65_

Page 1

rdi t n

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

24ê Gelarêzanê 2715 k 15-11-2015 z

Kurdistan -hejmar (65)

www.Pdk-s.com

Buhara Kurdî

li Kurdistana Sûriyê destpê kir Kurdo Sorkî rdi t n -Qamişlo

Buhareke nû bi ser Kurdistana Sûriyê ve hat, tevî ku em niha di werzê zivistanê de ne, wiha welatiyên Kurdistana Sûriyê dibêjin, helbet piştî ku Encumena Niştîmaniya Kurdî benda bêdengiyê şikand û li dijî PYDê daket kolanan. Encumena Niştimanî ya Kurdî li

Sûriyê ENKSê çalakiyên nerazîbûnê li dijî biryarên rêveberiya ku nav lê tê kirin “rêveberiya xweser” a ser bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve berfireh dike. Û xwepêşandanên pirotestokirinê yên alîgirên ENKSê li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê belav dibin. Derbarê xwepêşandanên xelkê Kurdistana Sûriyê li dijî kiryarên PYDê, rojnameya Kurdistan nerînên xelkê veguhest. Elî Ibrahîm li ser vê mijarê wiha

Şelal Gedo: Lidarxistina xwepêşandanan mafekî rawa ye

Na ji koçberiyê re

got:”Divabû ku Encumena Niştîmaniya Kurdî berya niha xwepêşandan li dijî kiryarên PYDê lidarxistiba, lê di dema niha de jî ev yek baş e, ji ber ku xelk ji kiryarên PYDê tore bûne, û nema vê rewşa xerab tehemul dikin”. Yara Ehmed dibêje ku Encumena Niştîmaniya Kurdî dereng maye û Kurdistana Sûriyê ji Kurdan vala bûye û hemû kesên ku derdikevin xwepêşandanan temenê wan zêdetirî 40 salî ye, û yên mayî jî jin û zarok in.

Ji aliyê xwe ve Seed Ibrahîm got:”Xwepêşandanên vê dawiyê hisabatên PYDê lihev xistin, û êrîşkirina wan ji xwepêşandanan re mîna kiryarên rejîma Beşar Esed in”. Îmad Elî dibêje ku ev xwepêşandanên ku li deverên Kurdî rû didin, destpêk e ji buhara Kurdî re li dijî siyasetên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê û dezghên ser bi wê ve, yên ku azadiya her tiştekî qedexekirine û guvaşan li Kurdan dikin.

2

Tevî penaberiyê li kampa Giwêlan werziş berdewam e

3

3

Zeyneb Xoce: Hestê pênûsa min Kurdî ye

4


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.