74_

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

12ê Newroz 1-4-2016

Kurdistan -hejmar (74)

www.Pdk-s.com

Buhabûna kelûpelan careke din vedgere holê Adil Ibrahîm -Hesekê Careke din buhabûna madeyên xwarinê ji medeyên sereke mîna fêkî û keskayî vedgere holê, û xelk ji vê buhabûnê dilgiran in, jiyana hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê zehmetir dibe, ji ber ku aboriya wan gelekî xerab e, û bazar jî giran dibe. Welatiyê bi navê Xelîl Ibrahîm ji Rojnameya Kurdistan re dibêje:” Dorpêçkirin li ser herêmê heye, eger ne ji Deriyê Sêmalka ba, em ji hemû aliyan ve dorpêçkirî ne. lê mixabin niha Deriyê Sêmalka ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve

hatiye girtin, divê ev derî bi zûtirîn dem were vekirin, û kelûpelên xwarinê careke din werin Rojavayê Kurdistanê”. Navçeyên Rojavayê Kurdistanê, bi sedema şerê DAIŞê û qutbûna rê di navbera parêzgehên Sûriyê de, ji gelek aliyan ve hatine dorpêçkirin. Ji bilî vê yekê jî, buhayê pêdiviyên rojane bi taybetî jî kelûpelên xwarinê gelekî giran dibe. Ehmed Mihemed li ser vê mijarê dibêje:” Ez matmayî dimînim bê çawa nirxê bacanên sor dighêje 500 Leyreyên Sûrî, ma ev ne

kufre gelo, bila kesên xwe kirine desthilat vê meseleyê bilez çareser bikin, û rewşa rojane ya hemwelatiyan xweş û baş bikin”. Hêvî Mistefa dibêje:”Welatî li Rojavayê Kurdistanê ketiye navbera du agiran de, nema zane gelo ji buhabûna Dolar ev yek dibe, yan bazirgan û desthilat welatiyan istixlal dikin, bila li ser vê pirsgirêkê bi cidî were rawestandin”. Lê bazirgan sedema giraniya bazarê vedigerînin ser bilindbûna buhayê dolar ku gihiştiye zêdetirî 500Leyreyên Sûrî.

Dîmenek ji bazarê

Şewata Zindana Hesekê jibîr nekin Kurdo Sorkî -Hesekê Zindana Hesekê li Rojavayê Kurdistanê, roja 24 Adara sala 1993an hatibû şewitandin û di encamê de 61 kes hatibûne kuştin, 25 ji wan Kurd bûn. Girti yên di ketin

zindana Hesêkê wekî hemû zindanên rejîma Beis rastî kiryarên dijmirovahî yên rayedarên zindanê dihatin. Li ser şewata zindana Hesekê welatiyê bi navê Ebdilmecîd Ehmed

got”:Şewata zinadana Hesekê bi rastî komkuji yek bû derheqê gelê Kurd, û ti carî em vê bûyerê jibîr nakin, kiryarên rejîma Esed kiryarên bê sînor in derheqê Kurdan, û divê hemû

werin belgekirin”. Mihemed Hiso li ser vê bûyerê got:” 25 Kurd bêne şewtandin ne tiştekî biçûk e, divê kesên berpirs vê bûyerê bi hûrbînî belgeh bikin da ku di rojên bê de lêpirsîn derbarê were

kirin. Bila em van bûyeran jibîr nekin. Zindan di sala Yekîtiya Misir û Sûriyê de ji bo 200 girtiyan hatibû avakirin, lê hikûmeta Sûriyê 700 gitrî xistibûn wê zindanê. Zindana Hesekê

Fêsel Yûsif: Fedralîzma ku mafê me biparêze xwesteka me ye

Gelo rast e teror bê ol e

3

2


2 12ê Newroz 1-4-2016

Kurdistan -hejmar (74)

www.Pdk-s.com

Fêsel Yûsif: Fedralîzma ku mafê me biparêze xwesteka me ye Sîpan Xelîl

-Hewlêr

Fêsel Yûsif, Organîzatorê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê got; ku Fedralîzm xwesteke me ye, û berya her tiştekî divê danpêdan bi mafê gelê Kurd wek milet li Sûriyê bê kirin, rojnameya Kurdistan li ser vê mijarê ev hevpeyvîn pêk anî. Te ragihandina PYDê ji “Fedralîzmê” re çawa dît? Dema ku şoreşa Sûriyê destpê bû, gelek nerîn hatin holê, ku Sûriya nema dimîne Sûriya berê, gelê Kurd bang li yekîtiyê kir, ew yekîtî bi çêkirina Encumena Niştîmaniya Kurdî hate destnîşankirin, ku PYDê jî di destpêkê de di danûstandinên avakirinê de beşdar bû, pişt re wan encumenek cuda çêkirin, cenabê Serok Barzanî di sala 2012an

de, dixwest nerîna me derbarê Sûriya de yek nerîn be, ew jî Fedralî bû, çareseriya meseleya Kurdî ji hev cuda nebe, ne kanton û ne tiştekî din, yek çareserî heye ji pirsa Kurd re. Mixabin tiştê ku di navbera me û wan de pêk nehat. Xwendina min ji tiştê ku niha hatiye ragihandin ti meseleyên Kurdî têde tine ye, em û PYDê nûnertiya hemû Kurdan nakin, çê nabe aliyek tenê vê yekê bike, ya ji me re giring ew e, madeyek di ser destûrê re were cîbicîkirin, ew jî danpêdana bi miletê Kurd û mafên wî were kirin. Divê mafê me bi çi rengî be bê parastin. Kê ji vê ragihandinê sûd wergirt? Hêzên şofînî sûd ji ragihandina Fedralîzmê ji aliyê PYDê

Fêsel Yûsif, Organîzatorê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê

ve wergirtin, û gotin niha ne dema vê yekê ye, û ev yek perçebûne, herwiha rejîma Esed got; em bi yekîtiya xaka Sûriyê re ne. Ji aliyekê din ve Tirkiyê ku berya niha digot miletê Sûriyê çi biryarê bide emê pêre ne, lê îro

ew jî li dijî Fedralîzmê derketin. Em wek Encumena Niştîmaniya Kurdî bi mafê gelê Sûriyê û Fedralîzmê re ne, lê ne bi vî şêweyî. Tu navê Fedraliya ku ragihandine çawa dibînî? Careke din dibêjim dax-

uyaniya wan tiştek têde nîne, em ne pêwendîdar in bi navê ku wan lê kiriye, tenê em pabend in bi tiştê ku di rêkeftina Dihokê de em gihiştinê, divabû rêz li mafê gelê Kurd hatiba girtin, û navê Kurdî heba, ême

ji mafê gelê xwe nayên xwarê, û divê nav ji meseleyên Kurdî werin û tiştê hatiye ragihandin ne daxwazên Kurdan e. Çima PYDê siyaseta reyakisyonê dimeşîne? Berya Cenêva duyem em li Hewlêrê bûn, û nerîna me ew bû, kî li Cenêvê amade be ti pirsgirêk nîne, û îmze li ser vê yekê jî heye, li Cenêva duyemîn nehatin vexwendin, gelek nûnerên PYDê digotin emê berî her kesî amade bin çi di nava hemahengiya Sûriyê de, çi di nava cihekî din de be, û ji ber ku nehatin vexwendin meseleya rêveberiya xweser ava kirin, û niha Cenêv 3 lidare meseleya Fedralîzmê derxistin holê û heyama 6 mehan ji bo wê jî diyarkirin. Ev yek ti sûdê nade meseleya

Kurdî li Sûriyê û tenê xizmeta berjewendiyên dijminan dike. Hûn li ser vê yekê çi ji xelkê Kurd re dibêjin? Xelkê me xelkekî zana ye, û carcaran ji siyasetmedaran bêtir tiştan ji hev derdixe, xelk dibîne ka gelo warê praktîkê çi ye, çi tê kirin derbarê Fedralîzmê, nerîna me wek encumen careke din dibêjim Fedralî ye û em xelkê xwe jî wisa didin fêmkirin, lê tenê ew Fedraliya ku mafê me wek Kurd biparêze, eger mafê me tine be wê çi rejîmeke Fedralî be gelo. Em bi miletê xwe re ne, û emê berevaniyê di ber de bikin heta ji me bê, û daxwazê ji wan jî dikin ku bi tevgera xwe ya siyasî re bin, û em bi yekîtiya gelê Kurd re ne.

Zabê mezin penaberên Kewirgoskê xemgîn kirin Raid Mihemed -Hewlêr

Gerên rûbara Zabê 2 Xortên penaber ji Kampa Kewirgosk bi xwe re birin, û jiyana wan bidawî anî, Roja 22ê Adarê gelek penaberên kampa Kewirgosê ya nêzîkî çemê Zaba Mezin berê xwe dan seyrangeha qiraxa Zabê, û li wir Newroza xwe berdewam kirin, lê malbata Elî Reşad Hisên ku ew bavê zarokekê ye, û kurê xaltîka wî Murd Ferman ku ew ji xelkê Rojavayê Kurdistanê ne ji Qamişlo û Amûdê ne, nizanîbûn ku ev roj wê bibe rojeke reş di dîroka malbata wan de, û Elî yê ku wêne bi hevjîna û keçka xwe re dikşand wêneyên dawî bûn di jiyana wî de, gencek ji kampê ku ew bûyer li pêşya çavên wî rû dabû ji Rojnameya Kurdistan re wiha axivî:” Ew xort bi goka pê dilîstin û min dît çend cara topa wan di nav avê de wer dibû, ew diketin di nav avê û derdixistin, lê carekê topa wan dûr di nav avê de çû, xortekî ji wan Murad bi melevanî çû nav avê lê ji nişkêve

kire hewar hewar, û di cih de xortekî din (Elî) li dûv wî xwe berda avê ji bo hevalê xwe rizgar bike ji noqbûnê, lê mixabin herdû noqî avê bûn, û hewarê zarokan bilind bû .” Ji rexekî din ve, welatiyek ji xelkê gundê Kewirgosk ku ew jî nêzîkî cihê bûyerê bû tevlî ji Rojnameya Kurdistan re got:”Em ser qîra jinan rabûn, û me yekser berê xwe da li cem wan du xortên ku noqî avê bûn, û me dît yekî din xwe berda avê ku herdûka rizgar bike, min di cih de piştiya pişta xwe ji xwe kir û min hewil da ku yekî rizgar bikim lê piştiya min ne gihiştê , ez neçar mam û min piştiya xwe bi destekî girt û rexê din xiste destê hevalê xwe de û derbasî avê bûm bi xêra xwedê ez gihiştim xortê sisyan, û ew derxist, lê herdû xortêndin di destpêkê de binav bibûn, û min çend gulle berdan ezmana ji bo xelk bibhîze û werin alîkariyê, xelk hatin û tîmeke taybet bi

lêgerîna bin avê hat, lê laşê xortan ne dîtin . Roja 23ê Adarê, ango sibeha roja din ji rûdanê Seat nêzîkî 10ê sibehê, termê Elî Hisên ji aliyê tîma lêgerînê hate dîtin, birin kampê di nav rewşeke xemgîn de. Hecî Ehmed ji penaberên kampê ye ku ew û melayê mizgeftê laşê Elî şiştin û kefen kirin wiha got:” Laşê Elî hinekî werimî bû, û bi xîz bû, me xweşik şişt û kefen kir, rehma xwedê lê be, paşî hate veguhestin bo

Hewlêrê ji bo pijişkê Şer’î raporta xwe ya pijişkî ser sedema mirinê binvîsîne, pişt re beşek ji malbata wî bi terim re berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê ku kurê xwe li wir bi xakê bispêrin, û beşek ji malbatê man li rex rûbara zabê cihê bûyerê li benda çarenivîsa kurê wan Murd Ferman ku were diyarkirin .Endamek ji tîma lêgerînê ji me re got: “Av ne zelal e ji ber wilo termê xortekî ji wan dereng ma heta

me dît .Lê roja 26ê Adarê demjimêr 4ê êvarî, û piştî ku tîma lêgerînê rawestiya, grûpek ji xortên penaber û ji xortên gundê Kewirgosk lêgerîn kirin di nav avê de, û alafek dirust kiribûn (Çengelekî mezin) ew jî hasinkarekî ji kampê bi navê Azad çêkiribû, û di riya wê alavê re xortan termê Murad ji avê derxistin, û li mizgefta Kampê şiştin û roja 27ê Adarê termê wî veguhestin Rojavayê

Kurdistanê . Ji rexê xwe ve bavê Ciwan ku ew jî li Kampa Kewirgoskê dimîne, û xwdan ezmûneke mezin e di melevaniyê de bi xemgînî, û hêsir di çavan de digeran wiha got: “Adar dev ji me Kurda na berde bê êş, her tim xemgînî û kul û derd û bûyerên bi êş tên serê me, ne bes bû xenqandina di nav Deryaya Îcê de, û bi ser de Zabê jî para xwe ji me bir, mixabin dilovaniya xwedê li giyanê wan be,

û hêvîdar im ku tu kes nêzîkî avê ne bin ji ber ger gerê mirinê di zabê de pir in . Hêjaye were gotin ku ji destpêka damezrandina kampa Kewirgosk û ya Dareşikran ve yên penaberên Rojavayê Kurdistanê heta niha nêzîkî 10 kes ji penaberan di nav ava rûbar de noqbûne, nexasim ava Zabê, ne cihê melevaniyê ye ji ber ku ger û deverên kûr tê de pir in, û ava wê xurt e û cihê metirsiyê ye


12ê Newroz 1-4-2016

Kurdistan -hejmar (74)

www.Pdk-s.com

3

Bimire bo jiyanê, nejî bo mirinê

Fener Hemedo-Hewlêr Kîna ji jiyanê re û Heskirina wê ji hevdu cuda ne, ji ber ku ya diwem hestekî xerab e, û berûvajî xwezayê ye weke lebata tiştan a li dijî hêza kişandinê ya zemînê ye û hêzeke zêdetir jê re divê, û ne weke heskirina jiyanê ya ku li gorî xwezayê kar dike .Heskirina jiyanê mercekî sereke ye bo bidestxistina ji-

yaneke hêmintir û aramtir, mebest li vir ne ku em di rewş û demên zehmet de derbas nabin ên mirov di wan de di bêhêvî û hêrsê de ye, lê belê mebest ew e, ku em spasdar bin ji jiyanê re hinga em wê fêm bikin û wateya wê bizanibin.Eger em li milekî komeke muzîkê ya ciwan û zarokên Kurd

ên Rojavayê Kurdistanê bibin, ên ku ji jiyan û heskirina wê re stranan dibêjin, û sazan lêdixin û li ser cejna Newrozê ya netewî awazên xweş diafirînin nexasim di mercên dijwar ên dorpêç û şerî de, û li milê din tundrew û xwedanên ramanên kuştin, berzkirina guneh, zordarî, reşayî û belavkirina çand û ramanên mirin û xerabkirinê, hingê di berhevkirina me de, emê girîngiya têgehiştin û heskirina jiyanê bibînin û pêwîstiya banga ji prensîbên wê yên xweşik û pak re û mafê her kesî di jiyanê de dûrî hemû coreyên zor û kotekiyê yên ji raman û îydyolojiyên tundrew ên piçûktirîn mafên mirovan binpê dikin di azadî, hibijartin û jiyanê de.

“Bimire bo jiyanê, nejî bo mirinê” hevokek e min tim jê hez kiriye û bi wateya ku ew bingeha azadiya her kesî ye da ku jiyaneke bi rûmet û serbestî bijî, û wê gavê dê wizeya li hundir û karkêfî derkevin, û asoyine nû ji zanist û pêşketinê û têgehiştineke bêhtir ji jiyanê re bên dîtin. Digel vê yekê de jî divê rê bê girtin li pêşiya dijminên jiyanê yên ku nahêlin ti kes bijî bi azadî der ji sînor û liyên wan ên ramyarî û hîndarî ve, yên dijberî mentiq ango jîrbêjiya jiyana sade, pak û paqij û hestê wê yê xwezayî û lihevhatî bi yasayên xweristê re, û eger li ser vê bingehê jî hate xwestin mirov jiyana xwe bike qurban bo jiyaneke têde hebûn û nasnameya wî parastî bin, û rê

jê re vekirî be ku bibe endamekî xwedî rol û bandor di civakê de ji bo pêşxistinê, di wê demê de jî ramanên nû û afirandî û xweşiya jiyana kesayetî û naskirina wateya jiyanê bi rengekî cuda tên dîtin, ev aliyê yekem bû ji hevokê. Aliyê diwem ê vê hevokê ew e, ku mirov nejî bo mirinê, û ez vî alî bi du xalên sereke fêm dikim. Xala pêşîn ew e, dama ku jiyana mirovî terxankirî be bo mirinê hingê dê çewisandina hemû tiştên ne li gorî nerîna wî mirovî û bikaranîna zor, fişar û ferzkirina bi zorê ji nerîn û kiryarên xwe yên çewt, girtin û êsîrî baweriyên nexweş ên li dijî jiyana normal a saxlem û ramanên tolhilanîn û tundrewiyê. Bikaranîna van ramanan jiyan dibe

dojeh û zindana berhemhênan û ramanên asêmayî, û wê demê jiyan wateya xwe wenda dike, û hêviyên wê yên pêşketinê tên kuştin û pûçkirin. Ev yek eşkere xuya ye di komelgehên rojhilata naverast ên hîndarî de piştî pêkanîna awayên corbicor ên tundî û terora ramyarî û paşketina zanistî û şaristanî di dirêjayiya sedsaline dijwar û dirêj. Xala diwem a jiyana bo mirinê ew e ku ti armanc nebin di jiyana mirovî de di xizmeta wî û civakê de, ji ber bi hebûna rêyeke naskirî û bi armance jiyan geş û biwate dibe û bi tunebûna wê jiyan dimîne bê buna û qîmet weke çawa kevirek avêtî be li zeviyekî ji şûna ku parçeyek be ji avahiyeke bilind. Û li ser vî esasî erkê

hemû saziyên têkildar bi pêşxistina civakê yên sivîl û fermî ku gavên pêwîst bavêjin daku rê li her tiştekî dibe sedema terorê bigirin û helmetên ramyarî yên pilankirî bikin bi armanca belavkirina hişyarkirinê bo pêşxistina zanist û jiyanê. Jiyan kêliyek ebila em wê bi şadiyê dagirin, bi kenî bixemilînin, ji xemê vala bikin û kirasê hêviyê lê bikin. Û ta ku em bigihin têgehiştina jiyanê bi wateya wê ya resteqîn û beşdarî prosesa pêşvebirinê divê em wê baş nas bikin û li semfoniya wê ya nemir bixin, ji xwe Nizamettin Ariç ne bi tenê stranan dibêje lê belê ew li ser têlên jiyanê wek çivîkekî xweştirîn awazan dibêje.

Gelo rast e teror bê ol e Mihemed Hesko(Birasoz)-Almanya Nivîskar û siyasetmedarê Ingilîzî, Bincamîn Dizraîlî dibêje:”Li ku nasîn bidawî dibe, li wir ol dest pê dike”. Vaye dîsa terorîstên îsalmî neviyên çanda biyabanê xwe bi hovîtiyê xemilandin, pêr li Parîsê, duh li Birûksilê, wê sibe komkujî li ku be gelo?Ev kom û grupên olî yên radîkal bûne belaya vê hevçerxê, him li ser gel û welatên xwe, wek Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li Rohilata Navîn, û grupa Boko Heram li bakurê Efrîka û hwd, û him li ser cîhanê, dixwazin dem û çerxê berevajî bizîvrînin û jiyana pêşiyên xwe vejînin, ew jî Şûngiriya Îslamî ye! Dîroka diyarde ya xwekujtinê kevnare, di dîroka nêzîk û ya kevin de xwekuştina bi kom jî heye,û ta niha salan e li hemû welatên cihanê bi sedan kes dawiyê bi jiyana xwe tînin, lê belê kesî xwe di nava

xelkên sivîl de ne teqandiye, daku bi kuştina xwe hejmarek ne diyar ji xelkên sivîl bê guneh bi xwe re bikuje. Ji dema pareyên petrodolar ve ku li Kendava Erebî û bi taybet li Erbistan Siûdî peydabûn, piroseya belavkirina baweriyên reşên Wehabî û îslama radîkal dest pêkiriye, ew felsefeya ku can bê nirx dike, û mirinê diser jiyanê re digre û kuştinê helal dike,nêrîna xwe ya mîtafîzîkî bi rastiya vê duniyayê berdêl dike,hilgirên vê felsefeyê wê nikaribin digel guhertin û pêşketinên di cihanê de qewimîne xwe biguncînin, û wê her di sêkoşe ya neşengiyê de ya ku bi reşnêrînî sêrî xweyatiya xwe, civakê û pêşerojê dikin wê bijîn. Erê name diyar e, ji wan were ku bi xwekuştinê ango teqandinê wê tenahî û aramiyê di civakê de bikujin,

namegihandineke bi xirabtirîn û hovtirîn awayî ye, ew jî çavtirsandin û tirsandina xelkê ye, û encamder di wê baweriyê dene ku bi van karên qirêj û hovane, wê felsefeya olî ya xwe bi ser xelkê de bi darê zorê bi sepînin,ev yek li gor rêbaza xwekujane ya ku mele û şêxên nezaniya pîroz ew xwekuj li ser perwerdekirine û mijiyê wan bi Hedîs û Ayetên Cîhadê şuştin e ku,bi kuştina xwe û hejmarek kesên bê gunhe wê biçe bihişta rengîn ya bi firîşteyan dagirtî, û bobelata mezin ew e ku,hemû bawermendên ola îslamî bi têkestên xwekuştinê (cîhadê) bawerdikin, û eger na hemû gawirin, ma gelo ev ne serxweşkirin û bê hişkirina mirovane wek Karl Markis gotiye:”Ol efyona gelan e, eger were bikaranîn”. Tirajîdî ango bobelat ew e ku, tevahiya dunayê dît û bihîst ku DAIŞ`ê çi bi serê jin û mêr û zarokên Kurdên meyên Êzîdî û Xirîstiyanên devera Mûsilê li Başûrê Kurdistanê kir, û çawa jinên me li bazarên koletî yê hatin firotin,û bi ber destdirêjiya çeteyan ketin, û mêr çawa

kuştin û zarok birin û bi darê zorê kirin Misilman, û warên pîrozên Êzîdiyan wêrankirin, û çawa serê mirovan li pêş kamîreyan dibirîn,û ev tawan hemû di bin navê ``Allahu Ekber``de û li gor Ayet û Hedîsên ola Îslamî encamdidan, û hîn rêjeyeka baş ji Kurdên me yên Musilman hene dibêjin:``kar û reftarên çeteyên DAIŞ`ê ne ji Îsamê ne, û evane nûneratiya Îslamê nakin``. Tevî ku

ti sazî yan dezgehên Îslamî li asta hermî an cîhanî, ev kar û tawanên DAIŞ`ê şermezarnekirin e. Birano…win çima bi çavên girtî sêrî vê pirsê dikin, ew bi xwe dibêjin û radighînin ku ew rêbaza Îslamê bicihdikin û bi rêve dibin û Îslamiya rast û dirust ev e, lê diyare ew rêjeya Kurdên meyên Musilman bi sendroma Stokholmê ketine, kesên bi vê sendronê dikevin bi çavekî erênî sêrî

dagîrkeran ango dîlkirên xwe dikin, û spasdariya dîlkerên xwe dikin ku ew nekuştine. Bi vê helwesta xwe ew rêje ji Kurdên me û alavên ragihandinên erebî reklama ku dibêje:``Teror bê ol e``, hevdengin û wê reklamê belav dikin. Ev silogana li ser pêdivî bi bersiveke zelal û wêrek ji şêx û meleyan me he ye, ji ber ku ew olê me ji me baştir dizanin?


4

çand û Huner

12ê Newroz 1-4-2016

Kirasê Sipî

Diya Ciwan

Piştî keft û lefta çend salan bavê min got; Bila. Dema dengê(Fatîhê) hate guhê min, dunya hemî têra şahiya min nedikir. Her ku bihata mala bavê min bi bihaneya tasek av jêre bibim yan tasek dew, yan şerbetek. Da ku ez bejn û bala xwe li hember wî li ba bikim. Ewî jî dibin çavê xwe re bi şermînî

www.Pdk-s.com

li min dinêrî. Roj dibûne meh, û meh dibûne sal heta dema dawetê hat. Sê roj û sê şevan bû dawet, vemirî deng ji xelkê. Burhan bi destê min girt, û me berê xwe da malê. Lingê min di kirasê min yê sipî de aleha, û ez bi dev û rû ve çûme erdê. Pêre ez şiyar bûm, min dît xwehdan ji pora min sipî diherikî.

Dîmenek Foloklorî

Tîrêj xwedî ked û xebateke mezin bû Ehmed Kêtikî - Qamişlo Seydayê Tîrêj ku di 23yê Adara 2002an de, beriya 14 salan koça dawî kir, stêrkeke geş û ronîdar bû di ezmanê helbesta kurdî ya klasîk de li Rojavayê Kurdistanê. Tîrêj evîndarê milet û welatê xwe bû. Evîndarê bihar û xwezaya Kurdistanê ya qeşeng bû, lewma jî helbestên wî yên sade û xweş bûn stran û li seranserê Kurdistanê geriyan. Tîrêj gelek dîwan û berhem li pey xwe hîştin, lê helbesta wî “Bilbilê Dilşad” bû wek klasîkeke nemir di karwanê helbesta kurdî de. Çardeh sal di ser koçkirina helbestvanê Kurd yê navdar Seydayê Tîrêj re derbas dibin. Seydayê Tîrêj di sala 1923an de li gundê Nicmok yê girêdayî parêzgeha Hesekê ji dayik bû. Navê wî yê rastî Nayîfê Heso ye. Wek gelek helbestvanên Kurd, Tîrêj jî di dibistanên olî de Quranê dixwîne û fêrî xwendin û nivîsand-

inê dibe. Di sala 1937an de Tîrêj li Amûdê bicih dibe û têkiliyên wî bi kesayetiyên mîna Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt dibin. Rojnamevan Raman Îsa wiha li ser Tîrêj axivî:” Helbestvanê gewre Seydayê Tîrêj an jî Nayifê Heso, yek ji wan kesên xwedî ked û xebateke mezin di warê helbest, çand û wejeya Kurdî de kiriyê, Seyda ji destpêkê ve danûsitandin bi helbestvan û rewşembîrên Kurd re kiriye, mîna D.Nûredîn Zaza, Hesen Hişyar, Cegerxweîn û Osman sebrî, Tîrêj ketiye bni bandora van kesan ta ku giha ye astekê êdî bibe xwedî behremendî di warê nivîsandina helbestê de, ligel ku Seydayê Nemir xebata niştimanperwerî kiriye û ew yek ji damezirênerê rêxistina Xoyibûnê bû. Seyda li gor têkiliyên min bi malbata wî re, mirovekî bêhin teng

Seydayê Tîrêj

bû, lê di heman demê de jî ew kesekî hestiyar û nazik bû, bêguman di warê olî de jî seyda dixebitî”. Ji aliyê xwe ve, nivîskarê rojnamevan Diyar Hacî wiha got:”Seydayê Tîrêj bandork wî pir mezin li ser min hebû ji zaroktiya min de, bi taybet gava ku ez digel bavê xwe diçûm serdana dikir, bi rastî belkî

wê çaxê min gelek bîr nedibir di gelek mijaran de, lê heta vê demê dengê Seyda di guhê min de maye gava ku helbesta xwe li ser Leyla Qasimî digot, ez dikarim bêjim wê helbestê hestê Kurdperweriyê di hundrê min de çand”. Ji sala 1973an û heta 23yê Adara 2002an ku ji dinyaya me bar kir,

Seydayê Tîrêj li bajarê Hesekê dima. Cegerxwîn di dîwana xwe ya sêyemîn “Kî me Ez” de, helbestek ji Tîrêj re nivîsandiye û tê de dibêje: Ev xwendin û zanebûn. Nêzîk dikin serxwebûn. Xortên wek te pir zana. Gerek bêjin; Nezana. Bira destên hev bigrin. Di vê rê de em bimrin.

Yekîtiya Nivîskaran zincîreya xwe ya yekem belav kir Qasim Xelîl

- Qamişlo

Zincîreya yekem berhema pêşî ya çapkirî ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên KurdistanaSûriya, ku weke panoramekê li ser kurtejiyan û berhemên navdartirîn nivîskar û helbestvanên Kurdistana Sûriyê hatiye amadekirin, wek ku di pêşgotina pirtûkê de, YNK-S diyar dike ku ev kurtejiyan tenê ya nivîskarên Kurd li Kurdistana Sûriye yên ku çûne ber dilovaniya Xwedê, lê ew bawer in ku jibilî van nivîskaran yên zindî jî hene û ew hêjane ku

lêkolîn li ser wan jî bibin, lê ji ber sedemên teknîkî YNK-S neçar e ku di rêya zincîran re yên din belav bike. Luqman Yusif cîgirê serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana- Sûriya YNK-S ji Rojnama Kurdistan re ragihand ku yekîtî wê berdewam be li ser deranîna zincîran û ew niha mijûl in bi amadekirina zincîreke nû li ser jiyana nivîskar û wêjevanên Kurd li seranserî ciyografiya Kurdistanê. Her wekî din Yusif dibêje

ku mebesta wan ji zincîra yekem ew em ku wek wefedarî û bîranînê ji bo van nivîskarên Kurd bikin, ji ber ku wan jiyana xwe pir arzan kirbûn hemberî berjewendyên gelê xwe û bûn jêderk serke di pirtûkxaneyên Kurdî de. Tê zanîn ku ev yekemîn care ku zîncîreyek bi vî rengî ji dezgeheke rewşenbîrî li Kurdistana Sûriyê derdikeve, û dibe cihê dilxweşiyê libal welatiyan.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.