Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
11ê Çilê PaŞî 1-1-2016
Kurdistan -hejmar (68)
www.Pdk-s.com
Li Kurdistana Sûriyê şekir nema ye Ehmed Kêtikî - Qamişlo Xelkê Kurdistana Sûriyê zehmetiya gelek tiştan dikşînin, mîna kêmbûna xizmetguzariyan di jêr desthilata Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de, ku di dema dawî de krîzeke mezin rastî welatiyên deverên Kurdî hatiye,ku ew jî nebûna yan kêmbûna madeyên sereke yên xwarinê ye. Şekir ku madeyeke sereke ye, niha li bazarên Kurdistana Sûriyê kêm bûye,û eger hebe jî, dê bi nirxekî gelekî buha bê peydakirin, da ku em nas bikin sedema vê yekê çi ye me hin nerîn wergirtin. Ebilselam Hisên ku bazirgan e, dibêje ku şekir li her deverekê heye,
lê tiştê ku niha rû dide lîstik e, kesên ku desthilatdariyê dikin bi kêfa xwe nirxan buha dikin, bêyî ku ti kes wan ceza bike, şekir tê komkirin di kogehan de, da ku bi nirxên buha bête firotin. Yasir Ehmed derbarê nirxê buha yê şekir matmayî dimîne û dibêje; gelo dibe ku nirxê yek kg ji şekir bi 400 Lîreyên Sûrî bê firotin, şelûpela nirxan bûye sembola vê qonaxê, û kesên xwe dikin desthilat di qula derziyê re li vê rewşê temaşe dikin, bêyî ku bipirsin, ka ev xelk çawa jiyana xwe ya rojane derbas dikin. Dîmenek ji bazara Qamişlo
Rêveberiyek dûrî demokrasiyê ye Adil Ibrahîm - Hesekê Li Kurdistan Sûriyê, di dema dawî de, hin rojnamevan ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve hatine girtin. Di 22 vê mehê de li bajarê Qamişlo rojnamevanê Kurd Amir Murad, sernivîserê
Dengê Hêvî FM hate girtin, berî wî jî di dawiya Mijdarê de li bajarê Girkê Legê rojanmevanê Kurd Gulal Liyanî jî hatibû girtin û li bajarê Amûdê Ferîdon Qico. Ev rojnamevan ji aliyê PYDê ve li ser tometên bê bingeh têne girtin, ku li pêş her kesekî xuya ye bê ev kes kîne, û çiqas xizmet pêşkêşkirine. Welatiyê bi navê Ehmed Ebdo li ser vê
Êrîşa li ser Ala Kurdistanê wê bimîne xaleke reş di dîroka PYDê de
2
yekê ji Rojnameya Kurdistan re axivî û got:” Her hêz û desthilata ku bixwaze rewabûn û piştevaniya navdewletî bidest bîne divê maf û azadiya rojnamevanan binpê neke, lê mixabin PYDê her tişt jidest da, helbet di rêya pêkanîna kiryarên xerab li dijî kesên rojnamevan. Bila PYDê dev ji kiryarên xwe berde û demokrasiyê biparêze”.
Rojnamevan Nalîn Hesen derbarê vê yekê wiha got:” Her navekî dezgehên Partiya Yekîtiya Demoqratîk, demokrasî têde heye, lê mixabin her tişt libal wan heye jibilî demokrasiyê.Tenê ragihandin ji dezgehên ser bi wê ve, ne qedexe ye, lê yên din qedexe ye û tometên bê bingeh bi wan ve vedkin, karê bi vî awayî dûrî piransîpên medya û ragihandinê ne”.
Alîkarî jî têne qedexekirin
Perwerde û Pewerdeya Xwemal
3
4
2 11ê Çilê PaŞî 1-1-2016
Kurdistan -hejmar (68)
Êrîşa li ser Ala Kurdistanê wê bimîne xaleke reş di dîroka PYDê de
www.Pdk-s.com
Hin dîmen ji Kurdistan Sûriyê Helebça Sadûn -Dêrik
Her kesê ku ji Kurdistana Sûriyê penaber bûye, dixwaze bizanibe rewşa Kurdistana Sûriyê û welatiyan çawe ye, û bi çi rengî bi rê ve diçe. Di dema min serdana Kurdistana Sûriyê kir, gelek tişt bi çavê xwe min dîtin, lê dixwazim li ser çend tiştan biaxivim.
Ala Sotoro li Dêrgehê Sêmalka
Fêsel Neso
Nalîn Hesen - Hewlêr
Di roja 17 Kanûnê de, ku roja Ala Kurdistanê ye, hejmarek ji welatiyên bajarokê Girkê Legê li Kurdistana Sûriyê bi vê boneyê ahengekê lidar xistin, û mezintirîn Ala Kurdistanê bilindkirin. Lê çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê bi 3 otombîlên agirkuj ava şêt li xelkê reşandin ku têde madeya Alfom ya kîmyawî hebû, û gelek ciwan girtin û binçav kirin, herweha ta niha çekdarên PYDê mal bi mal digerin û pişkinîn dikin, da ku Ala Kurdistanê ya 200m an bibînin. Li ser vê mijarê hin siyasetmedarên Kurd ji Rojnameya Kurdistan re nerînin xwe anîn ziman. Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê Fêsel Neso derbarê vê yekê de got; ku kiryarên PYDê derheqê miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê nema têne veşartin, û ta niha ew berdewam in li ser kiryarên xwe yên xerab. Neso axaftina xwe berdewam kir:” Bi rastî tevgera siyasî ya Kurd gelekî hewil da bi hemû rêyên dîplomasî û demokrasî, ew û Tev-Demê alîkariya hev bikin, lê mixabin Tev-Demê hemû rêkeftinên me ligel wan wekû Hewlêr 1, Hewlêr 2, Duhok binpê kirin.Tiştê ku di roja Ala Kurdistanê de li Girgê Legê çêbû ji reşandina avê li ser alê, girtina alîgirên PDK-Sê û ENKSê, herweha bikarnîna madeya Alfoma kîmiyawî ya qedexekirî cihê şermazariyê ye. Ev ala pîroz a ku bi hezaran Pêşmerge canê xwe di ber de kirin qurbanî, da ku berz û bilind
Jiyan Omer
bimîne. Wê baştirba ku PYDê bergirî di ber vê alê de bikra û ala pîroz li ser dezgehên xwe bilind kiriba .Divê PYDê kiryanên xwe yên xerab rawestîne, da ku em karibin alîkariya hev bikin, û bêhtir sûdê ji vê derfeta zêrîn ya ku ketiya destê Kurdan de bibînin.” Siyasetmedar Jiyan Omer dibêje”:Partiya PYDê careke din eşkere kir ku ew nikare bi rengekî aştiyane danûstandinê bi sivîlan re bike, lê tenê ew bi tundî dikare muameleyê bike, ku ev jî dibe sedem ku nakokî û dûrbûn di nava wan û civak Kurdî de li her cihekî bêhtir bibe .Bi êrîşa PYDê li ser Ala Kurdistanê ya ku nûneratiya piraniya miletê Kurd û tevegera siyasî ya Kurd dike, PYDê xwe bi tenê dihêla di hêl û hembêza dijminên Kurdan de. PYDê careke din hate rûxandin li pêşiya raya giştî ya Kurdî, û birîneke din di laşê Kurdî de zêde kir. Ez bawer nakim ku bi hesanî bê dermankirin û jibîr kirin û ev êrîşên PYDê li ser Ala Kurdistanê, wê bimîne şermezarî di dîroka wan de. Tevî vê yekê jî, em wek wan nakin û em nabêjin ew ne Kurd in, lê em ji endam û kadroyên wê partî re dibêjin; serkirdayetiya we şaştiyên mezin dikin, û hûn jî alîkar in bi wan re, helbet bi bêdengiya we yan jî bi cîbicîkirina tawanan derheqê birayên we. Bela hûn zanibin ku di dîroka cîhanê de ti carî partiyeke dektator li ser desthilatê bêdawî nemaye, lê belê ew hemû di bin pêlavên miletê ku zordarî li wan
Zekeriya Huserî
kiriye hatine rûxandin. Ji ber vê jî em wek birayên we şîretê li we dikin ku hûn bêdengiya xwe bişkînin, û sînorekî ji kiryarên partiya xwe re deynin. Lêkolîner û siyasetmedar Zekeriya Huserî got :”Ev ne cara yekemîn e û ne ya dawî ye ku, êrîş li ser Ala Kurdistanê ji aliyê baskê PKKê li Sûriyê (mebest jê PYDê ye) ve tê kirin. Beriya niha PYDê îdîa kir ku ev al, Ala Herêma Kurdistanê ye, û ala KCKê li xwe girt. Pişt re biryar derxist ku li gorî wê biryarê qedexe ye, ew al li çi cihekî were bilindkirin, û bi taybet li devera Çiyayê Kurmênc. Herweha li Efrînê jî dalqandina alê li ser otombîlan û dikanan hate qedexekirin. Berî destpêkirina şoreşa Sûriyê û bi taybetî di cejinên Newrozê de, PYDê razî nedibû ku Ala Kurdistanê were berzkirin ji ber vê jî ala Sûriyê bikar dianî. Careke din bilindkirina ala pîroz li Girkê Legê hate qedexekirin, û êrîş li ser xelkên sivîl jî hate encamdan di demekê de ku PYDê alên rêjîmên dijminan wekû (Sûriyê, Tirkiyê, Îran, aliyên hozên Ereb ) li bajarên Kurdan bilind dike. Dijminatiya PYDê ji Ala Kurdistanê re vedigere ji helwesta rêjîma Sûriyê beramberî sembolên Kurdan re mîna ( sûroda netewî, dîroka Kurdî, Pêşmerge, serkirdeyên Kurd), ku ew jî wekû helwesta Ometa Demqratîk ya Tev-Demê ye, ku herdem dixwaze neguhêr û piransîpên dewlet û gelê Kurd qedexe bikin bi aramanca nehiştina projeya Siyasî ya netewe Kurd”.
Dema mirov ji Herêma Kurdistanê di dergehê sêmalka yê sînorî re diçe Kurdistana Sûriyê, jibilî tevgera xelkê û çûnûhatinê, çavê mirov bi gelek tiştên din dikeve, yek ji wan tiştan ew e tevgera bazirganiyê ya çalak. Di dergehê sêmalka yê sînorî re rojan e bi sedan kemyonên barkirî bi madeyên xwarinê derbasî Kurdistana Sûriyê dibin, herweha ji Kurdistana Sûriyê jî derbasî Herêma Kurdistanê dibin. Ew made ji ard, birinc, şekir, herweha ji ajelan pêk tê. Rojane 10 hezar serî ji perzê nêr, herweha golkan ji Kurdistana Sûriyê derbasî Herêma Kurdistanê dibin. Lê Tişta herî balkêş di dergeha sêmalka de, tevî vê yekê xelkê Kurdistana Sûriyê zehmetiya kêmbûn û buhabûna van madeyan dikşînin. Li aliyê Kurdistana Sûriyê ti nîşaneke Kurdayetî tune ye, ji ber ku kesên têde kar dikin piraniya wan Ereb in, herweha tu alên Kurdî jî têde ne hatine bilindkirin, jibilî ala asayîşa PYDê, herweha ala Sotoro ya Xiristiyanî.
Rêjeya Ereban
Dema mirov ji dergehê Sêmalka yê sînorî der dikeve, û berê xwe dide bajarê, bi dehan rêbendên asayîşa ser bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve hene, dema mirov ji dûr ve wan rêbendan dibîne, dibêje
Ala Sotoro li Sêmalka
ku wê bi Kurdî bi te re biaxivin, lê bi zimanê Erebî diaxivin, di wî demê de rêbendên rêjma Esed tên bîra mirov berya ku desthilata xwe radestî PYDê û dezgehên ser bi wê ve bikin. Li deverên Kurdî rêjeya ciwanên Kurd kêm bûye ji ber yasaya leşkeriya bi zorê ya ku PYDê li Kurdistana Sûriyê feriz kirî, lewma PYDê Ereban tevlî refên xwe dike û ev yek li gor xelkê deverê tiştekî xerab e û metirsiyê li ser paşeroja deverên Kurdî çê dike. Li devera Koçeran ya bi ser bajarê Dêrikê ve 168 endamên asayişa ser bi PYDê ve hene, ku 86 ji wan endaman Ereb in.
Diyardeya zewaca zû
Rewşa welatiyan li Kurdistana Sûriyê zehmet e, û bi taybet ji aliyê abûrî û ewlehî ve, ji ber ku bilindbûna nirxê Dolar dihêle ku nirxê kelûpelên rojan e jî bilind bibe û bandora vê yekê nerênî ye. Ji aliyê civakî ve jî gelek kêşe hatine dirustkirin bi sedema rewşa abûrî û ewlehî, ku tevî ku rêveberiya bi ser PYDê ve zewaca zû li Kurdistana Sûriyê qedexe kiriye, lê ji ber kêmbûna rêjeya ciwanan, herweha ji bo ku keçên wan tevlî rêzên YPJê nebin ku baskê leşkerîyê PYDê ye, malbat neçar dibin ku keçên xwe bi temenê biçûk bi zewicînin .
Hêviyên welatiyan
Tevî rewşa zehmet û aloz, lê gelek ji welatiyên Kurdistana Sûriyê mal, milk, xak û warê xwe bi cih nehiştine, û her çavên wan li derbasbûna Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê ne, bi hêvî ne ku ew Pêşmerge rewşa wan baştir bikin di rêya peydakirina ewlekariyê.
11ê Çilê PaŞî 1-1-2016
Kurdistan -hejmar (68)
Kiryarên Şoreşê
Raid Mihemed-Kewirgosk Di nîva duyemîn de, ji sed saliya bûrî destewajeke ramiyarî hate bikaranîn di bin navê (Kombirador) ji layê şepêlên sosyalîstî û partiyên çep û ev terîm tê ser ew kesê berjewaz yê ku hevpeymaniyê ligel kapîtalê biyanî re girê dide, an ku bi pereyê biyaniyan berjewendiyên xwe bi cih dike. Bazara niştîmanî, gelek ne xem bû libal wî, Herwiha guh neda berjewendiyên welatê xwe, tenê merema wî ku girêdan bi biyaniyan re çê bike û ar-
mancê xwe bi cî bike. Reseniya terîma Kombirador ji zimanê Portugalî ye, û wateya wê ji ew kesê tiştan dike ango(kiryar) û destpêka wê li welatê Çînê bû, dema Partiya Sosyalîsta Çînî bi rêbertiya “Maw Tisî Tong” ev destewaje belav kir, û ew kesên alîkariya biyaniyan dikirin yan sipartedarê bazirganî bûn, ew ji layê Sosyalîstan ve dihatin hetikandin, ji ber ku Kombirador bernameyê kolonîtiyan û dagîrkeran bi kar tanîn .Wiha tê xuyakirin ku dijberiya Kombiradoriyê welatparêzî ye niştîman perwerî ye. Li Sûriyê û li Kurdistana Sûriyê pir Kombiradorên nû hatin afirandin ji malzaroka şoreşê û her yek ji wan berjewendiyên kesên biyanî û welatên herêmî bi cî anîn, û tevlîheviyeke mezin hate qadê û her yek ji wan kirasê welatparêziyê li gor armanc û berjewendiyên xwe, siyaseta xwe, xwesteka
xwe dipîve û li xwe dike, û tawana xiyanetê li dijberê xwe dike, mixabin li vir tenê welatî baceyê didin, li Kurdistana Sûriyê Kombiradorên mezin û piçûk derketin, hin li ser riwê zemînê kar dikin bê tirs û bi alîkariya hêzên xwecihî, ku karê xwe bi rengekî diyarkirî dikin, bi teybetî ew kesên girêdayî bi rexekî siyasî ve, û hin veşartî kar dikin û hin hene ji derveyî nexşa Kurdistanê ne, û rola xwe dilîzin mîna Kombiradorên li hindirû mane. Aboriya Kurdistana Sûriyê û jiyana welatiyan dikeve destê wan de, bi çi rengî be û tişta balkêş ku ne ragihandin û ne siyasetmedar li ser vê yekê ranewestiyane, û bi teybetî ku sedemek ji sedemên veşartî ji koçberiya miletê me ber bi Ewropa ve ye. Û heger aborî bimîne lîstik di destê wan kesan de, wê paşeroja welat mij û leylan bimîne.
Alîkarî jî têne qedexekirin Kurdo Sorkî -Til Temir
Alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
Çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê li Til Temir qedexe kir, ku alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî derbasî nav wî bajarokî bibin, û bi ser xelkê de werin dabeşkirin. Alîkariya ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibû pêşkêşkirin û dê bi riya Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê bihatiba belavkirin, ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê li bajarokê Til Temir hat
qedexekirin, ku ew alîkarî derbasî bajêr bibe û bigihîje welatiyan.Wan çekdaran bi her awahî rê li ber wê alîkariyê girtiye û nehiştiye ku kamyonên alîkariyê ji cihê xwe bilivin. Mihemed Ehmed li ser vê qedexekirinê wiha ji Rojnameya Kurdistan re got:” Ti carî min di jiyana xwe de nedîtiya bê kes qûtê xelkê asteng dike, yan nahêle alîkarî bighêje malbatên belengaz, PYDê mirovatî li cam nîne, û hestê Kurdayetiyê winda
kiriye, helbet ji ber kiryarên xwe yên çewt. Gelo çima PYDê ji alîkariyan ditirse, bi nerîna min PYDê ditirse xelkê mayî yên bi wê ve girêdayî dev jê berdin”. Ji aliyekê din serokê Mala Gel, ku ji aliyê PYD ve hatiye avakirin, ji bo derbasbûn û dabeşkirina wan alîakriyan merc danîne û gotiye, divê logoya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji ser kamyonên alîkariyê were rakirin.Serokê Mala Gel li Til Temirê herwiha ragihandiye, pêwîst e lîsteya kesên ku wan
alîkariyan werdigirin, ji wan re were pêşkêşkirin. Îmad Omer dibêje ku ev kiryara PYDê di xizmeta berjewendiyên dijminê gelê Kurd ye, û nabe ti kes astengiyan ji alîkariyan re çê bike û bi taybet bajarokê Til Temirê ku niha xelkê wê bi hewceyî alîkariyê ne, helbet piştî teqînên ku li bajarok rû dan”. Samya Xelîl li ser vê mijarê bêdeng nema û got:”Mirov ji kiryarên PYDê û dezgehên ser bi wê ve matmayî dimîne, çawa mirov dikare alîkariyên mirovî li ser xelkê xwe qut bike, gelo asta exlaqên Kurdayetiyê gihiştiye çi astê, bila PYDê ji kiryarên xwe fedî bike û li xwe vegere û yekîtiya nava mala Kurdî biparêze .”Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî roja 13ê vê mehê 60 ton alîkariyên mirovahî şandibû Rojavayê Kurdistanê. Karwana alîkariyê ji 14 kamyonan pêk dihat ku bi qasî 60 ton kelûpelên wek xwarin, betanî û hin pêdiviyên pizîşkî têde bûn û bi rêya Deriyê Sêmalka, gihiştin bajarê Qamişlo. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ew alîkarî li ser daxwaza Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) şandibûn Rojavayê Kurdistanê
www.Pdk-s.com
3
Perwerde û Pewerdeya Xwemal
Ezîz Xemcivîn-Almanya Dibistana perwerdeyê a seretayî, mal e. Perwerde giringtirîn raza civakî ye. Kesê/a ko ne perwerdekirî be, nikare kesekî dî perwerde bike. Perwerdekirina mirov, ji kêlîka pêşî ya ko bihna jiyanê dikişîne, dest pê dike. Mijarên abûrî û konevanî têkildariyên civakî ne. Ew xwe bi xwe hev tekûz dikin. Heke di avakirina kesatiya mirov, civak û welatekî de bin, bêguman hêmanine bingehîn dihêlin ev peywendiya diyalîktîkî di navbera wan de diyar bibe. Ji suriştiya daristanê, piçûkî û meznahî, bilindî û nizmahî hemî dar digel hev sebzeyeke kenok pêşkêşî jiyanê dikin. Herweha balinde û çivîkên vê xwezayê, awazên xwe, hem jî rengîniya per û baskên xwe ji dane û bişirîna xak, derya, baran, roj, deşt û çiyan dibin. Li gora nerîna min, di xwezayê de her dar, canwer, kurm, kulîlk û firinde bi perwerdeya xwemal ya ko xwezayê ji wan re bi zayîna wan re daye, ji xweber bi wê rêdanê perwerde dibin. Berevajî mirovan ko xêr û şer, rastî û xwarî, reş û spî, ken û girî û qencî û neqencî…h.d, tev de di destên me de ne. Li gora ko hozan û zanyarê derûnî yê Siwêsrî Carl Gustav Jung gotiye: Ta çi radeyê em dikarin razeyên civakî di hundirê xwe de biparêsin(anko veşêrin), ewqasî em dê di jiyana xwe ya civakî de serkeftî bin! Di civaka me Kurdan de herdem em hez dikin, ko şîretan li yê/a beraberî xwe bikin û em kesatiya xwe di ser şîretan re dibînin. Herweha em çiqasî hewldanan dikin, ko yê/a dî piçûk bikin û kesatiya xwe mezin bikin. Ji nezanî em diramin, ko kesatî wisa bilind, mezin û berz dibe. Pirsa herî giring, çima em ji perwerdeya xwemal dûr in, an jî em xwe ji wê dûr dikin. Bi kurtî kî ji me beraberiya xwemal bi xwe re dike? Tenê em ê gazinan bikin, ev yek nahêle ko tu caran em perwerde bibin. Perwerdebûn nayê wê wateyê ko em destên xwe li ber rûyê xwe deynin û li benda civak, dibistan û hem jî saziyan bimînin, heta ko ew me perwerde bikin. Helbet ez bi perwerdeya giştî re me. Lê belê ya xwemal jî ji kesatiya mirov re perwerdeyeke bingehîn e.
4
çand û Huner
11ê Çilê PaŞî 1-1-2016
Vîndar Hiznî dê albomeke bavê xwe bi dengê xwe bêje Rodî Xelîl
- Nêmsa
Hat zanîn ku dê Vîndar Adilê Hiznî yê ku niha li welatê Nêmsayê dimîne, û ew jî mîna bav û bapîrê xwe Hiznî sitranbêje, albomeke bavê xwe hunermend Adilê Hiznî temam bike û bi dengê xwe bibêje. Ku biryar bû Adil ew albom bi alîkariya Vîndar tomar kiriba, lê qederê nehişt ev yek biçe serî û çû ber dilovaniya Xwedê. Li ser vê yekê Vîndar Adil Hiznî ji Rojnameya Kurdistan re got; tevî ku ew bi xemgîniyê hest dike dema sitranên bavê xwe dibêje, lê da zanîn ku ewê li ser
rêya bavê xwe bimeşe, û dê alboma wî jî temam bike. Vîndar behsa albomê kir û daxuyakirin ku ew albom ji grûpek sitran pê tê, ku evînî û netewî li xwe vedhewîne, û dê ewê sitrana bi navê “Bi Xêr Hatî” bibêje ku li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Dema ku sitranbêj sitraneke kesekî delalî li ser dilê xwe dibêje gelo hestî wî dê çi be, Vîndar bersev vê pirsê da û got;dema ku sitarneke hunermendekî mezin wek Adilê Hiznî dibêjim hestekî bêhemba ye, ji ber ku wî min fêrî
www.Pdk-s.com
Dilanê biçûk dê klîpekê çê bike Alan Ehmed -Hewlêr
mûzîk û sitranan kiriye. Vîndar Adil Hiznî bavê du zarokan e, ku ji zaroktiya xwe ve li ser destê bavê xwe fêrî mûzîk û sitranbêjiyê bûye, û ev çend sal in li Nêmsayê ahengan lidar dixe. Hunermendê Kurd Adilê Hiznî bavê Vîndar di 24-4-2014an de li bajarê Hewlêrê çû ber dilovaniya Xwedê, temenê 59 salî bû.Û gelek sitranên Kurdî foloklorî û netewî pêşkêşkirine, û navdartirîn hunermendê “Dîlana Milanî” mebest Kurmancî bû.
Dilan Darî
Hunermendê Kurd yê temen biçûk, Dilan Darî, ku temenê wî 15 salî û roniya çavên xwe jidest daye, strana xwe ya bi navê “Bavê Mezin Barzanî” ku berê di şahiyan de gotibû, dê nû bike û vidyo klipekê jê re çê bike. Dilan niha ligel mamosteyê muzîkê Kamîran Ibrahîm mijûlî amadekirina tomarkirina sitranê ne. Li ser vê klîpê Kamîran Ibrahîm ji Rojnameya Kurdistan re axivî:”Di dema ku min Dilan Darî dît, bi rastî mirovekî behremend e.Wiha kesekî penaber ku ji welatê xwe derketiye û hunera xwe bi xwe re aniye, di dema tomarkirina sitranê de, dibînim ku Dilan hestê penaberiyê di rêya muzîkê re
Vîndar Hiznî
der dixe”. Kamîran Ibrahîm yê ku serpereştiya tomarkirina sitrana Dilan dike wiha berdewam kir:”Me alîkariya Dilan kir da ku ev behre bi pêş ve biçe û di paşerojê de xizmeta muzîka Kurdî bike, bi hêvîne ku klîpa Dilan biser bikeve, û Dilan bibe hunermendekî mezin li Kurdistanê”. Di dawiyê de Ibrahîm got; ku dê klîp bi sponseriya “Korek Telecom” be, û em di rêya rojnameya we re spasiya her yek ji Rêkar Osman- Hogir Ezîz û studio Sola li Hewlêrê ku zehmetî gelekî kişandin bikin. Sitrana ku Dilan Darî bike klîp ji gotinên Seyfidîn Qadirê ne û awaz yên Mehsûm Şikakî ne.
Ala Kurdistanê li kampan hat pîrozkirin Rifet Hacî
-Ehmed Elî
Şeva 24-12-2015an li kampa Dare Şikranê, û li ser vexwendina “Koçika Qamişlo” ya rewşenbîrî û bi mêvandariya helbestvana Kurd Hiyam Ebdulrehman li Hola Korew ya simînaran şevbuhêrkek rewşenbîrî derbarê Ala Kurdistanê hate lidar xistin . Di şevê de, semînarek ji aliyê rêveberiya koçikê ve li ser dîroka Ala Kurdistanê û qonaxên dîrokî yên ku têde hatiye veguhestin, herweha li ser wate û pîroziya wê alê di nav gelê Kurd de hate pêşkêşkirin, têde tekezî li ser sembolên Kurdayetiyê hate kirin, ku Ala Kurdistan jî di nava wan de ye, û dikeve rêza tiştên pîroz yên ku nabe dibin çi duruşmekê de, dest dirêjî lê bê kirin . Pişt re helbestsvana mêvan gurzek helbestên hemareng xwendin, û got; ez van helbestan diyarî parêzvanên xak û alê dikim, Pêşmergeyên qehreman. Hejar Omer yek ji amadebûyan
ji Rojnameya Kurdistan re got:” Em şanaziyê bi Koçika Qamişlo dikin, ku bi vî erkê mirovahî radibe, wek pêngaveke şaristanî di xizmeta çand û wêjeya Kurdî de, û xelkê penaber li kampan jê bê par namîne, ku herdem çalakiyên wisa lidar dixe û wêje û çanda Kurdî belav dikin”. Ebdulmûmin Hacî ku endamê koçikê ye got:” Me wekû erkekî mirovahî ev kar daye pêşiya xwe, da ku rewşenbîrên me, hest bi jibîrkirina civakî hizir nekin û ji milet dûr nekevin. Me xwe bexş kiriye ji têkiliya di navbera xwedanê peyva azad û xemxwarên azadiyê re”. Kewirgoskê jî tevlî Roja Ala Kurdistanê bû Roja 17--12-2015an dibistana kampê Roja Ala Kurdistanê pîroz kir, nêzîkî 1700 şagirt û 100 mamoste amade bibûn, jibilî malbatên şagirtan û xelkên kampê û beşdarûna rêveberiya kampê.
Dîmenek ji pîrozkirina Alê / Kurdistan
Di destpêkê de xulekek rawestan bû, wek rêzgirtin û wefadarî ji xwîna pakrewanan re, ligel sirûda niştîmanî (Ey Reqîb), û pê re Ala Kurdistanê ji aliyê şagirtekî ve hate hildan, paşî rêveberê dibistanê Rewend Necad bi xêrhatina mêvanan kir, paşî pêşkêşvanê ahingê Raid Mihemed helbestek li ser Ala Kurdistanê xwend, û axiftinek ser giringiya roja alê
û wateya vê rojê û li ser dîroka wê pêşkêş kir. Ebdulrehman Else’dî gotina Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya xwend, pişt re şagirtan zîrekbûna xwe dane xuyakirin di rêya şanogerî -lîstik-sitran- helbestan de, jibilî ku stranên niştîmanî û şoreşgerî ku aheng pê hate xemilandin. Destê şagirtan bi alê bilind bû, û koma Narîn a kampê aleyek
10m pêşkêşî ahengê kir, û wisa pêşangeke şagirtan çêbû, ew jî derbarê Ala Kurdistanê bû. Di dawiyê de Rêxistina Parastina Zarokan (Save the children) hinek diyarî li ser zarokan belav kir, bi teybetî şagirtên zîrek yê pola 1ê û girnijînek di vê rojê de ser lêvên şagirtan hate çandin.