79_

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

25ê Cehzerdanê 15-6-2016

Kurdistan -hejmar (79)

www.Pdk-s.com

Bila PYDê girtin û îşkenceyê rawestîne Kurdo Sorkî - Amûdê

Partiya Yekîtiya Demoqratîk ku bi navê PYDê tê naskirin heta niha di girtina siyasetmedar û kadroyên Encumena Niştîmaniya Kurdî de berdewam e, herwiha nabêje ku ew endam li cem wê ne jî, dema ku malbatên wan li wan dipirsin. Welatiyê bi navê Cemşîd Omer got; ku her kes dizane bê çima PYDê vî karî dike, û siyasetmedaran bi girtin dide yan wan direvîne û îşkence dike, ji ber ku ji karê siyasî ditirse, û naxwaze ti kes li Rojavayê Kurdistanê karê siyasî bê wê bike”Helbet ti carî karên tirsonek

biser nekevin, û ne di berjewendiya yekîtiya gelê Kurd ne û tenê rejîma Esed ya xwînmij sûdê jê dike bila PYDê girtin û îşkenceyê rawestîne,”. Omer berdewam dike:” Tişta ku mirov tore dike ku serkirdeyên PYDê dibêjin “Ti girtiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê tune ne, û ti kes ji ber nêrînên xwe yên siyasî nehatiye girtin”, ev kar û şêwe yê çekdar ye, û ti carî Kurd vî şêweyê qebûl nakin, di serdemê Esed e jî ne wisa bû, mixabin îro roj Kurd wisa dikin”. Ezîz Deqorî wiha li ser vê mijarê got:” Bila

PYDê bi zûtirîn dem girtiyên siyasî, mebest hemû kadroyên partiyên di nava Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê de serbest berde, û lêborînê ji miletê Kurd li Rojavayê Kurdistan li ser van kiryaran bixwaze, û nebe asteng be di pêşiya proseya yekîtiya aliyên Kurdî de, herwiha pêşveçûna doza Kurd li Sûriyê”. Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) girtina endamên partiyên di nava xwe de şermezar dike, lê xelk ji vê yekê nerazî ne û dixwazin ENKSê li hevalên xwe xwedî derkeve û gavin

cidî bavêje. Mihemed Remedan dibêje; Encumena

Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) siste di piştevaniya endamên

xwe de, û karekî cidî ji bo vê meseleyê nake, û divê ENKSê bêtir

xwedî li wan û malbtên wan derkeve.

59 sal ji xebata berdewam Mihemed Omer -Hewlêr Damezrandina partî li Sûriya ji bal piraniya Kurdên Rojavayê Kurdistanê vedi wê demê de hatibû pejrandin, lewra di demeke kurt de derbasî hemî malên

2

Kurdan bibû, û xebata netewî û niştîmanî bi rêbazeke demokrat dişopand, ji wê rojê ta roja îro xebata wê li dijî destêwerdanên rejîmê û rewşa awarte

û kiryarên çewt û regezperest û projeyên wê yên şofînî bû. Derabrê damezrandina yekemîn partî li Rojavayê Kurdistan Ehmed Hesen ji bajarê Qamişlo wisa got:” Pêdivî ye ku li ber wan damezrêner û xebatkarên rêzdar yên ku canê xwe fîda kirin ji bo azadiya gel û welat li

Enes El-Ebde: Fedralî ne perçekirine

ser rêbaza partî û Barzaniyê nemir bigrin, û ti carî wan jibîr nekin ji ber ku ew sembolên vê partiyê bûn û canê xwe kirin qurban û dema xwe hemû terxankiribûn ji vî karî re”. Mihemed Osman ku ew bi xwe xelkê bajarê Hesekê ye wiha got:”Niha 59 sal di ser

damezrandina partî re derbas bû, lewra divê niha hemû endam û alîgirên partî piştevaniyê partiyê bigrin da ku cihê xwe bihêztir bike di nava tevgera Kurdî de, bila em vê bîranînê jibîr nekin, û her sal bibîr bînin di rêya lidarxistina semînar û ahengan re”.

4

Sumeya Silo derbarê karê niha ku tê kirin got:”Karê niha dibe, ne bi qasî wî karê berê bû, di baweriya min de ji ber ku rastî astengiyên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê dibe, û kadro têne girtin, divê kar ji wisa baştir be û PDK-Sê karekî cidî ji vê qonaxê re bike

da ku cihê xwe di nava cemawerên xwe de bêhtir bihêz bike, ji ber ku hêviya xelkê di vê rêbazê de ye.” Tê zanîn di 14-61957an de yekemîn partî bi navê Partiya Demokrat a Kurdli Sûriyê li ser destê grûpek rewşenbîr hate damezirandin.

Peyva guvaş nayê wateya zorê


2 25ê Cehzerdanê 15-6-2016

Kurdistan -hejmar (79)

www.Pdk-s.com

Enes El-Ebde: Fedralî ne perçekirine Sîpan Xelîl-Sebah Mîranî Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Enes “El-Ebde” ku vê dawiyê serdana Herêma Kurdistanê kiribû got; ku ew nabîne ku fedralîzim perçekirine, wek ku propogenda jê re tê kirin, û ragihandina fedraliyê bi awayekî tekalî ji aliyê PYDê ve zirarê dighîne bîrokeya fedraliyê. We ji bo çi serdana Herêma Kurdistanê kir?* Ev serdan serdaneke steretejîk û giring bû ji bo me wek Kiwalisyon, sedema serdanê ew bû bihevguhertina nerînan bi serokatiya Herêmê re, herwiha wan agahdar bikin bi pêşhatên herî dawî derbarê dosyaya siyasî û dosya danûstandinan, û rewşa meydanî, bilindkirina asta hemahengiyê di navbera Îtîlaf û Herêma Kurd-

istanê de, herwiha spasiya Herêma Kurdistanê û gelê wê dikin li ser veheweandina bêhtirî nîv Milyon penaberên Sûrî, ji bo min wek kes ev serdan gelekî giring e, armanca sereke ku ez bi serokê Herêmê re bicivin, ku ez wî dibînim ne tenê serok, lê ew xebatkar û peşewa ye. *Di civînên we de behsa çi hate kirin? Rûniştina me bi serok re gelekî giring bû, me pêşhatên herî dawî jê re gotin, û me jî nerîna wî derbrê pêşhateyên herêmê, herwiha yên navdewletî bihîst, hûn baş dizanin ku Serok Barzanî ji roja yekemîn de ji şoreşê ew li pişta gelê Sûriyê ye û ta niha jî berdewam e, û em vê yekê bi bilindahî dinerxênin, nerîna wî giring e û şîretin baş û giring li cem wî hene derbarê rewşa herêmê, û ew bi xwe xwedan ezmûneke mezin e,

em dixwazin nûnerekî Herêma Kurdistanê di dosya Sûriyê û ya danûstandinan de hebe, ji ber ku ew dikare roleke giring di dosya Sûriyê de bilîze, û alîkariya me bike, em dixwazin nûneratiya Îtîlafê li Herêma Kurdistanê hebe, herwiha me behsa belgeya di navbera me û Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê de kir,

me li ser wê yekê tekez kir, û me dazanîn ku em pabendin pê, li gor nerîna me wê destûra Sûriyê li ser wê belgenameyê ava bibe, ku têde xuyakirineke temam derbarê maf û nasnameya gelê Kurd heye. *Bersiva Barzanî çi bû? Gelekî erênî bû, bi rastî wî digot asoyekî mezin ji hevkarî û alîkariyê

heye, me bi hûrbînî behsa Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê kir, û giringiya hebûna wan bo Sûriyê, serok Barzanî ji me re behsa qehremaniya wan Pêşmergeyan kir, herwiha şerê ku niha li dijî rêxistina DAIŞê li Herêma Kurdistanê dikin, niha bêtirî 14 xalan di jêr desthilata Pêşmergeyên Encumena Niştîmaniya

Kurdî de ne. *Derbarê derbasbûna Pêşmerge Barzanî çi got? Bêguman, ew bihêvî ye ku îro berî sibê ev Pêşmerge derbas bibe, lê belê hin metirsiyên wî hene, bi nerîna min ew rast dibêje, û divê li ber çavan bêne girtin, ew ji şerekî navxweyî ditirse û ev yek bêguman em naxwazin rû bide, ev ne armnca me ye, lê ji ber ku ew hêz ser bi ENKSê ve ye, wê xwedan bandoreke mezin be ji bo gerantiya pêkvejiyanê li deverê, divê em û Herêma Kurdistanê bihev re bifikirin ku çawa mêkanîzmekê bibînin ku ew hêz derbas bibe, û ti core rûbirûbûnek rû nede, divê ev hêz roleke erênî bilîze û li ser xaka Sûriyê be û bi erkê xwe rabe di parastina miletê xwe de, li gor min dibînim ku gel bêhtir rehetiyê bi hatina Pêşmerge dibîne ji

hêzên din bêtir. *ENKSê daxwaza Fedraliyê dike hûn çi dibêjin? Gelek nerînên cuda di nava Îtîlafê de hene, derbarê şêweyê dewletê, hin kes dixwazin dewleteke navendî, hin fedraliyê dixwazin wek ENKSê, hin kes bi nenavendiya rêveberî re ne, lê nerîna hevbeş em bi nenavendiya rêveberî re ne, di vê ev yek bi tewfiq be di navbera hêzên siyasî de li Sûriyê. *Gelo fedralîzim çareserî ye? Nerîna min bêtir bi aliyê nenavendiya rêveberî ve diçe, lê dilê min vekirî ye derbarê nerînan, ez nabînim ku fedralîzm perçekirine, wek ku propogenda jê re tê kirin, ragihandina fedraliyê bi awayekî tekalî ji aliyê PYDê ve zirarê dighîne bîrokeya fedraliyê, û li cem gelek aliyan bîrokeya ku fedralî perçekirine çê kir.

Sînem Bedirxan û Gulîstan Perwer serdana Kampa Giwêlan kirin Idrîs Hiso

- Giwêlan

Roja 8 Hizêranê Sînemxan Bedirxan keça Mîr Celadet Alî Bedirxan ligel Hunermenda navdar Gulîstan Perwer serdnana Kampa Giwêlan kirin, û ligel nişteciyên kampê demek xweş bi germî û coş derbas kirin. Dayê Sînemxan coş, hêvî û kêf xiste dilê xelkê kampê, ligel wan axifî, şîret li dayikan kir, ligel zarokan sitran gotin û ligel wan dîlan û sema kir, xelk jî li dora wê bûn kom û mîna yek mal û malbatê ew civata mezin gereiya. Ji destpêka ku xelkê kampa Giwêlan di megrîfonanan de bihîstin ku Dayê Sînem û Hunermend Gulîstan Perwer li Kampa Giwêlanin bilez hatin ku çavê xwe bi dîtina mîra xwe Sînem û herwiha Hunermenda Kurdperwer

ku bi sitranên xwe hezkirina Kurdistanê xiste dilê hemû çîneyên civata kurdî bixemilînin. Rêkxistina hevdîtinê ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî birêveçûbû, Dayê Sînem û şanda ligel wê seet 5 êvarê gihştin Gewîlan û li hewşa navenda Rewşen Bedirxan a Rewşenbîrî ligel xelkê hevdîtin kir. Hevdîtin bi sirûda niştimanî Ey Reqîb destpêkir, piştre dayê Sînem hinekî li ser dîroka malbata Mîr Bedirxan û rola wan di pêşxistina çand û rewşenbîriya kurdî kir, herwiha bi firehî behsa jiyana bavê xwe Mîr Celadet û diya xwe Emîra Rewşen Bedirxan kir. Herwiha Dayê Sînem gotinek arasteyî dayikan kir û ji wan re got: “Divê hûn zarokên xwe bixwendin bidin, çîrokên Kurdî ji wan

re bêjin, Şengê û Pengê û stranên bi kurdî ji wan re bêjin, divê zarokên we bzanin ew kî ne ji ku hatine çîrok, dîrok, stran û pendên wan çine, jiber zarokên xwe nasnekin dê neserkeftîbin di jiyana xwe de.” Di vê derbarê de û li ser pirsek Rojanameya Kurdistan derbarê rola Emîra Rewşen Bedirxan piştî ku Mîr Celadet Koça dawî kir di perwerdeya zarokên wî de, Dayê Sînem got: “Dayê Rewşen rolek mezin di jiyana me de list û mandîbûnek yek car mezin jibo ku em li gorî keltûr û çanda xwe fêrbibin bi me re dît, li cem wê xwendin karekî pîroz bû, jibilî xwendina dibistanê divabû me helbest û pendên Kurdî jî jiber bikin, di boneyên me de pirtûk wek diyarî di-

dan me, gelek caran heta di dema yarî û lîstikên me de jî divabû me xwendina bi Kurdî kiriba.” Piştre Dayê Sînem tevlî zarok û dayikan bû li ber stranên Şivan Perwer bi wan re -bitaybet bizarokan re- sema û kêf kir, bi vê yekê dayik û zarokan bêhtir xwe li dora Dayik û Mîra xwe dan hev û hevdu bi dilgermî himêzkirin. Ji aliyê xwe ve hunermend

Gulîstan li ser rola stran û guhdariya stranên bi zimanê dayikê li ser perwerde û kesayetiya zarokan dike û got: “Ez vê care ligel Dayê Sînem hatime, konsêrt tineye lê ez dê bi dengê xwe bê mûzîk çend stranan ji were bêjim.” Herwiha got: “Ez sozê didim we di meha Tebaxê de ez dê konsêrtekê ji were li vir lidarbixim.” Civata xelkê ligel Dayê Sînem

û şanda ligel wê berdewam kir heta berî banga mexirbê, piştre dayê Sînem û şanda ligel wê bûna mêhvanê malekê ji Kampê û nan ligel wan xwar û heta kêlîka dawî xelkên kampê çavên wan li Dayê Sînem û Gulîstan Perwer bû û wek ku bi germî ew pêwazî kirin û bi heman germî û coşeyê destxweşî li mîra xwe kirin.


25ê Cehzerdanê 15-6-2016

Kurdistan -hejmar (79)

www.Pdk-s.com

3

Rojî li Kampa Kewirgoskê Raid Mi hemed - Kewirgosk

Li kampan av kêm e Rifet Hacî

-Dareşikranê

Bê guman av ji pêdawistiyên herî giring e li jiyanê , û ji kevin de Kurdan gotiye:”Av û avayî” ango jiyan bi avê berdewam dibe .Tevî astê pêşketina gerdûnê û alavên pêşketî ji bo dabînkirina ava paqij û pak ji xelkê re, lê kêmbûna avê di hin civakan de dimîne arîşeyeke serek e .Li kampên penaberan av û rênimaya dabînkirin û parvekirina wê ji karên bingehîn e yên rêveberî û berpirsên kampan, sebaret giringiya wê hin ji vexwarin û hin ji şûştin û ji saxlemiyê re.Dalya ku kebaniya malekê ye li kampa Kewirgoskê li ser vê meseleyê wisa got:”Mercê pêşî ji bo hilanîna gazindan, ew e ku parvekirina avê bi wekhevî be, lê mixabin tanka avê heroj nayê taxa me, dema tijî av nagihê her kesî, û em li ser qazanan xwe diqedînin, û rêkxistina UNHRC bicarekê re ev mesele pişguh kiriye. Rojekê tu layanek nehatiye li qazan taqî nekirine ka bê ji layê tenduristî ve tê bikaranîn yan na .Em neçarin

ku ava vexwarinê ji zarokên xwe re bikirin”. Bê guman newekheviya parvekirina avê li ser penaberan yek ji arîşeyên sereke ye, dibe cihê nakokiyan di navbera wan bi xwe de, lê berpirsiyar xwe derveyî vê pirisgirêkê dihêlin , bi bihaneya (geşepêdana ramanî ji bo avê pêwist e.( Belê penaber dipirsin ka ev rêxistinên ku li ser vî karî radwestin ku bêtir ji 5 rêxistinanin û ji erkê wan e vê meseleyê çareser bikin, kengî bi karê geşepêdan û fêrkirina zanistî li cem xwe peydakirine ? Yan bi çi riyê di nav xelkê de belav kirine? Bavê Danî ( Ji rêxistina taqîkirina ava kampan e) dibêje:”Me bihev re şêwe semînar amade kirine li ser çawaniya bikaranîna avê û rijandina wê ya bê sûde diçe bi rengekî zanistî û delîlên pizişkî, ka bi çi rengî av dimîne ew kereseteya giring di jiyanê de, û çawe boş berdana wê dibe cihê metirsiya nexweşiyan di cokan de helbet li kolanan,ku dibe jêdera gelek mêş û pêşî û kurman, ya pêwist derman

kirine, da ku tu nexweşî û tavik di nav civakê de belav nebin, alîkariya xelkê bihev re daxwaza karmendên ku li ser vê meseleyê kar dikin û plana wan ew ku tora avê ji penaberan re durist bikin”. Idrîs Şukur, karmendê bîra avê ye li kampa Dareşikranê wisa li ser meseleya avê dibêje: “Wekheviya parvekirina avê karekî zehmet e ji ber ku siruşta kampê çiyayî ye, û xalên veqetandina tora avê nehatine durustkirin di damezrandinê de, vêce em neçarin gazî li xelkê bikin ku rijandina avê kêm bikin. Herwiha li ser rêjeya ava terxankirî ji her neferekî re Şukur got:”UNHRC dibêje; mafê her neferekî tenê rojan e 40 litr av e” Ka bi çi şêweyî emê vê yasayê bi cih bikin madam demjimêrên avê tune ne, û piraniya xelkê ne alîkarin, ê ku cihê mala wî bilind be piranya rojan bê av dimîne. Heta niha tu pêşniyar ji pilankiria avê re li kampan diyar nebûye. Diya Ehmed penaber-

eke mamoste ye li kampa Kewirgoskê wiha got:” Çiqas em gilih dikin, wê bêjin geşepêdan di nav xelkê de pêwist e, ji bo bikaranîna avê, lê ta niha tu waneyên taybet bi fêrkirinê yan semînar tine ne, Tiştek ji kesekî re şirove nekirine, tenê wê belevokan li nav kampê dadilqînin li ser nivîsiye ( Av jiyan e ), em dizanin jiyan e ji xwe me jiyan divê”. Bavê Raman ji Encumena kampa Basirma ye dibêje:”Bi alîkariya rêveberiya kampê me dikarî alaveke pêşketî ji parzûnkirina avê re siwarkin, ji ber ku ava bîra kampê şor derketiye, û rojane ava şêrîn li ser xelkê dihête belav kirin, di qazaneke taybet de, lê dimîne ku xelk pabend bin bikaranîna avê bi rêjeyeke sinorkirî”. Di encamê de av jiyan e, pêwiste her mirovek zanibe bê av nikare bijî, cîranê wî jî weke wî ye nikare bijî, eger ava zêde rijand, divê zanibe ji kîsî cîranê wî ye, û zanibin rêxistinan guhê ker dane gilihê wan, û parastina avê dimîne erkekî mirovahî.

Bi boneya hatina meha Remezana pîroz ku 6ê vê mehê destpê kir, bazara kampê hatiye xemilandin bi coreyên xwarin û vexwarinê û penaber rojên xwe di bin konê xwe derbas dikin, tevî êş û azarên penaberiyê tevî germahiya havînê û demjimêrên dirêj yê rojiyê ku li Hewlêrê dighê nêzî 16e demjimêran jî, lewma tevgera xelkê di vê mehê de tê guhertin, di dema nîvro de kêm e, û ber fitarê û bi şev zêde dibe, û serdan û şevbuhêrk zêde dibin û kirîn û firotina pêdiviyan ber fitarê heya paşîvê pir dibe û girtina rojiyê îsal pirtir e ji sala par li gor Bavê Ehmed ku li kampê dimîne û wiha ji me re got: “Îsal ez rojiya xwe digrim ji ber ku karê me ji dervî kampê rawestiya ye, û em bê kar mane ji ber ku dema me kar dikir karê me giran bû, û me nikarîbû rojiyê bigrin, û gelek wek min li kampê hene”. Ji aliyê xwe ve bavê Metîn xwedanê dukanekê ye li kampê wiha got:” Li vir zehmet e em rojiyê bigrin, em di kona de dijin, germ e û elekitrîk çend demjimêran qut dibe, lê dema ku em li Rojavayê Kurdistanê bûn û berî şoreşê rojî pir xweş bû”. Hoşyar Omer karker e û ji dervî kampê kar dike, û rojane 3ê demjimêran di çûn û hatin di tirimbêla de derbas dike ji rojnameya me re got:” Ez kar dikim, karê min giran e, ji min re zehmet e ku ro-

jiyê bigrim, lê rojî ne tenê ya xwarin û vexwarinê ye, lê belê ya danûstandinê ye ku mirov bi cîranan re û belengaza hest bike, û alîkariya wan bike,keça min 10 salî ye û rojî digre”. Ji rexê xwe ve Nûrî Hesen bazirganeke li kampê kar dike ser rewşa bazarê wiha got : “ Îsal Bazar baş e, tevger heye lê ne weke ya par e, dukan û hanût hatine xemlandin bi kelûpelan yên ku di meha rojiyê de navdar in mîna coreyên xwarinê û vexwarinê ( EreqsûsTemir hindî - şerbet - kêk - xurme - Tehînî - Helaw - Qemerdîn Marûk…..) Ev li Rojavayê Kurdistanê navdar bûn, û li Başûr peyda nedibûn yan kêm bûn jî, lewra me ev dabînkirin û anîn û firotina wan li nav kampê heye”. Ji aliyê xwe ve Samir Silê penaberekî kampa Kewirgoskê ye derbarê rojên Remezanê di navbera Rojava û kampên penabera de got : “Erê zehmetî li vir heye, û av kêm e û hin rexan li kampê bi galonan avê dikşînin, û zehmetiyê di vî werzî de dibînin û pileya germê pir bilind e, û xwarina ku me li Rojava dixwar li vir heger hebe yan kêm e yan jî ne wek wê xweş e mîna ( Meyîr - Firîk - Milûxiyê – Sebanix….). Û tişta ku dilê me têşîne ku berî niha sifreya remezanê dibû sembola civata malbatê, lê niha mixabin her malbatek tert û bela bûn

weke ku tu kulmek nok li kivirekî bixe, û her libek bi rexekî de biçe,, û tişta dimîne di bîra min de ji rojiyên Rojavayê Kurdistanê û li Başûr nîne ew dengê topa Fitarê ya ku ew deng seimbola rojiyê bû” . Diya Hesen kebaniya mala xwe dike ji rojnameya me re wiha got : “Rojî çilo be xweş e xêr têde pir dibe, em û cîranên xwe alîkariya hev dikin, û xwarinê didine hev, di dema fitarê de tu dibîne sênîk û lalîk di navbera cîrana de dizîvirin, û hatin li vir baş e lê dilê me ser miletê me yê li Rojava dêşe, û em pir xemgîn in ji bo wan ku nikarin nanekî xweş peyda bikin yan jî kîlok bacan bi wan bi hisrete, zarokê me diçin ji xwe re fêrî xwendina Qurana pîroz dibin li rex mamosteyên xwebexş kirine ji vî karî re, xwedanê xwaringehan li kampê xwaringehê xwe digrin, û li ber fitarê divekin heya passive. Qasim Silêman xwedanê xwaringeha Jîn ku mezintirîn xwaringeh e li kampê wiha got:” Em demjimêr 4ê êvarê vedikin, kar kêm bûye ne, wek remezana par e, bi teybetî karê me ser xort û ciwanan e, û mixabin piraniya xortan çûn e Ewropayê, wiha penaberê Rojavayê kurdistanê rojiya xwe derbas dikin bi hêviya vegerê û avakirina Rojava û vegerandina rojên xweş.


4

25ê Cehzerdanê 15-6-2016

çand û Huner

www.Pdk-s.com

Jiyana nivîskareke Alman bi Kurdî Tengezarê Marînî- Almanya

Nivîskar Silviya Amştat, di 8ê Gulana sala 1984an, li Mainz ji dayik bû û li Mellrichstadt niştecih e. wê ji sala 1997an de dest bi nivîsandinê kir. Xala giring ko giraniya xwe di nivîsan de li ser datîne, danûstendin û ragehandina di navbera mirov ên hemereng di nav civatê de. Helbestên xwe ji dema temenê bû 16 sal, di rojnameya de belav dike û bi nifşê xwe re, xwe tavêje Mic ê. Sylivia keçeke bi ceger e û wê bi nivîsîna deqê xwe sala 2003an, bala xwendevan û mediya elmanî kişand, dema di Pro7 TV, li ber Kamêrayê rawestiya û deqê xwe

pêşkêş kir. Pirtûka wê ya yekem civakî bû û di sala 2009an de, bi navê (Capital Wor(l)d- civak bi hêviyên sînordarkirî). Lê Sylvia, li Elmaniya û di nav nifşe xwe de, mîna helbestvanekê tête niyasîn. Di rojnameya Rhön und Saalepost, Bad Neustadt/2007 de, wiha li dor helbestên Sylvia dibêjin: “Fantaziya di helbestê wê de, mirovî dilivîne û dilivîne, tişa dinivîse, huner, civak û siyaset tê de heye. bi behre û hestiyarî dihingive babetan û nivîsên wê weha li mirov dikin, ku xwêner biponije”.

Bêrîkirin Hevokeke nerim

Odeyek bo paşerojê

Paşerojeke bi hev re

bi hev gihandina tirênê maçîkirineke ziman bînerek

çixareyek

jana diranekî Şîngirêdan

Mîna ko wê wisa

Ez bi hêsanî girtibim Ji wir hetanî vir

Ez bi xwe ve kelepçe kiribûm Pirsên xwe yên azad dikirin Û her zanînek têve dida Birçî, tihnî, têr

Bi min re xweşî kêf nekir

Di xweragiriya xwe ya kêm de Û her dem ez ê

wî kirasê gewr li ber xwe bikim

rondikên bi xêlî di demên sipîreş de

Peyva guvaş nayê wateya zorê Mihemed Hemo - Hewlêr Peyva guvaş cara yekê min li ser ekrana Rûdawê bihîst ku ew peyv ne di cihê xwe de bikar dihanî. Peyva guvaş bi weteya zorê bikar tîne, ango li şûna ku bêje Amerîka zorê li Tirkiyê dike ji bo êrîşan li ser bajrên Kurdan rawestîn e, dibêje; Amerîka guvaşê li Tirkiyê dike ta ku……. . Yan Rûsya guvaşê li rejîma Beşar Esed dike ku biçe Cenêvê. Peyva guvaş, ticarî cihê peyva zorê nagire, tenê Rûdaw ew peyv bi çewtî bikar anî, niha ji Rûdawê jî derbasî Kurdstan24 bû, û ew jî kete xefka wê çewtiyê de. Diyar e

ku karmendên Kurdistan24 pê hest dibin ku ew kêmtirî Rûdewê ne lewma ji xwe re dibînin ku her tiştê Rûdawê rast e. Lê nizanin kêmkuriyê Rûdewê jî di derbarê zimên de hene. Me hêvî dikir ku dezgehek wek Kurdistan 24 nekeve xefka şaştiyên Rûdawê û nasnameya xwe ya ragihandinê di meydana ragihandina Kurdî de biçespîn e. Guvaş peyvek Kurdî ye lê ev peyv li Rûdawê û Kurdistan 24, di cihê xwe de bikar nayê, gavaş şûna zorê yan fişarê qet nagire. Tu dikare bêje; min lîmonek givaşt, yan Leylê cilên xwe şuştin û

givaştin jî. Bi van wateyan peyva guvaş bi kar tê, li hemberî zext yan dexta Erebî cih nagire, zora Kurmancî û fişara Soranî li hemberî dexta Erebî bi kar tê. Ticarî guvaş cihê zorê nagire, ger peyva zor jî bi kar nînin, dikarin peyva Soranî fişar li dewasa wê bikar bînin. ji ber ku fişar jî bi Kurdî ye û wergera wê tam cihê zext yan dexta Erebî digre, lê hema guvaş bi ti şêweyî cihê wê nagire. Kurd dibêjin: - Zor zane û devê tivinga mor zane. -Zor gêzeran hildike. -Bi zorê dikeve serê

dorê. -Ji bizmar re gotin tu çawa diçe dîwarê hişk? Got; ji zora ser serê min bipirsin! -Bi darê zorê ew anîn rê. Ev hemî gotinên pêşiyan e. Gelek peyvên çewt di ragihandina Kurdî de bûne wek: Çora Mirîşkan ji hev vedirin, dezgehek çewtiyekê dike û dezgeha din jî bi lez jê werdigre. Lewma bingeha ziman û rêzimanê me, roj ji roj binpê dibin. Peyva guvaş ji Rûdawê derbasî nav nûçeyên Kurdistan 24 jî bûye, di piraniya nûçeyên Kurmancî de ku di 24 ê de

tên xwendin, her tê de peyva guvaş dikin dewsa peva zorê, hêvîdar im 24 jî kopiya Rûdawê neke. Ez dizanim silogana Kurdistan24 dibêje, Me bibînin xwe bibînin. Em jî hez dikin, em wê bibînin û xwe bibînin, lê wisa biçe emê wê tenê bibînin û xwe nabînin!. Rola ragihandinê divê ne bi tenê nûçeyan belav bike, girînge ku ziman jî bi xwe re bi pêşxîne, ne wêran bike. Gelek çewtiyên din di ragihandina Kurdî de, di derbarê zimên de tên kirin, divê bi rêya pisporên zimên serast bibin. Ji ber ku zimanê ragihandinê zimanekî hestyar e,

çênabe her bêjerek li gorî zanîna xwe peyvan durist bike. Lewma pêwîst e ku pisporên zimên di her dezgeheke ragihandinê de hebin. Peyva guvaş qet! Bi wateya xwe nayê bikaranîn, tenê dilê mirovan diguvêşe. Rêz û silav ji bo Rûdaw û Kurdistan24 gava em şaşiyeke wan dibêjin ji ber hezkirina me ji wan re ye. Herdu dezgeh cihê şanaziyê ne ku asta ragihandina Kurdî gelek bilind kirine, lê ne bi weteya ticarî nakevin şaşîtiyan qet ne şerm e ku ew bikevin şaşîtiyan, lê pir şerm e bervedêriya şaşîtiyên xwe bikin.


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.