Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
25ê Çilê PaŞî 15-1-2016
Kurdistan -hejmar (69)
www.Pdk-s.com
Yekrêzî çareserî ye
Şîlan Ehmed
Xelkê Kurdistana Sûriyê dixwzin ku sala nû, sala 2016an bibe sala yekbûna Kurdan, û Kurd êdî bibin xwedan hêzeke mezin û bi hêz da ku berevaniyê di ber xaka xwe de bike. Herwiha xelk êdî dixwazin ji êş û azarên sala borî rizgar bibin, û rûpelekî nû li Kurdistana Sûriyê bê vekirin. Derbarê tiştê ku welatiyên Kurdistana Sûriyê di vê salê de dixwazin, me ev raport amade kiriye. Bêkes Seîd dibêje; berî her tiştekî dixwazim ku sala nû, sala yekbûna partiyên Kurdî be, ku yekrêzî bê parastin û her aliyek nakokiyên xwe bide alî, û her berjewendiya wan ya sereke ew be xizmeta doza gelê Kurd,
helbet piştî cîbicîkirina vê yekê dê leşkeriya bi zorê, koçberî, îdyolojîkirina rêbazan ji holê biçe û rewş xweş bibe.Nivîskar Yûsiv Remedan wiha got:”Salên pir zehmet li ser gelê Sûriyê re derbas bû, piştî ku aliyekî tenê xwe li ser Kurdistana Sûriyê sepand û bi kêf û mezacê xwe ev dem birêve bir, û hemû rêkeftinên îmzekirî xerq kir. Lê hêj derfet li pêş wan heye ku li xwe vegerin, û rûpelekî nû destpê bikin”. Helbestvan Bavê Serbest wiha got:” Hêvîdar im ku rûpelekî nû di vê salê de vebe, ji ber ku rewşa Kurdistana Sûriyê gelekî hestiyar e, û divê Kurd xwe bikin yek, da ku deverên Kurdî biparêzin.
Welatî daxwaza yekîtiyê dikin
/ Kurdistan
Li Hesekê Bexçe bûne baregehên leşkerî Mesûm Ibrahîm -Hesekê Siruşt tiştekî gelekî ciwan e, siruşt xêrûbêr e, û ji cem xwedan hatiye, herwiha bexçe ango park perçeyeke ji siruştê ye. Bexçe perçeyeke zevî ye, ku taybet bi seyran û
qedandina rojên xweş ji aliyê xelkê di nava bexçeyan de. Desthilatên xwecihî yên ku serperiştiya bexçe û parkan dikin, da ku pak û bi rêk û pêk bimîne, lê îro roj li bajarê Hesekê bexçe bûne baregehên leşkerî.Bexçeyê Sewara li bajarê Hesekê wisa jê re tê gotin, îro roj tijî dîmenên leşkerî ye, ku hêzên berevaniya niştîmanî
ku bi rûgirtiyan têne naskirin, û ser bi rejîma Esed ve ne. Li ser vê diyardeyê, me ev raport amade kiriye.Tamir Ehmed wiha got:” Tiştê ku em li vê bexçeyî dibînin, tiştekî xerab e, dar têne birîn û li bazarê bi buhayî têne firotin, herwiha giya tê pêlkirin û yê mayî jî tête şewtandin. Kursiyên tep têne dizîn, mirov ji dîmenên wisa
bêzar dibe.Tonî Lehdo ku xelkê bajarê Hesekê wiha derbarê vê mijarê de got:” Berya niha bexçeyê Sewra gelekî ciwan bû, ku xelk ji her deverekê xelk dihatênê, lê di roj û danekê de her tişt bi dawî bû, û bexçe bû baregeheke leşkerî, ev tişt nayê tehmulkirin, û heta niha kesî ji bo vê yekê tiştek nekiriye”.
Welatiyên Kurdistana Sûriyê xweragir in Medaya .. karîseteke 2 mirovî ye
Şerîfo ji bo yekîtiya Kurdan sitra
2
4
2 25ê Çilê PaŞî 15-1-2016
Kurdistan -hejmar (69)
www.Pdk-s.com
Resûl:Welatiyên Kurdistana Sûriyê xweragir in Sîpan Xelîl - Hewlêr Sebrî Resûl, nivîskar û endamê Desteya Rawêjkar ya Partiya Demokrat a Kurdistan –Sûriya PDKSê got; ku xelkê ku heta niha li Kurdistana Sûriyê mane xelkekî xweragire, û ev yek bi xwe jî xebat e. Kurdistan:Rewşa bajarê
Qamişlo çawa ye? Sebrî Resûl:Rewşa Kurd-
istana Sûriyê û ya bajarê Qamişlo gelekî xerab e, ji aliyê jiyana rojan e ve, xelk astengiyên wan hene, mîna buhabûna madeyên xwarinê, û pirê caran nebûna wan, pereyên Sûrî gelekî nirxê wan daketine, beramber vê yekê buha bûn jî heye, û ev yek dibe astengiyeke mezin û tê pêşiya welatiyên Kurdistana Sûriyê. Herwiha derfetên kar ji xelkê re nema ne, berê derfetên kar hebûn, û xelkê xwe pê xwedî dikir, lê niha ne wisa ye. Teqînên ku li Kurdistana Sûriyê rû didin ew jî dibin asteng li pêşiya welatiyan, ku jiyana wan ya rojan e dikeve metirsiyê de.
Rêjeya mabûna milet çawa ye? Koçberiyeke
mezin
rû
daye, û bi taybet Kurd, wan koçberan malên xwe firotine, da ku bighêjin Ewropayê û bi rê de gelek ji wan jî rastî astengiyan hatine, mebesta wan jî ew bû ku cihekî aram ji malbatên xwe re dabîn bikin. Koçberiya Kurdan li bajarê Qamişlo ji ya Ereb û Xiristiyanan bêtir e. Dema ku em li bazara Qamişlo dimeşin diyar e ku riwê xelkê hatiye guhertin û xelkekî nû biyan hatiye.
Encamên vê koçberiyê dê çi bin?
Koçberî yan koçberkirin wê encamên wê di paşerojê de nebaş bin, ji ber ku demografiya deverên Kurdî tê guhertin û Ereb şûna Kurdan digrin, ti serjimartinên fermî ligel me nîne, lê xuya ye bê çawa ziman tê guhertin, demografî û çand tê guhertin, û ew kesê zane jî, ji nav me bar dikin. Dikarim bibêjim ku xelkê ku heta niha li Kurdistana Sûriyê mane xelkekî xweragire û ev yek bi xwe jî xebat e.
Di rojên sermê de xelkê çawa xwe diqedand?
Sermayek zehmet hat, anî bîra me sala 2012an ku sermayek dijwar hat, ku wê demê sotemenî tine bû, tep, laylon ji aliyê xelkê ve dihatin şewtandin, lê îsla ji wê salê baştir bû, ji ber ku îsal mazot heye, nirxê wê ji 3740 Leyreyên Sûrî ye, û ew mazot helbet ji tinebûnê çêtire, dûmana wê zêde ye, lê tê tehmulkirin. Mazota îsal ji ya salên berê baştir e. Eliktrîk tenê di rojê de du seatan tê, lê niha motorên elikirtîkê hene, lê nirxê wê buha ye û her kes nikare ji xwe re wê bikşîne, bi sedema buhabûnê. Tenê ew mulde ji bo roniyê ye, ji ber ku tu nikare avê li ser germ bike.Xelkek heye nikare pereyên Ampêran bidin û bi taybet ew xelkê ku bê kar mane.
Sebrî Resûl, nivîskar û endamê Desteya Rawêjkar ya PDK-S / Kurdistan
mirovî
Rêjeya şaştiyê di belavkirinê de zêdetirî 10an bû, ji ber ku gazindê xelkê gelekî pir bûn, herwiha ev alîkarî ji bo xelkê bajarê Qamişlo yê belengaz gelekî kêm bû. PYDê alîkariyan dide tenê hevalên xwe û kesên din ji alîkariyan bê par dimîne.
Karê belavkirina alîkariyan şaştî têde çê dibe, lê eger bi rêjeyeke mezin be dê ev yek bibe gendelî. Alîkariya vê dawiyê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve, û Encumena Niştîmaniya Kurdî ji wan wergirt.
PYDê herî dawî li Tirbe Sipiyê û Til Temirê astengî çê kirin, ku destê xwe danî li ser beşekî ji wan alîkariyan, û gazin ji vê yekê jî hate kirin.
Alîkariyên dighên xelkê?
PYDê astengiyan ji derbasbûna alîkariyan re çê dike?
Ti dezgehên din hene?
Mixabin, ti alîkariyek berbiçav ji aliyê dezgehên navdewletî ve bo deverên Kurdî nehatiye. Li hin deveran alîkarî ji wan re diçin, lê ji me re nayên. Em ji du aliyan ve dorpêçkirî ne, DAIŞê ji aliyekî ve ku nahêle rê vebin û dergehên sînorî ji girtî ne, ji bilî yê Sêmalka, û eger tiştek derbas dibe jî Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê destê xwe datîne ser, û bi kêfa xwe belav dike, ku tenê dide wan kesên nêzîkî xwe û yên din jê bê par dimînin.
Xelk van kiryarên PYDê çawa dibînî?
Xelkê Kurdistana Sûriyê bi tevahî ji PYDê ne razî ne, ji ber ku PYDê biryarên tek alî distîne û naxwaze ti kesî bi xwe re bike hevpişk, û em hemû dizanin bê li Kurdistana Sûriyê ne tenê PYDê ye, Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê heye, ku xwedan cemwerekî mezin e, û PYDê bi van kiryaran dixwaze wê dûr bixe û cemawerê wê jihev bixe û wan nêzîkî xwe bike, û ev yek şaşîtiyeke siyasî ye ku PYDê dike.
Medaya .. karîseteke mirovî ye Ehmed Kêtikî -Şam Xelkê bajarokê Medaya yê Gundewarê Şamê ev şeş meh bûn ku di bin dorpêça artêşa Esed û çekdarên Hizbullaha Libnanê de bûn. Xelk li wir ji serma û nêza dimrin. Riyek nema û xelkê Medaya pê bang li cîhanê û civaka navdewletî nekirine, da ku bi hewara zarokên wan ve biçin û wan ji vê karesatê rizgar bikin. Hêzên Hikûmeta Esed hewl didan bajarokê Zebedanî yê nêzîkî Medaya ji destê hêzên dijbereyê derxînin, lê nikarîbû, lewma çekdarên Hizbullaha Libnanê Medaya dorpêç kirin da ku guvaşê li malbatên wan çekdarên dijbereyê yên li Zebedanê bikin, da ku bi mercên Esed
razî bibin.Çekdarên Dijbereyê neçar man bi mercên Esed razî bibin û şer rawestandin, da ku zarokên wan di bin dorpêçê de nemrin. Li ser vê mijarê Ehmed Elî got”:Rejîma Esed, rejîmeke bêhemba ye di siyasetên qirêj ji girtin, dorpêçkirin û revandina sivîlan.Hêzên Esed li Medaya Şamê karîseteke mirovî pêk anîn ku hiştin xelk ji nêza bimrin”. Îmad Ebdula li ser vê yekê got:” Karasateke mirovî li wir diqewime û heta niha civaka navdewletî bêdeng e, û bi ê re nekiriye. Bila cîhan û civaka navdewletî bi erkê xwe rabin, ku bi hewara wan ve biçin û wê dorpêçê bişkînin û alîkariyên zêdetir ji xelkê
re derbas bikin”. Li gor rêkeftina rawestandina şer, pêwîstbû Esed rê ji derbaskirina alîkariyan bo Medaya vekirba li hember rawestana êrişên dijbereyê, lê heta niha ti alîkarî derbasî wî bajarokî nebûne. Alîkariyên mirovî yên NY gihişt bajarên Medaya, Fûa û Keferiya yên Sûriyê, yên ku ji aliyê komên çekdar ve hatine dorpêçkirin û xelkê wan deran ji nêz ve dimirin,lê çavdêr dibêjin ew alîkarî jî ne li gor wê karîsetê ye. Ev 6 meh bûn ku bi hezaran malbat li wir di bin dorpêçê de ne. Berfeke zêde li wir dibare. Xelk ji serma û nêza dimrin. Li Medaya siyaseta birçîkirinê
25ê Çilê PaŞî 15-1-2016
Kurdistan -hejmar (69)
Çadir dibin xanî Idrîs Hiso
3
www.Pdk-s.com
Sê birayên qehreman
- Giwêlan
Heger tu vê demê serdana kampa Giwêlan bike, dibe ku ti kesekî vala nebîne, tu ligel wî peyalek ça vexwe, her kes mijûlî avakirina mala xwe ye, piştî ku penaberên Rojavayê Kurdistanê ji 01.10.2013 de heta berî mehekê wate heta 15.12.2015 jiyana xwe di germa havînê de û sermaya zivistanê de, di konan de derbas kirin. Niha û bi taybet piştî diyardeya koçberiya ji kampan. Hin rêxsitinên xêrxwazî û navdewletî di rê û bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû keresteyên avakirina xaniyan bo penaberên li kampa Giwêlanê dijîn peyda kirine û dane dest wan ji bo her xêzanek jibo xwe du odeyan ava bike. Vê yekê jî livînek bê hempa di kampêde pêyda kiriye. Di demekê de ku hemû karkirên kampê rojana li derfetek kar digeriyan niha di vê demê de hin caran tu li karkirekî bigere tu wî nabîne. Ji nîvê meha borî xelkên kampê li gorî bernameyekî diyar kirî dest bi avakirina xaniyên xwe kirine. Bi giştî xelkên kampê bi vê pirojeyê kêfxweşin bi sedema jiyana di konan de jiyanekî tirisnak û naxweşe, herwiha gelek caran agir bi konan diket û çend kes bi vê sedemê jiyana xwe ji dest dan, yekem qurbaniyên şewatan kampan Samir Hiso bû ji xelkê bajarê Amûdê bû, bû qurbaniya şewata konê penaberiya xwe piştî ku zevî û kolanên Amûda rengîn li ber çavên wî reşbibûn û bibû mêvanê konekî li biyabanê. Xelkê Kampê derbarê vê pirojeyê nerînên xwe ji rojanmeya Kurdistan re anîn ziman: Muhsin karê xwe dikir û got: “Ez gelekî bi vê pirojeyê kêfxweşim, jiber diyare vegera bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dê dirêjbibe, kon jî jibo jiyanek dirêj nabe, herwiha ne me ji germa havînê diparêze û ne jî ji serma zistanê.” Celîla jina bi temen mezine wisa got: “Kurê min heger qesr û qonaxan jî li vir ji min re avabikin, bi min nabe wek mala min tu dê
Dilşad Hemza-Almanya
her wextê penaberbe..lê heger em dê li vir bimînin, bila bibin xanî baştre ku em di konan de bijîn.” Eyad ji berî salkê li heman kampê hevjînî pêkanîye û bû xwedî konekî wisa dibêje: “Di konan de mirov rastî fişarekî derûnî mezin tê, çimkî kon nêzîkî hevbûn, mirov nikarîbû di mala xwe de biaxife dengê wî diçû cîranê wî, taybetmendiya ti kesî di konan de nayê parastin.” Mihemed yek ji karmendên rêxistinek navdewletiye dibêje: “2 caran konê min şewitî, herdu caran jî xweda em ji mirinê rizgar kirin. Hemû kelûpelên min şewitîn, ez û zarokên xwe ketin rewşek derûnî xirab, heta niha jî ez di kon de dijîm, lê keresteyên avakirina xanî bo min hatine, di çend rojên bê de ez dê du odeyan ji xwe û zarokên xwe avabikim wê demê ez nema ditirsim ku carek din mala min bişewte.” Bavê Ciwan ku karmendê Nanbêjeya kampê dibêje: “Spas bo hemû aliyên ku ev
Dîmenek ji kampa Giwêlan
/ Kurdistan
kereste bo me peyda kirin, ez bi ava kirina van odeyan kêfxweşim lê belê ez bi hêvîme ku mana me li vir dirêj neke da ku ez pêwîstî wê yekê nebim ku ez hindek odeyên din ava nekim bo Ciwan û xuşkên wî…ez dixwazim bi zûtirîn dem vegerim bajarê xwe Hesekê.” Keresteyên ku bo penaberan têne pêşkêş kirin, 700 bilok, 2 pencere, 2 derî, keresteyên karebê, qûm, tonek çimento û banekî ji tûtiya û hesin herwiha qasî 200 dolarî bo her xêzanekê da ku mesrefa avakirina odeyên xwe bide. Vî pirojeyî derfetên kar bo dehan kes li kampê peyda kiriye û di encam de jî rêjeya kesên duxwazin herin dervî welat kêm bûye. Ji niha heta demek ne dirêj wê kon li Giwêlan nemînin, tê pêşbînî kirin ku bûyerên wek şewata malan û herwiha doxa derûnî ya penabern baştir lê bê. Lê hêviya penaberan ewe ku mana wan li vir dirêj neke û bi zûtirîn dem vegerin ser mal û halên xwe.
“Dilşad, Kawa, Basil” Sê qahremanên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ne ku di şerên rizgarkirina xaka Kurdistanê de li dijî terorîstên DAIŞê beşdar bibûn, û lingên xwe bi ser bilindî kirin qurbanî di ber xak û welatê xwe de. Dilşad di şerê rizgarkirina Ciyayê Zerdik de birîndar ket, herwiha Kawa û Basil di rizgarkirina Şingalê û gundê Gulat de birîndar ketin, lê ew heta niha dibêjin ku ew amade ne careke din vegerin çeperên şer û li dijî dijminê gelê Kurd şer bikin. Dema ku van qahremanan perwerda leşkerî li Başûrê Kurdistanê wergirtin li ser wê hêviyê bûn ku di çend mehan de derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, lê bi sedema nelihevhatinên siyasî di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de, ev qehreman li Başûrê Kurdistanê man, û dema êrîşa DAIŞê li ser Başûrê Kurdistanê, van qehremanan û hevalên wxwe “Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê” bi mêranî bervanî di ber xaka Kurdistanê de kirin. Şerên Ciyayê Zerdik, devêra Êskê, gundê Gulat, rizgarkirina Şengalê û Bêndava Mûsilê şahid in li ser fedekarî û qehremaniya Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ku navên xwe bi tîpên zêrîn di dîroka de nivîsandin. Rojavayê Kurdistanê û Partiya we “Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya” bi we ser bilind e, û ji Dêrikê heta bi Efrînê li benda we ne.
Pêşmergeyên “Roj” li ser sînorê Kurdistana Sûriyê ne Xelata Kurd -Rebîa Di navbera du sînorên yek welatî de, hêzeke Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê parçeyekî ji welat diparêze, û di heman demê de çav û dilê wan li ser parçeya dayik e mebest Rojavayê Kurdistanê ye. Fermandarê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê Muqedim “Dilovan Robarî” ji rojnameya Kurdistan re ragihand: “ Ji 26-11-2015 an ve sînorê di navebra Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ji aliyê leşkerên “ROJ” ve tê
parastin, û ji ber ku leşkerên ROJ hêzeke bi rêk û pêk e, li ser fermana serkirdayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê , em hatin ji bo ku sînor biparêzin . Li ser nêzîkbûna leşkerên “ROJ” ji deverên xwe re, Muqedim Dilovan Robarî got:” Bê guman nêzîkbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji deverên xwe re moralên wan bilind dike, û bi taybet Pêşmergeyên ku gundên wan nêzîkî sînor in”. Ji alîkî din ve, fermandarê
leşkerê “ROJ” yê bi navê Raid Merwan ji rojnameya Kurdistan re ragihand ku niha ji Rebîa ta gundê Barê yê bi ser Xane Serê ve, wateya nêzîkî 100 km di bin kontrola Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê de ye, ku niha gelek xalên stratêjîk di bin kontrola wan de ne. Ednan Hesen Ehmed Şahîn ku xelkê gundê Banê Şikftê ye û niha Pêşmerge ye li ser sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, dibêje: “ Tevî ku li herdu aliyên sînor,
Kurd in, lê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bi hesret li xaka Rojavayê Kurdistanê dimeyzînin, û bi taybet Pêşmergeyên ku gundê wan nêzîkî sînor bin “. Ednan axaftina xwe berdewam kir: “Çûna me ji bo sînor, ji aliyekî moralên me bilind dike, û ji aliyekî din ve hêviya derbasbûna me ji bo xaka Rojavayê Kurdistanê jî nêzîk dike “. Pêşmergeyên Rojavayê Kurdisanê roj bi roj nêzîkê deverên xwe din bin, bi hêviyeke
Sînorê Kurdistana Sûriyê
mezin ku roja vegerê nêzîk be, û ew tevahiya xak û gelê
xwe biparêzin .
/ Kurdistan
4
çand û Huner
25ê Çilê PaŞî 15-1-2016
Şerîfo ji bo yekîtiya Kurdan sitra
Yekîtiya Nivîskaran kovarekê derdixîne Adil Ibrahîm -Qamişlo
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ku navenda wê li bajarê Qamişlo ye, dê kovarekê bi nave” Pênûsa Azad” derxîne ku bi herdu zimanên Kurdî û Erebî dê were weşandin. Li ser derxistina vê kovarê rojnameya Kurdistan hevpeyvînek ligel Mihemed Ebdî nivîskar û endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya pêk anî.
*Wê kovar bêtir li ser çi be?
Wê bihtir kovar li ser wêjeya Kurdî be, û di naverokê de helbest, lêkolîn, çîrok, gotar û ... Û helwestên nivîskaran li ser rojevê be.
*Armanca we ji derxistina vê kovarê re?
Bê guman her saziyek bi karê xwe tê nasîn, ev kovar wê bibe
www.Pdk-s.com
sitûn û berdewamiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ya ku armanca wê ya sereke herdem xizmeta wêje û çanda Kurdî ye, û ji bo vê yekê jî hatiye damezirandin. Kovar yek ji gavên me ya destpêkê ye ku nivîskarên me dikaribin xizmeta wêjeya xwe bikin ji bo wêjeya Kurdî di nav wêjeya cîhanê de cih bigre, û hêviya me ev kovar bibe sîwanek ji hemî nivîskarên xwedî pênûsên azad re li Kurdistana Sûriyê.
*Tenê wê bi Zimanê Kurdî be gelo? Na, wê bi Zimanê Kurdî û Erebî be.
*Gelo piştevaniya diravî li cem we heye, heta ku hûn karibin kovarekê derînin?
Mixabin piştevaniya diravî ta roja îro tune ye. Em bihêvî ne ku di pêşerojê de piştevanî ji bi vê kovarê peyda bibe.
*Kovara we werzî ye, çima dema wê ne kêmtir e?
Ev destpêke, dibe ku di pêşerojê de bibe mehane.
*Gelo lijneyên we hene ji bo rêveberiya vê kovarê ?
Belê, du komîte hatine damezirandin, ku yek ji bo beşê Kurdî ye û ya din jî ji bo Erebî ye.
*Wê astengî di paşerojê de ji bo vê kovarê ji aliyê PYDê ve ji we re çê nebin?
Em bi hêvî ne ku ti astengî çênebin, ji ber armanc ji kovarê xizmeta wêjeya Kurdî ye.
Şerîf Omerî
Rapvanê navdarê kurd Şerîf Omerî (Şerîfo) û Azado Xelîla vîdeo kilîpeke bi navê “Em Kurd in, Em Yek in” çêkir. Şerîf Omerî ji bo Rûdawê gotibû “Gelek kes bi meqam û pere re mijûl
dibin. Ez ne li dijî vê yekê me, lê niha ne wexta wê yekê ye. Divê em ji aliyê siyasî, aborî û çandî ve xwe pêşbixin.” Omerî, hunermendê kurd ê bajarê Qamişlo ye ku 8 sal in bi şêweya Hîp Hopê karên hunerî dike.
Bavê Reşo herdem di xizmeta netewa xwe de ye Rawend Xelîl
- Hesekê
Hunermendiya neteweyetî yan welatparêzî, ew e ku di pêşkeftina miletê xwe de roleke xwe ya mezin hebe. Lê ev yek ne bes e ku mirov bi vê bibe hunermendek netewî. Berî her tiştekî helwesteke netewî divê, hunermend ligel xizmeta xwe, eger di pêşkeftina milet û civaka xwe de berjewendiyên xwe yên kesayetî nexe pêş û herdem amade be çi karî bike, wê demê dibe hunermendekî netwî, mîna dengbêjê bajarê Hesekê Omer bavê Reşo ku temenê xwe di dengbêjiya netewî de
qedandiye. Hunermend Omer bavê Reşo ku xelkê bajarê Hesekê ye, di gotina sitranên netewî û welatparêzî de gelekî navdar e, û herdem hunera xwe xistiye xizmeta doza Kurd e. Omer bavê Reşo ji rojnameya Kurdistan re behsa xwe dike û wisa dibêje:” Piştî komkujiya Helbeça di sala 1988an de ku 5hezar Kurd bûne qurbanî, hestê netewî wê bûyerê libal min bilntir kir, û hişt ku ez dest bi hunera netewî bikim, hezkirina min ji welat û xeka min re, ez ferîkarê hunerê
kirim, herwiha bandora her yek ji Şivan Perwer û Birîndar li min hebû, ta ku min sitranên netewî gotin”. Bavê Reşo rastî gelek zehmetiyan tê û dibêje heta niha ti dezgehên ragihandinê guhdan li wî nakirine, lê ev yek nabûye asteng û kelem li pêşiya wî ku ew dev ji hunera xwe berde li gor ku ew dibêje. Derbarê yekrêziya Kurdan, bavê Reşo bi dilekî xemgîn wiha dibêje:” Gelê min bi yek bin, bi yek deng bin, îro roj qonax hestiyar e, dem diçe.. lez bikin pişta serok
Mesûd Barzanî bigrin, da ku dewleta Kurdî ya serbixwe rabighîne û Kurd ji bin destê xelkê derkevin, û bibin xwedî dewlet”. Di teqîna êvara Newroza 2015an, hevjîna Omer bavê Reşo û keça wî ya temen biçûk di nava şahiya Encumena Niştîmaniya Kurdî de jiyana xwe jidest dan, û bavê Reşo herdu bi Ala Kurdistanê bi xakê sipartin, ev yek tê wateya wê yekê bê bavê Reşo heta çi astê hezkerê welat û ala xwe ye. Omer bavê Reşo
/ Kurdistan