81_

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin

24ê Tîrmehê 15-7-2016

Kurdistan -hejmar (81)

www.Pdk-s.com

Teqîna Salihiyê xelk bêhêvî kirin Kurdo Sorkî - Hesekê

Li Taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê teqînek rû da. Teqîn saet 7:45ê êvarî li nêzîkî firineke nan a bi navê Salê çê bûye .Li gorî zanyariyan, êriş xwekujî bû, û di encama êrişê de 27 welatî şehîd bûne, ku 2 jin û zarokek jî di nav kesên şehîd de hebûn, herwiha di encama teqînê de bi dehan kes jî birîndar bûne. Derbarê teqîna bajarê Hesekê de, welatiyê bi navê Xidir Yûsif ji Rojnameya Kurdistan re got:”Herdem dihate texmînkirin

bê wê teqîn çê bibin, lê mixabin vê carê jî di êvara cejnê de bû, parastina xelkê ji kesê xwe kiriye desthilatdar tê xwestin, û nabe vê meseleyê piştguh bike bi çi awayî be .”Dîlber Omer ku ew jî xelka taxê ye got:”Bila xelkê me ji deverên qerebalix dûr bikevin ji ber ku kes tine parastina wan bike, bi rastî piştî teqîna vê dawiyê xelk bêhêvî bûne, û her kes dixwaze koçber bibe ji bo meseleya ewlekariyê”. Li ser çend hesabên di torên civakî

de rêxistina DAIŞê berpirsatiya teqînê li xwe girtiye, lê hêj nehatiye piştrastkirin. Ji aliyê xwe ve jî Serokatiya Herêma Kurdistanê amadebûna Herêma Kurdistanê û hemû dezgeh û saziyên pêwendîdar ên Kurdistanê bo pêşkêşkirina alîkariyan bi birîndar û lêqewimiyên vê kiryara terorîstî nîşan da .Bajarê Hesekê di navbera rejîma Esed û Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de dabeşkirî ye, û piraniya taxan di destê rejîmê de ye.

Tirsa rûdana karîseteke mirovî li Helebê heye Ehmed Kêtikî -Heleb Taxên Helebê yên Rojhilat ku di jêr destê Dijberiya Sûriyê de ne, û derdora 400 hezar welatiyên sivîl lê dijîn di rewşeke pirr xerab de ne, ev yek jî piştî çend rojên ku rejîma Esed rêya Kastêlo kontrol kiriye, ku ew dawî

rê bû ji gihandina alîkariyan re bo wan taxan. Mihemed Hîlal li ser vê mijarê wiha dibêje:”Piştî rêya sereke ya Kastêlo hate girtin alîkariyên xwarin û pijişkî nema derbas bûn, herwiha topbarana rejîma Esed û

milîsên ser bi wê ve kuştî û birîndar li dûv xwe hiştin ku tîmên hawarçûnê nikarîbûn birîndaran bibin nexweşxaneyên meydanî yên nêzîkî sînorê Tirkiyê ji ber girtina rêya navborî”. Cemîl El-Siker derbarê rewşa wan taxan got:”Niha li taxên Rojhilat nirxê kelûpelan gelekî buha bûne,

ew jî ji ber girtina rê ye, hin keskayî ji bexçeyên nêzîkî van taxan tê, lê têra xelkê deverê nake, ji ber vê yekê tirsa rûdana karîseteke mirovî li Helebê heye “. Bajarê Helebê wek bajarê duyemîn di mezinbûnê de li Sûriyê tê naskirin, û ev demeke rastî topbaraneke tund ji aliyê rejîma Esed ve tê.

Cedan Elî: Sedema têkçûna rewşa Kurdistana Sûriyê PYDê ye

2

De Mistura, ez û malbata xwe 5% ne

3


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.