80_

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

9ê Tîrmehê 1-7-2016

Kurdistan -hejmar (80)

www.Pdk-s.com

Guh li Kobana birîndar bikin Ehmed Kêtikî -Kobanî

Salek di ser komkujiya bajarê Kobanî re derbas bû ya ku derheqê bi sedan ji welatiyên Kobanî pêk hat di dema derbasbûna DAIŞê de. Di êrîşa roja 25ê Hezîranê de, derdora 100 çekdarên DAIŞê serê sibehê bi dizî derbasî nava Kobanî bûn, hejmarek mezin ji xelkên sivîl kuştin, û birîndar jî kirin. Pişt re wan çekdaran 4 cih ji xwe re kirin baregeh, û ji wir şer dikirin û welatiyên sivîl dikirin armanc. Li ser mijara komkujiya ku derheqê

welatiyên sivîl de pêk hat, welatiyan ji Rojnameya Kurdistan re nerînên xwe anîne ziman. Cemîl Mihemd derbarê vê komkujiyê de wisa got:” Bi rastî komkujiya Kobanî tiştekî ecêb bû, ne mumkine hejmarek mezin ji çekdaran derbasî Kobanî bibin bêyî ku kes wan bibîne, ev yek cihê gumanê ye, divê ew kesê ku xwe kiriye desthilat kesên tawanbar ceza bike yan lêpirsîneke cidî derbarê vê yekê de bête vekirin”.

Îman Ismaîl dibêje; nizanim çima komkujiyên me zû têne jibîrkirin, û kes lê napirse, mixabin xelkê Kobanî ji kîs xwe çûn, em daxwazê ji ew kesê ku xwe kiriye desthilatdar û parêzvanê welat ku komîteyeke lêpirsînê derbarê komkujiyê de pêk werîne da ku em dijminan ji nava xwe derxînin. Ji aliyê xwe ve Mihemed Ehmed got:” Kobanî bajarekî birîndar e, û divê rêz lê bê girtin, û guhdan li vî bajarî bête kirin”.

Heta pez jî ji PYDê nefilitî ye Adil Ibrahîm -Qamişlo Bazirganiya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi fermî dest pê kir, lê PYDê sozê xwe bi cih neanî, û bacê ji bazirganan werdigre .Piştî 4 rojan ji vebkirina deriyê sînorî yê Sêmalka, pezê bazirganên Rojavayê Kurdistanê derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê bû, da ku li vê de bête firotin .Partiya Yekî

tiya Demoqratîk PYDê, ji bo her seriyeke pez 6 dolaran wek bac ji xelkê Rojavayê Kurdistanê distîne. Derbarê vê meseleyê, welatiyekî bajarê Qamişlo bi navê Mihemed Elo got:”Min zanîbû ku wê PYDê bacan ji xelkê bistîne ji ber ku li ser vê yekê perwerde bûye, û

abûriya wê ji vî deriyê ye, ûjiyana wê bê bac nabe”. Bazirganekî ku nexwest navê wî were eşkere kirin got: “ Ti hêvî li ser PYDê nayên girêdan, ne mumkine ku PYDê fişara abûrî li welatiyan neke, bila karên wisa bêne rawestandin, û berjewendiyên milet bibin tiştekî sereke li cem vê partiyê, lê mixabin ti carî di baweriya min de wisa nabe”.

Amûdê birîndara şerê birakujiyê ye 2

Berê milet bidin zimanê wî

3


2 9ê Tîrmehê 1-7-2016

Kurdistan -hejmar (80)

www.Pdk-s.com

Amûdê birîndara şerê birakujiyê ye Şêrîn Gêlo

-Amûdê

Şeş şehîd û bîst birîndar ew bûn qurbaniyên komkujiya azadî û serbilindiyê li ser destê alîyekî ku hilbijartibû destê rejîmê be li devera Kurdî, û dijminatiya birayên xwe yê xwînê bike. Di wê şeva reş de ya ku di hişê miletê Kurd e, û bi taybet welatiyên Amûdê yên ku şehîdên xwe bi riwên lihêfan pêçandin bê cenaze ji ber ku çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ne tenê simbilê dilê xelkê Amûdê kuştin, lê PYDê rê neda malbatên şehîdan ku ew şehîdên xwe wek ew hêja bin ax bikin. Çîrok xemgîn e, lê divê ji destpêkê ve bê gotin, piştî salekê ji destpêka şoreşa Sûriyê, PYDê bi çek û amadekariyên xwe, û bê ku ti astengî li pêş hebin ji aliyê rejîma Esed ve derbasî deverên Rojavayê Kurdistanê bû, û li gor daxuyaniyekê ji Neqîb Ehmed Duxmê ku wê demê Birêveberê Qeza Amûdê bû, pêş ku ji rejîma Esed cuda bibe got; ku desthilat bi awayekî fermî ji serê rejîma Esed ji bo PYDê hate radestkirin, ku PYDê baskê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ye, û ne beşdar bû di sazkirina şoreşa Sûriyê de, lê piştî ku şoreş berdewam bû, û rejîma Esed nikarîbû bi hêza çekên xwe wî agirî kontrol bike, ji ber vê yekê PYDê wek şûrekî di şerê Kurdan

de bikar anî, û ta niha PYDê di kiryarên xwe de li dijî Kurdan berdewam e. Berya encamdana komkujiya rêbazkirî li dijî sivîl û çalakvanên Amûdê, PYDê amadekariyên wê şeva reş kirin, ku di sibeheke Havînê de, welatiyên Amûdê li ser dorpêça bajêr ji xewê rabûn, û çekdarên PYDê girtin ser malan û xelk girtin bi bihaneya bazirganiya madeyên hişbir, û sê çalakvan ji sê aliyên şoreşê girtin bi armanca tirsandina welatiyan, bi taybet ku bi awayekî hovane derbasî bajêr bûn, herwiha hêzeke mezin ya çekdar ji bo vê mebestê bikar anîn, û ya bêhtir eşkere û diyar dike ku ew komkujiyê niyazkirî bû, ku ew

çalakvanên ku ji aliyê PYDê ve hatin girtin ji sê aliyên cuda bûn, yek ji wan sirûdvanê xwepêşandanan Welat Vîto bû, û yê din Dêrsim Omer bû ku yek ji endamê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê bû, herwiha yê sêyem jî Serbest Necarî bû, ku endamê Hevrêza Amûdê bû. Ciwanên Amûdê ew yek redkirin, herwiha bi xwepêşandanên nerazîbûnê rabûn ji bo serbestberdana wan girtiyan, û derdora 20 ciwanan ketin girêva birçêbûnê de ta ku hevalên wan ji zindanên PYDê bêne berdan, ji ber ku Amûdê bajarekê biçûk e, û welatiyên wê hevnas in, û ew dizanin ku ew tometên ku PYDê arasteyî wan girtiyan kiriye dûrî rastiyê ne, û xelkê Amûdê hemû nakokiyên xwe dane aliyekî, û li ser daxwaza Xwecihiya Amûdê ya Encumena Niştîmaniya Kurdî û Hevrêza Amûdê dest bi xwepêşandan ji bo heyama sê rojan kirin, lê PYDê ew yek piştguh kir, û ew girtî serbest bernedan.

Herwiha ji aliyê xwe ve, wan girtiyan dest bi girêva birçîbûnê di nava zinadanê de kirin, herwiha konê mangirtina ciwanan li cem mizgefta Selahedîn ji ber mercê PYDê di roja 7an de hate hilanîn, lê tevî ku wan kesan mercên PYDê bicih anîn, lê PYD bi mercên xwe pabend nebû, û ew girtî berneda, û di encam de welatiyên Amûdê di mizgeftê de mangirtina xwe berdewam kirin, û pişt re girtiyê bi navê Dêrsim ji aliyê partiya navborî ve hate berdan, û bi pêxwesî beşdarî xwepêşandanê bû, ev yek jî ji ber ku PYDê navborî bi pêxwazsî ji ser karê wî biribûn, û pişt re Dêrsim ji xwepêşanderan re kiryarên PYDê eşkere kir. Xwepêşander hêj di destpêka xwepêşandana xwe de bûn, dema ku çekdarên PYDê bi çekên giran ketin nava xwepêşandana aştiyan e de, û ew sivîlên Amûdê yên sîng tazî û dest vala gule-

barankirin, û tevî ku xwîn hate rijandin, lê PYDê gulebarana xwe ranewestand, û berdewam bû di gulebarankirina sivîlan de, ku di encam de ciwanê 15 salî Nadir Xelo li ser xaka bajarê xwe gula kuştinê bi destê Kurdekî xwar û birîna wî ya jiyandestanê bû, û berî bighê nexweşxaneyê şehîd ket, pişt re Seed Seyda yê heman tenê Nadir Xelo bû, ew jî rastî guleya çekdarên PYDê hat, û laşê wî yê nazik beravaniya rijîna xwîna wî nekir, û jiyana xwe jidest da, herwiha sêyemîn şehîd Berzanî Qerno bû, ku birîndarê herî dawî bû di wê komkujiyê de, lê ji ber rêgiriya PYDê ji hawarçûnê re ber bi Qamişlo ve, û rijîma xwîna wî ji bo demeke dirêj Berzanî şehîd ket. Li ser banê Navenda Tehsîn Memo ya ku hin birîndar ji bo wê navendê hatibûn veguhestin ta ku ji guleyên PYDê bêne parastin, li wir navborî xelk digirtin û dibirin zindanên xwe, û di dema ku Arasê Bengo hewil dida ku rûreşî û

rastiya PYDê tomar bike, Aras negirtin, lê ew gulebarankirin, û wî serbarî refên şehîdan kirin, herwiha Şêxmûs Hesen yê bi temen hate şehîdkirin, û Elî Xelef jî yek ji qurbaniyê wê şeva reş bû, ji bilî vê yekê hin çalakvan û ciwan birîndar ketin mîna Ezîz Qerno û Siwar Hito, ku Siwar heta niha hewilên çareseriya xwe ya tenduristî dike, û metirsî heye ku kêmendam bibe, û Ezîz Qerno ta niha nikare dirûna xwe bîne ser rêya siruştî. Hejmarek mezin ji welatiyên Amûdê di wê bûyerê de hatin girtin, û piştî bêzarkirin, îhanet û îşkenceya derûnî li ser hejmarên biçûk hatin serbestberdan. Bi dirêjahiya şevê, xelkê Amûdê xew , û bajar ji aliyê çekdarên PYDê û zilamên Mihemed ElFaris dorpêç kirîbû, û bêhna barodê Amûda birîndar girtibû, û nîşanbazên PYDê li ser banan belavkirî bûn, û di dawiya şevê de dengekî kirêt ji minara mizgefta mezin bang kir, ku

çûnûhatin li Amûdê hat qedexekirin. Roja pişt re bi girtin û avêtina welatiyan di zindanan de destpê kir, û tevî ku roja Înê bû, lê nimêja înê û xutbe nehatin kirin, û nîşanbazê PYDê yê li ser minara mizgeftê karîbû berê gula xwe bide sînga şehîd Elî Rindê yê ku bi mebesta nanê zarokên xwe ji mal derketibû. Şehîd bi bêdengî bi xakê hatin spartin, ku PYDê rê neda ku xelk pirsên sersaxiya şehîdên xwe lidar bixin, û, her şehîdek yek yan du kes ji malbata wî di merasîma xakspartina wan şehîdan de amade bûn. PYDê piştî demekê ji komkujiya birakujiyê ya ku di 27ê meha 6an de sala 2013an de li Amûdê pêk anîbû, fîlmek li ser kenala xwe ya Ronahî pêşkêş kir, ku têde hewil da ku rastiyê berûvajî bike, dema ku ji xelkê re diyar ku êrîşa PYDê ji wê yekê bû, ji ber ku wan xwepêşanderan êrîşî cenazeyê endamekî YPGê bi keviran kiribûn, lê ya ku welatiyên Amûdê yên ku di bûyerê de beşdar bûn tekez li ser kirin, ku piştî encamdana komkujiya niyaz û rêbazkirî ji aliyê PYDê ve, ji nû ve û ji bo ku rûreşiya xwe veşêrin cenazeyekî kevin ji bajarekî din anîn û kirin bihane, û ti êrîş ji aliyê xwepêşanderan li ser cenazeyên şehîdan nahatiye kirin. Amûdê bajarê ku di sala 2004an peykerê Haviz Esed anî xwarê, û dubare di sala 2011an de ew pût rûxand ji bo ku miletê Kurd bi serbilindayî û neçavtirsyayî bijîn, lê mixabin îro Amûdê birîndara şerê birakujiyê ye.


9ê Tîrmehê 1-7-2016

Kurdistan -hejmar (80)

www.Pdk-s.com

3

Penaberên Domîzê bi xemgînî li benda Cejnê ne Ehmed Elî -Domîz Piştî sivikbûna pêla koçberiya penaberên Kampa Domîzê ber bi Ewropa ve, hejmara penaberan li kampê daket nêzîkî 24500 kes, û hejmara konan derdora 5000 kon, ew jî li gorî amareke ne fermî, û hejmareke mezin ji penaberan li benda ku meriv û xizmên wan yê ku li Ewropa ne ku ji wan re daxwaziyê bişînin, û gelek penaber li benda hêvîkê ne ku rewş li Rojavayê Kurdistanê aram bibe, û çareyek hebe, ku her kes vegere cih û warê xwe, û ji êş û derdên penaberiyê rizgar bibin, wiha penaberên Domîzê dilê xwe ji rojnameya me re vekirin. Bavê Lawîn penaber e û li kampê kar dike wiha got:” Rojiya me pir zehmet e, kehrebe zêdeyî 10 demjimêran qut dibe, û bi birîna keherbê jiyana me jî tê birîn”. Ji aliyê xwe ve Ehmed Bavê Dilo gotina Bavê Lawîn tekez kir û got:” Pileya germê bilind e, û dema ku kehrebe tê birîn rewş zehmet dibe, xelk hemî derdikevin ji derve, piraniya xelkê nikarin Muwelidên kehrebê bikrin, û va ye çend roj mane û Cejna Remezanê wê bi ser me de were û bi xwedê em xembar in”. Ji rexê xwe ve xwedanê xaringehekê ku ne xwest navê xwe eşkere bike got:” Kar kêm bûye, ne weke par e,

xort gelek nema ne û av li kampê kêm e, û dema ku avê ji me re berdidin, wê gavê kehrebe nîne, wiha av hindik tê, bi rastî em pir êşê ji vê yekê dibînin”. Muxtarek di nava kampê de ji Rojnameya Kurdistan re got:” Gilî û gazindên xelkê rast in, lê gelek tişt bi destê me de nayê, lê ez mizgîniyê didim ku wê aloziya kehrebê wê were çareserkirin, piştî ku projeya “Ambêratên Muwelîdê” hate qebûlkirin ji aliyê Rêveberiya Kampê ve, û di

demeke nêzîk de wê bi cî bibe, ez hêvî didim ku piştî cejnê bi demeke kurt wê amade bibe “. Diya Sînem ku pênc zarokên wê hene, û li kampê dimîne got:” Em xemgîn in, rewş ne xweş e, û pakrewanên me pir in û birîndar hene , gelek xizim û kesûkarên me belav bûne li Erwopa, Başûr û li Rojavayê kurdistan, her malbatek tert û bela bûne, em ne kêfxweş in, dilê me şikestî ye bi taybetî ev rojên ku derbas bûn bîranîna Komkojiya Kobanî

Nûçe nayê wateya hewal Mihemed Hemo -Hewlêr

Bi baweriya min ev peyva nûçe, di ferhenga Kurdî de tune ye. Lê ji aliyê hin Kurdên li Ewropayê biwêjeya nûçe di dewsa hewal de bikar anîne, di van vê salên dawî de jî derbasî nav ragihandina Başûrê Kurdistanê jî bûye, û niha jî ew biwêjeya nûçe ku di ferhenga Kurdî de tune ye li hemî beşên Kurdmancî yên ragihandinê li Herêma Kurdistanê tê bikaranîn. Beşê Soranî li her derekê peyva rast û petî ango ku di cihê xwe de tê, hewal bikar tînin. Eger em rastiyê bivên, divê kurmancî jî berî Sornaî peyva hewal bikar bînin, çimkî pey-

va hewal rast e, û ji koka ziman û ferhenga Kurdî ye, kes jî nikane bêje hewal nerast e, çimkî hewal peyva rast û durst e. Di çendîn ferheng û ferhegokên Kurdî de min dîtiye. Du xwendevanên Rojava bi me re rûniştîbûn, li ser ekranekê nûçe nivîsandîbû, yekî ji wan pirsî nûçe yan çi? Ji berî ku ez bersiva wî bidim, xwendevanê din bersiva wî da û got; nûçe hewal e, yê pêşî got; madem hewal e! Çima li ser ekranê nanivîsînin hewal, û nivîsandine nûçe? Eger nivîsandibana hewal pêwîst nedikir ku ez ji we bipirsim, minê ji xwe berê zanîbû, û her Kurdekî wek min jî zanîbû ya ku hewal, hewal e. Kurmanc dibêjin:-Ka hewalde te çi li wir dît? Tiştê min ji te re got; hewal ne de!- Bi hewaldana be, şerekî mezin li wir bûye!-Min ticarî! Ji hewaldana bawer nedikir. Lê ew ê ku ji min re hewaldayî bi çavê xwe dîtibû. Ti pêwendiya peyva nûçe bi hewal re nîne ez dibêjim “News” ya Inglîzî wergerandine û bi wan re

nûçe derketiye. Lê nûçe bi wateya nû tê yanê taze, nû jî şûna hewalê qet nagire. Mirov dikare bêje hewalek nû heye, berê û carcaran niha jî hin dezgehên ragihandinê li Başûr biwêje ya “deng û bas”, li şûna hewal bikar tînin, lê dengûbas jî çêkirî ye û cihê hewalê nagire. Ger em dixwazin xizmeta Zimanê Kurdî bikin hêvîdar im hemî dezgehên ragihandina Kurdî peyva hewal li dewsa nûçe bikar bînin . 1-Hewal ji ferheng û kokê de Kurdî ye û peyva durist ew e. 2- Nûçe biwêjeyek çêkirî ye. 3- Gava ragihandina Kurmancî hewal bikar bîne, cudahiya wê peyvê di nav Kurmancî û Sorananî de namîne. Ew jî hêviya me ye ku Kurd zaravên Kurdî nêzîkî hev bikin, ne jihev dûrxin, çendî zarav jihev bi dûrdikevin nîşana dabeşbûna netewî diyar dibe, ger Kurd dixwazin li gor koka zimanê xwe biçin divê tenê hewal bikar bînin, û ew biwêjeya nûçe ya ku duristkirî nehêlin.

û ya Amûdê bû, û wêneyên dayikê kezebşewitî dilê me şewitand, cejin ya zaroka ye ne ya me ye”. Ji aliyê xwe ve, Aras Remezan ku li kampê mamoste ye got:” Erê em li vir tûşî êş û azaran dibin, û rewş ne xweş e, bi taybetî di vê dema havînê de, lê rewşa me ji ya xelê me yê Rojavayê Kurdistanê xweştir e, û pêdiviyên jiyanê û kelûpelên corecor li vir peyda dibin, ne wek Rojava ye ku kîlok bacan yan fêkî yan şekir dibe bi hesret ji wan re, ez hêvî

dikim ku siyasetmedarên me berê xwe bidin penaberên xwe ji ber ku pir aloziyê me hene, û hêviya mezin ku layanên siyasî yê Rojava bighên hev, û lihevhatinek hebe, û miletê me nema koçberî Ewropa bibe, û nema di nav ava deryayan de bixeniq e, ez cejna biçûk li we û hemî xelkê me pîroz dikim, û bi hêviya ku cejna were ku her kes hêvî û omîdên xwe bi cî bîne.

Berê milet bidin zimanê wî Fener Hemedo -Hewlêr

Ziman mercê pêşîn e yê hebûn û mayîna miletan, û ji ber vê sedemê giringiya zimanan tête xuyakirin. Di roja zimanê dayik de min ev pirs ji çend nivîskar û çalakvanên Kurd kir “Gelo çima tu bi Kurdî nanivîsînî?” Hemûyan heman bersiv dan:” Ji ber ku xelkê me nexwînin”. Helbet nabe nivîskar û çalakvan gotinên xwe bibêjin, û ti kes guh nede wan û gotin û ramanên wan, lê divê ew kesên Kurd, yên ku li ser Kurdistan û Kurdan diaxivin bi

Kurdî, bi zimanê xwe û zimanê zikmakî yê cemawerî binivîsînin, û ramanên xwe belav bikin û êşa xwe bînin li ser zimên. Ji partî û dezgehên ragihandinê tê xwestin ku bi rewşenbîran re alîkar bin di warê ziman de di hemû waran de, û li ser hemû astan xebateke paqij bikin da ku miletê me ji nezaniya Zimanê Kurdî derkevin, û êdî bi zimanê xwe ne bi yê biyaniyan derdên xwe bibêjin, û ramanên xwe belav bikin. Îro dem hatiye ku rêxistinên Kurdî gavine berçav bavêjin, û zimanê xwe li pêş bêxînin di ragihandinê de, ji televiziyon û rojnameyan bigire heta bi ragihandina elekitronî û torên medyaya civakî ve derkeve. Şerm e, ku li ser Facebookê beşên herî mezin ji Kurdan

ne bi Kurdî dinivîsînin, fihêt e ku ne bi Kurdî li ser termên pakrewanan tê nivîsandin. Yek ji pêşniyarên ku ez dikarim bidim, ew e ku em sûdê ji tecrubeya Israîliyan bibînin di aliyê zimên de, û bi taybet di ragihandinê de, û em bi du zimanên niviskî li ser ekranên çend televizyonan û di çend rûpelên rojnameyan de bibînin. û Israîlî bi vî rengê han him zimanê xwe diparêzin, û him wî belav dikin. Giringiya ziman ji her tiştên din zêdetir e, û miletek nîne ku ji xwe qayil be û pesnê xwe bide di nav miletên din de, û nizanibe bi zimanê xwe binivîsîne, ji xwe cihê daxê ye ku partiyeke Kurdî bi zimanê xelkê beyanameyan biweşîne.


4

çand û Huner

9ê Tîrmehê 1-7-2016

www.Pdk-s.com

Zuhêr Derwîş: Di rêya tabloyan re hestên xwe derdixim Raid Mihemed -Almanya

Huner neynika jiyanê ye, û civak bi hunerê tê xemilandin û hestê mirovan tê xuyakirin, wiha hunermend û şêwekar Zuhêr Derwîş axiftina xwe destpê kir, û ji ber ku huner dibe nasnameya civakê, em bûn mêvanê şêwekar Zuhêr, û me ev hevpeyvîn amade kir.

* Hinekî li ser jiyana xwe biaxive? Ez Zuhêr Derwîş im ji bajarê Qamişlo me, û 3 zarokên min hene ev 16 sal li Almanya bajarê Mûnşinê dijîm .

* Ji ber çi tu ji welatê xwe koçber bû, û te Almanya hilbijart?

Jiyan li welatê min nexweş bû, aloziyên siyasî li dijî me rejîmê derdixist ji ber ku em Kurd in, heya ku mamosteyên dibistanê

yên Ereb li dijî me bûn, li welatê xwe ne azad bûm, li Libnanê 7 salan mam, lê ew jî mîna Sûriyê bû, ji ber wiha jiyana min Almanya ji min re hilbijart.

* Berî koçberiyê, te tablo û wêne çê dikirin, gelo destpêka te çawa bû? Belê min ji xwe re tablo çêdikirin ji bo hestên xwe derxînim, lê para mezin min dabû nivîsandina bi zimanê Erebî ji ber ku bi Kurdî em fêr nebûn binvîsin, herwiha qedexe bû bi taybetî di salên 2008 û 2009an de, min baş dinvîsand, lê kêşe û aloziyên di navbera nivîskaran de hişt ku ez dûrî wê bibim, û min sûnd xwar ku bi zimanê Erebî nema binvîsînim ji ber vêyekê vegeriyam tablo û

wêneyan.

* Kengî te dest bi karê şêwekariyê kir?

Di navbera sala 2000 û 2010an de, ez li kampan mam û jiyanek pir zehmet min derbas kir, ji ber ku qedexe bû ez kar bikim û perê sosyal ji min re ne bûn, û di vê reştariya jiyanê de, min wêne û tablo ji jiyanê re çêkirin bê ku ez rise û firçeyê bikar bînim, min ji gilêş û gemar û paşmayên malbatan wêne çê dikirin, ji nîsk, şîr, qehwe, şerbet, birinc, ax, xwelî, kevir, zuxur, û her tişt dikete destê min de, min bikar dianî, ji ber ku min nikarîbû ez reng û firçeyan bikrim.

* Wate ew e ku ev rengê şêwekariyê taybet bi te ye?

Belê, ev bû rengê min, her ku hin derfet ji min re derketine, lê hîj ez bi destê xwe renga lihev dixim, û wêneyan saz dikim, wêne hest e di navbera teliyê min de û wêneyê bila tiştek nebe.

*Li Almanya bandora çi li jiyana te heye ?

Min mafê rûniştinê di sala 2010an de stand, piştî ku 10 salan fişareke mezin li ser min hat kirin, ku ez dev ji Almaniya berdim, û gelek kes ji penaberan li pêşiya min jiyan bdawî anîn, ev pir bandora xwe li min kir, lê piştî 2010an ez ji kampê derketim li xwaringehan min kar kir, û 3ê salan bi Xaça Sor ya Almanî re min kar kir, pir sûd min jê wergirt.

* Tu wêneyê bi çi nas

dike, pênasîna wê ji te re çi ye ?

Her wêneyek beşk ji laşê min e, û ez dijî firotina wana me, lê piştî ku ez zanim pereyên firotinê wê herin ji bo alîkariya penaberan, ez wan difroşim bi taybetî piştî ez li welatê Bulxariya, Romanya, Tirkiya, û Bakurê Kurdistanê geriyam, û rewşeke pir xerab ji jiyanê re min dît, wê gavê min got; divê ez di vî karê xwe de berdewam bim, û min Komela Dara Mirada ava kir ji bo alîkariya penaber û belengazan.

* Te ji ber çi navê Dara Mirada li komelê kir, û karê wê çi ye?

Nav ji ber wê yekê hatiye ku daxwaza me ku her kesek bighê mirad û hêviyên xwe ji bo

nifşek nû rabe û jiyanê bi rengekî baş avake, dar sembola jiyanê ye, dar her tişt dide mirov û ajelan bê beramber, ez xwe dibînim dar ne mirov, komela me ji Alman û Kurdan pêk tê, ez nanê sêlê ser agirê textan çê dikim, û Alman pir kêfxweş dinin, û her tim min vedixwendin ji bo ahengên wan ku nanê sêlê yê ku ji Foloklora Kurdî hatiye, û ji wan re didim xuyakirin, û ew pir alîkariyê dikin ku bibînin kesek alîkariya miletê xwe dike.

* We li Kurdistanê çi kar kiriye?

Belê me alîkarî şand dibistanên penaberan li Başûrê Kurdistanê bi taybetî Kampa Kewirgosk jibilî alîkariya xwarinê û ew kesên kêmendam û belengaz û yên nexweş,

herwiha li Bakurê Kurdistanê alîkarî me şand ji Mêrdîn û Dîlokê û ji bo Rojavayê Kurdistanê pareke baş me ji wan re hebû.

*Heya niha çend tabloyên te hene?

Nêzîkî 400 tablo hene, ku ez her kerestên di nav jîngehê peyda dibe dikim tablo, heya min wêne di riya baran û befirê çê kiriye, û ev karekî pir taybet e, heger huner ji rih û hest be wê serkeftî be.

*Hêviya te di jiyanê de çi ye ? Hêvî pir in, daxwaza min ku zarokên me fêr bibin, û jiyaneke xweş bibînin, û li xaka xwe bijîn wek tevahiya zarokên jiyanê, zarok fêkiyên jiyanê ne, û dar jiyan e, em ji dara miradan vê hêviyê dikin.

Dengê resen Bavê Selah nexweş e -Bidûvçûn Dengbêjê Kurd yê navdar Bavê Selah ji ber krîzeke dil ji du rojan de li Efrînê di nexweşxanê de ye. Bavê Seleh, ku wek dengbêjekî herî navdar di warê starnbêjî û staranên Kurdî yên kevbnar de li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, ji ber krîzeke dil ji du rojan de li Efrînê di nexwaşxaneyê de ye. Li gor pizîşkên wî jî ku rewşa wî ne cîgir e û pêdiviya wî bi çareserkirina derveyî Efrînê heye .Herwiha hin rêxistinên mirovî dixwazin dengbêj Bavê

Seleh bo nexweşxaneyên Tirkiyê yan Kurdistanê veguhêzin, lê ji ber rewşa wî ya ne cîgir, pizîşk niha rê nadin bo wê yekê. Ji aliyekî din jî ku Efrîn di dorpêçê de ye û riyên baş bo veguhastina nexweşan jî tune ye .Bavê Selah jidayikbûna 1952an li gundê Gorda ya ser bi Efrînê ye, ji destpêka salên 80î de dest bi dengbêjiyê kiriye, li Kurdistanê û gelek welatên Ewropa, Rûsya, Libnan, Urdin û Îmarata Erebî û wela

tine din aheng û şevbuhêrk bi starnên keltura Kurdî encam dane, herwiha bi dehan kasêt û perçeyên vîdyo tomar kirine.Bavê Selah gelek lêkolîn derbarê kelepûra Kurdî û stranên kevnar amade kirine, herwiha dîwaneke wî ya helbesta klasîkî amade ye, lê nehatiye çapkirin. ji ber karê dengbêjiyê bêhtirî carekê ji aliyê rêjîma Sûriyê hatibû girtin û zîndan jî dîtibû. Jêder:K24


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.