64_

Page 1

rdi t n

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

10ê Gelarêzanê 2715 k 1-11-2015 z

Kurdistan -hejmar (64)

www.Pdk-s.com

Derbasbûna Pêşmerge dê guhertinê çê bike

Adil Ibrahîm rdi t n

Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê

Kurdistan

Li gorî hin dezgehên ragihandinê, ku rêkeftinek derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) de pêk hatiye, herwiha nîşan bi wê yekê hatiye dan ku ev rêkeftin di navbera Amerîka û Wezareta Pêşmerge û YPGê de pêk hatiye. Lê herî dawî YPGê baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ti carî qebûl nakin ku hêza bi navê

Pêşmergeyên Rojava derbasî Kurdistana Sûriyê bibin. Xelkê Kurdistana Sûriyê jî derbarê vê meseleyê de gelekî bi hêvî ne ku Pêşmerge derbas bibin û xewna wan pêk were. Welatiyê bi navê Şiyar Şêxo li ser vê yekê wiha got:”Daxuyaniya YPGê tiştekî nebaş e derheqê Pêşmergeyên ku li ser hemû cureyên şer hatine rahênankirin, da ku parastina gelê Kurd li Kurdis-

tana Sûriyê bikin û dijiminên Kurdan bişkînin, daxuyanî bêtir xizmta rejîma Esed û hevalbendên wê dike. Heval Etê ku ew jî di nava Pêşmerge de efser e got”: Ez ti sedemekê ji qedexekirina derbasbûna Pêşmrge re nabînim, em ji Kurdistana Sûriyê ji ber zilma rejîmê derketin û me nexwest ku berê tifinga xwe bidin singê birayê xwe, bila her kes bizanibe ku emê derbas bibin, ji ber ku biryara derbasbûna

me ne girêdayî daxuyaniyekê ye.” Îmad Elî dibêje ku berdewambûna jiyanê li Kurdistana Sûriyê dê li ser destê Pêşmerge be, ji ber ku Pêşmerge dê guhertineke cidî li ser erdê çê bikin. Li gor agahiyan, zêdetirî 6 hezar Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê li Herêma Kurdistanê amade ne û li benda rêkeftina aliyên siyasî ne, da ku karibin derbasî nav sînorê Kurdistana Sûriyê bibin û li dijî DAIŞê şer bikin.

Civaka sivîl di ramanên Barzaniyetê de Behzad Dorsin li malbata wî vegerînin

2

Radyoya Jîn tenê ji bo çalakirina rola jinê ye

3 4


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.