pêşmerge jî kurên Rojava ne
Erebê hatibe di nava refên DAIŞê de be.” Ligel zêdebûna şepêla koça Kurdan, niha
Alan Kurdî bû sitran û niha dibe peyker 4
metrisî li ser guherîna demografiya Rojavayê Kurdistanê derketiye pêş.