Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
11ê Gulanê 1-5-2016
Kurdistan -hejmar (76)
www.Pdk-s.com
Şerê Qamişlo şanoyek bû û xelk bûne qurbanî Ehmed Kêtikî -Qamişlo
Di encama bûyerên Qamişlo de, ku rojên 20-21ê Nîsanê dirust bûn, hejmarek ji birîndar û şehîdan ketin. Ji aliyekî ve hêzên PYDê, li aliyê din, ku ew jî hêzên hikûmeta Esed û alîgirên wê bûn, şer di navbera wan de derket li ser çend xalên komntrolê û zindana Elaya, û pişt re lihevkirin, û careke din bajar lihev dabeşkirin .Mihemed Ebdulah ku xelkê bajarê Qamişlo ye wiha li ser vî şerî got:” Kes ji me bêtir nizane ev şer çi bû, û ji bo çi bû, ev bi xwe şanoyek bû ji bo çend cihên stratejîk, û 17 kes bûne qurbanî, û dawiya dawî lihevkirin, wek tiştek çê nebûye. Eger rast ba bila PYDê hiştiba Pêşmerge
derbas bibin, û rejîma Esed bi temamî ji deverên Kurdî derxistiba”. Diyana Omer wiha li ser vê mijarê got:” Textê şanoyê vê carê ji bajarê Hesekê hate bajarê Qamişlo, ew dixwazin xelkê deverê koçber bibin, û fişarek li ser Herêma Kurdistanê çê bibe, em spasiya Serok Barzanî dikin li ser hawarçûn û pêşwazîkirina birîndarên şerê Qamişlo, pirs ew e gelo di vî şerê mezin de li gor wan, kî biser ket?..tenê xelk bûne qurbanî”. li gorî amaran, 17 welatî di şerê Qamişlo de şehîd ketin, û bêhtir ji 67 welatiyên din jî birîndar bûn, piraniya wan jin û zarok in.
Şûnwarên kevnar bi yekcarî hatine dizîn Adil Ibrahîm -Hesekê Ji ber şer û pevçûnan û rewşa xerab li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, her ku diçe ziyana ku digihêje şûnwarên dîrokî, kevnar û pirtir dibe, û hebûna wan jî dikeve metirsiyê de. Niha li Rojavayê Kurdistanê xelkê berê xwe daye şer û pevçûnan, lê jibîrkirine ku di jêr deshilata Partiya Yekîtiya Demoqratîk de şûnwarên Kurdî hemû hatine dizîn û derketine derveyî welat, û ev yek
şaristaniya Kurdî dixe metirsiyê de. Welatiyê bi navê Ciwan Xelef wisa li ser vê meseleyê got:” Li welatên xelkê bajarên kevnar bi temamî dibin mozexane, da ku şûnwarên xwe ji jinavbirinê biparêzin, lê mixabin libal me, şûnwar bi temamî têne dizîn beramberî hinek pereyan, ku bi wan pereyan şaristaniya xwe difroşin”. Xemgîn Elo dibêje:”Derbarê şûnwarên Rojavayê Kurdistanê
Îmad Yûsif: Armanca me helwesteke siyasî yekgirtî ye
2
hinekî radwestin, bila kesê desthilat bizane bê rejîma Beis herdem dixwest dîroka Kurdan tine bike, û bibêje ku dîroka li Şikefta Dûderiya Efrînê, Girê Mozan û Çaxir Bazar û Şêrana Kobanî… şûnwarên Erebî ne, lê tu piştevaniyê nede boçûnên Beisiyan û şûnwarên Kurdî yên resen biparêze û xwe bi şarisaniya xwe jî ser bilind bike”. Ev pênç sal in, ku krîza Sûriyê lidare, û şûnwarên dîrokî li hin cihan têne rûxandin û li hin cihên din ew şûnwar bi temamî têne dizîn, bêyî ku ti aliyê pêwendîdar tevgerekê ji bo vê meseleyê
Kiryarên PYDê nema têne qebûlkirin
Keleha Sikera
3
Ferhad Fêsel: Foloklorê Kurdî zengîn e
4
2 11ê Gulanê 1-5-2016
Kurdistan -hejmar (76)
www.Pdk-s.com
Îmad Yûsif: Armanca me helwesteke siyasî yekgirtî ye Sîpan Xelîl
- Hewlêr
Hevrêzkarê Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) Îmad Yûsif got; yekirina helwesta siyasî û avakirina hêzeke leşkerî yekgirtî ku parastina Kurdistana Sûriyê bike arrmanca me ye. *Li Qamişlo vê dawiyê şer derket, we ew şer çawa nirxand? Metirsiya bûyerên “xwînî” li bajarê Qamişlo ji wê yekê hat ku sentera bajêr bû cihê bûyeran, û welatiyên sivîl bûn mertal di riwê agirê di navbera Yekîneyên Parastina Gel YPGê yên ser bi PartiyaYekîtiya Demoqratîk PYDê ve, û milîsên bergiriya niştîmanî û hêzên rejîma Esed. Dûrî armanca ku ji bo wê şer derket di navbera herdu aliyan de, vegera jiyanê û aramiyê li nava bajarê Qamişlo ew e armanc e, ji bo saxiya gelê me, û dûrkirina welatiyên sivîl ji ceng û nakokiyên ku di navbera hêzên çekdar de gur bûne, ku her yek dixwaze bicihkirina xwe bihêz bike, û tişta bixwaze kontrol bike, bêyî ku em jibîr
bikin ku rejîma Esed rêveberiya vê yekê dike, da ku armancên xwe bi cih bîne, bi vê sebaretê em sersaxiyê ji malabatên şehîdan re dixwazin, û selametiya bilez ji hemû birîndaran re, bi taybet kesê ku bû qurbana guleyên bêserûber di wan her sê rojan de, ku yek ji endamên tevgera me jî yê bi navê “Kawa Ebdilkerîm Ferho” bi guleyekê birîndar bibû. *Gelekî behsa yekîtiya Kurdan tê kirin, tu çi dibêje? Bêguman, her Kurdek eger temen biçûk be, yan mezin be di wê baweriyê de ye, ku rizgarkirin û xelaskirina Kurdan bi yekrêziya nava refên wan tê, herwiha yekirina helwesta siyasî û avakirina hêzeke leşkerî yekgirtî ku parastina Kurdistana Sûriyê bike, û berevaniyê di ber de bike, li dijî pîlan û êrîşên rêxistina terorîst DAIŞê, û berjewendiya gelê Kurd di ser her tiştekî û ajendeyên partîtî bigre. Tevî ku em li ser wê hêviyê man ku şêweyekî tewafiqî
ji Kurdan re bibînin, lê em îro roj dibînin astengiyên li pêşiya tişta em dixwazin mezin in, û rûberekî berfireh di navbera rêbaz û siyaset û kiryarên ku aliyên siyasî li ser dimeşin heye, di dema ku ti niyaz ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve, ya ku bûye desthilat tine ye. Destpêşxêriya ciwanan çawa bû? Di dema ku pêwendiyên Kurdî- Kurdî li Kurdistana Sûriyê nexweş in, herwiha sitemkariya PYDê li ser Civaka Kurdî, û tekaliya PYDê di derkirina yaseyan de, em destxweşiyê li her karekî dikin ku astengiyan ji holê hilîne, û dûbare giftûgo û danûstandin vegerin di navbera aliyên Kurdî de li Kurdistana Sûriyê, û ji wan “destpêşxêriya ciwanan”, lê têbîniyên me li ser durişmên wan hebûn, yên ku wekhevî di navbera sitemkar û sitembar de çê dikirin, û daxwaz ji sitembar kirin ku xwe daxîne, û destpêşxêriya wan lawaztir bû, dema ku ji Encumena
Hevrêzkarê Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) Îmad Yûsif
Niştîmaniya Kurdî xwestin ku xwe ji Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriyê û Desteya Bilind ya Danûstandinan bo Cenêvê vekşîne, bêyî ku ji PYDê bixwaze girtiyên siyasî yên di zindanên wê de berde, yan yaseyên li dijî gelê Kurd rawestîne. *Derbarê Cenêvê çi li cem we heye gelo? Em ne bawer in bi rastiya rejîma Esed di qebûlkirina çareseriya siyasî de, Cenêv tenê buhirandina demê ye, ji ber ku dîtina çareseriyekê
ji pirsa Sûriyê re hêj ne sitewya ye, û Civak Navdewletî dixwaze rêveberiya krîzê bike, ne çareserkirina pirsê di vê qonaxê de, û nîşana wê yekê ew e topbarankirina Rûsya ji bajarokê Etarib yê Helebê re ye, û armankirina berevaniya şaristanî, û binpêkirina agirbestê, û gera derbasbûyî ti pêşketineke berçav têde nehat dîtin, tenê rejîma Esed topbarana xwe li ser bajarê Helebê himbiz kir. Ez bi xwe bi rawestandina karê ENKSê re bûm di gera dawiyê de
ji danûstandinên Cenêvê, ji ber neguhertina El-Zubî, ji ber ku gera dawî tenê du pirs bûn, yek rawestandina kiryarên dijminahî, û ya din jî derbaskirina alîkariyên mirovahî ji bo deverên dorpêçkirî bû, ji ber vê yekê rawestandina endametiya şanda Kurdî wê ti bandorek nerênî bi xwe re nedianî, lê wê kaxezeke fişarê li ser Zûbî û kesin din ba. *Gotineke ya dawî? Wek diyar e, yaseyên PYDê xizmeta berjewendiyên Kurdan nakin, di dema hatina vê delîveya dîrokî ya ku di nerîna min de, dubare nabe, divê hêzên Kurdistanî fişarê li wan bikin, da ku vegerin nava mala Kurdî, ji bo yekrêziyê û vegera wê li ser siyaseta ku li dijî Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê dimeşîne, herwiha her kesê ku li dijî siyasetên wê radweste, divê ENKSê xwe bi kaxezên xwe yên dîplomatîk bigre, ji bo ku berxwedanê bike li dijî yên ku yaseyan li dijî wê derdixe, û gefan li wan dixwe.
Ibrahîm Biro: Xwîna şehîdên Qamişlo ji kesên desthilat tê xwestin Idrîs Hiso
- Giwêlan
Roja 22 Nîsanê 2016, bi amadebûna hejmareke mezin ji nişteciyên Kampa Gewîlan li Qezaya Berdereş ser bi parêzgeha Duhokê ve, nûnerên partiyên endam di Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS), Berpirsê Liqa 9 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Rêvebirê Kampa Giwêlan û Berpirsê Asayiş û dezgehên Polîs û ewlekariyê li Kampê, semînarek ji bo Serokê ENKSê Ibrahîm Biro birêveçû. Semînarê bi xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê destpêkir, pişt re bixêrhatina mêvanan hate kirin, û zarokekê ji Kampê helbestek pêşkêşî mêvan û amdebûyan kir, xelkê jî helbesta wê bi çepikên gerim pêşwazî kir. Serokê ENKSê Ibrahîm Biro di gotara xwe de bi giştî li ser rewşa nih ya Sûriyê û Roja-
vayê Kurdistanê axifî ,û got: “Ez dixwazim di vê gotarê de hin xalan zelal bikim û ji we re rû bi rû biaxvim, ji ber di hin dezgehên ragihadinê û torên civakî de, gelek tiştên ne rast derheqê ENKSê, û xebata wê de têne gotin.” Derbarê danûstendinên Cenêvê û beşdariya Şanda
Kurdî, Biro bi berfirehî axifî, û diyar kir ku, ENKSê di geryanxwe de li welatên Yekîtiya Ewûpayê ji aliyê gelek welatan ve hate pêşwazî kirin, me ji wan re tekez kir ku ENKSê di Şanda Opozîsyonê de nûnertiya Gelê Kurd dike û got: “Em dê xebata xwe berdewam
bikin heta ku ji destê me bê, ji bo bidestxistina mafên Gelê Kurd em dê bê rawestan kar bikin.” Biro di axaftina xwe de tekez kir ku, Ew dizanin di nav Opozîsyonê de hin alî û hêz hene bi heman şêweyê rêjîma Beis li Kurdan dinerin, “Lê kesên wek Kîlo û Ziûbî wê
nebin kelem di pêşiya me de, em dê danûstendinan bikin û çi dema ku mafê gelê me di rêkeftinan de nehate bidestxistin, wê demê helwêstek me jî dê hebe.” Derbarê rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê Biro rexneyên tund li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir û got: “5 sal in PYDê bi alîkariya rêjîmê dike, û bi çekên wê li hêzên din dide, û dixwze ku tevger û jiyana siyasî li Rojava pûç bike, û hemû tiştî bidest xwe bixe, û hevpişkiyê ji xwe qebûl nakin.” Li ser şerê Qamişlo jî got: “PYDê çekdarên Ereb di nav xwe de qebûl dike, lê nahêle Pêşmerge derbasî welatê xwe bibin, û gefên birakujiyê dixwe, Îro di şerê Qamişlo de çekdarên Ereb li wan duqlipin û endamên YPGê dikujin û xiyanetê bi wan re dikin, ji bo wilo xwîna şehîdên
Qamişlo ji wî aliyê ku xwe kiriye deselat tê xwestin.” Biro got jî: “Piştî 100 salî ji rêkeftina Sayiks-Pîko heger Kurd di vê rewşê de bin, êdî zehmete ku em mafên xwe bidestbixînin, û sûdeyê ji vê derfetê werbigrin.” Pişt re hejamrek ji kesên amade pirs arasteyî Serokê ENKSê kirin, wî jî ji aliyê xwe ve bi berfirehî li ser pirsan rawestiya, û bersiva wan kesan da. Rojanameya Kurdistan jî pirsek taybet arasteyî Biro kir, derbarê nebûna beşê Kurdî di malpera Encûmena Niştimanî ya Kurdî de? Biro di bersiva xwe de, ev yek vegerand, ji ber nebûna derfetên darayî û ev yek bi mixabinî wesif kir û got: “Ez nikarim berevaniyê di ber vê kêmaniyê de bikim, lê belê bêhtirê miletê me jî bi Erebî dixwînin.”!!
11ê Gulanê 1-5-2016
Dakevin qadê
Emer Îsmaîl-Dêrik Hevrêz û tevgerên xort û ciwanan tiştekî pîroz e di vê şoreşa sipî ya ku ji aliyê gelê Sûriyê ve hate lidarxistin. Û xwînrijandin û wêrankirina gund û bajaran ji aliyê rejîma Beis ya kevneşop ve tête di qonaxaberdewamiyê de derbas dibe. Ev şoreş ji bo azadî, wekhevî û mafên mirovatiyê hatiye lidarxistin, daketina kolanan wek pilan wê bingeha rejîma Esed bilerizîne, wê kuştinê ji alikî ve kêm bibe, û ji aliyekî din ve wê rêya azadiyê nêzîk bike. Vêca bi xurtî, jin û zarok, pîr û mêr hemû bi hev re dakevin qadê, da ku miletê Sûriyê ji êş û azaran xelas bibe, da ku hêvî û omîda bav û kalên me di azadî û welatekî serbixwe de bi cih were, çima îro bi xurtî danakevin qadê, sedema wê nedaketinê di vê şoreşa azadiyê de çiye, eger tirsa ku cegerê we xwar bibe, û xewa bindestiyê li we şêrîn hatibe, gelo azadî û mafê we yê rewa wê çawe bi cih were gelê min.Xewna azadiyê,Kurdistan, mafê miletê Kurd, hêvî û omîdên me, xewnên bav û bapîran yên bi salan wê li kûderê bicivin. Niha dem dema pêkanîn û çespandina van mafan e, hêviya miletan di xebatkar û şoreşvanan de ye, piştgiriya milet ji van şoreşgêr û xebatkaran re wê hêzeke mezin bide wan, û wê bingeha rejîmê bihejîne, wê welat bike buhişta jorîn. Miletê hêja, ev dem ji gelê me re derfeteke zêrîn e, û hevrêz û tevgerên xort û ciwanan bi mêranî va daketine kolanê, û ked û karekî pîroz dikin, eger em jiyaneke xweş dixwazin, û li paşerojeke azad ji nifşên nûhatî re digerin, emê bi tevahiya hêza xwe ve li hemû dever û bajaran dakevin kolanê, da ku bingeha rejîma sitemkar û zordar bihejînin, û emê dîlana serkeftinê li ber roja azadiyê bigerînin.
Kurdistan -hejmar (76)
www.Pdk-s.com
3
Bila em ne wek Ereban bin Fener Hemedo-Hewlêr Bila em ne wek Ereban bin Fener Hemedo-Hewlêr Her miletek xwedan dîrok, çand û pêşeroj e, û kultura wî miletî ji dîroka wî tê bi hemû aliyên xwe çi spî bin ,û çi jî reş bin. Eger em li rewşa Ereban a ku ew tê de niha dijîn û li çanda wan binerin, emê dîroka wan a rasteqîne nas bikin. Di nerîna min de çend sedemên sereke hene ji paşketina civakên Erebî re û yek ji wan jî bandora olê ya ku bi rengekî dijwar xuya dibe çi ji hêla nîfaq û derewan ve û çi ji hêla eqîdeyê ve, û wek mînakekê li ser nîfaqa olî ez dikarim çavgirtina xelkê ji rastiya
mirovî re û berzkirin û pênîşankirina pakiyeke ne heyî û ne bûyî li ser bingeheke hema bêje pûç û vala ji timamî û rastiyê, û xuyakirina civakeke Erebî ya pak û timam digel xwekerkirin û bêdengiyê ji pirsgirêkên corbicor re. Nimûneyên eqîdeta Ereban pir in ji dijberiya Sinî-Şîe bigire ta bi dijminatiya li dijî ol û baweriyên din, ku kîna ji cihûyan re mînakeke berçav e jê re, û birastî em rojane bûyer û encamên kîna Ereban ji hev re û ji xelkên din re dibînin. Sedemeke din ji paşketina Ereban re derewên wan ên netewî ne. Ew dibêjin ku ew
hemû Ereb in, û yek in û divê ew bi yek dilî kar bikin, lê ev tişt ti rastî jê nayê dîtin di warê piraktîkî de ji ber ku ew bi xwe ne wek milet û ne wek desthilat ji hev hez dikin û xêrê ji hev renaxwazin, û rewşa ku li Sûriyê niha heye vê rastieya han eşkere dide diyarkirin. Encamên vê sedemê, sedema nehevgirtina Ereban a netewî, ew e ku “Ereb” ne yek milet in, lê belê ew ji hinek Ereban û hin netewên Erebkirî pêk tên, û ev rastî jî veşartî ye, û civata Erebî di nava derewan de noq bûye. Sedema sisyan guhertina dîrokê ye bi awayekî yekcar ne rast,
û ez dikarim bibêjim ku ew pirtûkên dîrokê yên min li dibistanan xwendine şelên viran bûn. Ereban şaristanî û dîroka xelkê kirin a xwe, û her çende ew rastiyê biguherînin halê hazir ango rewş, civak û jiyana kolanê tişteke din dibêjin û qêrîn dikin ji rewşeke pîs û tijî ji reşiyê. Eger ew bi rastî xwedî şaristanî ne çima em wan li dawiya rêza miletan dibînin, û nexasim ew xwedî desthilat û dewlet in!? Em Kurd berê me li avakirina dewletekê ye û em dikarin derseke bê beramber ji Ereban bibin, û ji şaşiyên wan sûdê werbigirin bi awayekî ku em bi qencî û
şaristaniya xwe serbilind bin û timî hewil bidin tiştên xerab, reş û ne baş berz bikin wek heyî û ji rastiya xwe fedî nekin û veneşêrin û hemû tiştan çareser bikin.
Kiryarên PYDê nema têne qebûlkirin Kurdo Sorkî
-Girkê Legê
Di roja Înê de 23 Nîsanê, çekdarên PYDê ofîsa Partiya Yekîtî ya Kurd û ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDKS li Bajarokê Til Temirê girtin, ji ber ku ew herdu ofîs bê rêdan ji hêla “rêveberiya xweser” ve ya bi ser partiya PYD ê ve hatine vekirin li gor ku ew dibêjin. Hat zanîn ku çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê bi çekên giran êrîşî herdu ofîsaan li Til Temirê kirin, û ew agahdarkirin bi valakirina ofîsan bi awayekî bilez, ji bo ku wan ofîsan bigrin. Îmad Elî ji rojnameya
Kurdistan re wiha got:” Çekdarên PYDê wan agahdar kirin, û gotin ku ev ferman ji aliyê asayişa giştî ve derketiye, û ti fermanek wek kaxez bi wan re tine bû, Kurd niha bi hewceyî yekrêziyê ne û nabe Partiya PYDê ya ku xwe bi zorê kiriye desthilat van kiryaran bike, kanî gelo demokrasiya ku serê me pê birine, hêvîdar in ku PYDê dev ji van kiryarên xwe berde û vegere nava refên tevgera Kurdî, û dûrî rejîma Esed bikve, ev kar tenê xizmeta dijminê gelê Kurd li her deverekê dike”. Tê zanîn ev çend carin ku çekdarên Par-
Baregeha ENKS li Girkê Legê
tiya PYDê ofîsên her du partiyan li bajarokê Til Temirê digire. Kiryara duyem vê carê ew bû ku nivîsgeha xwecihiya Encûmena Niştimaniya Kurdî li bajarokê Girkê Legê rastî hewildaneke şewatê hat, ew şewat bû sedema zirarên abûrî li nivîsgehê, ev cara duyem e ku nivîsgeha xwecihî ya ENKS li Girkê Legê ji hêla kesin ser bi PYDê ve rastî hewildanên şewatê tê. Li ser vê mijarê welatiyekî bajarokê Girkê Legê ji Rojnameya Kurdistan re axivî:”Her kes dizane ku alîgirên PYDê van
kiryaran dikin, bila her tiştekî bişewitînin, lê nikarin ji hêza me kêm bikin, PYDê har bûye, û nema dizane çi bike, lewma bi şewtandinê daketiye, bi rastî şerm e Kurd van kiryaran bikin, tevî ku ez ji Kurdayetiya alîgirên PYDê bi guman im, bila PYDê kiryarên wiha rawestîne, û jiyana xelkê bi cidî biparêze, ne bixe metirsiyê de”. Kiryara sêyemîn ew bû ku navenda Radyoya Arta FM li bajarokê Amûdê hate şewtandin, rûpela Arta FM li ser facebookê hêzên leşkerî yên bi ser ‘rêveberya xweser” ve, ya ragihandî
ji hêla PYD vebi şewatê tewanbar kirin. Li ser mijara şewtandina baregeha Arta FM Mihemed Hesen ji bajarê Amûdê wiha got:” Her kes dizane rikaberê PYDê Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê ye, lewma baregehên wê digre û disotîne, gelo ma Arta FM çi kiriye ji PYDê, kanî ragihandina azad, kanî parastina rojnamegeriya rasteqîne, PYDê dixwaze ragihandin hemû wek wan be, û tenê di çarçoveya felsefeya partiya wan de be, kiryarên PYDê nema têne qebûlkirin “.
4
çand û Huner
11ê Gulanê 1-5-2016
www.Pdk-s.com
Ferhad Fêsel: Foloklorê Kurdî zengîn e Soz Xelîl
-Stenbol
Ferhad Fêsel ku yek ji damezrênerê koma Danûk ya muzîkê ye ji Rojnameya Kurdistan re behsa komê dike, û dibêje navê wê ji kêfxweşiya roja kelandina genim hatiye. * Çima Danûk, li ser Danûk biaxive? Danûk li Rojhilata Navîn, li Mezebotamya li dawiya havînê û destpeka payîzî, Kurd genim dikelînin, bi vê yekê haziriya zivistanê dikin, zarokên Kurdan ev bîranîn di hişê wan de heye çaxa qirşik me didan hev, û li dora neqliya danûkan kom dibûn, sitran û çîrok û kefxweşî, ji xwe ev nav ji wir hatiye. *Hûn çend kes in, ew muzîkjen kî ne? Em çar kes in, bingeha “Danûk” Ez û Hozan ku em hevalê hevî zaroktiyê ne, em li taxekê bi hev re xwedî bûne, Ez bi xwe li gîtarê didim û Hozan li bizqê dide, me kolêja muzîkê li Humsê bi awayekî akadimî temam kiriye. Piştî şoreşa Sûriyê me berê xwe da Tirkiyê û li Istenbolê me Fêsel Mecîd ku li Erbanê dide û Gul Temiz ku li Meyê û Zirnê dide me nas kir, û me Danûk damezrand. *Ev bîrok(Fikre) ji kû ve hat? Ev bîroke ji hezkirina me ji muzîka
Koma Danûk
Kurdî despê kir, ji sitranên me yên şahî û seyranan, muzîka Kurdî pir zengîn e, bi reng û meqamên xwe, mixabin pir li ser nehatiye karkirin, çaxa me dest bi muzîka kolan û zikakan kir, me bi foloklor dest pê kir, li wir me rastiya nerîna xwe dît, çaxa xelk li me diciviyan, û kef dikirin, ji ber ku ji zimanê me fêm dikirin. Kêfa di muzîka Kurdî de bi taybet foloklor xelk li neqliya danûkan kom dikirin.
*We muzîka nû tevlî muzîka Kurdî kiriye, tu li ser vê yekê çi dibêje? Rast e, lê em melodiya stranan naguherin, em melodiyên nû li dora wê ava dikin, wek xemlandinekê ta bêtir nêzîkî kesan bibe, muzîka me û çanda me nas nakin, gellek rengê muzîka nû li cîhanê hene(Caz , Biluz, Rîgî,Rok ). Em gelek amûrê muzîkê bikar tînin, û tevlî yên Kurdî dikin ta ku staylekî nû ji Koma Danûk re ava bikin, em
meqaman neguherin, em dixwazin bibe muzîkeke zindî ya cîhanî, û karîn di muzîka me de bêtir xuya bike, da ku xelk li me guhdar bikin. *Muzîka Kurdî niha çawa dibîne? Mixabin, em pir li paş in, berambrî muzîka Cîhanî, muzîka Kurdî ya niha arabesk e, û arabesk ne muzîka me ye, muzîka Tirk û Ereban kete nav me de tevî êşa me, ji ber vê yekê me wek Danûk xwest bi foloklorê Kurdî destpê bikin. Nezaniya me ji
muzîkê re dihêle mirov ji her tiştekî re li çepka bide, karê akadimî ji me re gerek e, ji ber ku çand û foloklorê me gelekî zengîn e, lê kêmaniyên me pir in, eger çi hunermend be bîrokek yan armancek wî tine ku li ser bixebite, nikare kêfûxweşiyê ava bike. Gelek stiranbêj hene ku tu jê re dibêje çima tu distrê, wê ji te bibêje hevalên min gotine dengê te pirr xweş e. Sitranbêjî û hunermendî cuda ne ji hev. Sitranbêjên Kurd pir in, û piraniya wan evîndar in, lê yek ji wan bi hevalê xwe şa nebûye. Ev arebesk milet kuştiye û ji hev xistiye. *We heta niha çend berhem çê kirine? Hêj berhemek profîşînal wek em dixwazin amade nebûye, vîdyoyên me hene li ser Youtubê, heta niha 10 konsêrt me çêkirine. Çi projeyên nû li cem we hene? Em niha amadekariya alboma nû dikin, di riya rûpela key a alîkariya grûpên muzîkê “ Crowd funding” ev rûpeleke xelk li wir pirojê me dibînin. Niha hûn li Tirkiyê ne çi astengî têne pêşiya we Heta niha ti astengî bi me re çe nebûne, em foloklor distrên muzîka
Almanya: Rêzgirtin li Helbestvan û Nivîskar Eskerê Boyik Tengezar Marînî- Almanya Dema komek an jî mirovek, kesekî bo karekî û rêzgirtinekê hildibijêre, pêdivî ye gelek xislet ên wî hebin. Dema me Dr. Esker li ber çavan danî, ku em rêzê lê bigirin, me Erebê Şemo, Hacî Cindî, Qenatê Kurdo, Casimê Celîl û hemî nivîskarên kurd li yekîtiya soviyeta berê hatin hizra me, ku wan kedeke mezin daye ziman û wêjeya kurdî. Taybetmendiya Esker jî asteya helbestên wî, nazikiya zimanê wî û hişê wî yê vekirî bû. Bêguman ew hemî nivîskarên me hêjabûn, lê mixabin kesek li wan nebû xwedî. Lewra li ser pêşniyara min, min û komek birader ji Ciwanên Kurdistan li Hannover, ku hêja û çalak in, biryar wergirt bi vî karî rabin. Di 24-ê Nîsana 2016-an de, li bajarê Hannover/Almaniya bi destpêşkeriya înîsîaytîva Ciwanên Kurdistanê li Hannover şeva rêzgirtina nivîskar, lêkolîner, hişmend û helbestvanê hestên tenik, ku wek hostê ruhê gelê xwe, tête binavkirinê, Dr. Eskerê Boyik li dar ket. Di şevê hijmarek ji nivîskar û kesayetiyên akadîmîk, rewşenbîr,
hunermend û nivîskar pişikdarî şevê bûn. Ji yên pişikdar, Heyder Omer, lêkolîner, Jan Dost, romannivîs û lêkolîner, Newaf Mîro, helbestvan, Burhan Qeredaxî, şanoger, rêjesor û helbestvan û beşdariya dengî, Hesen Îrandost û amadebûna gelek sazî, kesayetiyên pispor di warên cuda de, Prof. Dr. Hisên Bektaş û xanima wî siyasetmedar Naciya ÇelebîBektaş, nivîskar Hisên Düzen, rêvebirê komîta kurdên Hannover Ferîdon Qazî, mamoste Mistefa Kisabacak û rojnamevan-nivîskar Ziya Laçin, avokat Feysel Bedir, mamoste Subhî û gelek rewşenbîr, her wisa Piyanist Brahîm Şêxo, Alî Ronak, Jiyan û hunermendê deng û tembûr xweş Kadar Nûrî bi rê ve çû. Zor hevok û peyvên bi naverok û watekûr li ser helbestvan, nivîskar û lêkolînerê navdar Eskerê Boyîk hatine gotinê. Her nivîskarekî serboriya xwe, ka çawa Esker naskirin darêjan û diyarkirin û çavkaniyên wê nasînê bi têr û tesel behis kirin. Ez wek pêşkêşê wê
ahengê, li ser afirandin, nivîskariya Esker û astengiyên heyî di rêka nivîskarên yekîtiya Sovyeta berê û bi taybetî li pêşiya Esker bixwe anî zimên. Mamoste Heyder Omer, li ser berhemên Esker, mandîbûna wî, gera wî li dûv ziman û wêjeya kurdî kir û wek nivîskarê gerok ew binav kir. Romannivîsên qedirgiran Jan Dost, kêfxweşiya xwe diyar kir, ku nivîskar hîna li jiyanê ye û qedrê qelema wî weke seydayê Xanî dibêje hate dîtin. Her wisa helbesta Esker ya bi navê dîkê derewîn, ku wî di sala 1991ê de wergerandibû ser zimanê erebî û di pirtûka xwe ya berhevoka helbestvanên kurd
bi erebî, ya yekem weşandibû û di pey re, helbesteke xwe xwendin. Mamoste Newaf Mîro, ji camêriya xwe li ser jiyana wî û berhemên wî û ka ew çawa xwe dide nasîn peyivî û helbesteke xwe diyarî mamoste kir. Pîrozbahî û birûskên dilxweşiyê hatin xwendin, ji yekîtiya nivîserên kurd-tayê Duhokê, bêjera radio Riya Teze, Xanim Bella Sturkî, nivîskar Konê Reş û gelek ên din. Recesor û şanogerê Kurd yê taze ji Silêmaniyê hatibû, Burhan Qeredaxî bi helbesteke xwe beşdarî ahengê bû û bi dilekî mişt xem û xemgîn helbest xwend. Mamoste Ferîdon Qazî, bixêrhatina mêvanan
kir û dît, ev karê rêzgirtinê karekî șaristanî ye û di kesayetiya Esker de, ew nivîskarên bi kul çûn têne bibîrhatin. Hunermend ên pişikdar, mîna Alî Ronak, helbesta Dayê Can, ya Esker, ku awaz lê danîbû, jenî û got. Hunermend Kadar Nûrî, bi stran, deng û tembûra xwe dilê mêvana șad kir. Piyanistê me, Brahîm Șêxo, ku taybet bo vê șevê ji cihekî dûr hatibû, tiliyên xwe yên majîk, li ser piyano re birin û guhdar bêdeng hiștin. Di dawiyê de, Seydayê Esker, Xelata xwe wergirt û serboriyên xwe bi mêvanan re parve kirin û spasiya xwe „ Ji vir û heta mala xwedê kir”.