Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
11ê Avdarê 1-3-2016
Kurdistan -hejmar (72)
www.Pdk-s.com
Efrîn ne cihê nakokiyên navdewletî ye
Ehmedê Cendirêsî -Efrîn Artêşa Tirkyê devera Efrînê û derdorê topbaran dike, di encamê de heta niha 10 sivîlan jiyana xwe ji
dest dane. Artêşa Tirkyê sînorê Sûriyê bi qasî 300 metreyan derbas kir û 1000 darên zeytûnan li gundê Qirimt Lixê qutkirin û bikêfa xwe diçe û tê kes nîne bersiva wê bide. Diyar Robarî ku xelkê herêma
Efrînê ye wiha dibêje:”Heta niha kesekî bersiva Tirkiyê nedaye û tenê gotinin, bila PYDê nakokoiyên xwe yên siyasî li Efrînê çareser neke, û miletê Efrînê nebe qurban. Tirkiyê dijminekî sereke ye ji Kurdan re, û
Neteweyên Yekbûyî NY roja 21ê sibatê weke “Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê” li tevahiya cîhanê pejirandiye. Ew roj, di encama xwepêşandanekê de ku li Pakistanê ji bo zimanê dayikê ji aliyê ciwanên xwendevan hatibû lidarxistin, di xwepêşandanê de çend ciwan jî hatibûn kuştin. Roja zimanê dayikê di sala 1999an de weke roja cîhanî ya
Zimanê xwe biparêzin Adil Ibrahîm -Hesekê
Derwêş Se’do: Topbarankirina Efrînê tiştekî nebaş e
2
nabe Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê tiliya xwe di kilmozê de dake, bila Kurdan dûrî van meseleyan bixe û tenê ji berjewendiya gelê Kurd re kar bike.” Ebd Henan li ser vê mijarê wiha got “ Efrîn ne cihê
zimanê dayikê ji aliyê UNESCO ve hat erêkirin. Derbarê zimanê dayikê û Zimanê Kurdî me ev raport amade kir. Salar Xelef li ser vê mijarê wiha got:” Berya niha di rojên reş û tarî de, di serdemê xurtbûna Partiya Beis de li Kurdistana Sûriyê, ferbûna Zimanê Kurdî ji bo her mirovekî Kurd xewnek bû, û tevî wisa hejmarek baş fêrî zimanê
Kurdistana serbixwe xewna her Kurdekî ye
3
xwe bûn, û gav in pirr baş di vî warî de avêtin, lê niha rewş gelekî xweş bûye û divê mirovê Kurd bêtir guh bide zimanê xwe”. Ji aliyê xwe Dilêr Fetah giringiya Zimanê Kurdî di dema niha û paşerojê de anî ziman û got:”Divê her Kurdek xwedî li zimanê xwe derkve, zimanê xwe biparêze, û nehêle zimanê wî yê dayikê bê jibîrkirin ji ber ku eger
nakokiyên Tirkiyê û Rûsya yan rejîma Esed e, bila dûr biçin ji Efrînê. Tevî zor û zehmetî û astengiyên li hember rawestsndina şer li Sûriyê, lê pêwîste rawest e û dest bi diyalog û çareseriya siyasî bibe .” zimanê miletekî tê windakirin, ew milet jî ji holê diçe, Kurdino agahdar bin.” Dîlan Omerî behsa îdyolojîkirina rêbazên xwendinê li Kurdistana Sûriyê dike û dibêje:”Xwezî gava ku hatiye avêtin li Kurdistana Sûriyê ji aliyê Zimanê Kurdî ve, ne gevake wisa ba,û rêbazên Kurdî dûrî partîtiyê bana, herwiha dûrî îdyolojiya partiyekê.”
Ehmed Osê: Axa welatê me nayê jibîrkirin
2
4
2 11ê Avdarê 1-3-2016
Kurdistan -hejmar (72)
www.Pdk-s.com
Derwêş Se’do: Topbarankirina Efrînê tiştekî nebaş e Hêstra Kurdistanê - Hewlêr
Siyasetmedarê Kurd Derwêş Se’do, ku yek ji damezrênerê Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur e got; topbarankirina sivîlan li Efrînê tiştekî nebaş e, û divê were rawestandin, lê divê PYDê xwe dûrî nakokiyên Tirkiyê û Rûsya bixe. *Kurdistan: Hûn Rewşa Rojavayê Kurdistanê çawa dibînin? Derwêş Se’do: Niha wek ji me hemûyan re diyar e, Rojavayê Kurdistanê di rewşeke nebaş re derbas dibe, û ev yek ji wan sedeman tê, ku Pariyek tenê xwe li ser serê Kurdan li wir kiriye desthilatdar, ew e Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ye, ku xwe bi darê zorê ferz kiriye, û ev yek dihêle ku rewş xerab bibe, û astengî bêne pêşiya Kurdan, ji aliyekî din ve hevalbendiya PYDê ligel rêjîma Beis li wan deverên Kurdî dihêle ku rewş aloztir bibe. Em hemû dizanin desthilata PYDê dixwaze her tiştek jê re be, û jiyana welatiyên Kurd aloz bike di rêya astenkirina jiyana rojane ya hemwelatiyan, ew jî di rêya buhabûna kelûpelan yan kokirina wan ji bo istixlalê. Ev yek dikeve xizmeta rejîma Esed û ti berjewendiyên Kurdan têde nîne. *Hûn tevgera Kurdî çawa dibînin? Eger em behsa tevgera aştîxwaza Kurdî li wî perçeyê Kurdistanê bikin, divê em cudahiyê bixin di navbera Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê û damûdezgehên ser bi wê ve, ku karê wan ne ji bo doza
Kurd e, û tenê paşeroja Beşar Esed ronî dikin, û xwîna xortên me bê sûde û di ber dijminan de dirjînin, ji xwe ev kar û siyaseta wan ji
tevî astengiyên ku ji aliyê çekdarên PYDê ve ji wan re têne dayîn. Rêbaza wan rêbazeke Kurdperwer e, û herdem behsa mafê gelê
Tenê Amerîka dikare her tiştekî ji bo Sûriyê bike Siyasetmedarê Kurd, Derwêş Se’do
ENKSê tevgerke baş ji bo doza gelê Kurd dike
Rûsya, Sûriyê ji xwe re kiriye meydana nakokiyan her kesekî re diyar e, lê aliyê din Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê tevgerke baş ji bo doza gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dike,
Kurd dikin, lê berûvajî vê yekê aliyê din ku ne dewlet û mafê Kurdan naxwazin. *Şiroveya we ji rewşa Sûriyê re?
Kes nîne Rûsya ceza bike Kurdo Sorkî - Heleb
/ Kurdistan
Rewş li sûriyê roj bi roj zehmet û aloz dibe. Ew şerekî navxweyî ku zêdetirî çar salan berdewam dike. Hemû bajar û bajarokên Sûriyê di jêr topbarankirina rejîma Esed û niha rejîma Rûsya de ne, û tevahiya wan hetin wêrankirin ji ber topbarana himbiz ya balafirên wan, ku di encam de bi sedhezaran kuştî û birîndar hene, û bi milyonan koçber û derbider çêbûne li hundir û derveyî Sûriyê, û ev yek nîşanên pir nexweş didin, ku paşeroja wî welatî wê nexweş û tarî be. Xelk êş û azareke pir mezin dikişînin, bi sedhezaran kes ji bo ku xwe ji agirê şer biparêzin xwe davêjîn welatên cîran, Tirkiyê, Îraq, û niha direvin Ewropayê. Niha Rûsya Sûriyê ji xwe re kiriye meydana nakokiyên xwe bi Tirkiyê re, û zirareke mezin dighîne welatiyên Sûriyê, Rûsya dixwaze li devera Laziyqiyê dewleteke Elewî
çê bike,û desthilata xwe berfireh bike û destê xwe deyne li ser Derayaya Sipî, û bi vê yekê Rûsya careke din xwe li deverê bihêz dike, herwiha Amerîka dixwaze beşekî ji xwe re bibe û deverên Sûnyan bixe bin destê xwe de, Civaka Navdewletî heta niha derbarê meseleya Sûriyê bêdeng e, û bandora vê yekê li ser Sûriyê û welatiyên wê gelekî heye. Divê dewletên zilhêz bi awayekî cidî derbarê kirîza ku li Sûriyê diqewime tevbigerin, û çareseriyeke rasteqîne ji bo kirîza ku pênc salin berdewam e bibînin. *Perçebûna Sûriyê baş e? Belê, tiştekî baş e, ji ber ku kes nema dikare hevdû tehemul bike, ji Kurdan re gelekî baş e, lê heger sînorê wan bighê Deryaya Sipî. *Çareserî çi ye gelo? Mixabin çareserî nediyar e, lê tenê Amerîka dikare her tiştekî bike. Topbarana Tirkiyê li ser
Efrînê we çawa dît? Kuştina Kurdan ne tiştekî baş e, em vê yekê şermezar dikin, lê divê PYDê xwe dûrî Tirkiyê bixe, û nebe destikê rejîma Esed, û Kurdan bike qurbanî çi li Efrînê be û çi li deverên din be, bila PYDê li xwe vegere û rêkeftinên di navbera wê û Encumena Niştîmaniya Kurdî de cîbicî bike, û yekrêziya di nava mala Kurdî biparêze. Ji bo rawestandina topbaranê hûn dikarin çi bikin? Em herdem rayedarên Tirkiyê li ser vê meselê agahdar dikin, û em dibêjin gerek hûn sivîlan û Kurdan biparêzin li her deverekê be, û meseleya Kurdî di rêyên aştiyan re çareser bikin. Heger PYDê bi ya me bike, bila nakokiyên xwe dûrî sivîlan bixe. Lê ew rayedar ji me re dibêjin PYD, PKK nahêlin em van meseleyan bi aştiyane çareser bikin.
Rêkxistina Lêborîna Navdewletî, Rûsya bi berpirsyaretiya pêkanîna hin tawanên cengê yên pir xwînî di van salên vê dawiyê de li Sûriyê tawanbar kir. Tîrana Hesen, Rêvebera ElIstîcaba ya kirîzan di heman rêkxistinê de, destnîşan kir ku “Balafirên Rûsî di heyma heftiyên dawî de, bi awayekî sîstematîk deverên sivîlan li Sûriyê, û tîmên hawarçûnê, û dibistan, û nexweşxane kirin armanc”, û tekez kir ku”Hêj êrîş berdewam in”. Derbarê vê yekê de çalakvanê meydanî Ebdirehman Îdo got”Herdem dezgehên
mirovî û yên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve dibêjin Rûsya tawanên cengê li Sûriyê pêk aniye, lê kanî cezakirin gelo. Kes nîne ku karibe bi Rûsta re biaxive li ser vê mijarê, nizanim ev bêdengiya Civaka Navdewletî ji bo çi ye û ji berjewendiya kê ye”. Hesen gotibû “Rûsya berpirsyariya tawanên pêkhatî di çend salên bûrî de hildigre “, û destnîşan kir ku “Topbarankirina wê û ya rêjîmê ji deverên sivîlan re tawanên cengê bi xwe ne”. Welatiyê bi navê Ehmed El-Qintar got:”Baş e, heger hemû welat Rûsya bi vê yekê
tawanbar dikin, çima bi cidî li ser vê meselê naxebitin, gelo topbarankirina dibistan û nexweşxaneyan ne tawanên li dijî mirovahiyê ne û tawanên cengê ne. Divê çareseriyeke bilez ji topbarankirina Rûsya ya bê serûber bête dayîn. Wê berpirsa Lêborîna Navdewletî diyar kir, ku “Îfadeyên karmendên dezgehên hawarçûnê, û kesên xwebexş, û dîmenên deverên armanckirî, destnîşan dikin ku Rûsya tawanên cengê pêk anîne, tevî ku ew xwe ji vê yekê bêrî dike, û naxe sitûyê xwe de”.
11ê Avdarê 1-3-2016
Kurdistan -hejmar (72)
www.Pdk-s.com
3
Kurdistana serbixwe xewna her Kurdekî ye Salar Salih-Hesekê Bêguman Kurdistana serbixwe û azad xewna her kurdekî ye li her çar parçên Kurdistanê, Kurdistan welatê miletê Kurd e, wek ciyografiyek yekbûyî yekemîn car di sala 1514an de bi encama cenga Çaldêranê di navbera Osmaniyan û sefewiyan de hat dabeşkirin, di wê cengê de ferweriya Osmanî biserket û Sefewî têkçûn, û sînor bi fermî hatin nîgarkirin bi îmzekirina peymana Zihaw di sala 1639an de di navbera herdû ferweriyan de, Osmanî û Sefewî.Û ji ber ciyopolîtîkiya Kurdistanê ya giring di Rojhilata Navîn de, û dewlemendbûna xaka wê bi samanên siruştî û bi
taybetî ‘’Petrol’’, piştî cenga cîhanî ya yekem û bi encama rêkeftina ‘’SaykisBîko’’ di navbera Birîtanya û Ferensa de, Kurdistan careke dî hat dabeşkirin di navbera sê dewletên nûjen de, Turkya û Îraq û Sûrya, bi vî şêweyî welatê Kurdan hat dabeşkirin û parçekirin û parvekirin di navbera çar dewletan de bêyî viyana wan, û bêyî ku kes ji vî miletî bipirse, ka hûn çi dixwazin, hûn çi dipejirînin ji bo çarenivîsa xwe? Lewra, em dibêjin mafê çarenivîsê li gor belgeyên Netewên Yekgirtî ji mafê miletê Kurd e, bi çi awayî be tu dewlet û tu kes nikare li himberî viyana miletê
Kurd derkeve derbarî mafê wî di biryardana çarenivîsa xwe de, ev mafekî rewa ye, û di vî hiştarî de nameya serok Barzanî tê, bo pêkanîna rapirsînê derbarî mafê çarenivîsê bi merema serxwebûna Herêma Kurdistana ( Kurdistana Başûr ), xewna dîrokî ya her Kurdekî dilsoz geş dike, ku Kurdistanek serbixwe û azad ava bibe, ev mafekî rewa ye ji miletê Kurd re ku çarenivîsa xwe biryar bide di riya rapirsîneke giştî de, û piraniya miletê Kurdistana Başûr çi bijardeyê hilbijêre ew yek ji mafê wî ye, ta bi serxwebûnê ji dewleta Îraqê û sazkirina dewleta netewî. Mafê çarenivîsê ji miletan
re hatiye şirovekirin di belgeya Netewên Yekgirtî de, û ragihandina pêwendiyan li ser bingeha hevaltiyê di sala 1970ê de, ( FriendlyRelations-Declaration ), û herweha di herdû peymanên navnetewî yê mafên aborî û civakî û rewşenbîrî, û yê mafên sivîl û siyasî sala 1966an, û ev belge hemû tekez dikin ku ji mafê hemû gelan e, çarenivîsa xwe bixwe biryar bidin, û rewşa xwe ya siyasî bi azadî bibijêrin. Miletê Kurd li Herêma Kurdistanê û li gor pîvanên navnetewî, ew wek milet hêjaye çarenivîsa xwe biryar bide, çiku ew mercên hebûna miletekî di yasayên
navnetewî de pêk tîne, ev milet ji yek regez ango netewê ye, xwedî zimanekî taybet e, û dîrok û çandek hevbeş e, li ser herêmeke ciyografî cuda û yekbûyî dijî, xwedî artêşeke taybet e, û xwedî desthilatek rewa ye, lewra ji mafê miletê Kurd e ku çarenivîsa xwe biryar bide wek milet. Di vê serdemê de avakirina dewleta Kurdistanê ne tenê xewne, lê temezekî ber biçav e, Herêma Kurdistana Îraqê wek herêmek fedral hemû mercên serxwebûnê pêkanîne, û bingehek tebût bo sazkirina dewletek serbixwe di herêmê de afirandî ye, û di baweriya min de dijminên miletê Kurd û bi
Salar Salih
taybet her çar dewletên ku xaka Kurdistanê parçe dikin, hew dikarin li dijî mafê miletê Kurd derkevin di avakirina dewleta xwe ya netewî de, çiku ew viyana siyasî li nik Kurdan çêbûye ber bi serxwebûnê ve, ji her serdemî xurtir û tebûtir e.
Sînorê Kurdistanê berfireh e
Raid Mihemed-Hewlêr
Kurdistan destwajeke ji du peyvan pêk hatiye Kurd- Stan, wateya wêm ew e ku ev der war û cihê Kurda ye, Kurdistan dikeve başûrê rojavayê Parzemîna Asya, û nêzîkî Parzemîna Ewropa dibe, yekemîn car Kurdistan hate dabeşkirin di sala 1514an de bû piştî şerê di navbera Osmanî û Sefewiyan de, ku li Çarldîran nêzîkî bajarê Wanê rû da, û sala 1916an Kurdistan hate parçekirin di rê nexşeya (Saykis–pîko
) de, û ev dabeşkirin li ser zemînê hate bikaranîn di rêya peymana Lozanê de, di sala 1923an li Siwêsra, û sînor hatin dayîn. Kurdistan dikeve bakurê hêla yeksanar ji 33pile heta 41 pile, û rojhelata Xêza Girênitş ji hêla 35.5 heta 48.5 û wiha Kurdistan dikeve nav seqayeke navendî, ji ber wiha çar werz tên xuyakirin, Havîn germ û zuha ye û Zivistan bi berf û baran e, û pileya germê dadikeve jêrî 0, ji bilî werzê
Buhar Payîzê . Rûberê rasteqîne ji Kurdistan re nîne, ji ber ku ta anha Kurdistan serxwebûna xwe ne standiye, lê hin ciyografnasên Kurd dibêjin rûberê Kurdistan dighê zêdeyî 420 hezar km2. Lê, di sala 1948an de li Parîsê di civîna ciyografî ya navdewletîde şaştiyk pir mezin çêbû ku hatibû gotin rûberê Kurdistanê 535000 km2, ji ber ku wan herêma rojhelata rûbarê Firat û Cezîra Rojavayê Kurdistan û Efrîn û Devera Kirmanşanê û heta tengava Farisî û çiyayê Hemrîn, ne xistibûn nexşa Kurdistan de, ji rexekî din ve, û li gor pirtûka Hesen Hişyar 19071985 {DÎTIN Û BÎRHATINÊN MIN} têde hatiye nîşankirin ku rûberê rûzemîna Kurdistanê dighê zêdeyî
700 hezar km2, ji ber ku sînorê Kurdistanê yê siruştî wiha ye: ji Rojavayê Kurdistan li peravê Deryaya Sipî, Iskrla Bêlan û paşî diçe ber lêmana Eskenderûn û pasik li çiyayê Amanos vedide, û Bajarê Osmanî û Rojavayê Mereş dike bergeh, û sînor rojavayê rûbarê Cîhanê diçe ber bi bakur ve û di rojavayê çiyayên ku
ew bi xwe di kevin rojavayê rûbarê Firat mîna Zincîra Çiyayê Engîzek,Xizan, Armûd Day, Bînbogawan digre di Qeya Bibî re, li rojavayê Sêwas, li rojhelatê Toqat di Demiruzû, paşî li bakurê bajarokê Zara sînor berê xwe dide ber bi Rojhilat ve bakurê çiyayê Qizil û bajarê Rifayê di başûrê Girasûn, Şibankare,
Hisar ku dikeve çiyayê Alûc, Bel eban di Gumişxanê re ber bi rojhelat ve dizîvire, paşî li vir ber bi rojhilat di Baybût di Rize re ber bi bakur ve di çiyayên Xanût, Çamlî Hemşîn re, li rojavayê Artevin, Murcirt, Çanûqat, Muradit, Çemê Hopa de li Batûm ku dikeve nêzî Deryaya Reş, paşî Kurdisran dighe lot-
Nexşeya Kurdistanê
ka xwe di Bakur re, dema dighe çiyayê Qadîr û Gola Dortiyol, di bakur re, ber bi rojhelat ve dighê sînorê Gurdcistanê nêzî çiyayê Aqbaba, li bakurê Bajarê Qeres paşî sînor ber bi başûrê rojhelat ve diçe, Xenak,Çildêr, Qeris, Arpeça, Vegir, Şapat, ber başûr li bakurê Bayezîd nêzîkî Bajarê Yerîvan paytexta Ermenistan, paşî rûbarê Aras bi sînor re dimeşe, li bakurê bajarê Mako ya Rojhelata Kurdistanê, paşî ber bi başûr ve diçe û piştî çiyayê Qazan sînor dikeve Gola Ormiyê û pişt re li cem Miyandob bi Robarê çexetor dimeşe, Zengemar, Kelaxwey, bajarê Bêcar, û çiyayê Hisên Beg, Birocerd, Loristan, Xozistan, di Xurem Şehir re rojavayê Bender Şapor dikeve Ten-
gava Farisî, di başûrê Kurdistan de sînor destpê dike, ji binya Şehreban û Mendelî û paşî bi Çiyayê Hemrîn re ber bi bakurê rojava de diçem ta dighê Fetha li ser Rûbarê Dicle dimeşe heta dighê bajarê Mûsil û sînor berê xwe dide Rojava li başûrê çiyayê Şengalê paşî dikeve Cezîra Rojavayê Kurdistsnê binya Gola Xatûniyê, û başûrê bajarê Hisiça paşî çiyayê Kezwan (Ebdulezîzê), heta dighê başûrê Girê Spî û Herêma Kobanî û pişt re sînor Robarê Firat derbas dike, û hêla rêya navbera Heleb û Babê re diçe heta dighe çiyayê kurmênc li EFRÎNÊ û li başûrê Cindirêsê dimeşe heta bakurê parêzgeha Laziqiyê dîsa Iskela Bêlan Deryay Sipî digre, wiha sînorê Kurdis-
4
çand û Huner
11ê Avdarê 1-3-2016
www.Pdk-s.com
Şeyda her çar perçeyên Kurdistanê kom dike Zêwa Remezan
- Amûdê
Hunermendê Rojavayê Kurdistanê yê navdar Şeyda sitranek bi navê “Gula Kurdistanê” derxist. Şeyda di sitrana xwe behsa bajarên her çar perçeyên Kurdistanê dike, û xuya dibe ku di sitranê de behsa êş û azarên gelê Kurd dike. Sitrana ku Şeyda tomar kiriye ji gotinên helbestvanê navdar ê bajarê Qamişlo Ferhadê Içmo ne ,û awazên Şeyda û birayê wî hunermend Sefqan in. Li ser vê sitaran nû ya Şeyda me nerînên hin welatiyan wergirtin. Ehmed Elî ku ji bajarê Serê Kaniyê ye wiha got:” Min heta niha sitranek ya Şeyda nexweş nedîtiye, nizanim ji ber ku es hezkirî wî me wiha dibêjim, bi rastî dengê Şeyda yekser xwe bera
dilê mirov dide”. Esmehan Ibêd dibêje ku dema ew li Şeyda guhdarî dike, rojên xweş bibîra wê tên û diçe dinyayeke din. Buhar Aslan li ser sitranê û hemû sitranên Şeyda dibêje:”Dema mirov li sitranên Şeyda guhdar dike, hestekî din e, Mihemed Şêxo tê bîra mirov. Şeyda mîna wî tine ye, em gelekî jê hez dikin.” Hunermendê bajarê Amûdê û heta niha koçber nebûye tevî hemi astengiyan, ku xelkê wî bajarî serê xwe pê bilind dikin, , di sala 1971ê de, li bajarê Amûdê ji dayik bûye, gelek albom û kilîp di jiyana xwe ya hunerî de çêkirine.
Ehmed Osê:
Axa welatê me nayê jibîrkirin Jîn Xelîl
Hunermend, Ehmed Osê / Kurdistan
- Almanya
Ehmed Osê, ku xelkê bajarê Hesekê gelekî jê hez dikin, û şêweyekî wî taybet pê di şahiyan de heye. Di sala 1974an de li bajarê Amûdê jidayik bûye û li Hesekê jiyana xwe berdewam dikir, û niha ew li Ewropaya ye. Osê behsa dema ku dest bi hunerê dike û dibêje ku ew di sala 1982an de bi temenekî biçûk destpê kir, û yekemîn derketina wî di Newroza heman salê de bû, ku yekemîn Newroz bi eşkere hate kirin, û dibêje”Min wê demê sitrana Newrozê hat hat agirê xwe dadat got ku gotinên Xweşnav Silêman bûn, herwiha sitrana Ez Kurdistana Buha me, ji vê de jiyana min ya hunerî destpê kir”. Osê dibêje di dema ku ew temen biçûk bû. Bi gelek huremen-
dan re derdiket şahî û Newrozan û bandora wan hunermendên Amûdê û birayê wî yê mezin yê ku amûra Cembişê bikar dianî lê hebû, û ji wan ferî hunerê bûye. Di sala 1985an malbata Ehmed Osê berê xwe dide Hesekê û li taxa Salihiyê bi cih dibin, wê demê Osê xwendekar bû û di ber xwendina xwe re bi gelek hunermendan re mîna Seîd Gabarî, û çend hunermendên din derdiket şahiyan,û li amûra derbekê dixist, û piştî ku Osê ji xwendina xwe dûr ket bi tena serê xwe şahî lidar dixistin. Osê behsa zehmetiyên ku berya niha kişandibû dike û dibêje: “Di sala 1994an de û ji ber beşdarbûna min di Newrozê de, xeta sor li ber navê min ket, û min nema karîbû şahî li bajar bo heyma 3ê salan lidarxistibana û tenê şahiyên gundan ji min re ne qedexe bûn. Herwiha Ehmed Osê di sala 2011an
de berê xwe da welatê Îmarata Erebî, û li ser daxwaza Kurdên li wir Newroza wê salê lidarxist. Li ser şoreşa Sûriyê, Ehmed Osê got; ku heta niha û piştî bûrîna pênc salan min tiştek li ser çê nekiriye, ji ber ku heta niha min tiştek jê fêm nekiye û rewş tevlihev dibe ku ez şaş bim. Di sala 2014an de Osê berê xwe da welatê Tirkiyê, û li wir karê hunerê berdewam kir, û pişt re çû Almanya û niha li wir dijî û karê şahî û ahengan berdewam dike. Osê behsa jiyana xwe ya Almanya dike û dibêje”Piştî salekê li vir ez hest dikim ku ez nû jidayik bûme ji ber ku ne ziman zanim, û ne ferê jiyana wan dibin, jiyan zehmet e, lê axa welatê me nayê jibîrkirin, lê rewşê hişt ku em werin vir, lê tevî van zehmetiya çend sitranên min yên nû hene û dê nêzîk derkevin”.
Google jî bû Kurdî Ehmed Kêtikî
-Hewlêr
Google, 13 zimanên din jî tevlî sîstema xwe ya wergerandinê (Google Translate) kir. Di nav wan de zimanê Kurdî-zaravê Kurmancî jî heye. Tora lêgerînê ya Google, zimanê kurdî jî xist nav sîstema xwe ya wergerandinê. Bi vî rengî hejmara
zimanên sîstema wergerandinê ya Google bû 103. Li ser vê yekê Îmad Hesen got:” Divê Kurd dem û çaxên xwe ji bo vê gava pîroz Terxan bikin, lê ji Kurdan re dibêjim sûd û mifayê werbigrin û gotinên biyan ji nava zimanê xwe derînin û bi zimanekî pak û paqij biaxivin “. Zimanên din ên ku tevlî sîstema wergerandinê ya Google bûne, ev
in:Qirgizî, Hawayî, Samonî, Îskotlandî, Gaelî, Shonî, Korsîkî, Frîzî, Amarî, Sîndî, Peştû (Efxanistan) û Josî. Kurdan li hember vî karê Google, kêfxweşî nîşan dan û di medyaya civakî de spasiya Google kirin. Diyar Mihemed li ser vê mijarê got:”Ev yek tiştekî gelekî baş e, lê divê Kurd guhê xwe bdinê û vê derfetê istixlal bikin ji bo pêşketina Zi-
manê Kurdî” Ji bo ku Kurdî tevlî sîstema wergerandinê ya Google bibe, gellek kampanya û çalakî hatibûn lidarxistin. Tê zanîn, yek ji damzerêner û rêve-
berên Google, kurdekî Rojhilatê Kurdistanê bi navê Umîd Kurdistanî ye. Google roja 4ê Îlona 1998ê hat damezirandin.