rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
10ê çilê Pêşî 2715 k 1-12-2015 z
Kurdistan -hejmar (66)
www.Pdk-s.com
Komînên PYDê astengiyan ji
welatiyan re çê dikin
Adil Ibrahîm rdi t n -Hesekê
Piştî ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê xwe bi darê zorê kir desthilatdar û xwe li ser xelkê ferz kir, gelek kesên nezan anîn, û ew kirin berpirs di dezgehên xwe de, û li ser welatiyên Kurdistana Sûriyê ferz kirin. Rojane, tevî êş û azarên xelkê Kurdistana Sûriyê, lê nerazîbûna xelkê ji komînên PYDê tevlî êşê wan dibe, ji ber ku kesên di wan komînan de kar dikin, ne pispor in û piraniya wan bê bawername ne û hin ji wan derçûyê zindanan bûn, ku berya niha gelek tawan kirine. Şêrwan Şemsidîn li ser vê mijarê wiha dibêje:”Min berya demekê perçeyek zevî kirî, xwedanê zevî kesekî deyndar bû, min zeviyê xwe çand û tov jî avêtê, lê berya demekê yek ji komîna wî gundî bi min re axivî û got: Divê tu zevî li xwediyê wî vegerîne, destpê min got: Na, lê bi darê zorê ew zevî ji min stendin.. mixabin”. Xebat Salih ku ew jî çîrokek pê
re çê bûye wiha got:”Min xaniyê kurê mamê xwe kirê kir berya ku biçe Almanya, lê piştî ku ew çû Almanya, min kelûpelên xwe veguhestin, lê serokê komîna
wê kolanê ji min re got; divê tu derkeve û me agahdar bike û careke din vegera malê. Min yekser got ev kolan ji min re nabe, û ez çûm kolaneke din”.
û karên siyasî qedexe bikin, tiştê ku ji wan re tê, wek alîkariyan beşê mezin ji xwe re dibin û yê din jî li ser kêfa xwe belav dikin”.
Dîmenek ji Amûdê
Silêman Oso:
Sê pîlanên dagîrkeran
PYDê û rejîma Esed nahêlin Pêşmerge vegerin
Lêkolîner Ferhad Ebdilmecîd dibêje ku ev yek (kemîn) e ne ku (komîn) e, kesên ku têde kar dikin hemû sîxur in, çavdêriya xelkê dikin, da ku hemû çalakî
2
3