77_

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

25ê Gulanê 15-5-2016

Kurdistan -hejmar (77)

www.Pdk-s.com

Şagirtên Kurd di nava du agiran de ne Adil Ibrahîm - Hesekê

Rêveberiya perwerdeyê li parêzgeha Hesekê biryar da ku şagirtên ku ezmûnên xwe ne li dibistanên di bin kontrola wê de pêşkêş bikin ewê di pola xwe de têkbiçin. Ev Biryar tenê di deheqê şagirtên Kurd deye ji ber ku dibistanên wan ji hêla rêveberiya Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve têne bi rêvebirin, û programên xwendinê ji hêla wan ve hatibûn guhertin .Rêveberiya PYD jî rê li ber şagirtên Kurd di beşdarbûna ezmûnan de li Qamişlo û Hesekê digire. Ehmed Qasim ku bavê şagirtekî ye wiha got: :Em di navbera biryarên hi-

kumetê û yên rêveberiya PYD de bêçare mane, zarokên me di nava du agiran de ne, gelo em çawa bikin paşeroja wan gelekî xerab e”. Cemîl Mihemed ku mamoste ye li ser vê mijarê got:” Li parêzgeha me ne buhabûn û kirîzên aborî bi tenê pirisgirêkên mezin in, lê ya giring paşeroja zarokên me ye ku di navbera hikûmet û PYD de têk diçin, me ji destpê de got; ev yek ne barê PYDê ye, ji ber ku rejîma Esed jê re nahêle, lê kesekî bi ya me nekir, lê nexema wan e, ji ber ku zarokên berpirsên PYDê li dibistanên hikûmetê dixwînin”.

PYDê gorên şehîdên 2004an dibe goristanên xwe Dîlber Cendirêsî -Efrîn Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê vê dawiyê gora şehîdekî serhildana 12ê Adarê di sala 2004an li bajarê Efrînê veguhest goristanên taybet bi xwe, bi vê yekê gelo PYDê dixwaze çi bike, ev pirs niha tê kirin. Derbarê vê mijarê Mihemed Xetîb ji Rojnameya Kurdistan re got:” Herdem PYDê ji hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê re dibêje; gelo we heta niha çend şehîd di şerê li dijî DAIŞê danîne, ev pirs li cem gelek kesên alîgirê navborî tê piştevanîkirin, lê dema ku PYDê

hewil dide gorên şehîdên 12ê Adarê jî veghuze , nêta wê nema safî û zelal e,û ev yek dibe Bazirganî, û dibe ku nerîna alîgirên wê bê guhertin”. Kendal Efîf ji bajarê Efrînê wiha li ser vê meseleyê axivî û got:” Bi nerîna min, dilsoziya ji xwîna şehîdan re, ne bi vî awayî ye, divabû rêz li wan şehîdan hatiba girtin, û yekîtiya nava mala Kurdî biba dilsozî û wefadarî ji xwîna wan şehîdan re, û bila PYDê dev ji van karan berde ji ber ku rûpelê wê reştir dike”.

Buhabûna Dolar rêjeya hejariyê zêde kir

2

Palo helbestvanekî bêhemba bû

4


2 25ê Gulanê 15-5-2016

Kurdistan -hejmar (77)

www.Pdk-s.com

Elî Cuma: Eger helwesta Kurdî nebe yek, emê di bin destê dijmin de bimînin Sîpan Xelîl

- Hewlêr

Elî Cuma serokê Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêd dibêje; ku divê helwesta Kurdî bibe yek, û eger em niha nebin yek û vê delîveya dîrokî bikar neynin, dê emê sed salên din jî di bin destên dijminan de bimînin. *Kongreya Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêd çawa birêve çû? Di roja Şemiyê de 30-42016an, Kongreya Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê li cihê Fedresyona Komeleyên Kurdistanê li bajarê Stockholm birêve çû, bi beşdariya 12 rêxistnên hêzên Kurd û Kurdistanî ji her çar perçeyên Kurdistanê. Kongreya Hevkarî hate vekirin bi xulekeke bêdeng wek rêzgirtinekê ji şehîdên Kurdistanê re, û pişt re bixêrhatina mêvanan hate kirin, hilbijartina dîwanê, û hilbijartina serokê nû yê Hevkariyê hate kirin. Li ser nûjenkirina destûra Hevkariyê giftûgo destpê kir, ku komîteya nû wê bi serokatiya serokê Hevkariyê dê civîneke giştî ji hemû endaman re pêk bîne, û rengê dawîn bidin nûjenkirina destûrê Hevkariyê.

*Hûn çi karî li Swêdê dikin? Siyaset û xebata komîteya “Hevkarî”, Kurdistanî ye, û di ser sînorên partîtiyê re ye, ku hemû Kurdistanî ji hemû perçeyên Kurdistanê li xwe digre, û ew piştgiriyê didin vê yekê. Rêzgirtin û lihevkirina li ser xalên netewî pirr di nava me de heye, herwiha di navbera Komîeyta Hevkarî û dezgehên Kurd yên demokratîk û sîvîl de jî hevkariyeke baş heye. Peywendiyên me digel hemû partiyên Swêdî yên di Parlemanê de, û ligel yekîtiyên xortên wan û digel dezgehên li Swêd hene, weke nûneratiya Yekîtiya Ewropayê, û nûneratiya Yekîtiya Netewyên Yekgirtî, û Amnesy International. Komîteya Hevkarî di derheqa bûyerên li Kurdistanê rû dide û ji bo raya giştî agahdariyê dide, û welatê Swêdê ji nêzîk ve agahadar dike. *Çi partî têde beşdar in? Em 12 partiyên Kurd û Kurdistanî beşdarî kongereya Hevkarî bûn, û mixabin ku çend partiyên Kurdistanî, û Xiristiyanan ku salên derbasbûyî beşdar bibûn di Hevkariyê de, îsal nikarîbûn beşdar bibin, lê wê cihê xwe têde bigrin, û partiyên ku beşdar bûn ev bûn:” Partiya

Elî Cuma, Serokê Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêd

Demokrata Kurdistan PDK -Başûr, Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-S (Rojavayê Kurdistanê), Partiya Demokrata KurdistanRojhelat, Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur, Partiya Azadiya Kurdistanê PKK, Yekîtya Niştimanî Kurdistan YNK, Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurd li Sûrî PDPK-S, Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK, KomeleyaS-K, KCP, TDK, PYDK-S, PSK-I”. *Projeya we çi ye gelo? Projeya me berya her tiştekî yekbûna gotina Kurdî ye û em kar dikin ji bo danasîna doza netewî ya rewa, û ji bo piştgiriya Kurdistana azad, û ji bo navnetewîkirina doza azadiya netewî li derveyî welêt, û hewldan ji bo damezirandina lobiyeke Kurdî li derveyî Kurdistanê,

û internasyonalkirina doza Kurdî. * Di warê dîplomatîk bo Kurdan, hûn çi dikarin bikin? Di warê dîplomatîk de, me karekî baş kiriye ji destpêka damezirandina Hevkariyê de di sala 1986an de, û heta roja îro digel partiyên Swêdî, endamên Parlamantoya Swêdî, balyozxaneyên welatên cîhanê li Swêd û nûneratiya Yekîtiya Ewropayê û nûneratiya Yekîtiya Netewyên Yekbûyî, û em pirsgirêka Kurdî bi wan re şirove dikin. * Heta çi astê wê paşerojê de serkeftina vê komîteyê hebe? “Hevkarî” ji destpêka xwe de nav daye, û bi ser ket, çi di nav Revenda Kurdî li Swêd, û çi di nav hêzên siyasî ji Rojhilata Navîn, ku li ser

xaka Swêd dimînin, Serkeftina Hevkariyê ew e, ku hemî hêzên siyasî yên Kurdî ku bi hemû rengên xwe yê siyasî, karin li ba hevdû rûnên, û pirsgirekên xwe yên siyasî giftûgo bikin bi awayekî demokratîk, û bighên çareseriyekê ku raya Kurdî ya giştî jê razî be. Em hewil didin ku ji warê partîtiya teng derkevin, û bi rengekî Kurdistanî bifikirin. * Hûn wek serokê vê Komîteyê rewşa Rojavayê Kurdistanê çawa dibînin? Rewşa Rojavayê Kurdistanê di van rojan de rewşeke gelekî nazik û hestiyar e, û divê em li gor rewşa vê demê de bin, û bi zanebûn karibin bi vê rewşê re bin. Di warê siyasî de divê Kurdistana Rojava ji giftûgoyên ku li Cenêvê birêve diçin bê par nemîne, û hewil bidin ku

Kurd bi şandeke yekbûyî bi navê Kurdan beşdarî civînan bibin, û sûdê û mifayê werbigrin ji piştgiriya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, û hêzên hevpeymaniya navdewletî ji bo Kurdistana Rojava. Zor pêwîste ku hêzeke ji Kurdistana Rojava re pêk bê, ku ji Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê (ROJ), û YPG pêk were, ku karibin berivanyê di ber xaka Kurdistana Sûriyê de bikin. Û alîkarya miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bikin û barê wî sivik bikin, da ku koçber nebin. *Divê li Rojavayê Kurdistan çi bibe heta ku rewş aram û xweş bibe? Siyaseta yek alî yan tek alî di hemû welatên cihanê de, bi ser neketiye, û li Rojavayê Kurdistanê jî tekez bi ser nakeve, ji ber vê yekê ez bi hêvî me ku herdû aliyên sereke li Kurdistana Sûriyê (ENKS û TEV-DEM) ku bi rengekî biratî û aşîtî lihev bicivin û vegerin li peymanên Hewlêr 1 û 2, û Duhok, û bereyeke Kurdistanî ava bikin, û li dijî tundûtûjiya dijminên Kurdan rawestin, û mafê miletê Kurd pêk bînin, û bihêlin ku miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê bi aramî bijî, û ev delîveya ku ji miletê Kurd re hatiye, delîveyeke dîrokî ye , eger em jê fêde nekin, emê 100 salên din jî dibin destên dijminan de bimînin.

Buhabûna Dolar rêjeya hejariyê zêde kir Kurdo Sorkî - Qamişlo

Banka Navendî ya Sûrî tibabeke mezin ji Dolaran dadixe bazaran .Ji bo ragirtina daketina bihayê lîreyê Sûriyê, Banka Navendî ya Sûriyê tibabeke mezin ji Dolaran dadixe bazaran. Êdî, Banka Navendî biryar da ku bi milyonên dolaran daxe bazaran. Armanc ji vê gavê ew e ku krîza bilindbûna bihayê dolar li beramber lîreyê Sûriyê kêm bike, ku bihayê vê lîreyê, bi awayekî berçav daketiye, heta ev daketin gihiştiye rêjeya ji sedî 20 di yek rojê de .Di daxuyaniya xwe de Banka Navendî ya Sûriyê ragihand: “Biryar e hemû kompaniyên pereguherînê pereyên biyanî bi

bihayê 620 lîreyên Sûriyê li beramber yek dolarî bifiroşin welatiyan.” Ev gav piştî wê yekê hat, ku bihayê fermî yê xerckirin û guherîna lîreyê Sûriyê bû 513 lîre li beramber yek dolarî. Berê lîreyê Sûriyê neketibû rewşeke wiha li beramber dolar. Lê di heftiya borî de, bihayê yek dolarî gihiştibû 625 lîreyên Sûriyê, li bazara reş. Ji destpêka rewşa Sûriyê ve, ango ji sala 2011ê ve, pereyên Sûriyê, li beramber dolar bêhtir ji 92 ji sedî ji bihayê xwe jidest daye, bi awayekî ku berî vê rewşê yek dolar bi nêzîkî 48 lîreyên Sûriyê bû. Di daxuyaniya xwe de Banka Navendî li ser hemû

ya pabendiyê bi vê biryarê neke, dê yekser were girtin.

kompaniyên pereguherînê sepand ku yek milyon dolar bikirin. Herwiha nivîsgehên

pereguherînê 100 hezar dolarî bikirin. Banka Navendî nîşan bi wê yek da ku çi sazi-

Hevdem ligel vê rewşê bihayê lîreyê Sûriyê îro, li bermaber yek dolarî gihiştiye 620 lîreyên Sûriyê di kirînê de û 625 lîreyên Sûiyê di firotinê de. Banka Navendî ya Sûriyê, destêxistineke xurt di firotina dolaran de dike, li vî welatê ku di sala şeşem de ye ji krîzeke siyasî û aborî, ku tê de bihayê lîreya Sûriyê gelekî daketî ye .Welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji vê yekê gelekî zirarê dibînin, bi taybet di buhabûna kelûpelan de. Ehmed Omer li ser vê yekê wiha got:”Daketina lîreya Sûrî

mala welatiyan xerab kir, ji ber ku mûçeyê karmendan tenê bi qasî 30 dolarî ye, gelo ew kes wê çawa jiyana debara xwe bike, lê tiştek heye divê em bibêjin, lê Şamê buhayê madeyên xwarinê ji Rojavayê Kurdistanê erzantir e gelo sedem çi ne”.Mihemed Elî dibêje:” Eger ne ji Rûsya û Îranê ba niha hikûmeta Esed hatiba rûxandin, divê çareseriyek ji krîza Sûriyê re bê dîtin û dawî li êş û azarên gelê Sûriyê bê, û divê li deverên Kurdî desthilata PYDê dev ji kiryarên xwe berde û bihêle madeyên xwarinê ji Mebrûka ya Serê Kaniyê derbas bibin.


25ê Gulanê 15-5-2016

Kurdistan -hejmar (77)

Topbarana sivîlan li Helebê karîsteke mirovî ye Ehmed Kêtikî - Heleb Vekolînerên navdewletî yên ku vekolînê di tawankariyên cengê de li Sûriyê dikin, ji dewletên ku piştgiriya operasyona siyasî li Sûriyê dikin daxwaz kirin ku nehêlin êrîş li ser nexweşxanan bên kirin, di heman çaxê de ku firokên Esed bajarê Helebê û Gundewarên wê amanc dikin, û çendîn şehîd û birîndar li pey xwe hiştine. Komîta vekolînê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve, got ku giring e dewletên ku dixwazin çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re bibînin, garantiya parastina sivîlan bikin hem jî got ku “bombebarana asmanî û ya zemînî û ya mûşekan bi xurtî di êrîşên dawî de li ser armancine sivîl bikar dihatin .”Serokê Komîtê Pawlo Bînîro got “kesên rêzgirtinê li yasayên cengê negirin divê bên sizakirin.” Li ser topbarankirina bajarê Helebê û armanckirina welatiyên sivîl ji aliyê Rûsya û rejîma

Zimanekî Mirî-Zindî

3

(1-2)

Esed ve, Îmad Musena got:” Rejîma Esed ya xwînmij dixwaze Helebê kavil bike, û bike serkeftina herî dawî ji xwe re, niha şerekî li ser nasnameyê tê kirin, mixabin kesên dibin qurbanî welatiyên sivîl in, ku nema zanin berê xwe bidin çi deverê, heta bi kampan topbaran kirin, gelo kanî dezgehên navdewletî çima ew bêdeng in”.

Fatima El-Şamî li ser vê mijarê dibêje:” Kesê şerker tenê li ser jin û zarokan xurt in,bila şerê xwe dûrî welatiyên sivîl bixin, û nehêlin welatî bêne kuştin, û alîkariyên mirovî derbas bikin, kanî mirovatiya ku hemû cîhan pê bang dike, çima komkara Erebî bêdeng e gelo, xelkê Sûriyê ji kîs xwe diçin bêyî ku kes li wan bipirs e”.

Ebdulbaqî Xetîb êş û azarên xelkê Helebê bi karîsteke bêhemba wesif dike û dibêje:”Bi rastî niha li Helebê karîseteke mirovî rû dide,û bêyî ku kes guhdanê li vêmeseleyê jî bike, Heleb bajarekî bazirganî mezinbû, niha bê tiştek maye û bûye cihê nakokiyên navdewletî, Heleb hatiye firotin,lewma bi vî awayê hovane tê topbarankirin”.

Li Kewirgoskê nexweşên dil hatin dermankirin Raid Mihemed - Kewirgosk Di Jiyana Penaberiyê de gelek êş û azarên penaberan peyda dibin bi taybetî rewşa aaxlemî û tenduristiyê ku ew pir xirab bûye, û bêhtir li kampên penaberan , û bi merema pêşkêşkirina alîkariya pijîşkî ji wan re, Roja 9ê vê mehê pijîşk “Bêkes Derwîş” pisporê nexweşiyên dil û hinav serdana kampa Kewirgoskê kir bi beşdariya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Kurdistanî - Rojava Xwecihiya Kewirgosê, û bi amadebûna nûnerê Yekîtiyê di nûnertiya Ewropa a ENKSê Kejal Derwîş yê ku serdana Herêma Kurdistanê dike, û wiha ji Rojnameya Kurdistan re got:” Nêzîkî 100kg ji dermanên core cor yên Ewropî Dr.Bêkes bi xwe re anîne kampê, û ev yek mîna projeke ku em karibin alîkariya xelkê xwe bikin bi taybetî di vê rewşa awart e û zehmet de. Ji aliyê xwe ve Dr. Bêkes Derwîş got:” Ez pir kêfxweş im ku ez îro, di nav miletê xwe de me, û rewşa wan ji nêzîk ve dişopînim û ev erkekî piçûk e ez dikim, û hêvîdar im ku her Kurdek li çi cihî be bi erkê xwe rabe, û em xwe radestî pirsgirêk û aloziyan nekin, erê rewş zehmet

www.Pdk-s.com

e û gazind û gilî pir in ser gelek astan, lê pêwîste em xwe ragirin, di dilê her Kurdekî Kurdistanek heye, û dibe rojek were em di Kurdistana serbixwe de bijîn. Ji aliyê xwe ve berpirsekî navenda tenduristiya kampê got:” Em pir kêfxweş in bi serdana pijîşk Bêkes Derwîş, û me beşek ji navendê jêre vala kir ji bo taqînkirinê û dana dermana ji nexweşan re, em destxweşiyê li nûjdar Bêkes dikin, û em pir pêwistin bi pijîşkên pispor, û ev gav pir baş bû ji me re. Dayka Hêva ku penabereke û li kampê dimîne û keça wê ya 4 salî Hêva Ebdulxaliq Hisên nexweş e wiha got:” Dilê keça min bi kun e û nûjdaran ji me

re gotiye divê derkeve Ewropa û li wir were neştegerîkirin, û va ye D.Bêkes derman da ye me û em spasiya wî dikin em bi hêvîne ku pijîşkên me hemî weke wî bin. Ji aliyê xwe ve Riyad Mûsa ku fişara wî ya xwînê bilind dibe ji me re wiha got:” Zexta min zêde dibe, û ez bê çar dimînim ku dermanê fişarê bikrim, lê nirxê wan buha ye, lê ev gava ku pijîşkê me kir pir baş bû, û gelek nexweş sûd werdigirin, nexasim ku dermanê Ewropî pir baş in, lê buha ne, endamekî yekîtiyê ku alîkatiya nexweşa dikir û navên wan tomar dikir got:” Zêdeyî 40 nexweşên dil û fişara xwînê, û êşên pêve girêdayî sûd

wergirtine, û gelek derman hatin diyarîkirin ji navendê re ji aliyê Dr.Bêkes, û em wek xwecehiya Kewirgoskê ya yekîtiyê Spasiya D.Bêkes Derwîş dikin, hêja ye were gotin ku pijîşk Bêkes Derwîş ji xelkê Rojavayê Kurdistanê ye pisporê dil û hinav e, û niha li welatê O Nêmsayê li bajêrê Zaltisyorx dimîne, û ev 2 heftî ne serdana Başûrê Kurdistanê kiriye, û alîkarî pêşkêşî nexweşan dike li kampa Domîz û Feydiyê bi taybetî Pêşmerge, û li Bajêrê Duhokê çend wan e û fêrdanên pijîşkî pêşkêş kirine bi taybetî di warê xulê rahînanê bi rengekî akadîmî û pêşkeftî.

Fener Hemedo-Hewlêr Ziman wek hemû tiştên zindî ne, ew ji hin zimanine din tên, dijîn pêş dikevin û hene ji wan bi paş ve diçin û dimirin û hene dimînin zindî û xurtir dibin. Eger em li zimanan û rewşa wan tamaşa bikin em dikarin zimaninan bibînin ku rewşa wan cuda ye û mirov li wan matmayî dimîne. Wek mînak zimanê Erebî, yê ku ez wî weke zimanekî zindî û mirî di heman demê de dibînim, ew xwedanê taybetmendiyeke balkêş e û sedema taybetmendiya vî zimanî ji rastiya wî tê; ya ku ji çend xalan pêk tê. Xala yekem ew e ku di roja îro de li kolanê ti kes bi Erebiya fermî naaxive berûvajî gelek zimanên cîhanê ji ber ku bi gelemperî devokeke her zimanekî heye li ser zemînê û xelkin hene li kolanê pê diaxivin.Xala didiwan ew e ku Erebiya fermî zimanekî daraştî ye ji mak û malbata xwe û bi hin awayan ew ji zimanên siryanî, Ibranî”Ibrî” û Aramî yên ku ew û Erebî ji zimanên Samî ne û ji yek malbatê ne û hin ji wan di dema ku Ereban tiştek ji şaristaniyê nedizanîbûn zimanên zanist û wêjeyê bûn, û ji hêleke din ve peyvên malabatine din jî jê xuya dibin wek malbata zimanên Arî ya ku Kurdî û Farsî du ziman in ji wê. Ev

hemû tiştên han di Quranê de tên dîtin û tê de gelek gelek mînak hene! Û mebesta min ji vê xalê ew e ku em bipirisin gelo zimanekî dariştî ji komeke zimanan wê kî pê biaxive?!! Dawîn xal a ku ez dixwazim li ser biaxivim ew e ku zimanê Erebî zimanê Wêje ango zimanê ebediyatê ye û fermî ye di ragihandin, belavok û saziyên perwerdê de li welatên Ereban û welatine Misilmanan û vê yekê bi xêra Quranê xurtî, hêz, mayîn û zindîbûn daye vî zimanê mirî, belê min behsa zindîbûna zimanekî mirî kir, ji ber ku ew tenê di pertûkan û ragihandina Fermî de heye û kesek wî bikar nake di jiyana xwe ya rojane de. Li vir zimanê Latînî mînakeke gelekî wek Erebî ye ji ber ku di serdemine bihurî de li gelek welatên Ewropayê zimanê Latînî zimanê zaniestê bû û li wan welatan xelk li kolanan bi zimanên xwe diaxivîn. Zimanin hene divê mirov li sedemên mayîn an jî çûyîna wan bixebite û tiştine nû li ser zimanan nas bike û biêxe di xizmeta moravtiyê de bi giştî û di ya miletê xwe de bi taybetî. Dê bidome di beşê diwem de……. 2016-/‫‏‬05/‫‏‬12‫ ‏‬Hewlêr


4

çand û Huner

25ê Gulanê 15-5-2016

www.Pdk-s.com

“Hestên Penaberiyê” navnîşana pêşangeheke şêwekariyê bû Mihsin Mela Derwîş - Hewlêr Bi merema bilindkirina asta hunerê û bi amadebûna hejmarek ji penaberan û rêxistin û dezgehan, pêşangeheke şêwekarî li Kampa Qoştepe di 2ê Gulanê de hate lidar xistin, û pêşangeh berdewam bo heyama sê rojan û pişt re li Kampa Kewirgoskê jî tabloyên pêşangehê hate danîn. Ev pêşangeh ji aliyê Sendîkaya Hunermendên Kurdistan-Rojava hatibû lidarxistin, û li ser destê humermendê navdar Mehmûd Ezîz Şakir hate vekirin, û bi beşdarbûna komek ji şêwekarên Rojavayê Kurdistanê ku li Başûr dimînin, ew jî ev bûn: Elî Şêxo BerazîMihemed Şerîf MihemedBişra Mistefa- Beşîr Mislim- Mesûd Hamid. Neqîbê sendîkê “Elî Şêxo” ku ew bi xwe bi çend tabloyên xwe beşdar bibû ji Rojnameya Kurdistan re ragihand:” Me ev pêşangeh bi navê “Hestên Penaberiyê” vekir,

şêwekar û beşdar û kesên temaşevan jî penaber in, û ev bandora xwe gelekî dilîze li ser wêneyan”. Ji aliyê xwe ve şêwekar Mihemed Şerîf Mihemed ku ew dibije ji min re bêjin “Penaber” û navê min nekin hunermend wiha jî got : “Tu di konekî de dijî, û bi ser de tu xwe di tabloyê de di nava kon yan çadirê de dibîne, ev tişt pir bi êş e, û bandora xwe dike li ser hestên penaberan, ev bû 5 sal in ku şer e, û em penaber in, û her tim em raman û hizir dibin xwe ji vê rewşê derxînin, ez bi 5 tabloyan beşdar im, ku naveroka wan bi taybetî li ser suriştê ne”. Ji rexê xwe ve “Sena Elî” ku penabereke li kampa Kewirgoskê dijî û beşdarî pêşangehê bibû wiha li ser vê pêşangehê got”: Ev pir baş e ku rewşenbîr yan hunermend dighêne hev, û êşa penabetiyê tê xuyakirin, lê me dixwest tabloyên

Mem û Zîn a “Hewarê” bi rengekî nû derket Hêstira Kurdistanê -Stenbo

kêfxweşiyê jî bêtir di pêşangehê de hebana”. Herwiha bavê Raman ku ew jî penaber e li kampê nerîna xwe anî ziman û got”: Ez pir kêfxweş im bi vê pêşangehê, û rewşeke çandî hunerî diafrîne. Endamê Sendîkaya Hunermendan bavê Talaz wiha axivî:” Penaber pir bi kul û êş in, û wek van pêşangehan kêfxweşiyê dixe dilê penaberan de, û şêwekar jî xwe di nav miletê xwe de dibîne û bi ser dikeve, huner wergirandina jiyanê ye, huner neynika jiyanê ye, û pêşangeha ku li Qoştepe û Kewirgoskê hat lidarxistin hêviyê dide şêwekarên piçûk ku têkiliyê bi şêwekarên xwedan ezmûn re bikin û sûdê ji wan werbigrin. Hêja ye were gotin ku gelek calakî li kampên penaberan tên lidarxistin bi armanca başkirina rewşa wan û avakirina hêviyê bi paşerojeke baştir.

Mem û Zîn a Alî Bedirxan amade kiribû ji weşanên Avestayê derket. Beşên Mem û Zîn a ku Celadet Alî Bedirxan amade kiribû, û di kovara Hawarê de çap bibû, bi navê “Memozîna Xanî” di nav weşanên Avesta de derket. Di vê xebatê de Mem û Zîna Hawarê û helbest û nivîsên din ên derbarê Ehmedê Xanî de anîn ba hev. Herekol Azîzan (Celadet Alî Bedirxan) di nivîsek xwe de weha dibêje: “Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye,

Palo helbestvanekî bêhemba bû Can Efrînî - Qamişlo 25 sal di ser koçkirina helbestvan û zimanzanê Kurd Mele Ehmedê Palo re derbas dibe. Mele Ehmedê Palo di sala 1920an de ji dayîk bûbû û di 1991ê de wefat kiribû. Melayê Palo jiyaneke dijwar û zehmet derbas kiribû, lê wî her li ber xwe da û heta dawiya jiyana xwe berhemên balkêş û dîwanên hêja li pirtûkxaneya Kurdî zêde kirin. Heta niha tenê du berhemên wî çap û belav bûne, û hîj gelek berhemên wî li benda çapê ne. Palo di helbestên xwe de behsa êş û dijwariyên jiyana xwe û gel û welatê xwe dike û hezkirina xwe ji warê bav û kalan re tîne zimên. Mele Ehmedê Palo deryayek bêbinî û bêperav bû. Torevanekî bêdawî ye. Peyvên wî sosret in, zimanê wî resen û rewan e, muzîka helbestên wî mirov

Mem û Zîn ji xwe re kirine behane, û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe yê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye. Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ku ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsinin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengê miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin.”

sermest dike û mirov bi rewanbêjî û sihrbaziya xwe sergerdan dike. Di dema xwendinê de, helkehelk bi dev û qirika mirov dikeve. Lewma eger em bêjin Palo çiraxaneke hertim pêketî ye, yan çiyayek ji çiyayên Kurdistanê ye, em kêm dibêjin zêde nabêjin! Mele Ehmedê Palo di sala 1920an de li gundê Sêraçûr yê girêdayî Palo li Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Hîn zarokekî 3 salî bû, sêwî ma û jiyaneke pir zehmet û tije kul û keser û derdên jiyanê derbas kir. Piştre Palo demekê li gundê Weysîkê şivantî kir û berê xwe da Binxetê, li gundê Xeznayê ma û hate Amûdê û dûre li bajarê Qamişlo bicih bû. Palo bi erebî, farsî û tirkî, herwiha bi zaravayên kurdî yên sereke jî zanîbû. Palo di 9ê Gulana 1991ê de, koça dawî kir û li goristana

Mehmeqeya li Qamişlo hate veşartin. Seydayê Palo gelek berhemên giranbuha afirandin, lê heyf û mixabin ku heta niha tenê du berhemên wî yên çapkirî hene bi navê: Dewr û Gera Kurdistanê û Rêzimana Kurdî. Ji berhemên neçapkirî yên Palo jî, pirtûka Pendên Etar ku Palo ew ji farsî wergerandibû kurdî, Ferhengeke kurdî-tirkî, Dastaneke bi navê Civîna Nemiran ku ji 10 hezar malikan pêk tê û çend berhemên din. Niha xelatek jî bi navê Xelata Mele Ehmedê Palo ji bo Afirandinê ji hêla Hevbenda Rojnamevanan her sal tê dayîn û ev xelat heta niha gihîştiye Kasî, Hadî Behlewî, Salihê Heydo, Narîn Omer û Xelîl Sasonî. J: Rudaw.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.