rdi t n
Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
24ê çilê PêŞî 2715 k 15-12-2015 z
Kurdistan -hejmar (67)
www.Pdk-s.com
Efrîn ji aliyê PYDê ve jî dorpêçkirî ye Ehmed Kêtikî rdi t n - Hesekê Berya çend rojan, Çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê 20 kesayetiyên ser bi rêxistinên civaka sivîl desteser kirin. Li gor hat zanîn ku wan çekdaran Serokê Komeleya Buhar û hejmarek ji endamên wê komeleyê girtin. Herwiha heman çekdaran 2 endamên Komeleya
Şiyê jî girtin û bi giştî hejmara girtiyan bi tevahî gihişt 20 kesan. Di nav girtiyan de 4 jin jî hebûn. Her du komeleyên Buhar û Şiyê, alîkariyên mirovî ji bo xelkê Efrînî pêşkêş dikirin û çalakiyên sivîl lidar dixistin. Ev yek hat di demekê de ku bajarê Efrînê ji aliyê komên tun-
drew ve dorpêçkirî ye. Derbarê vê bûyerê lêkolîner Zekeriya Huserî ji rojnameya Kurdistan re got”:Girtin ne tiştekî nû ye libal PYDê, ya ku palpiştiya wê ji rejîma Esed e, lê ya nû ew e, ku çekdarên PYDê êrîşî navdartirîn Komele ya xêrxwaziyê ku ji aliyê rêveberiya PYDê ve jî
molet wergirtiye kirin. Dibînim ku tiştek li pêşiya berjewendiyên desthilata PYDê de ranaweste, ku ew desthilat dixwaze her tiştekî ji xwe re istixlal bike di dema ku xelk zehmetiya buhabûn û kêmbûna madeyên xwarinê dikşînin”. Hisên Robarî li ser vê mijarê wiha got:”Wan kome-
leyan bi wan alîkariyên xwe bar li ser milê xelkê Efrînê sivik dikirin, ku ev demeke dirêje di bin dorpêça çekdarên îslamî yên tundrew ên wek Eniya El-Nusra û Ehrar El-Şamê de ye, lê niha Efrîn ji hundir û derve de dorpêçkirî ye, gelo wê heta kengî PYDê van kiryaran pêk werîne.
Dîmenek ji Efrînê
Leşkerên ROJ di şerê Şingalê de leheng bûn
2
Dûrî zarê tundiyê biçin
3
Emar Mûsa wêneyê Malva kir tablo
4
2 24ê çilê PêŞî 2715 k 15-12-2015 z
Kurdistan -hejmar (67)
www.Pdk-s.com
Şervan Dêrikî: Leşkerên ROJ di şerê Şingalê de leheng bûn Helebça Sadûn Efserê Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yê bi navê Şervan Dêrikî got ku leşkerên ROJ bi lehengî beşdarî şerekî li gundê Gulat di operasyona rizgarkirina Şingalê de bûn, û serkeftineke mezin bi dest xwe ve anî. Leşkerên ROJ beşdarî çi şerî bûne ? Leşkerên ROJ beşdarî hemû şerên li dijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê bûne, lê şerên herî zehmet û giring, şerê Hemdaniyê, Zertik û Bendava Mûsilê bûn, û niha mihwerê herî zehmet li Eskê Mûsil ta Sêriyana Keskê û Til Efer ku di bin kontrola leşkerê me de ye. Di heman demê de di Destana Sehlic de jî me gelek şer kir, û me gelek şehîd jî dan. Herwiha leşkerên ROJ şerekî herî mezin li gundê Gulat di operasyona rizgarkirina Şingalê de jî kirin û serkeftineke mezin bi dest xwe ve anîn. Gelo Leşkerên ROJ daxwaz kirin ku biçin Kobanê? Belê, Leşkerên ROJ daxwaz kirin
ku ew biçin Kobanê, lê bi sedema nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistana Sûriyê de, hêza me neçû Kobanê. Bi rastî partiya ku xwe kiriye desthilat li Kurdistana Sûriyê, nehişt ku Leşkerên ROJ derbasî Kobanê bibin, bi hênceta ku wê şer di nava hêzên me û yên wan de biqewime, bê ku bizanin ku şerê birakujî li cem Leşkerên ROJ qedexe ye. Ragihandina PYDê we bi Tirkiyê ve girê dide? Ti rastiya van nûçeyan tune ye, û ez di wê baweriyê de me, ku ti belge jî di destê wan de tune ne, Hêza Leşkerên ROJ li ser wan imkaniyatên ku Herêma Kurdistanê û serokê Herêmê Mesud Barzanî ji wan re pêşkêş kiriye hatiye avakirin, û meşq û rahênana wan jî li ser destê fermanderên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bûn, herwiha mûçeyên xwe jî ji aliyê Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî ve werdigrin . Li Kurdistana Sûriyê hêza Sûriya
Demokratîk hatiye damezirandin, hûn çawa vê hêzê dibînin? Hêza Sûriya Demokratîk bi mebesteke siyasî hatiye avakirin, û di bin rêveberiya YPGê de hatiye avakirin, ji Ereb û xiristiyanan pêk tê, lê hûn hemûyan li ser hev kom bikin, ji bilî YPGê, ne bi qasî hêza Leşkerên ROJ e. Lê pirbûna hêzên leşkerî li Kurdistanê Sûriyê nakeve berjewendiya gelê me, ji ber ku piraniya van hêzan mîlîs in. Nameya te ji bo aliyên siyasî ? Daxwaza me ji alî û hêzên siyasî yên li Kurdistana Sûriyê ku werin û seredana Leşkerên ROJ bikin, û jiyana wan bibînin û rahênan, hêz , bîr û baweriya wan ji nêzîk ve bînin, û pişt re biryarê bidin û wê demê gel çi biryarê bide, em bi wê biryarê re ne. Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê li Herêma Kurdistanê tên naskirin bi leşkerên (ROJ). Piştî şoreşa Sûriyê, bi sedan ciwanên Kurdistanê Sûriyê ji leşkeriya rêjîma Esed cuda bûn, yan jî reviyan
Şervan Dêrikî: Yek ji fermadarên Leşkerên ROJ
û berê xwe dan Herêma Kurdistanê û daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê û serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî kirin, ji bo avakirina hêzeke taybet bi Kurdistana Sûriyê. Destpêkê ji fewcekî destpêkirin, ku ji 700 leşkerî pêk dihat û pişt re ew fewc mezin bû. Leşkerên ROJ, hêzeke
Kurdistanî ye, xwedî rêbazeke Kurdî ye, û hatiye damezrandin ji bo parastina deverên Kurdî, ne di bin bandora ti partiyekê de, yan jî di bin berjewendiya ti aliyekî siyasî de, lewma Leşkerên ROJ ji çend partiyên siyasî pêk tê, herweiha kesên serbixwe jî di nava wan de hene.
Kongreya Riyazê hêj encamên wê nediyar in Nalîn Hesen rdi t n
Di her du rojên 9-10ê vê mehê de aliyên dijberiya Sûriyê li Riyazê paytexta Erebistana Siûdiyê kongreyek bi mebesta gotûbêjkirina belgenameyeke hevbeş derbarî paşeroja Sûriyê de lidar xistin. Opozîsyona Sûriyê gihan dîtineke hevbeş li ser mijara çareseriya siyasî ya danûstandinan ji bo kêşeya Sûriyê li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî yên bi heman mijarê ve girêdayî ne, tevlî parastina piransîp û neguhêrên şoreşê. Di beyannameya dûmahiyê ya ji Kongreya Riyazê derketiye, yê ku nûnerên aliyên leşkerî û aliyên Opozîsyona hundir û ya derve yên hemû pêkhatiyên civaka Sûriyê têde beşdar bûn. Beşdarên kongir li ser damezirandina desteyeke bala ji hêzên şoreşê û Opozîsyona Sûriyê yek nerîn bûn, ku bargeha wê li Riyazê be, da ku şandeya danûstandinê hilbijêre, û ew deste bibe lêvegera wê şandeyê di danûstandinên bi rejîma Esed re. Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê li ser yekbûna xaka Sûriyê û sivîlbûna dewletê û desthilatdariya wê
li ser hemû xaka welat li ser bingeha nenavendiya rêvebirinê lihev kirin. Beşdaran razîbûna xwe anîne ziman derbarê beşdariyê bi şêweyek demokratîk di rêjîmeke piralî de, ku nûnertiya hemû pêkhatiyên Sûriyê ji jin û mêran bê cudahî bike, bê çewisandina li ser têgeha Olî, Mezhebî an Milî, û li ser pirinsîpên hevwelatîbûnê û mafê mirovan û zelaliyê, pirsiyanê, sizakirinê, desthilatiya yasayê û pabendiya xwe bi evan mercan. Ji Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê her yek ji Fûad Elîko, Mistefa Oso û Ebdulhekîm Beşar amade bibûn. Her wiha Ebdulbasid Seyda wek kesayetiyeke serbixwe beşdar bû. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û dezgehên ser bi wê ve, ji aliyê kongreyê ve nehatine vexwendin. Bilind Hisên ji xelkê bajarê Hesekê ye, li ser kongreya Riyazê ji rojnameya Kurdistana re got: “Lihevkirin li ser Sûriyeke demokratîk bêyî ti cudahiyên olî û netewî tenê nivîsek li ser qaxezê ye, û divê mafên netewî yên Kurdan di destûra dewletê de bêne çespandin, meseleya ku wek berê ev pêkhat bi hev re jiyanê bikin, ev tiştekî pir zehmet e, ji ber ku wê Sune tola xwe hilînin û herwiha niha Şîe li ser Mezhebê şer dikin, zehmet e ku di paşerojê de pêkvejiyan bê duristki-
Opozîsyona Sûriyê
rin”. Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) digot; ku beşdarbûna wan dê di nava Îtîlafê de be, her girîng e, ji ber ku wê hinek encam ji vê kongreyê dê derkevin. Lê rêveberiya PYDê digot ku ti encam ji vê kongreyê dernakevin û berûvajiya vê yekê kongreyek li Dêrikê lidarxist. Darîn Mihemed dibêje ku ne Kongreya Riyazê, û ne jî Kongreya Dêrikê daxwazên Kurdan bicih tînin, wê baştir ba, ku em wekû Kurd, dijberiyek me ya serbixwe li Kurdistana Sûriyê hebe, û biryara çarenivîsa Kurdan li wî welatî li ser milê wê be, ango yekîtiyeke rasteqîne di nava Kurdan de hebe, Kongreya Riyazê
hêj encamên wê nediyar in”. Berya niha Serokê Îtilafa Dijbereya Sûriyê Xalid Xoce jî ji Riyazê ragihand ku armanca vê kongreyê yekxistina dijbereya siyasî û serbazî ya Sûriyê ye. Ji aliyê xwe ve Ciwan Welîd got:” Kongreya Riyazê Kongreyek giring bû, ji bo yekgirtina aliyên dijberiya Sûriyê, û pêkanîna şandekê ji bo encamdana danûstendinan ligel rejîmê. Di nerîna min de krîza Sûriyê ber bi dawî ve diçe, û divê Kurd di her kongir û danûstendinên navdewletî de bo pêşaroja Sûriyê beşdar bibin”.
24ê çilê PêŞî 2715 k 15-12-2015 z
Kurdistan -hejmar (67)
Dûrî zarê tundiyê biçin
Bavê Serbest- Hesekê Hatiye gotin di serdema Mîrê Botan de mirovekî dixsok dihate civatê dema ku Mîr û melayê xwe bi Şeşrengê dilîstin herdem Melê ji bo mîr digot: Leşkerê xwe bid alî delalê min, cihê kelehê biguher şêrînê min û bi van gotinên xweş leystika xwe bi dawî dikrin. Ê dixsok ev şêwe pê nexweş hat carekê piştî civet belav bû hate nik Mîr û got: Mîrê min serê min bigorî serê tebî dixwazim razekî ji bo te diyar bikim, Mîr got: Bêje. Ê dixsok got : Ev Melayê te bo te bi tenê van devxweşiyan dibêje û ew bi xwe ne rastegoye keysebaze heger bi kesin din re bileyize wilo nabêje, lê ji ber tu Mîrê Botan e wisa daxive, Mîr got :Na na Melayê min ji kulîlka xwe de wisaye, heger bikare bilîze wê bi van gotinên xweş pêre baxive, ê dixsok tekez kir li ser raya xwe û ma girêdayî pê ve, Mîr got: Baş e sibeh tê xêr vêre,
www.Pdk-s.com
3
Qaziyê Kurdan
ezê têkevim pişt perdeya pencerê û tu bi melê re bi Şeşrengê bilîz, wê hingê emê Melê xweş binasin. Rokê bi şûn de Mîr hate ser soza xwe, kete pişt perdeyê yê dixsok û Melê dest bi lîstikê kirin her gav wek carên berê Melê daxive; delalê min , roniya çavên min, şêrîno xwedê jê razîbo, û bi van gotinên xweş lîstik bi dawî hat, Mîr ji pişt perdeyê derket . Melê xweş naskir çi di navbera Mîr û yê dixsok de çêbûye got: Birano min ji zarokî de zimanê xwe hînî peyva şêrîn kiriye heger çi kes bi min re têkildar be, ezê bi van peyvan pê re baxivim . (Mebesta min ) çawa kesin berpirsyar xwe dibînin rêzan li ser alavên ragihandinê wek Radyo,Tv, Kovar, Rojname, û helkeftan, bi taybet ên şehîdan bi gotinên tilx ne li rê peyvên zivir êrîşî birayên xwe ên Kurd dikin, ev kesana bi van kiryarên xwe çanda tundiyê,taliyê xwebixwet yê rikaberiyê di nava gel de gûr dikin çanda ku tim û tim me ziyan jê wergirtiye. Bê guman şehîd pîroz in, çi kesê ku giyanê xwe bi erzanî diber rizgarkirina xaka xwe de bide hêjayî rêzgirtin û rûmetê ye, ew xaka ku lê tê veşartin wê bibe zagorat ji bo Kurdan, hêjaye mirov bejna xwe li ber wan biçimî, ne bi peyva xweş zarê şêrîn baxive, wê hingê mirov bêhtir rûmetê dide şehîd. Xwezî van kesan zimanê xwe hînî zarê şêrîn bikrana!!
N. Omer - Dêrik Ji pêlpêlokên stranên dayîkan bi hejandina dergûșê re, ez qeftek awazên dengbêj û stranbêjan dirêsim û li seranser Amojgeha giyanê te diweșînim “Qazî Mihemed” ê serok. Gilokek berfa çiyayê evîniyê ez himbêzî aramiya canê xwe dikim û hêdî hêdî tevlî hingivê bêjeyê te yê taybet dikim û li ser maseya hastên te yên rast dikim û bi germbûniya wan re ez eniya te diramûsim, ew eniya hastên bav û dayîkan didê me. Qaziyê rêzdar! Keçikên Kurdan û jinên wan heta îro jî bisk û keziyên xwe li ser tevna halan te dirêsin, û steran û narînkên zava û bûkan li ser têlên demarên te bi deng û awaz dikin û bi zayîna kaniya dana te re dilîlînin. Heta niha jî ew mêbûniya xwe di neynika mêbûniya xanima te “Mîna” de dixemilînin û bi tîpên navê te û “Mîna” dibêjin û dipeyivînin. Heta îro jî mêrê Kurd darvaniyê di çêregeha lehingiya te de berdewam dikin, ew baș dizanin çêregeha te dîlana mêraniyê ye, dîlana mêrxwaziya bi deng û reng e. Qaziyê dildar! Me gelek caran hewil daye ku em
derbasî hola evîniya te û “Mihabad” ê bibin, da em fêrî “abiya” evînîya we bibin, da em fêrî çend bêje û wateyên pispisa hezkirina we bibin, û da di şîrava kaniya dilsoziya we de em xwe noq bikin û em kiras û xiftanê dilpakiyê li qam û qelefeta hest û nestên xwe bikin, lê em bê çare dimînin, ji ber ku evîniya we yekane zaye, û yekane jiya ye, û yekane di tabloyên evîndaran de hatiye neqişandin. Qaziyê Kurdan! Qeftên silavan, gilokên evîniya dayikê ji zarokan re, em ji giyanê te re dișînin. Xunava dilovaniya bav ji piçûkan re em tevlî dilovaniya te dikin, û em li asoyên cîhanê belav dikin. Bibûre em matmayî mane ku em çi diyarî te bikin, ji ber ku dana me li himber dana te, wê herî piçûk û qels bimînê. Lê ez dikarim erê bikim ku sûnda te ya bi rûmet li ser kakila dilê me hatiya nivîsîn û ti jêbir wê nekaribin wê jê bibin, ew sûnd bûye hevalcêwiya sirûda “Ey Reqîb” û di rengê “Ala” me de rengreng bûye.
Lewend li çeperê şer e û malbata wî li Ewropa ye Xelata Kurd
rdi t n -Dihok
Di vê dema dawiyê de bi hezaran welatiyên Kurdistana Sûriyê berê xwe didin dewletên Ewropayê, ji bo dabînkirina jiyaneke xweş û geş ji xwe re, lê di heman demê de bi hezaran Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê man di sengerên şer de, ji bo ku berevaniyê di ber xaka xwe de bikin, û jiyana Pêşmergayetiyê li ser çûna Ewropayê û jiyana penabertiyê pejirandin. Lewend Elî ku Pêşmergeyekî Kurdistana Sûriyê ye, û bi xwe xelkê bajarê Qamişlo ye, temen 20
salî ye û berî 2 salan berê xwe da Herêma Kurdistanê û tevlî refên Pêşmergeyên Kurdistanê bû. Lewend dibêje ku têkçûna rewşa abûrî û ewlehî ew neçar kir ku ji Kurdistana Sûriyê were Herêma Kurdistanê, lê li Herêma Kurdistanê tevlî refên Pêşmergeyan bû, da ku xizmetekê ji welatê xwe re pêşkêş bike . Malbata Lewend jî û ji ber rewşa ewlehî û abûrî ya zehmet berê xwe dan Tirkiyê, lê rewşa wan li Tirkiyê jî zehmet bû, lewma pişt re berê xwe dan Herêma Kurdistanê û li wir daxwaz ji kurê xwe Lewend kirin, ku bi wan re biçe Almanyayê, lê Lewend ev yek bi tund] red kir û ji dev Pêşmergetiyê
berneda. Pêşmerge Lewend niha bi tena xwe li Herêma Kurdistanê dimîne û rojên bêhinvedana xwe di nava hevalên xwe de li Dihok û Hewlêrê derbas dike, herweha car caran li bingeha xwe ya leşkerî, di nava Pêşmergeyan de diqedîne . Lewned dibêje ku Pêşmergayetî êdî bûye mal û malbata min, û ewê her bimîne Pêşmerge ji ber niha pêwîstiya welatê wî bi wî heye . Xewna Lewend wekî xewna her Pêşmergeyekî, ew e ku vegera Kurdistana Sûriyê, herwiha avakirina welatekî aram, lewma çek ji xwe re kir heval û sengerên şer ji xwe re kir war, ta ku xewna xwe bi cih bîne . Lewend Elî
Xelkê Til Temirê: Bila Kurd bibin yek Kurdo Sorkî
rdi t n - Til Temirê
Di encama teqînên bajarokê Til Temir 25 kes şehîd bûn, û 122 kes jî birîndar bûn. Roja pênşema borî 3 teqînên bihêz li bajarokê Til Temir qewimîn. Li
gor agahiyan, teqîn bi rêya otomobîlên bombekirî hatine encamdan. Hat ragihandin, otomobîla yekem li taxa Felestîn, ya duyem li nêzîkî Rêveberiya Çandiniyê û otomobîla sêyem jî li pêşberî benzîxaneyekê di nav bajarokê de teqiyan. Derbarê vê teqînê welatiyê bi navê
Îmad Elî got:” Bi rastî karîseteke pir mezinbû tiştê ku li bajarokê Til Temirê rû da. Ez vê bûyerê dixim histê kesê xwe kiriye desthilatdar, gelo çawa 3ê otombîl derbasî nav bazarê bûne, ev hemû pirs ji PYDê tê kirin. Ji aliyê xwe ve Sîham Ehmed li ser vê mijarê got:Nizanim çima PYDê
xwe tenê dibîne, bila Kurd bibin yek û Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê vegerin da ku xaka welatê xwe biparêzin. Ji nav wan 26 kesên ku nasnameya wan hatiye naskirin, 14 welatiyên ereb, 8 welatiyên kurd ku 5 jin di nav wan de ne û 4 welatiyên aşurî di nav de hene.
4
24ê çilê PêŞî 2715 k 15-12-2015 z
çand û Huner
www.Pdk-s.com
Di rêya şêwekariyê re netewa xwe didim nîşan Can Tewfîq - Amûdê
Şêwekar Silêman Şêxo dibêje ku tabloyên xwe di rêya dîrok, foloklor û pêmayê Kurdî re xweşik û zindî dike û di rêya şêwekariyê re netewa xwe didim nîşan. *Tu dikarî behsa jiyana xwe bike? Ez li Xasa Milan jidayik bûme, min zaroktiya xwe di navbera gund û bajarê Amûdê de derbas kiriye, min huner nexwediye, min reng anîn û çi li derdora min dihate dîtin, min ew nîgar kir, ev behre bi min re çê bû, bi xwendina min li ser hin hunermend û tabloyên wan û hin pirtûk û kovarên hunerî, behreya min bi pêş ket, û em wekî Kurd zemîneke me ya terzax û pêmayeke mezin ji dîrok, foloklor, destana li ceme heye û em pê tabloyên xwe zindî dikin. *Tu di kîjan warê şêwekariyê de kar dike û çawa bandorê dike?
Ez di warê nîgarêkêşiyê de dixebitim, û ez ji dibistana Rêyalîzmê me, ango karê min, xwediyên vê dibistanê, bi guman in ku pêdiviya çareserkirina helkeftê heye bi nîgarkêşkirina helkeftê wekû heyî, û ronîkirina hin hawayên girîng bikin, hunermend dixwaze bi mizeyeke hunerî bigihîne cemaweran bi şêwazê tomarkirina helkeftê, bêyî têvelî û cudahiya ji xweyitiyê bibe, nîgarkêş wênesaziya jiyana rojan e, bi rastî û dilniyayî dike bêyî ku xwe têxîne mijarê, nîgarvan xwe ji mijarê der dixe di guhestina wê weke heyî de, ew arîşeyên civakê bi rêya jiyana xweyî ya rojan e, çareser dike û çareyan belav dike. *Gelek caran tê gotin ku taybetmendiyên hunermendan bi wan re tên dinyayê, tu çi dibêj î? Dema ku mirov çê dibe behremendî jî, pê re çê dibin, xwe têde
dibîne û derbirîna hestên wî dike, piraniya hunermendan û ji wan ên cîhanî jî, huner di zanîngeh û Akadîmiyan de nexwendine, tevde behre ne, ji wan hunermendên
cîhanî jî (Umer Hemdî (Malva) weke mînak, huner bi giştî û jê jî, şêwekarî zîrekî ye, nîgar bi dema hebûna mirov re çê bûye, tenê huner me vediguhêze ketina çarenûs û têkderiyê û hunermend ew lehengê ku ji bilî xwe bêtir dikare ji sînorên xwe cuda bibe û êrîşî cîhanê bike bi wêrekî, û bi şêweyekî berhemdar, lewra her karekî hunerî ji me re, cîhanek e, ji bedewkariya mirov e, da ku pê zora narvînê bibe. *Bandora kê li te hebû? Hunermendên ku bandora wan ya erênî li vê hunerê heye, ew in ên ku helkefta xwe vidiguhêzin, gelek hunermend çê bûn û hin ji wan bûn cîhanî jî,weke mînak:Umer Hemdî û Bişar Îsa û Umer Hebîb û Xeleq Elhuseynî û Ebdurehman Dirêî. Nameya te? Ez nameya xwe di delîveya
Şêwekar Silêman Şêxo
hunerê re, didim mirovahiyê û huneran û ez çanda netewa xwe, ji cîhanê re vediguhêzim, çiku hunermend baylozê gelê xwe ye, sînoran ber bi cîhanê de derbas dike, bêyî paseportê.
Robin Hood bû Kurdî Zêwa Remezan rdi t n -Hewlêr Nivîskar û wergêrê Kurd Idrîs Hiso, çîroka Robin Hood ji zimanê Ingilîzî wergerand Zimanê Kurdî. Idrîs Hiso li ser vê yekê wiha ji rojnameya Kurdistan re got: “Zimanê Kurdî zimanekî zindî ye, zimanê zindî divê pê were nivîsandin, axaftin û bihîztin, çîrok beşekî gelekî giring e, ji bo zimanekî, nemaze çîrokê ku ji bo xort û zarokan têne amadekirin, ji ber ku (Robin Hood) Robên Hûd çîrokeke xweş û navdar e, dema
min ew bi zimanê Inglîzî û Erebî xwend, min ji xwe re got; çima ew bi Zimanê Kurdî nîne, lewma min ji xwe re kir kar, û bi hêvî me ku min karekî baş kiribe. Kes nizane bê kê ev çîrok nivîsandî ye, ev çîrok mîna çîrokên Kurdî li ser zarê cotkar û gundiyên Ewropayê berî 1000 salî dihatin gotin, wê demê Robên Hûd wek simbola dadwerî û mirovatiyê bû, beramberî zordariya oldar û desthilatdaran li wan welatan”. Hiso axaftina xwe berdewam kir:”Ji bilî vê yekê jî, çîrokên Robên Hûd gelekî xweş in, û dema em wan êvaran ji zarokên xwe re bi Kurdî bixwînin, em dê
Emar Mûsa wêneyê Malva kir tablo Adil Ibrahîm rdi t n
hestê mirovatî û bîrweriyê li cem wan biafirînin. Herwiha divê her tişt ne tenê çîrok werin wergirandin bo zimanê dayikê, ji ber wergirandin yek ji sedemên pêşketin û geşbûna ziman e”. Derbarê pirsa ku egera wê yekê heye Hiso çîrokin din wergerîne, Hiso got: “Zincîrek çîrokên din li ber destên min hene, û di dema bê de wê reşnivîsa wan jî bidawî bibe, û armanca min ew e, ku ez komek ji van çîrokên navdar ji kiltûra cîhanî wergirîn im Zimanê Kurdî, bihêvî me ku di demek nedûr de ev çîrok werin çapkirin, û bighên ber destê xwendevanên Zimanê Kurdî. Ez dixwazim ji
dayik û bavê zarokên Kurdan re bêjim çîrokan bi Kurdî ji zarokên
Şêwekar Emar Mûsa ku xelkê bajarê Hesekê ye, tabloyek durist kir ku ew tablo wêneyên hunermendê navdar Omer Hemdî (Malva) bû. Li ser vê tabloyê Emar ji “Rojnameya Kurdistan” re got:”Min ev tablo wek wefedariyekê ji bo giyanê Malva saz kiriye, di destpêkê de, ez dudil bûm, lê pişt re min saz kir”. Hunermendê nîgarkêş ê Kurdistana Sûriyê yê naskirî bi Malva, di temenê 64 saliyê de û ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyeke bajarê Viyenna ya Nemsayê berya demekê koça dawî kir. Tabloyên Omer Hemdî (Malva) ji giringtirîn û nadartirîn galerî û molên cîhanê her ji Parîs, NewYorkm Shicago, Los Angles, Berlîn, Viyenna, Roma û
xwe re bixwînin, paşeroj a zimanê me ye”.
Mîlano bigre heya Moskow, Warso û welatên erebî hatine danîn û tabloyên wî bi sedan hezar dolar hatine firotin. Omer Hemdî di sala 1951an de li gundê Til Nayif a ser bi parêzgeha Heseke ya Rojavayê Kurdistanê ve ji dayik bûye û ji destpêka zaroaktiyê ve ji nîgarkêşiyê hez kiriye. Piştî xwandina nîgarkêşiyê di sala 1970an de wek mamostayê huner li Sûriyeyê kar dike. Zêdetirî 7 salan, di salên navbera 1971 heya 1978an de li bajarê Şam a paytextê Sûriyeyê karê grafîk û nîgarkêşiyê ji rojnameyên Sûriyeyê re kiriye. Sala 1978an bi çîrokeke trajedîk, wek xwe behsa wê dike, ji Sûriyeyê diçe Lubnanê û ji wir jî ew û hevjîna wî diçin Nemsayê û li wî welatî akincî dibin.