Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
11ê Cehzerdan 1-6-2016
Kurdistan -hejmar (78)
www.Pdk-s.com
Ciwanên me dibin qurbanî Ehmed Kêtikî -Qamişlo Hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê berdewam in li ser girtina ciwanan ji bo leşkeriya bi zorê. Ev çend roj in, ku PYDê helmeta “rizgarkirina bakurê Reqayê” ragihandiye, ku di heman demê de helmeta girtina ciwanan ji bo leşkeriya neçar destpê kiriye û ji bo vê mebestê êrîşî gundan dike. Herwiha ev mijar cihê dilgiraniya welatiyên Rojavayê Kurdistanê ye, ku naxwazin ciwanên xwe bişînin şerekî bê sûde.
Derbarê vê mijarê de, Rewan Ehmed wiha got:” Bila PYDê dev ji kiryarên xwe berde, û ciwanên me tevlî şerê bê wate neke, xortên me dibin qurbaniya van şeran, û em herdem destikê xelkê ne”. Silêman Cuma got:” Em tenê ji bo berjewendiyên leşkerî têne bikaranîn, û projeya siyasî tine ye, PYDê di ber çi de van xortan dide kuştin, eger ti projeya wî ya siyasî netewî nîne, xelk li ser pişta me derdikevin, û em li cihê xwe dimînin”.
Hejmara kuştiyan li Sûriyê ji 283 hezaran bêtir e Ehmed Elî
- Şam
Komîsyona Mafê Mirovan a Neteweyê Yekbûyî (NY) ya li Cenevrê, raporta nû ya çavdêrên mafên mirovan a li ser Sûriyê bi awayekî nivîskî eşkere kir. Di raportê de tê dîyar kirin ku li Sûriyê di 5 salên dawî de 283 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji vana 81
2
609 kes leşkerên rejîmê û yên din jî kesên ku ji bo rejîmê şer dikin in. Hat gotin ku ev dane yên heta dawiya meha Adara 2016an e .Derbarê vê mijarê de çavdêrê mirovî Ehmed Xesan got:” Ez bawar dikim ku hejmara kuştiyan ji vê hej marê bêtir e, lê heta niha ji ber rewşa ewlehî ya xerab û şer ti serjimartinên rasteqîn e nînin, û tiştê têne belavkirin li ser wê
hezar û 436 kes sivîl in, 10 hezar û 40 kes zarok, 9 hezar û 106 kes jin in .Ji kesên hatine kuştin 48 hezar û 568 kes endamên komên terorîstan û opozîsyonê, 47 hezar û 95 kes jî kesên ji derve hatine Sûriyê û tevlî komên terorîst bûne .Her wiha 56 hezar û
Şerê Reqayê xizmeta doza Kurd nake
Çiyayê Kezwan sînorê siruştî ye ji Rojavayê
3
Kurdistanê re
4
bingehê tên ku xwedê giravîhin çavdêr li ser erdê hene, ûwan bi zanyariyan zêde dikin”. Îmad Tacedîn ku xelkê bajarê Helebê ye li ser vê mijarê dibêje:”Amarên Neteweyên Yekbûyî ne gelekî durist in, ji ber ku xelk hemû dizanin bê çiqas xelk hatine kuştin ji bilî yên windayî ku kes ti zanyariyan li ser wan nizane, gelo zindî ne ya mirî ne”.
Kurdino, zimanê xwe bixwînin
2 11ê Cehzerdan 1-6-2016
Kurdistan -hejmar (78)
www.Pdk-s.com
Esmehan Dawid: Şerê Reqayê xizmeta doza Kurd nake Sîpan Xelîl
- Hewlêr çareseriyên aştiyane û di rêya danûstandinan de.
*Tu rewşa Rojavayê Kurdistanê niha çawa dibîne?
Esmehan Dawid, Nûnera Şepêla Paşeroj li H. Kurdistanê
Nûnera Şepêla Paşeroj a Kurd li Sûriyê li Herêma Kurdistanê “Esmehan Dawid” dibêje; rizgarkirina
Reqayê bi ti awayî xizmeta doza Kurd li Kurdistana Sûriyê nake, û ti çareseriyên giştî li Sûriyê nîne jibilî
Rewş li Kurdistana Sûriyê ne gelekî baş e, û ne cihê dilxweşiyê ye bi hemû pîvanên xwe, ji ber tekaliya Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê, herwiha cîbicîkirina fermanên rejîma Esed, û bi vê yekê Kurdistana Sûriyê ji xelkê xwe vala bûye, û niha em dikarin jê re bibêjin Rojvala. Niha birçîbûn, dorpêçkirin, koçberî, û zehmetiya rojan e heye, û ev hemû tişt bi sedema kiryar û biryarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ne ku derheqê miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê pêk tîne, û vê siyasetê hişt ku jiyana siyasî rawest e, û jiyana abûrî gelekî lawaz bibe, ji bilî vê yekê civaka Kurdî jihev ketiye, piştî ku her kes bi cihekî ve çûye.
*Girtina ciwanan û şerê Reqayê?
Partiya Yekîtiya Demo-
qratîk PYDê ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi zorê dike leşker, û wî dibe leşkeriya neçar ya bi zorê, bi vê yekê dixwaze malbatên Kurd bi xwe ve girê bide, ew jî di rêya zarokên wan re, yan di xezmeta leşkerî de, yan dema ku şehîd bikevin. Helmeta ku nav tê lêkirin rizgarkirina Reqayê tenê çespandina gotina wan ku herdem dibêjin “Ti deng ji yê şer û cengê bilindtir nîne”, ew tenê şervan in, dema ku bêne xwestin, û tenê vê yekê dikin ji bo propogenda ji partî û siyaseta xwe re çê bikin di rêya hevbendiya wan û xizmetên wan ji kesên din re, wek kompaniyekê ku tenê ji bo parastinê tê bikaranîn, rizgarkirina Reqayê bi ti awayî xizmeta doza Kurd li Kurdistana Sûriyê nake, tenê nakokiyan di navbera Ereb û Kurdan, herwiha pêkhateyên din diafirîne, û ti çareseriyên giştî li Sûriyê nîne jibilî çareseriyên aştiyane û di rêya danûstandinan re.
*Hûn çi li ser mijara Deriyê Sêmalka dibêjin?
Dema ku Dergehê Sêmalka vebû, tenê ji bo xizmetguzariyên mirovî ji bo Kurdên Kurdistana Sûriyê bû, helbet di çarçoveya rêkeftina di navbera Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê, û Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, lê PYDê li dijî vê rêkeftinê kar kir, û dergeh tenê ji xwe re bir, û ji berjewendiyên xwe yên partîtî re bikar anî, herwiha bazirganiya xwe di rêya dergeh re birêve bir, bi vê yekê miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê nema ti sûde jê didît, û heta niha jî dergeh ji haletên mirovahî re vekirî ye, mîna derbasbûna nexweşan û dezgehên civaka sivîl û dermanan, herwiha xwendevanên zanîngehê, lê piştî kiryarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê, Herêma Kurdistanê li ber bazirganiyê tenê girt, ji ber ku bazirgan hemû yên
PYDê ne û bazirganiyê ji wan re dike, PYDê gelekî kiryarên nebaş kirin, mîna nehiştina derbasbûna gelek kesayetiyên siyasî yên ser bi ENKSê ve yên ku şirîkên wan yên Rêkeftinên Hewlêr1-2 û Duhok 1 bûn. *Çawa karê ENKSê dibînin? Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê berdewam e di kar û xebata xwe ya siyasî de, herwiha di projeya xwe ya netewî de ji bo dabînkirina mafên gelê Kurd li Sûriyê di nava destûrekî nû ji Sûriyê re, û çespandina şirîkatiya Kurdan di Sûriya paşrojê de, wek pêkhatiyeke sereke ji pêkhateyên Sûriyê.
*Kengî dê Pêşmerge derbas bibe?
Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê “Roj” kurê vî welatî ne, û cihê wan yê suriştî xaka Kurdistana Sûriyê ye, herwiha parastin û berevaniya di ber de erkê wan e, û dê vegerin cihên xwe, lê piştî tewafiqatên herêmî û navdewletî.
Li Kampa Giwêlanê semînarek ji bo Roja Zimanê Kurdî Mihemed Eyo - Giwêlan
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, semînarek li Navenda Rewşen Bedirxan a Rewşenbîrî li Kampa Giwêlan birêve çû, semînar bi serperştiya rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya (PDKS) li Giwêlan, û Navenda Rewşen Bedirxan a Rewşenbîrî bû. Semînar hatibû amade kirin ji aliyê Rojnamevan û Nivîskar Idrîs Hiso ku wî bi xwe pêşkêş kir. Di destpêka semînarê de rêveberê Navenda Rewşen Bedirxan “Ehmed Qito” daxwaz ji ji kesên amade kir ku xulekek bê deng li ser giyanê şehîdên Kurd û Kurdistan ligel sirûda Eyreqîb rawestin, pişt re Ehmed Qito bi kurtî Nivîskar Idrîs Hiso bi xelkên amade da naskirin, û daxwaz ji Idrîs Hiso kir ku dest bi semînara xwe bike. Di semînarê de Hiso Roja Zimanê Kurdî li xelkê Kampê pîroz kir, û di semînara xwe de li ser sê teweran rawestiya. Çawa roja 15 Gulanê bû Roja Zimanê Kurdî
Di vê tewerê de, Idrîs Hiso diyar kir ku, hejmrek rewşenbîr û navendên Kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê ji wan nivîskar Konê Reş, Derwêşê Xalib, Samî Tan û Peymangeha Kurdî li Stembolê di sala 2006 de ev roj wek roja Zimanê Kurdî pîroz kirin, û ji
wê salê ve, ev roj wek Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin, lê berî vê dîrokê jî di vê rojê de çalakî bi boneya Roja weşana kovara Hewar ku Mîr Celadet Bedirxan ew belav dikir dihatin lidarxistin. Herwiha diyar kir ku ev roj bi tenê li Rojava û Bakurê Kurdis-
tanê tê pîrozkirin lê li Rojhilat û Başûr ti rojek ji bo Zimanê Kurdî nehatiye destnîşankirin. Hewara Mîr Celadet Di vî tewerî de Hiso li ser Kovara Hewar ku ew wek Hewara Mîr Celadet binav kir bi firehî axifî, û
amaje bi çend gotinên Mîr Celade kir wek vê gotina wî: “Kuro! Eybe, Şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we re ne rûmet e, ji me re rûrewşiyek giran e…” Rewşa Zimanê Kurdî niha çawa ye Di vî tewerî de, Idrîs Hiso behsa derfetên zêrîn yên li ber destê gelê Kurdistanê kir, herwiha behsa rewşa Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir, û amaje bi nebûna zimanekî standar kir, ku ev yek kêşeyeke li ber gelê Kurdistanê, û pêşveçûna wî û berzbûna hestê neteweyî li Kurdistan û herwiah bangewazî li her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin, û bi erkê xwe rabin û bi hewara Mîrê xwe ve Mîr Celadet ve werin. Semînar bi çend pirsan ji aliyê kesên amade bidawî bû, û ew seminar cihê dilxweşiya xelkê kampê bû.
11ê Cehzerdan 1-6-2016
Silavên bi êş Ehmedê Kurimî – Hewlêr
Kurdistan -hejmar (78)
www.Pdk-s.com
3
Çiyayê Kezwan sînorê siruştî ye ji Rojavayê Kurdistanê re Raid Mihemed- Hesekê
Silavên bi êş, silavên bi hêvî û arezo, bê gazind ez peymana xwe dişkînim, bê gazind ez êş û azarên xwe radighînim, bê gazind ez hêvî û arezoyên xwe radighînim, dema ku bazara kefenan geş dibe, û di demjimêrên şev û rojê de dergehên mizgeftan pêşwaziya terman dikin, termên zarokan, termên jin û mêran. Gelo qey qedera te ye, ku her çend salan tu qurbaniyan bidî, na tew evê carê bi destê xwe, destê birayê netewî, bi navê parastina ji terorê. Terora ku ji dergûşa durûtiya cîhanê birêve diçe, terora ku li hemû navçeyên hêrmê bi cih bûye, terora ku di hemû deveran de goristan ava kiriye. Ya ku gelê herêmê tarwarî hev kiriye, terora ku bi navê parastina gel, xelkê dikuje. Ew terora ku xwe bi kembera xewnên parastina gel pêça ye, di şeveke tarî de û bi elenda sibehê re bajarekî te dorpêç kiriye, û bi herifandina her latekî yan jî kevirekî re welatiyekî bêguneh jiyana xwe dida. Hemû mirovên bajêr bûne tewanbarê desthilata nû, tev bûne projeyên mirinê, eger ne bi topan be, bi fîşekan e, bi nexweşiyê ye, bi birçîbûnê ye, bi qehrê ye, bi tirsê ye, û ya herî mezin kiryarên çewt e, ku pirê caran bi tivingên hevalên xwe ne. Çimkî ne şarazayê hevaltiyê ne, û perwerdeya lêbûrînê libal wan tine ye, Tenê li cem wan perwerdeya afirandina sedemên binçavkirinê û kuştinê heye. Dibêjin xwedê giravî siyaset e, hêzên mezin lîstikvanê wê ne, bêguneh jî qurbaniyê wê ne, û giştiya mirovên sivîl çepiklêdanê wê ne. Gelo ne pêdivî ye ku em xwe ragirin ta em domahiya şanoyê bibînin?, Yan pêdivî ye ku em xwe fêrî ( Elfe -Baya ) siyasetê bikin?. Erê Amûdê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Tirbesipiyê, Serê Kaniyê, Çilaxa, Kobanê, Girkê Legê, Efrînê, Dêrikê, Hisiça, Girê Sipî, Til Temir û hemû bajar û bajarok û gundên Kurdî li Kurdistana Rojava. Qey qedera we û nişteciyên we ye ku aliyekî çekdar xwe desthilat li ser we ragihîne, û bi navê şoreşê mafê mirovên te binpê bike. Ew bi navê me berxwedanê dikin, ta me tune bikin, gelê min ez pîrozbahiya te dikim ku her yek ji me bûye projeya mirinê, û em ketine devê tivinga pîşesaziya dadgeha hovan e û serserî. Em dizanin ku cîhan wan qebûl nake, em dizanin ku ew pir ji têkbirina gelê te lawaztir in, em hinavên xwe digvêşin û ketine giraveke birçîbûneke neçar, mûşekên wan jiyana me têkbirine, û dorpêçkirina zarok û pîr û kal û ên mayî ji keç xortên veşartî bê hêvî kirine, tenê mane li hêviya dilovaniya Yezdan, lê her layingirên şer û cengê destê xwe dirêjî bêrîka milet kirine, û milet jî neçar meye xurçika wî vala ye.
Tê naskirin ku çiya tenê hevalê Kurda ye û li Rojavayê Kurdistanê çiya kêm in û heval jî kêm in û ji van çiyayan , Çiyayê Kezwanê ku tê naskirin bi Evdilezîzê û di dema kevin de jê re digotin Çiyayê Homanê, çiya dikeve başûrê rojavayê Bajarê Hisiça de, û dûrî navenda wê bi nêzîkî 35 km ne, çiya berê xwe ji rojhilat dide rojava bi dirêjahiya 90 km, û pehinbûn di navbera 11– 15 km, û rûberê çiya bi tevayî dighê nêzîkî 84050 Hiktar, û wiha dibe sînorekî siruştî, Cizîrê ji newala Feratê cuda dike, ango Rojavayê Kurdistan ji parêzgeha Dêra Zorê qut dike . Navê kezwan hatiye ji dara Kezwanê ku li ser çiya şîn dibe, û navê Evdilezîz hatiye ji navê Şêx Evdilezîz kurê Ebdulqadirê Cîlanî, ew Şêxê navdar û xwedî bandor ser civaka Kurdî, û ew serkêşê hêzeke Kurdî bû berî 840 salî ji hêzên Sultanê Kurdî Selah-Elddîn El-Eyûbî, çiya bi xwe li gorî zanyarên ciyolocî cêmikê Çiyayê Şengalê ye, û di navbera pozê herdûyan de tenê 50km, ew bi xwe jî ji zincîra çiyayên Kurdistanê ne, yên ku bi rengekî giştî berê xwe ji bakurê rojava didine başûrê rojhilat , ji hêla bakur ve çiya bi tundî diherike nêzîkî 35pileyan, û berûvajî ji hêla başûr ve bi sivikayî diherike, li Lûtkeya Recim Berzan çiya dighe 880m lê li Lûtkeya Merqeb Elî bilintir e, û dighe 940m û
wiha dibe ku li Cizîra Rojavayê Kurdistanê bilintirîn çiya ye, dagirtî deşt û newal bi teybetî li serê çiya, xuliya wê core cor e, bêhtir ji coreya kilsî ye û cibsî ye û li hin deveran herî û lomî ye ji bo çandina ceh pir baş e, û PH a xuliyê ji 7.2 heta 8a ye, seqaya çiya û rewşa hewayê gorî rêzbendiya Embircêh Navendî parzemînî navxweyî ye rêjeya baranê salan e dighe 350m.m . Ba bakurî rojavayî ye, û hêwî di havînî de 75-85% û di zivistanê de 30-35%. Sala 1993an parastgeheke siruştî li ser çiya hat e avakirin bi rûberekî fereh, ku gihişt e 49000 Hiktar ji zeviyê çiya gelek co-
reyên daran û riwekan û ajelan têde tên parastin û xwedî kirin, û tê naskirin ku dara Kezwanê resenî ye li vir û dara koncûk û behîvê Kurdî û zater û hejîr, û hin gul wek “ Beybûn , Pûng , Hîro , Xaşxaşok û gelek core ji giya “ ji rexê balinde û firok û teyran çiya dibe cihekî baş ji bo nêçîrê ji ber ku Kew, Başoq, Êlo, Kund, Kevok, Qumrî , Çûkê Zad, Hepûk, Qel, Çûk , Qitik ew li vir pir in û ajel û dabeyê lawer pir in jî mîna “ Gur-Rovî-Keftar-TorîkKeroşk-Aho- h.d” Gorî Amara sala 2009an hejmara akenciyê çiya nêzî 15 hezar kes bûn, û zêdeyî 20
gundên Kurdan hebûn, lê anha bi piraniya wan hatine wêrankirin, û valakirin ji bilî Kurd, Aşûrî û êla Begara ya Erebî li çiya dijîn û jiyana wan li ser çandiniyê û şivantî û Gavantiyê ye ku mezintirîn gundê çiya Mexlûce û Xera ye, hêja ye were gotin ku Kelheke kevnar li ser çiya heye ji dema Eyûbiyan e de tê naskirin bi Kelha Sukere, û li gor kultûrê Kurdî Dara Miradan bi terîş û rîbanên renge reng tê xemilandin, sala 2013an çiya kete di destê Eniya El-Nusra de, û paşî DAIŞê kontrol kir û anha Di destê YPG de ye.
Zimanekî Mirî-Zindî (2-2)
Fener Hemedo-Dihok Naskirina zimanan ji hêlên wê yên corbicor ve alîkariya mirovî dike daku çanda miletan baştir nas bike û ji dîroka wan zêdetir fêm bike. Min di beşê yekem ê gotara xwe de hinekî behsa zimanekî kir ku ew mirî ye û di heman demê de jî zindî ye ew jî zimanê ku ez ê li ser niha avaftina xwe bidomînim , zimanê Erebî. Her kesê Erebî fêr bûbe dizane çiqas ew ziman zehmet e çi jj hêla rênivîsê ve û çi ji hêla rezimanî ve jî, û gelek mînak hene li ser vê rastiya zimanê Erebî. Ji xwe eger em bizanibin ku Erebî Zimanê diwemîn e di
rêzbenda zimanan de ji hêla zehmetiyê ve û di rêzê de li pey zimanê Japonî tê û sedemên vê cihgirtinê tên ji zehmetiya nivîsandina bi Erebî ya ku diyarbûna wî tê xuyakirin di nebûna destnîşankirina gelek dengdêran di Erebî de ji bilî ku kêm caran ku tên nivîsîn û wexta li ser û binê tîpan tên nivîsîn navê “El-Herekat” li wan tên kirin. zemetiyeke din jî heye ew jî guherîna formên tîpan û her tîpek bi çend şiklan tê nivîsandin. Zehmetiyên Erebî yên rêzimanî pir in yek ji mînakên ku ez dikarim bibêjim ew e ku bi gelemperî
ti bingehên rêzimanî ji pirjimariyê re nînin. Ez ne li dijî ti zimanî me, ne Erebî û ne zimanên din, û berûvajî dijberiyê ez bi wê yekê re me ku eger mirov zimanên xelkî bizanibe dê baştir be û min sedem jî daye xuyakirin, lê helbet ne li ser hesabê zimanê mirovî bi xwe be, û eger em li rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê baş tamaşa bikin dê mebesta min ji vê gotarê baş bête fêmkirin. Ez nizanim çawa Kurdek bi zamanekî zehmet û mirî ango zehmet û zindî-mirî diaxive û dinivîse û bi zimanê xwe yê hêsan nanivîse, dibe ku
bi xwe re bi Erebî diaxive!! Û çima ez matmayî mame, ji ber ku Kurdî zimanê dayik e ji vî kesî re û nabe qedexekirin û zora li ser Kurdî bibe asteng li pêsiya hestê ziman û netewî. Eger Kurd ked û xebata Mîr Celadet Alî Bedirxan nas bikin di hêla parastina zimanî, qeydkirina gramer û rêzimanê û hêsankirina nivîsandinê de dê li ber xwe bikevin û ji rewşa xwe fedî bikin. Ez di dawiyê de ji Kurdan re dibêjim ku çawa û bi çi rengî hûn dewleta xwe dixwazin û we berê pişta xwe daye zimanê xwe!?
4
çand û Huner
11ê Cehzerdan 1-6-2016
Kurdino, zimanê xwe bixwînin Rifet Hacî- Dare Şikran
“Kurdino eger hûn naxwazin ji hev tar û mar bibin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin, û eger hûn dixwazin bibin yek û serbikevin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin”, D.Nûredîn Zaza. Ji dema damezirandina xwe ve, tevgera azadîxwaza Kurd li Sûriyê fêrkirina Zimanê Kurdî kiribû ji armancên xwe yên sereke di xebatê de, ji serdema damezrênerê çanda Kurdî li beşê Rojava ji Kurdistanê Dr. Nûredîn Zaza û Apê mezin Osman Sebrî ve korsên hînkirina nivîsandin û xwendina zimanê dayikê hetibû birêvebirin, lewra piraniya endamên partiyan malên xwe, cihê rûniştin û razana zarokên xwe bi erkekî xebata niştîmanperwerî, bi dizî ve kiribûn dibistanên çand û zanista Kurdî, ji bo birêvebirina çapemenî û rojnamegeriya Kurdî, rûbirûbûna hemî guvaşên rejîma regezperist, û şofîniya Besiyan kirin, ji gef û sergunkirinê û zindan û lêdana birek ji serkirde û endamên wan re. Lê îro roj, derfeta fêrkirina Zimanê Kurdî fereh bûye, lê li hemberî wê rewşa siyasî ya aloz digel rewşa civakî de,
proseya perwerdeyê bi tevahî li Sûriyê tûşî qeyraneke plankirî tê, bi behaneya Zimanê Kurdî, ji desteserkirina biryara çarenivîsê, û neçarkirina xwendina îdyolojîk, ji aliyê desthelata bizorê ve, ku gelekî berevajî projeya Zimanê Kurdî dihêt bi hin karên rêbazkirî. Yek ji wan şewtandina baregehên partiyan, ku têde korsên perwerdeya civakî û çandî birêve diçin, mîna (xwendina Kurdî-xulên tenduristî - Kombuter..hd). Ya duyemîn, ew e rawestana proseya perwerdeyê li beşekî ji Kurdistanê, ku metirsiya karseteke mirovî dide pêş, metirsîdartir e ji plana Mihemed Teleb Hilal ku avabû ser bêmafkirina Kurdan ji perwerdeyê heta di zimanê Erebî de.Vêce ev tê wê wateyê, ku nifşekî bi tevahî ji Kurdan bimîne bê xwendina zanîngehê, û ne terxankirî di çi derbareke zanistî de, yan jê dervemana wan ji xeleka xwendin û pêzanînê. Ev siyaset tê şopandin bi mebesta fêrkirina Alfebaya Kurdî, di serdema ku zanist û teknolojya her tişt berdest kiriye, her kesek dikare xwe fêrî Alfebayên Cîhanê hemî bike, lê proseya perwerdeyê pêwistî hevdomahiya zanistî ye, ya ji Alfebayê dest pê dike, ta bidestxistina bawernameya terxankirinê, û pêşderbûna li ser zanistiya hişmendiyê
di salên xwendinê yên dirêj de bi rêbazeke terxankirî de ،ne Edlecekirî . Lê sebaret sînordana rêbazên xwendinê, ne dîwanek helbestê yan romaneke nivîskar hunera wênesaziya xwe tê re bişopîne yan xewnên xwe têde bidar veke, belê pêwistî hindek hevkêşanên cîhanî ye, ku ji her alî ve taybetmendên xwedan rol, biryar pê bidin, û rêxistina Yûnisko ya Cîhanî bi alîkariya wezareta xwendina bilind û navendî li her welatekî di çespîne . Li vir erkê her rewşenbîr û zimanzanê Kurdan, nemaze derçuyên ji serdema Apê Osman Sebrî û Dr. Nûreddîn Zaza , helwesta xwe eşkere di derbarê her sexte karekî de li pêş samandariya Zimanê Kurdî de di bangewazeke hewarhatinê de li van her sê rolan de bakin: Karmendên rêbazên xwendinê -taybetmendên Zimanê Kurdî di medya û rojnamegeriyê de-karmendên civakî û aynî ji ber ku perwerde (ferdu Eyne. Her yek bi erkê xwe di cihê berpirsiyariya xwe de li gor ezmûneya miletên serbixwe, û xwedan desthelat, û al û ziman û netew, da ku ev arîşe nebe kêşegoteke vekirî, her weha ji bo avakirina mirovê Kurd, ji aliyê derûnî û civakî ve bi sincên şaristanî û mirovî .
www.Pdk-s.com
Pelqîzan û tevina Kurdî Hozan Dêrşewî-Hewlêr Di nav her miletekî de pîșe û karên taybet bi wî miletî hene, eger mirov dewlemendiya miletekî nas bike û bixwîne, divê gelek babet bêne nirxandin û șirovekirin, mîna çandin, pîșesazî, awa û șêweyê xwebirêvebirinê, herwiha çand û hunera wî miletî .Ez dixwazim li vir balbikșînim li ser mijara tevn û ristinê ya bi destan dihat durustkirin ku hîn jî li gelek deveran di nav kurdan de maye, gerek hurguliyên wê werin belgekirin û komkirin, nexasim navên wê, ku kurdan ji cem xwe navên kurdî lê kirine, ev jî tê wateya kiltoreke zengîn ne tenê ji aliyê durustkirinê ve, lê belê ji aliyê zimên ve jî. Ji xwe bîrokeya gelek alav û pîșeyên rojhilata navîn ku kurd jî beșek jê ne, ji aliyê welatên pêșketî ve hatine birin û pêșxistin ku îro alavên tomatîkî çêkirine û bûne jêdereke aborî ji wan welatan
re, herwiha kargehên mezin jî hatine vekirin, di demê ku ew pîșe di dav kurdan de bi șêweyeke kêm mane, hîn jî karên destî ne.Pelqîzan pîrejineke kurd e, hîn tevn û ristina kurdî li xwe vedihewîne, ne tenê ji bo heskirina wê ji wê filiklorê re, lê belê ji bo aboriya xwe bi neçarî birêve bibe ku hîn ew pîșe li dest de ye.Pelqîzan ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye, di xaniyekî de ye, tenê navê koxik em dikarin lê bikin, ji ber kevn û hejarî û kêm xizmetguzariya di wî xanî de, li gel kurekî xwe yê kêm endam û çend mirîșkan dijî. Pelqîzan dibêje ku ew ji 12 saliya xwe ve karên destî dizane, li ser alava tevna kurdî karsaz e, hîn jî di mala xwe de tevnek heye, havînan li ser kar dike, zivistanan jî ji hev dixe û embar dike. Pelqîzan mêjoya jidayikbûna xwe nas nake, lê ew derdora 75 salî diyar
dike, Pelqîzan merșik(teyîj), mêzer(cilika limêjê), tûrik û gelek berhemên din yê tenvê durust dike. Ji bilî karê tevnê, Pelqîzan bi șûjin û sîxan goreyên limêjê, dêxwîna mêran, xurçezîn, lûfikên serșoyê û gelek cureyên din jî durust dike, herwiha ta(dezî) jî bi rêya alava teșiyê durust dike herwiha gelek șêweyên neqșan, bi nirxekî gelek kêm ku bikare jiyane xwe birêve bibe.Pelqîzan di hiș û ramanên xwe de dîrokek kom kiriye, jêdereke zengîn e, gerek guhdan û girngîpêdan pê were kirin, û hemû karsaziyên wê werin belgekirin, ji ber ku her kalemêrek ji jiyanê bar dike, bi xwe re dîrokekê bar dike .Min di sala 2009an de seredana Pelqîzanê kir, bi hêvî me ku niha hîn ew li ser xwe be û bi tendurist be, û em bikaribin wê omîdê pêk bînin.
Li Tirkiyê festîvalek bo kolandina ser dar û texteyan hate sazkirin -Bidûvçûn Di festîvaleke navdewletî ya bo hunerên kolandina ser dar de, hunermendekî ji Rojavayê Kurdistanê wêneyê zarokê Kurd Alan Kurdî yê ku di Deryaya Egeyê de xeniqî, çê kir û wê yekê bala beşdarbûyên festîvalê kişand .Li bajarokê Odunpazar a Eskîşehir a Tirkiyê festîvalek bo kolandina ser dar û texteyan hatiye sazkirin. Festîval ji aliyê Şaredariya Odunpazarê
ve bi dirûşa “Dar di dest de jîn dibe” ji roja 20ê Gulanê dest pê kiriye û dê heya 29ê vê mehê berdewam be .Zêdetirî 50 hunermendên ji welatên Amerîka, Japon, Koreya Başûr, Gurcistan û Tirkiye di vê festîvalê de beşdar bûn.Di festîvalê de hunermendekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê bi navê Ismaîl Çengelî beşdar jî beşdar bûye. Çengelî ku û niha li Tirkiyê koçber
e, temenê wî 58 sal e û ji navçeya Bozuyuk a girêdayî parêzgeha Bîlecîk a Tirkiyê beşdarî di festîvalê de kiriye.Çengelî îro sêşemî wêneyê zarokê Kurd ê 3 salî, Alan Kurdî ku di Deryaya Egeyê de xeniqî û cenazeyê wî li beravên Bodrum a Tirkiyê hat dîtin, li ser texte çê kir û bi wê yekê bala xelkê kişand ser xwe .Çengelî derbarê karê xwe de got: “Ez pirranî li ser heykelên mirovan û mijara koçberiyê dixebitim ”Rudaw.