71_

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

26ê Rêbendan 15-2-2016

Kurdistan -hejmar (71)

www.Pdk-s.com

Xelk ji Cenêv3 bêhêvî ne Kurdo Sorkî

-Qamişlo

Kongreya Cenêvê

Kongreya Cenêv 3 ya bo çareserkirina kirîza Sûriyê di meha borî de li bajarê Cenêva Swîsrayê dest pê kir û piştî çend rojan ew civîn hatin ragirtin ji aliyê şanderê navdewletê De Mistura. Nûnerê NY di karûbarên Sûriyê de Steffan de Mistura ragihand, her du aliyên Sûrî gotibûn ew ji bo hevdîtinan ne amade ne, lewma biryar hat dayîn hevdîtin bên paşxistin û roja 25ê vê mehê dîsa dest pê bikin. Steffan de Mistura ji her du aliyan xwest, di vê navberê de bila şerê opozîsyon û rêjîmê jî were sekinandin û her du alî agirbestê ragihînin, lê heta niha tiştekî wisa rû nedaye, û êrîşên asîmanî yên Rûsya û rejîma Esed zêde bûne. Elî Hesen ku xelkê bajarê Qamişlo ye û rewşê ji nêzîk ve dişopîne wiha ji rojnameya Kurdistan re got:” Rejîma Esed ti carî ne amade ye ji danûstandinan re, ji ber ku ev

/ Kurdistan

pênc sal in, nîvê gelê Sûriyê penaber kiriye û bi sedhezaran li ser destê wî hatine kuştin û bajarên bi temamî hatine wêrankirin, gelo tê çi hêviyê ji rejîmeke wisa sitemkar bike.” Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry jî li ser vê yekê gotibû, Esed û Rûsya bûn sedema şikestina civîna Cenêvê çimkî ew ne alîgirê çareseriya siyasî ne û di şer de rijd in. Sewsen Mihemd li ser vê yekê got”:Eger çi danûstendin çê bibe mercê yekem rawestandina şer e, û serbestberdana girtiyan e, lê heta niha tiştekî wiha nebûye. Bi nerîna min kilîta çareseriyê di destê Rûsya de ye, û heta niha Amerîka rewşê ji nêzîk ve dişopîne û dikare her tiştekî bike, lê niha ne ji berjewendiya wê yê. Amerîka dixwaze hemû alî lawaz bibin piştre derbasî nava meseleyê bibe”.

Şekir di destê komînên PYDê de ye Adil Ibrahîm -Hesekê Xelkê Kurdistana Sûriyê zehmetiya gelek tiştan dikşînin, mîna kêmbûna xizmetguzariyan di jêr

desthilata Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de, ku di dema dawî de krîzeke mezin rastî welatiyên deverên

Kurdî hatiye, ku ew jî nebûna yan kêmbûna madeyên sereke yên xwarinê ye. Şekir careke din navê wê vedgere holê ku madeyeke sereke ye, niha li bazarên Kurdistana Sûriyê kêm bûye, û eger hebe jî, dê

bi nirxekî gelekî buha bê peydakirin, da ku em nas bikin sedema vê yekê çi ye me hin nerîn wergirtin. Ebilqehar Yûsiv li ser vê kirîzê dibêje ku ev yek ji derewên desthilata Partiya Yekîtiya

Divê Kurd xwedî projeyekî diyarkirî bin

2

Demoqratîk PYDê ye, “şekir di kogehan de komkirî ne, ku ew kogeh yê wê partiyê ne, lê ne bi awayekî eşkere. Ev yek lîstike ji aliyê PYDê ve, ku Kurdistana Sûriyê kiriye biyaban di rêya sepandina

fermanên xwe yên çewt re. Em dizanin bê şekir di wan kogehan de genî bûye, lê niha dernaxin ji bo buha bifroşin”. Mihdî Ebdilezîz wisa li ser vê yekê dibêje:”Kirîza şekir pîlankirî ye, armanc jê

Rojdiyar: Helbest ji bo min ba û av e

Dêrik bajarê hevjiyan û biratiyê ye

3

ew e, ku bêtir pereyan bidest bixin, û xelkek zêde koçber bibe û ya giring ew e ku şekir di rêya wan re were belavkirin, û xelk bikevin bin destê wan de, û tenê bidin kesê ji wan re dibêje erê.

4


2 26ê Rêbendan 15-2-2016

Kurdistan -hejmar (71)

www.Pdk-s.com

Ismaîl Hesaf: Divê Kurd xwedî projeyekî diyarkirî bin Sîpan Xelîl - Hewlêr

Ismaîl Hesaf Sekretêrê Partiya Pêşenga Kurdistanê got; ku divê Kurd li Cenêvê xwedî projeyekî diyarkirî û zelal bin.

*Tu rewşa Sûriyê çawa dibînî?

Diyare ku Sûriyê, di gelmeşeyek şer de ye, û di qonaxeke pir aloz derbas dibe, ku êdî ne bi hesanî tê çareserkirin. Şerê ku li Sûriyê heye, bi hemû qapan û pêweran, cengeke cîhanî ye, ji ber ku di vî şerî de zortirîn welatên herêmî û navdewletî yên peywendîdar têde beşdar in, ku li ser çend bereyan ango frontan têne belavkirin, ji bilî grûpên çekdar û terorîst. Di rastiya xwe de, şerekî impiryalî ye, li ser berjwendiyên taybet birêve diçe. Dibêjin, dîrok nayê dûbarekirin, lê dibe ku bi merc û rengên nû dûbare bibe. Berî sed salî, Rojhilata Navîn û Kurdistan, ji aliyê kolonyalên Ewropî ve (Brîtanya û ferensa) hatibû perçekirin, ku îro miletê navçê cirma wê didin, ji ber ku hemû ew welatên ku ji nû ve û bi pîna hatibûn avakirin, dijî îrada gelên

navçyê bû, û hestên wan yên netewî û olî, ne tenha li berçav nehatin dîtin, lê bi darê zorê hatin perçeqandin. Di sedsala 21an de, nemaze piştî kotayîpêhatina cenga sar di navbera herdû cemseran, û helweşandina yekitiya Sovyetê, şert û mercên taze peyda dibin .Dibe ku pêwistîyeke dîrokî hebe, nemaze piştî peydabûna guhertinin bingehîn di terazûya hêzan de, ku Kurdistan û Sûriyê hêla navcîbûnê be, bi ristina sîstemeke nû ku guhertinin sînorî beşek be jê. Çimkî, ji alîkî ve edalet û yeksanî di Sayiks-Bîcot de tune bû, û ji alîkî din ve xwediyê wê (Brîtaniya û Ferensa) rola caran jidest dane. Lewra, bi dîtina min, ev tiştên ku li Sûriyê, Îraqê û Tirkiyê diqewimin, berdewambûna wan rêkeftin û peymanên kolonyalîzmîn e weke (Saykis-Bîcot ) û Lozanê, ji ber ku tovên nekokiyê û tevdanê hatine çandin.

* Niha Cenêv 3 hatiye rawestandin, tu çarenivîsa Cenêvê çawa dibinî?

Waşinton li ser perçekirina navçeyê ye, Rûs temaşeyî Sûrî dikin wek bingehekî serbazî û stratîjîk ji mîrasa Sovyetî, bi hîç şêweyek Krimlîn dev ji Sûriyê bernade. Hate xuyakirin bê razîbûna Rûsya, pirsgirêka Sûriyê nayê çareserkirin.

*Amerîka li benda çi ye gelo?

Ismaîl Hesaf, Sekretrê Partiya Pêşenga Kurdistanê / Kurdistan

Berî her tiştî, ji bo Cenêva sê, ti kar nehatine kirin di warê dîtinên stratîjiyeke zelal û hevrêk. Raste, armanca rasterast ji Cenêvê çareserkirina krîza Sûriyê ye, lê di praktîkê de pirsa Sûrî, bûye beşek ji nakokiyên giştî di navbera welatên herêmî û navdewletî de. Bê misogerkirina berjewendiyên welatên zilhêz nemaze Rûsya û Amerîka û hevalbendên wan di Sûriya nuh de, hîç lihevhatinek (lihevkirinek) pêk nayê. Hêjayî gotinê ye, ku qeyrana Sûrî, ji zû ve ji destê xelkên Sûriyê derketiye. Îro di Ro-

jhelata Navîn de, dûbendî di navbera welatên dijber li ser Sûriyê peyda bûye, ji alîkî ve Tirkya, Erebistana Siûdî û Qeterê, ji alîkî din ve Îran û hevbendên xwe ne. Tiştê balkêş ew e, çawa miletên Sûriyê pişta xwe bi van welatan girê didin ku sîstemek demokrat li Sûriyê cîbicî bikin, ku bi xwe rêz li mafê mirovan di nav xwe de nakin. Ne Rûsya, ne Amerîka, heta îro roj, ne xemxurê gelên Sûriyê ne, wê qeyrana vî welatî berdewa be, heta ku herdû welat (Rûsya û Amerîka) biryareke hevbeş li ser çaresekirina pirsa Sûrî

bi şêweyekî aştiyane werbigrin.

*Rejîma Esed topbaranê ranawestîne, rejîm çi dixwaze?

Rejîma Beis weke rejîmeke totolîtar û istixbaratî, baweriyê bi çareserkirina pirsgireka Sûriyê bi rê û rêbazên demokratîk nayne, lewra dixwaze vê kêşê tenha di riyên zorê, şer û mîlîtarîzmî de çare ser bike, ku dirêjayê bi mana xwe bidin.

* Rola Rûsya çi ye?

Eger ne Rûsya bana, rejîma Esed ji mêj ve di rûxa ba. Şer di navbera Mosko û

Li pêş Amerîka çend armanc mane: Nehiştina jêrxana Sûriyê ku 50 salên din bi ser xwe ve neyê -Pêkanîna terazûya hêz (havsengî hêz) ku cihê Sûriya di nav de nebe- Misogerkirina berjewendiyên xwe -Peydakirina rejîmeke alternatîv li Şamê, ku ji Esed baştir be, ji bo ewlahiya Îsraîlê

*Divê Kurd çi bikin di kongreya Cenêvê de?

Kurd di Cenêvê û bi giştî divê bi nûneretiyeke hevbeş û fireh herin giftûgoyanDivê Kurd bi dosyeke taybet beşdarî Cenêvê bibin - Gerek nûnerên şanda Kurdî ji kesên pispor û tiknoqrat pêk were, hîç mehsûbîyetekî hizbî teng bi xwe negre-Divê Kurd xwedî projeyekî diyarkirî û zelal be.

Li Hewlêrê tîmeke fotboolê ji bo pêkvejiyanê hat damezirandin Idrîs Hiso

-Hewlêr

Kesnezan wekû hemî bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bûne hêlîna aware û koçberan. Li Kesnezan, ser bi paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ve awareyên Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, Iraq, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li gel hemwelatiyên Herêma Kurdistanê pêkve bi aramî dijîn. Li nahiyeya Kesnezan ser bi deşta Hewlêrê ve grûpek xortên çalak ji her yek ji Penaberên Rojavayê Kurdistanê, koçberên Iraqî û Xelkên Kesnezan tîmeke topa pê damezirandine û dixwazin bi rêya werzişê nimûneyekê derbarê pêkvejiyan û aramiya di navbera hemû pêkhateyan nîşan bidin.

Di nav endamên vê tîme de Kurd, Ereb û Tirkman cihê xwe dibînin, berpirsê vê timê ji xelkê Kobana Rojavayê Kurdistanê ye, û rahênerê wê xelkê Enbar a Iraqê ye, herwiha yarîzanên vê timê jî xelkên Kobanê heta bi Enbar, Mûsil û Hewlêrê li xwe digre. Fazil Elî rêvebrê vê tîmê ku xelkê Konanê ye got: “Dezgeha Ronahî ya Xêrxwazî ev tîma topa pê damezirandiye, armanca me ji damezirandina vê tîmê ku em hemû pêkhateyên ku li Kesnezan dijîn bighînin hev û xweşewîtiyê di nav wan de belav bikin, û wêneyekê bo her kesî bidin nîşan ku li Kurdistanê pêkvejiyan tiştekî pîroz e.”

Fazil herwiha got: “Wê tîma me bo demekê rahênanê bike, ta ku bêhtir yarîzan bi hev re bialişin piştre em dê hewil bidin ku deverên din yên deşta Hewlêrê ku wek Kesnezan xelkên ji hemû pêkhateyan lê dijîn tîm werin avakirin û pêşbirk di navbera tîman de were lidarxistin.” Rahênerê tîma topa pê Cemal Mihemed got: “Ez xelkê Enbar im, bi sedema şer û pevçûnan, ligel malbata xwe hatim Kurdistanê, niha jî ez tîmekê ji hemû pêkhateyan rahênan dikim, li Kurdistan ez fêrî pêkvejiyanê bi xelkên cuda re dibim, armanca me ji vê tîmê ew e, ku çanda xweşewîstî û pêkvejiyanê li Kurdistanê bihêztir bikin û sûdê ji aramiya li Kurdistanê werbigrin ji bo em xwe pêşbixin.” Mihemed xelkê Til

Tîma Kesnezan ya fotboolê / Kurdistan

Efere û bi regez Tirkman e got: “Ez gelekî kêfxweşim ku li Kurdistanê dijîm, Kurdistanê em ji hovîtiya DAIŞê parastine û derfet bo me hemiyan daye bêyî ku cudabûnê têxe navbera me bi sedema cudabûna netewe, ol û zimanê me.” Rêbwar xelkê Kesnezan e got: “Berî kirza Sûriyê û hatina DAIŞê bo nav

axa Iraqê, li Kesnezan bi tenê Kurdên Başûrê Kurdistanê hebûn, niha em ligel Kurdên Rojavayê Kurdistanê herwiha koçberên Erebên Iraqê di heman taxê de dijîn … ji penaber û koçberan ez fêrî gelek tiştan bûm…lê ez hêvî dikim ku rewşa welatê wan jî aram bibe û vegerin ser mal û halên xwe.”

Cotiyar xelkê bajarê Qamişlo ye niha bûye yek ji endamên tîma Kesnezan got: “Destpêka em hatin vir gelek astenî û zehmetiyên jiyanê hebûn, lê demek dirêj derbasnebû heta ku em tevlî civata vir bûn, û dost û hevalên me çêbûn herwiha em fêrî ziman û hin nerîtiyên xelkê Kesnezan û Hewlêrê bûn.”

Heger mirov bi hurgilî li jiyana xelkê li Kaesnazan binere û lêkolînê bike, wê rastî gelek wêneyên pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên cuda bibîne û wê nas bike ku pêkvejiyan yek ji sembol û piransîpên ku Kurd dikarin li seranserî Rojhilata Navîn xwe pê payebilind bike.


26ê Rêbendan 15-2-2016

Kurdistan -hejmar (71)

www.Pdk-s.com

3

Dêrik bajarê hevjiyan û biratiyê ye

Îsa Mîranî -Dêrik

Gava navê Dêrikê tê gotin birayetî û hevjiyan tê bîra mirov, ji ber ku astê hemarengiya civakî û rewşenbîrî di wî bajarî de heye, ku Kurd û Ereb û Xiristiyan bi hevjiyana xwe wek kulîlkê buharê bajar rengîn û spehî dikin. Ji despêka kombûna wan ol û netewan li ser wê xaka pîroz pêwistiya lêborîna ayînî û birayetiyê bi xwe re çandin û gavin baş di aliyê perwerdekirina nifşên nûhatî dan avakirin, û

hiştin evîna hevjiyanê bibe sembola jiyana wan ya rojane, û bû sedema beşdariya Kurdan di hest û ramanên Xiristiyanên deverê de, û rêzgirtinek kûr û taybet ji şîn û şadiyên wan re dikirin û peywndiyên xwe li ser birayetî, rêzgirtin û hevjiyana aştiyane avakirin, û ev çanda îro ji encama wê yekê li wê deverê peyda bûye. Ew çanda devera Botan e, ji hezarê salan ve hatiye avakirin ji ber (Îsfê Keşe) di pirtûka xwe ya bi navê

(Azex Ehdas û Rîcal) li ser Xiristiyanên devera Botan gotiye “(Di dema Osmaniyan de zordarî gelek li ser me hebû, lê deverê Mustefa Paşa desthilatî lê dikir wek Botan û Hezexê, Xiristiyan di aramiyê de bûn)” û dema Toraniyên Tirk ferman dan ji bo qirkirina Xiriztiyanan, Kurdên deverê guh li wan fermanan nekirin, biratî û hevjiyan kirin armanca xwe û malên xwe ji wan re vekirin, û ew kirin hevbeşê jiyana

xwe li goşiyê mizgeftan dêrên wan avakirin, ew dêr û dêrên Kevin parastin ji destdirêjiya diz û serhişkên oldar û hê hinek ji wan dêrên kevnar avane wek Dêra (Meryem El -Ezraa) li Berebeytê û dêra kevin li taxa bakur ya bajarê Derikê), lê mixabin dema desthilata Ferensiyan hate devera Derikê û piştre rijêma Beis hinek ji wan Xiristiyanan zordarî û bêbextî li Kurdan kirin, lê xelkê deverê guh li

wan kiryaran nekirin, û dan xuyakirin ev xak xaka lêborîn û mirovahiyê ye, ne ya serhişkî û tundûtijiyê ye. Jiyanek xweş û normal bi hev re derbas kirin, ev hevjiyana delal saya serê bav û kalan e, ew kesên malên xwe dikirin dibistanê mirovaytî û aştiyê, û bûn sedema avakirina nifşek vekirî li ser hemî ol û netwan bi çanda hevjiyan û birayetiyê, û ji ber vê çandê hoz û êlê deverê beşdarî di avakirina dêra mezin de kirin,

bi mal û halê xwe û bû sedema serdana (Bitryerk Mar Ignatiyos yeqobê sisya) Pitryêrkê Intakya û hemû Rojhilata Navîn bo bajarê Derikê da ku sipasiya Kurdan bike li ser wê hevjiyan û birayetiya aştiyane. Û piştî şoreşa Sûriyê ew çand nehat guhertin, bajar û devera Dêrikê bûn hêlîna aramî û aşitiyê ji ber hest û ramanên Kurdan hatine çêkirin li ser wekhevî û çanda lêborîn û pêkvejiyanê.

Kes nikare dîroka Barzanî sînor bike Bextreşê Koçer

Dêrik

Di dawiya sedê nozdan û destpêka sedê bîstan de guhertinên giring di Rojhilata Navîn de rûdan, mîna herifîna Imbiratoriya Osmanî û rûdana şerê cîhanê yê yekem û parvekirina mîratê vê Imbiratoriyê li ser dewletên hevpeyman yên ku di wî şerî de biserketin, bi taybet li ser Ferensa û Brîtanya di çarçoveya rêkeftineke navdar de bi navê rêkeftina Saykis – Bîko, ya ku sînorên nû ji herêma Rojhilata Navîn re danîn, ew sînor dûv re bûn bingeha sînorên van dewletên niha di Rojhelata Navîn de. Ji van guhertinên ku Rojhilata Navîn tê re derbas bû di destpêka sedê bîstan de gelê ku

herî zirar jê dîtî û neheqî lê hate kirin, û bê par ma ji hemî mafên xwe û bi taybet mafê çarenivîsa xwe gelê Kurd bû, yê ku niha tê jimartin bi mezintirîn gel û netew di cîhanê de li ser rûyê zemînê bê dewlet ma ye, û dûrî hemî mafên xwe yên rewa jiyan dike . Lê wisa jî gelê Kurd saxleme hejêkerê xaka xwe ye, sipartin ji van guhertinên nû re nekir, û destgirtî û dest vala li hember wan ranewestiya, û timî di rûyê dagîrker û mafxwerên xwe de, şoreş û raperîn û serhildan pêxistin, û gelek kesayetiyên qehreman û berxwedêr û şoreşgêr ji nav wan deng didan, û heya jiyana xwe jî kirine qurbana serfiraziya welat û gelê xwe, wek Simko Şikakî , Mehmûd El-Hefîd ,

Şêx Seîd , Seyd Riza , Qazî Mihemed …t.d . Lê her û her di vê serdema bûrî de nav û dengê malbatekê li Kurdistanê belav bû, û rola wan geş û bilind bû, ew malbata jê re dibêjin Barzanî, evê malbatê di seranserî van sed salên dawî de qet erênekirine ev sînorên herêma Rojhilata Navîn yên nû û ew zilm û bêbextiya li Kurdan hate kirin pêşî ji layên dewletên hevpeyman ve yên ku Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe parçekirin, û dûv re li gor berjewendiyên hinek netewên di herêmê de . Tu ji Ebdilselamê bira yê ku bi şoreşekê rabû di sala 1912an de, li dijî Osmaniyan û di sala 1914an de ligel du hevalên xwe li Mûsilê hatin bidarvekirin li ser destên Osmaniyan, û

dûv re şoreşa şêx Ehmedê Barzanî di salên 1931-1934 an .Piştî van deman ne bi dirêj hin bi hin qonaxeke nû di nav Kurdan de destpê kir, û bi taybet di nav malbata Barzaniyan de, ew qonaxa geşbûna rola kesayetiyeke qehreman û dilêr û berxwedêr û çav netirs ew kesayetiya bê hempa kesayetiya nemir Mistefa Barzanî ya tê nas kirin bi Barzanî ,û ya ku rolek ya wî ya sereke hebû di tevgera azadîxwaza Kurdistanê de li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê, û li ser dirêjahiya şêst salî ji dema ku birayê wî şêx Ehmed dişîne ji bo têkiliyan bi Şêx Seîd re girê bide, piştî bidarvekirina birayên wan Şêx Ebdilselam di sala 1914an de, ta pêxistina şoreşa xwe ya yekê di salên 1943 - 1945an û

wergirtina posta wîzareta berevaniyê di hikmeta Qazî Mihemed e, di sala 1946an de û ta mayîna wî 12 de salan ji 1946 – 1958 li Sofyetê û ta pêxistina şoreşa xwe ya duyem di salên şêstî de, û heya koça xwe ya dawî dike di 1 3 - 1979an de li welatê Amrîkayê ji vê kurte jiyana Seydayê Barzaniyê nemir xuya ye ked û rola Barzanî di hemî warên Kurdayetiyê de bilind û zengîn û bi nirxe bû, Barzanî Kurdayetî ye û Kurdayetî Barzani ye, û em tekez dikin ev destkeftiyên niha tên jiyankirin di warê parleman û fedralîzmê de, û projeya serxwebûna Kurdistanê ya ku niha kar û xebateke pîroz û bê westan jê re tê kirin , bi pêşengiya serok Mesûd Barzanî yê ku niha hilgirê nameya

Barzaniyê nemir

vê malbatê ye û hilgirê beyreqa Kurdayetiyê ye, hemî ji berhemê xebat û xwerageriya Barzaniyê nemir e, û em dibînin gelê Kurd bextewer e, ku malbatek mîna malbata Barzaniyan û rêberek mîna Berzaniyê nemir bi vê qehremaniyê û giringiyê û dilsoziyê serkêşî û pêşengiya xebat û tevgera azadîxwaza wan dike bêhtirî sed salan, û em buhiştê

ji hemî qurbaniyên wan re dixwazin yên ku dighêne deh hezar pakrewan û bi taybet ji sembola Kurdayetiyê re Barzaniyê nemir re, û hêvîdarin di rojên bê de hemî hêvî û omîd û xewnên wî yên di ber de kar û xebat dikir û di ber wan de birçî û di şikeftan de xew dikir di zûtirîn dem de pêk werin, û bikevin di hembêza her Kurdekî de .

Pakrewanê gotina rastiyê Nesredîn Birhik Salih Ehmed Girkê Legê

Pakrewan Nesredîn Birhik Di sala 1960î de li gundê Kevrê Dena ye, yê bi ser bajarokê Çilaxa ve ye hatiye ser riwê dinê. Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe derbas kir, û xwendina xwe ya amadeyî li bajarokê Çilaxa temam kir. Pişt re di navbera bajarê Hisiça û Dêra Zorê, xwedina xwe berdewam kir û bawername ji oeymangeha

pîşeszaiyê beşê elikitrîkê wergirt. Pakrewanê qehreman ji despêka xortaniya xwe de, tevlî refê Partî bû. Di berdewamiya kerê xwe de hêdî hêdî berpirsyariya wî di partî de mezintir dibû, di sala 1998an de û di kongrê pakrewan Kemal Ehmed de bû Endamê Komîteya Navendî û pişt re endamtiya Polîtbîroyê di partiya xwe de wergirt. Pakrewan Nesir ji rêbaza kurdayetiyê rêbaza berzaniyê nemir firşik bibû, û bi mêranî bervanî di ber vê

rêbazê de dikir ta canê xwe yê pak kir qurban. Serkirdeyekî leheng bû, xwedî karîzmeyeke taybet bû, bi kar û xebata xwe û bi hezkirina xwe ji heval û hogirên xwe re, cihekî giring di partiya xwe de wergirt. Roleke wî teybet hebû di damezirandina Encumena Niştimaniya Kurdî de, û her wiha yek ji serkirdeyê çalak bû di Encumenê de. Wek kesayeteke navdar di civaka devarê de cih girtibû, û bibû lêvegrek ji çareseriya her pirsgirêk û rûdaneke

civakî di herîmê de. Ji wê yêkê di dirêjahiya kar û xebata xwe de tûşî gelek astengiyan dibû, ji bal dezgehê ewlekariya rejêmê ve û çend cara hate girtin, cara yekem piştî serhildana Avdara 2004an û cara dawî jî di sala 2009an de. Bavê Ela di xebata xwe de westan nas nedikir, di despêka şoreşa gelê Sûrî, bihêz tevlî xwepêşandan û çalakiyan dibû û li hemû deveran cihê wî xuyabû. Ji wê yekê jî bû armanc ji dezgehê ewlekariyên rijêmê

û dîvelokê wê re, di roja Duşemê rêkeftî 13ê Sibata 2012an bi pîlaneke qirêj hin tirsînokên bê wijdan agirê dilreşiya xwe û bi guleyan êrîşî pakrewanê gotina rastiyê kirinm û di Encamê de bi giranî birîndar bû, bilez hate veghastin bo nexweşxana Nûr li Qamişlom û ji wir ew rakirin bajarê Helebê, lê qederê Nesir di sihara 22ê Sibata 2012an de bir . Bi hezaran ji layingir û dost û hevalê pakrewan pişkdarbûn di pêşwazî û rêuresmê bi xaksipartina wî de.


4

çand û Huner

26ê Rêbendan 15-2-2016

www.Pdk-s.com

Rojdiyar: Helbest ji bo min ba û av e Zêwa Remedan -Dihok

Helbestvan, Rojdiyar

Helbestvan Rojdiyar Hemê dibêje ku helbest li cem wî tiştekî giranbuha ye û ji bo wî av û ba ye. *Helbestvan Rojdiyar kî ye? Ez ji bajarê Qamişlo me, di sala 1960 î jidayik bûme. Di sala 1971ê de ligel malbata xwe koçberî Beyrûd û Şamê bûm, lê piraniya jiyana min li bajarê Helebê derbas bûye, heta ku careke din koçberî Herêma Kurdistanê bûn, heta ku navnîşa helbesta min ya ku Îslam Zaxoyî sitra ye

li ser penaberiyê ye ew jî ev e(Koçber û penaber im). Ev sê sal in ez li Kampa Domîzê li parêzgeha Dihokê dijîm, eger jiyana min bi reşî be yan bi xweşî be ev e qedera me Kurdan. Min li Sûriyê jiyaneke nexweş derbas kir, ji bo heyama 4 salan di zindana Seydnaya de mam, û rastî zahmetiyan gelekî hatime. *Bi çi zimanî bêtir dinivîsîne? Ez helbesta xwe bi Zimanê Kurdî û Erebî û carcaran bi

Ingilîzî dinîvîsînim. *Helbest ji bo te çi ye? Helbest û kesayetiya min yek can in, helbest ji bo min av e, ba ye û yarek pir delal û şêrîn e. Şev û roj e. *Tu çi şêweyê helbestê dinivîsîne? Helbestê min bêtir şêweyê kilasîk û nûjene, ku ez xwe bêtir têde dibînim. *Tu nivisîandina Kurdî çawa dibînî? Xwendevanên Kurdî gelek kêm in, lê roj bi roj hejmara

evîndarên Zimanê Kurdî bi ser dikevin û zêde dibin, hêvî ew ku Kurd guh bidin zimanê xwe û lê xwedî derkevin. *Niha rewş li Kurdistana Sûriyê nexweş e banora wê li ser te çi ye gelo? Çiqas birîn bi êşê û fireh bibe bandora wê mirov dighîne rexekî, jê tê xwestin hişê xwe bide ronahiya rastiyê, hêviya gelê Kurd ew e, ku rewş xweş bibe û yekrêziya nava mala Kurdî were holê.

Elî Gurdilî ferhenga felsefeyê derxist Qasim Xelîl

-Qamişlo

Elî Gurdilî ferhengeke nû taybet bi felsefeyê derxistiye, û dibêje ku ev ferheng Kurdî -Kurdî ye, di vê hevpeyvînê de emê her tiştekî li ser vê ferhengê nas bikin. *Bi kurtî hûn ji xwendevanan re behsa naveroka pirtûka we ya nû (Ferhenga Felsefeyê) bikin? Xebata min ya dawî “Ferhenga Felsefeyê” ye, encama xebata min ya deh sala ye. Niha hemû amdekariyên kitêbê qediya ne û li Îzmîrê dê were çapkirin. Pirtûk 524 rûpelên berfireh e û bi qasî 500 têgehên felsefî, bi berfirehî hatine şirovekirin. Ferheng, Kurdî-Kurdî ye. Lê wateya têgehan bi Inglîzî û Fransî jî hatiye dayîn. Mesela em têgeha Ciwanna siyê, li vir wekî mînak bidin. Ciwannasî, weke beşeke felsefeyê hatiye nasan din û wateya wê ya Fransî û Inglîzî jî, li binêtêgehê

hatiye dayîn. Ez bawer dikim ku dê ji bo felsefehezên Kurd, bibe çavkaniyeke kêrhatî. *Ta kîjan radeyê ev pIrtûk dê alîkar be di pêşxistina Zimanê Kurdî de? Zimanê Kurdî, zimanekî zengîn û kevnare ye û têra xwe ji ava dîrokê jî av vexwariye. Lê belê, di hinek mijarên felsefî, zanistî û nûjen de, mixabin baş nehatiye xebitandin. Di rewşa niha de, ev valahî bêtir tê hîskirin. Ziman çi dibe bila bibe, divê bikaribe bersiva jiyana mirovan bide. Nabe ku em bibêjin bila Zimanê Kurdî bi tenê zimanê wêjeyê be yan yê pêdiviyên rojane be. Pêdivî pê heye ku em di

hemû warên jiyana xwe de (wêje, huner, zanist, felsefe, mafnasî) bikaribin bi zimanê xwe bifikirin û bijîn. Yan na, encam derenhmayîn yan jî têkçûna zimanî ye. *Kîne ew kesên ku dikarin vê pirtûkê (Ferhenga Felsefeyê) bikar bînin? Hemû mirovên ku bi Kurdî dinîvîsînin, dikarin ji vê ferhengê sûd werbigirin. Hem ji aliyê naverokê ve û hem jî, ji aliyê wateya peyvan ve, ez bawer im dê bikaribe bi kêrî xwendevanên Kurd were. Zansit û felsefe, di navenda jiyanê de ne û di roja me de beyî wan, jiyanek ne pêkan e. Lewma jî, çi kesên ku difikirin, dinivîsînin û

dixwînin, dê karibin jê sûd werbigirin û hêviya min jî, ew e. *Hûn çawa tevgera wêjeyî ya Kurdî li Bakur û Rojavayî Kurdistan dinerxînin? Ez ne wêjekar im, lê belê dikarim weke xwendeyekî wêjeya Kurdî çend tiştan bibêjim. Li Bakur, barê wêjeya Kurdî li ser milê xwîner û weşanxanyên Kurd e. Ango, bi saya xwedîlêderketina xwînerên Kurdî, wêjeya Kurdî dijî. Çimku dem û dezgeyeke ku piştgirya xebatên edebî, zimanî, zanistî û felsefî bike tune. Çend weşanxaneyên ku karê xwe baş dikin hene, yên mayî jî wekî meqama tesdîkê bi mafê xwe çi tê ber destê

wan, hema bênavber diweşînin; ku ev yek jî asta weşangeriyê dadixe jêr. Esntitû bi xwe jî, wekî dezgeyên bazirganiyê kar dikin û ne xwediyê wê hêzê ne ku rabin û piştgiriya çend xebatên nûjen bikin. Zimanê me ji ber ku ne fermî ye, mixabin di gelek warên jiyanê de baş nayê bikaranîn û di rewşa zimanekî lokalî de dimîne. Texmîna min ew e ku li Rojavayê Kurdistanê jî, bandora zimanê Erebî serdest e, û xebatên zimanî, ji bandora siyasetê xwe rizgar nekiriye. Xebatên ziman û wêjeya Kurdî, divê bi rê û rêbazên alînegir pêk werin û dem û dezgeyên Kurdan jî, divê xwedî lê derkevin.

Elî Gurdilî

Profile

Elî Gurdilî di sala 1966an de, li Navçeya Gurdilan’a Sêrtê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û navîn, li Gurdilan (Misircê) temam kir, û ya lîseyê jî, li bajarê Îzmîrê. Di sala 1980an de li Tirkiyeyê dema ku derbe çêbû û zorbaziyê dest pê kir, zext û zilma li ser malbatên kurd yên welatparêz jî, gelek zêde bû. Malbata wî jî wê demê li navçeyê weke malbatek welatparêz baş dihate nasîn. Piştî girtina birayê wî mezin, ew mecbûr man ku ligel hemû malbata xwe koçê bajarê Îzmîrê bikin. Piştî lîseyê, wî Zaningeha Egeyê beşa civaknasiyê kar kir, û ketime wê beşê. Piştî ku wî xilas kir, dest bi mamostetiya beşa felsefeyê kir (dersên mantiq, civaknasî, psîkolojî û felsefe) û ta niha jî berdewam dike. Qasî 15 sal in ku di hinek mijarên felsefî û zanistî de, bi Kurdî dinivîsînî. Di sala 2007an de, bi navê www.felsefevan.org ê malpereyeke amade kir, û ligel yek-du navberan jî, karê malperê bi rêkûpêkî berdewam dike. Ta niha 5 pirtûkên wî (di navbera salên 2006-2015an de) hatine weşandin. Niha ew bi navê Kovara Felsefevan kovareke jî diweşînin û ligel gelek bê îmkaniyan jî, 3 hejmarên kovarê hatine weşandin û ew ê di nêz de, 2 hejmarên din jî biweşînin. Berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin, ev in: Dengê Felsefeyê - Weşanên Doz Rêbendan 2006 (Stenbol( Rewîtiyeke Zanistî - Weşanên Doz Gulan 2007 (Stenbol( Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’-Weşanên Evrensel. (Stenbol 2015( Destpêka Felsefeyê- Weşanên Soran. 2015 (Almanya( Antolojiya Feylesofan. Alî Gurdilî. Weşanên Soran. 2015 (Almanya).


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.