Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
25 Avdarê 15-3-2016
Kurdistan -hejmar (73)
www.Pdk-s.com
Şehîdên serhildana 2004an nayên jibîrkirin Kurdo Sorkî
- Qamişlo
Di rojeke wek îro berî 10 salan de hêzên rejîma Sûriyê gule berdane bi deh hezaran xwepêşanderên Kurd ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê derketibûn û di encam de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. Destpêka serhildana 12ê Adarê li bajarê Qamişlo bi derketina sed hezaran kes li dijî kuştina Kurdan ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve bû û pişt re li seranserê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û taxên Kurdan li Heleb û Şamê xwepêşandan belav bûn. Serhildan ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve bi
tenê heftiyekî berdewam bû, nêzîkî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan û di nav de jin û zarok jî hebûn. Herwiha bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin û hin bi mehan û hin jî bi salan di zindanên rejîmê de man û rastî îşkenceyê hatin. Heta vê gavê ti partî û saziyeke sivîl li Rojavayê Kurdistanê hejmarên rast û drust derbarê kuştî, birîndar, girtî û ziyanên madî yên serhildana 12ê Adarê de li cem wan tine ye. Di wê serhildanê de gelê Kurd daxwaza
mafên xwe û herwiha lêpirsîna kesên ku bûne sedema kuştina Kurdan kirin. Lê belê heta niha rejîma Sûriyê derbarê vê yekê de ti gav ne avêtine. Her sal gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur serhildana 12ê Adarê û kesên ku di encam de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr tînin. Welatiyê bi navê Ehmed Mihemed got”:Bi rastî, rojeke gelekî xemgîn bû li ser miletê me, me dît bê çawa Ereban û Hikûmeta Esed Kurd dikuştin, heta niha kujerê wê komkujiyê Selîm Kebûl nehatiye
Bîranîna serhildana 2004an
sizadan, û bi serbestî karê xwe di wê demê de û niha dike. Em dixwazin ew were cezakirin ji ber ku wî
fermana gulebaranê da bû. Ji aliyê xwe Cîhad Hisên li ser vê mijarê got:” Di wê demê
de serhildan gelekî zehmet bû, ji ber ragihandin bi rengê niha tine bû, herwiha Erebên deverê li dijî me
rabûn lewra ew hildan neçû serî, em şehîdên xwe nekin û herdim bibîr bînin”.
serdivê jibîr wan
Pêşmergeyên “Roj” qehreman in Adil Ibrahîm -Hewlêr
Piştî xwepêşandanên li Sûriyê di sala 2011an de, û derketina şerê navxweyî li wî welatî, hejmarek zêde ji xortên Rojavayê Kurdistanê ji nav refên Artêşa Sûriyê derketin, û berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Herwiha hejmarek din ji xortên Kurd ji ber zêdebûna şer û pevçûnan koçberî Başûrê Kurdistanê bûn. Pişt re di sala 2012an
de, û li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bo parastina herêmên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, dest bi perwerdeya leşkerî ya wan xortên Rojavayê Kurdistanê di bin navê Leşkerên “Roj” yan jî Pêşmergeyên Rojava hat kirin. Lewend Mihemed ku Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ye li ser vê mijarê got”:Bi rastî
gelekî kêfxweş im, ku çar sal li ser damezirandina Pêşmerge re derbas dibe, hêvîdar im ku di demeke nêzîk de vegerin Rojavayê Kurdistanê û xaka xwe li wir jî biparêzin. Li gor zanyariyan, hejmara Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê perwerdeya leşkerî dîtine, zêdetirî 7 hezar kesî ye. Hesen Mihemed derbarê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê got” :Pêşmergeyên “Roj” qehreman in, me
Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistan/Kurdistan
dît çawa bi qehremanî berevanî di ber xaka Herêma Kurdistanê
de kirin, hêvîdar in ku kes wan piştguh neke, û xwedî li wan
derkeve. Herwiha Pêşmegeyên Rojavayê Kurdistanê
Hilbijartinên Parlemantoya Sûriyê pêkenok in
heya niha di şerê li dijî DAIŞê de 33 şehîd û 125 birîdnar danîne.
2