Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
26ê Newroz 15-4-2016
Kurdistan -hejmar (75)
www.Pdk-s.com
Qamişlo: Xelk ji topên Tirkiyê bitirsin Adil Ibrahîm -Qamişlo
Ev demeke leşkerên Artêşa Tirkiyê topan carcaran davêjin nava bajarê Qamişlo. Herî dawî 3 gulleyên topan li nav bajêr û li cihê ku welatiyên sivîl lê dijîn, ketin. Di encama topbaranê de ti zirarên canî çê nebûne, lê zirarên madî gihîştin cihên ku top lê ketin. Li ser vê mijarê û tirsa welatiyan me ev raport amade kir. Xebat Ebdilkerîm derbarê vê mijarê got” :Bi rastî tirs ji van topan gelekî heye, rast e heta niha tenê zirarên madî ne yan hin welatî birîndar bûne, lê em gelekî bi tirs inm divê aliyê Tirkiyê bi vê yekê were agah-
darkirin, da ku tiştekî wisa dubare nebe”. Îmad Haşim li ser vê mijarê wiha got:”Em gelekî li ser zarokên xwe ditirsin, her ku topek dikeve, em bêtir ditirsin, lê em çibikin qedera me Kurdan ev e, ku herdem di nava agir de bin çi agirê hinder be, û çi yê ji derve be”. Navçeya Nisêbînê, ku hevsînorê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û niha şer di navbera Artêşa Tirkiyê û PKKê de lê heye. Lewma carcaran topên leşkerên Tirkiyê li Qamişlo dikevin.
Sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê / Kurdistan
Karê hewildana şewtandina bargeha ENKSê karekî xerab e Kurdo Sorkî -Dirbêsiyê Li bajarê Dierbêsiyê êriş li ser baregeha Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) hat kirin.Çend kesên nenas êrîşî baregeha Encûmena xwecihî ya ENKSê li bajarê Dirbêsiyê kirin û hewil dan bi riya molotofan wê bişewitînin û sloganên li dijî ENKSê li ser dîwaran nivîsandin.
Derbarê mijara gefxwarina li Encumena Niştîmaniya Kurdî û serkirdeyên wê, me nerînên hin welatiyan stendin. Cemîl Silo ku xelkê bajarokê Dirbêsiyê ye wiha got:”Ez nizanim bê exlaqê Kurdayetiyê daketiye çi astê, berya niha Kurd ne wisa bûn, bi texmîna min PYDê ji Kurdan cihê ye,
Beşar: Heta niha ti tewafiqeke navdewletî derbarê Sûriyê nîne
2
çawa Kurdek hewil dide
mala birayê xwe bişewitîne
Çepka bidin da Kurd bibin yek
3
gelo ma ev yek ne şerm e”.
Dîlan Omer got:” Ev kar dûrî exlaqê Kurdayetiyê ye, û ev karekî xerab e, çawa PYDê gefan li serkirdeyên Kurd dixwe, ma gelo çima berê xwe nade rejîma Esed ku di nava bajarên Kurdî de ye, ev yek tiştekî nerênî ye bila careke din tiştekî wisa dubare nebe”. Herwiha berî çend rojan jî, çend kesên nenas li ser dîwarên baregeha ENKSÊ li bajarê Qamişlo gef nivîsandibûn.
Tevî zehmetiyan Sûzan Master li Holenda bidest xist
4