Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
10ê Tebaxê 1-8-2016
Kurdistan -hejmar (82)
www.Pdk-s.com
Heta kengî wê milet qelenê neyekbûna we bide
Kurdo Sorkî -Qamişlo Roja 27ê Tîrmehê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo teqînek çê bû, û di encam de karîsteke mirovî li wî bajarî rû da, ew teqîn zirarek mezin gihande welatiyan, û dilê gelê Rojavayê Kurdistanê sar kir. Li gor amaran, hejmara şehîdên teqîna Qamişlo gehiştine zêdetirî 50 kesan, û derdora 170 kes birîndar bûne .Der-
barê vê bûyera diltevzîn de, me ev raport ji Qamişlo amade kir. Welatiyê bi navê Ehmed Mihdî wiha li ser vê bûyerê dibêje:”Gelo kanî parastina ku serê me pê birine, me ji bo vê yekê çiqas alîkarî dane, lê ji niha û pê ve, em nema yek lîreyê didin, bila Kurd bibin yek, û Erebên terorîst ji nava me derînin”. Diya Azad behsa roja
teqînê dike, û dibêje ku wan di vê rojê de mirin bi çavê xwe dît, û “hema xwedê neyne serê ti kesî”, û axaftina xwe wiha berdewam kir:”Ev bê ol in, bila ev terorîst dûrî me bikivin, û Kurd xwe bikin yek, ji bo bikarin rûbirûbûna wan bikin”. Jiyan Elî wiha got:” Heta kengî wê milet qelenê neyekbûna we bide, hey partiyên siyasî,
bibin yek, me ji vê yekê rizgar bikin, bila Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ji kirasê dijminan derbikeve, û bikeve nav refên gelê Kurd, û Ereban ji nav xwe derbixe, û dermanên ku ji Kurdistanê hatine belav bike”.
Li Kewirgoskê rewş berû başbûnê ve diçe Xwîna şehîdên me li cem Sûriyan erzan e
2 3
2 10ê Tebaxê 1-8-2016
Kurdistan -hejmar (82)
www.Pdk-s.com
li Kewirgoskê rewş berû başbûnê ve diçe Raid Mihemed Di meha bûrî de, beşê dûyemîn ji konên ku ji çemento pêk dihatin, li ser 3ê rêz bilok hatin amadekirin, û hejmara van konan 280 kon bûn, û berî salekê nêzîkî 540 kon belav kirin ku ji wan re dibêjin (Qaîde), wiha beşek ji penaberan jiyana xwe guhertin, û baştir bû. Yek ji wan Bavê Sîwan e, ku ev 3ê sal in li kampê dimîne ji rojnameya Kurdistan re got:” Ev zêdeyî mehekê ye, ez bi Qa’îda xwe ve me, min bi biloka 2 ode avakirin, û berî niha UN ji me re kepîne û serşok bi bilokan avakiribû, niha rewş xweştire. Ji aliyê xwe ve penaberekî din bi navê Ebdulxaliq Hisên got:”Perê min nînin, ez nikarim odeyê bi çemento, û bi bilokan ava bikim, çawa UN ev kon da min, ez wilo têde dijîm, jiyan zehmet e û ez hêvîdarim ku rêkxistinan li kampên din ode û xanî ji penaberan re avakirin, werin ji me
re jî avabikin”. Diya Mihemed jî gilî û gazindên xwe ji me re kirin,
û wiha axivî:” Bi xwedê rewşa me zehmet e, em pir bi avakirina xanî
westiyan e, zarokên me nêzîkî mehekê ye dev ji karê xwe ber-
dan, û diavakirina kon de kar kirin, niha jiyana me xweştir e, paqijî li vir bêhtir e, û taybetmendî li konên nû bêhtir heye”. Ji rexê xwe ve Ciwan Hisên şagirtekî pola 12a ye li Amediya Cegerxwîn li Kewirgoskê dixwêne ji me re got: “Erê jiyan li van konên nû (Qa’îda ) xweştir e, lê dema ku hatin belavkirin, di demeke ne baş de bû, ji ber ku kete dema ezmûnên şagirtan, û hejmara konan kêm bû tenê 280 kon bûn, û wiha nêzîkî 820 malbat di Qa’îdan dijîn lê zêdeyî 1000 malbatî hêj di konan de mane, û rewşa wan ne xweş e, ez bi hêvî me ku di demeke nêzîk de, ew jî bikevin konên nû, û hinekî jiyana wan xweştir bibe.Tê zanîn ku kampa Kewirgiskê dikeve bakurê rojavayê Hewlêrê bi dûrbûna 20 km, û nêzîkî 12 hezar penaber ji Rojavayê Kurdistan têde dijin ji 15 Tebaxa 2013an .
Çarenivîsa zarokan di jiyana penaberiyê de
Rifet Hacî -Dareşikarnê Di her serzemînekê de, diyardeyên taybet hene, di riftarên bidestvehatinê ji komelgeh û civakê, bandora xwe li derûniya mirovan dikin, û her civak jî ji xwezaya li dora xwe sincên taybet di nav de belav dibin, çi erênî û çi nerênî bin .Ji ber vê yekê di komelgehên nû afirandî de, metirsiya belavbûna raman, û livên çewt pirtir dibe, û pêwiste werin binçavkirin ji aliyê hin pisporan ve, nexasim bi alîkariya xêrxwaz û rîsipiyên civakî, da ku ew xalên sedemkar werin nîşankirin, û bi aştî di aliyê çareserkirinê de were livandin, û encam
bêne giftûgokirin, ji bo ev ezmûn bibe rêni mayeke berdest ji xwedanê karên civakî re, nexasim ji kesên xemxwarên çaksaziya civakî û komelayetî re, di çarçoveya jiyana mirovahiyê de, li wî cihê ku ezmûn lê çê bûye. Ev rênima ji çareserkirin yan ji kesnîşanîdanê ye, li gor têgeha felsefî nûjen (Sasa) ye. Mijara min, Di Roja Cîhanî ya Penaberan de, ya di 20ê Hezîranê de ye, û di dema ku alavên ragihandinê bi hûrbînî li ser rewşa penaberan rawestiyan, û nêrîn û hêviyên wan şopandin, ji zarokekî 12 salî hate pirskirin tê kengî vegere
cihê xwe, bersiva zarok ev bû” ez naxwazim vegerim, ji ber ev der ji me re xweştir e”Bi (Sasa) emê mijarê destpê bikin. Sasa1: Di qeyranên mirovahî de, ku di nav miletan de peyda dibin “Penaberî” yek ji diyardeyên ku belav dibe di nav xelkekî sivîl û bê karîn de, çi ser asta hundir be û çi derveyî sînorê wî welatî be, ya ku dibe neçarkirina taybetmendan, ku komelgehên nûjen ava bikin, û pêkvejiyaneke nû ji xelkê re dabîn bikin, ku her yek ji axekê û perwerdeyeke civakî cuda ye, û asta bîreweriyê başqe ye .Lê di encam de têne wekhevkirin di akinciya nû de ji jiyana penaberiyê di kampan de heye, û neçar dibin ser pêkvejiyanê. Damezirandina vî şêweyê komlgehî, bi lerz û metirsîdar ji aliyê rêxistinên ne hikûmî, û yên navdewletî ve tên birêve birin. Lewra bi dehan rêxistin rewşa wan ji nêzîk ve dişopînin, ku di nav de navendên
xwe durist dikin (Em ne di warê nirxandina karê rêxistinan de ne), lê metirsiya dê û bavan bêhtir e ji hemî taybermend û pisporên ku seredana wan dikin, û ev bêhtir erkê wan e derheqê zarokên wan, lewra eger xwendin ji mafê zarokan e, û hatiye piştguhkirin ji aliyên berpirs ve, lê qelenê wê dibe ku paşeroja zarokan nebaş be, û dê û bav pê dêşin, û nifiş dibine qurbaniyên xemsariya hin aliyan. Sasa2: Ji encama valahiya kesê zarok li kampan, têkiliyên nerênî li cem peyda dibin, ji ber ku xeleka hevaltî û têkiliyan berfireh dibe, çespandina hin reftarên tund, mîna (Dengbilindbûnê, bêrêziya derbarê mezinan, xwe vedizîna ji dê û bavan, veheziya qedexeyan, serhişkî, nepabendiya bi erk û pêwistiyan, derew ..h.d). Ya ku pêdiviye bi çareseriyeke lezgîn ji vî beşê mirovan re, ku paşeroj bi wan ve girêdayî ye, ew jî di rêya
hin lîstik û holên taybet û pisporên perwerdeyê, lê mixabin alîkariya hin rêxistinan û bi taybet yên terxankirî ne ji mafê zarokan e, dikeve rexê nerênî de li ser ramanê zarok, ji ber kar û karînên xwe terxan kirine ji hin lîstikên sînordayî re, ku bêhtir zarok dûrî serzemîna wî dixe, mîna (Hoppê, ballê, sêrk û dîlanên hevbeş bi regezên din re, û hin cûre lîstikên sext, mîna cûdo), bi şêweyekî Ewropî dûr ji reftar, û şûnmayên gelêrî, bi dûrnêrîneke Kurdewarî, berûvajî sinc û exlaqên milet e. Tevî ku di navendên wan de holên perwerdeyê hene, lê nayên aktîvkirin, tenê lîstik û werzişa bi cûreya ( xerbî) tê dîtin. Bê ku rojekê korsên perwerdekirinê li ser reftaran bêne tomarkirin, tenê pêşbirkên pêkenîn û zilhêziyê ne. Sasa3: Bi rastî armanca wan rêxistinan bi cih hat, û zarok gun-
caw bûn bi serzemîna xwe ya nûjen, bê ku em vegerin li sedeman, gelo çibû? ji karê wanî bê rawestanbû?, yan alîkariya dê û bavan bê hemdî kete piştgiriya serkeftina wan de?.1- Zarok bû zayindeyekî serbixwe bê lêveger, û ji bin destê dê û bavan derket. 2- Girêdana wî ji paşeroja dê û bavê wî hat veqetandin. 3- Biryara xweser bê şûnma li cem wî hate durist kirin.(Ya herî giring û dûr ji Sasa, xewna vegerê wekû penaber winda bû, ango bû pirsgirêkek li ser vê xakê, û di navbera wî û xelkê cih de, nakokiya paşerojê hate meyandin). Sasa4: Di nêrîna pisporiya Sasa de ev bobelateke belav bûye, lê hêj biçke, û pêdiviye çareseriyeke lazgîn ji vê êşê re were dîtin, bi hin pêngavên ku vê rewiştê sînor bike, di planeke zelalkirî de, di van xalên jêrîn de :1- Aktîvkirina tîmên xwebexş ji hişyariyê re di nav kampan de.2- Serdanên
himbiz ji bijardeya rewşenbîr û ronakbîran, û lêkolîn li ser hin arîşeyan bête encamdan .3- Ferzkirina yasayan, û çavdêriya karên ne yasayî bête kirin. 4- Aktîvkirina pira di navbera dibistan û malbatê de, di rêya berpirsên taybet, û xwedan biryar û çaksazan re, yên xwedan ezmûn. 5- Nehiştina kargêriya zarokan û ferizkirina xwendinê. Digel vê hemiyê de, divê waneyên ku zarok hest bike ku erkekî wî yê mirovahî heye, û divê wê namê di jiyanê de tomar bike hebin, û zanibe ku mafê wî li welatekî heye, ew jî warê bav û kala ye, di rêya hin semînar û pêşbirkên terxankirî de û hin rahênerên xwedan şiyan, û ji hemî temenan, ku mihla wan bide ser dabînkirina alav û ramanên tekezkirinê li ser nexşandina paşerojê, û azadkirina welatê wan. Sasa: Cûreyeke şîrovekirina zanista programkirina damarî ye.
10ê Tebaxê 1-8-2016
Kurdistan -hejmar (82)
Xwîna şehîdên me Li cem Sûriyan erzan e
Fener Hemedo Hewlêr Ji 2011an ve heta niha, Kurdên me yên dilpak qêrîn û hawar dikirin, û rihên xwe didan ber metirsiyê û bi erkê xwe yê mirovî radibûn, zêdetir ji
pênc salan Kurdan li gorî çanda xwe kar dikirin. dibe ku ev karê wan jî ji bindestî û perîşaniya wan hatibe, ji ber ku wan kîneke mezin ji hêla par-
tiya Beis ve dîtiye, û dixwazin ji rewşa xwe ya rasteqîne rizgar bibin, û paşerojeke ku azadiyeke bêhtir têde hebe bibînin .Ereban li gorî çanda xwe helwesta xwe dan xuyakirin, û wek ku bi rengekî ji Kurdan re bibêjin bi cehnema we kirî, hûn û kuştiyên we, gorîma we bike xwîna xelkê we .Belê ji bêdengiyê wisa xuya dibe Kurdo! rêjeyeke mezin bêdeng bû ango hinek bêdeng û hinek ji fihêta xwe kêfa
dilên xwe nedan xuya kirin, û beşek ji wan jî yên ku çanda şofînîst di xwîna wan de ye, eşkere dilşad bûn li ser bûyerên ku ji encama teqîna xwekujî ya ku komkujiyeke mezin li pey xwe hişt û qurbaniyên wê jî ji sivîlan bûn .Kurdo! Piştî bi gelek caran ji bêdengiya Ereban, û helwestên wan ên dûr ji mirovatiyê, tu yê hêj jî dibêjî ez Sûrî me gelo?. Ma kesê te bi qaşûleke pîvazê nakire dê çi hêviyê jê bikî feqîro!
Diziya dermanan tawneke cengê ye Ehmed Elî -Qamişlo
Partiya Yekîtiya demoqratîk PYDê di dema ku derman ji Herêma Kurdistanê di rêya Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû desteser kir, û li nexweşxaneyan belav nekir, ku ew derman teybet ji birîndarên teqîna Qamişlo re hatibûn ne ji PYDê re. Rêveberiya PYD dest danî ser derman û pêdiviyên pijîşkî yên Herêma Kurdistanê ji bo birîndarên teqîna Qamişlo re şandibûn. Welatiyên bi navê Dilyar Hesen li ser vê mijarê wiha got:”Nizanim Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê çi bi wan dermanan dike, gelo difroşe yan ji şerên xwe re dihêle, ev bi xwe tawaneke cengê ye, û nabe PYDê û damûdezgehên ser bi wê ve, vê kiryarê bikin, herdem Kurd dijminê Kurdan e, gelo çawa tê derman li ser birîndaran qut bike, ma ev yek ne şerm e”. Ehlam Mûsa got:”Nabe derman bêne dizîn, û zêdetirî 150 birîndarî hene, bila PYDê
li xwe vegere, û dermanan vegerîne, ji ber ku ev yek tawaneke cengê ye”. Ji aliyê xwe ve Emîndariya Giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS, daxuyaniyek di vê derbarê de belav kiribû, têde ragihand ku derman û pêdiviyên pijîşkî ji hêla rêvberiya PYDê hatine desteserkirin, û ta niha li ser nexweşxaneyan nehatine belavkirin, û bi tundî ev kiryara PYDê şermezar kir, û di heman demê de soza alîkariyê li gor karînên ENKSê bi birîndaran re da. Piştî teqîna xwekujî ya 27ê Tîrmehê ku taxa Xerbî li bajarê Qamişlo armanc kiribû, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çar ton derman û pêdiviyên pijîşkî ji nexweşxaneyên Qamişlo re şandin, lê rêveberiya PYD ew derman desteser kirin, û di kogehên xwe de li bajarê Dêrikê bi cih kirin.
www.Pdk-s.com
3
Lêkolînek derbarê Kurdên Zaza
Hozan Dêrşewî Hewlêr Zimanê kurdî mîna gelek zimanan ji zaravên cuda pêk tê. Ji bo peydakirina zimanekî standard, berfireh û bihêz divê em hemû zaravên xwe li xwe vehewînin. Çimkî her zaravek taybetmendî, xalên hêzbûn û lawazbûn û devokên xwe hene, komkirin û berawirdkirina van zarav û devokan, di pêkanîna zimanekî standard de dê karê me hêsan bike. Her zimanzan û lêkolînerek li gorî xwe zaravên kurdî dabeş kirine. Carinan jî zaravinan bi yek nav û jêderê binav kirine, lê cudahiya piraniya wan dabeşkirinan li ser zaravên ku hîn weke zaravine din baş derneketine holê ango ronî li ser nehatiye kirin. Bi giştî em dikarin zaravên kurdî weha dabeş bikin: 1-Kudmanciya Jorîn (Bakurî): Ev zarav dabeşî van şêwezaran dibe: Bayezîdî, Hekarî, Botanî, Şemdînî, Behdînanî, Silîvî, Şingalî. 2-Kurdmanciya Navîn: Ev zarav dabeşî van şêwezaran dibe: Mukrî, Soranî, Erdelanî, Silêmanî, Germiyanî. 3-Kurdmanciya Jêrîn (Başûrî): Ev zarav dabeşî van şêwezaran dibe: Lorî, Bextiyarî, Mamesanî, Kelhorî, Lekî. 4-Goranî: Ev zarav dabeşî van şêwezaran dibe: Goraniya Resen, Hewramî, Bacilanî, Zazakî, Şabekî. Lê belê gelek nerînên cuda derbarê wê dabeşkirinê de payda dibin, weke nimûne hin Soranî ne beșek ji Kurdmancî
û hin jî Zazakî ne beșek ji Goranî dibînin. Ji ber ku ez dixwazim di vê nivîsarê de tenê behsa Kirmanckî wate Kurdîya Zazakî bikim, lewre ez ê niha bala xwe nedim ser zaravên din. Li gorî texmînan di nava Kurdan de axêverên bi zaravê Zazakî kêmtir ji 4 % ne. Li bakurê Kurdistanê bi qasî ji pêncan yan ji çaran yekê kurdên vî parçeyî ne. Piraniya wê komê ji xwe re dibêje Kird û ji şêwezarê xwe re jî dibêje Kirdkî, herweha bo herêma xwe jî dibêjin Kirdane. Li herêma Dêrsimê bo xwe dibêjin Kirmanc û bo zaravê xwe jî dibêjin Kirmanckî, bo herêma xwe jî dibêjin Kirmancîye. Beşek jî xwe wekî Dimilî/ Dimbilî didin nasîn û bo zaravê xwe jî dibêjin Dimilkî/Dimbilkî. Beşa herî kêm ji vê koma kurdan, tenê li derdora Palo û Xarpêtê dimînin, bo xwe dibêjin “Zaza” û ji şêwezarê xwe re jî dibêjin “Zazakî”. Lê ji ber ku ev nav ji layê Tirkan ve bo vê komê tê bikaranîn lewre van salên dawîn ev nav bihtir pêş ve hatiye. Kurdên Zaza (Kird, Kirmanc, Dimilî) li Bakurê Kurdistanê, di nav sînorên duwazde bajarên mîna Çewlîg, Dêrsim, Amed (Diyarbekir), Xarpêt (Elezîz), Sêwas, Mûş, Erzirom, Ezirgan, Riha, Semsûr, Sêrt û Bidlîsê de, herwisa li nav sînorên bajarên
Tirkîyê yên mîna Aqsaray, Qeyserî, Meletî û Erdexanê jî dimînin. Kurdên Dêrsimê navê Kirmanc, kurdên bakurê Amedê û yên Çewlîgê navê Kird, Kurdên Sêwreg û Modkanê navê Dimilî û yên li Palo û derdora Xarpêtê jî navê Zaza li xwe dikin. Kurdên Zaza tê pêşbînîkirin ku ji nîvî bihtir Muslumanên Sunnî (Şafiî û Hanefî) ne, nîvê hindik jî Ehlê Heq (Elewî; Yaresan) in. Kurdên Zaza yên Sunnî li Çewlîg, Amed (Diyarbekir), Erzirom, Xarpêt (Elezîz), Riha, Semsûr, Bidlîs, Sêrtê dimînin. Kurdên Zaza yên Ehlê Heq (Elewî; Yaresan) li Dêrsim, Ezirgan, Erzirom (hinek gundên Tatos û Xinûsê), Mûş (Gimgim) û Siwasê dimînin. Gelek zimanzan zaravê Zazakî nêzîkî zaravê Goranî dibînin, ta radeyekê ku Goranî yek ji devokên Zazakî jî binav dikin, yan jî berovajiyê wê yekê jî, lê ji ber dûrbûna navçeyên Zazakîaxêv ku li Bakurê Kurdistanê ne û Goranîaxêv ku li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne, gelek cudahî ji aliyê dengsazî û peyvsaziyê ve peyda dibin, ji ber wê yekê weke du zaravan cihê tên naskirin. Ji bo zaravên kurdî yên heyîn Zazakî bihtir taybetiyên zimanên kevin (proto kurdî) di xwe de parastine. Wekî mînak, ji layê rêsayên akuzatîfîergatîfîyê ve, hem di peyvan de hem di lêkeran de ji layê zayendên nêr, mê û pirhejmarîyê ve Kurdiya Zazakî bihtir ji hemî zaravayên kurdî ev taybetmendî di xwe de parastine. Lewre çi dema ku em bixwazin taybetmendiyên karakterîstîk yên kurdî baş binasin divê em bala xwe bidin ser Kurdiya Zazakî (Kirdkî, Kirmanckî, Dimilkî). Di gelek belgeyan
de peyva “Zaza wekî navê êl yan Hozên kurdan derbas dibe. Ji layê etîmolojiyê ev nav ji çi peyda bûye, bi awayekî piştrastkirî nehatiye pejirandin lê dibe ku peyva “Zaza” ji peyva “Zozan” hatibe. Beşek wêjeya Zazakî (Kirdkî, Kirmanckî, Dimilkî), bitaybetî gelek babetên olî bi Elfebeya aramî (erebî) ne. Lê wêjeya modern bi Elfebeya latînî, wate bi Elfebeya kurdî ya latînî hatiye nivîsîn. 90 % wêjeya Kurdiya Zazakî bi Elfabeya kurdî ya latînî ye. Navên hin nivîskar û rewşenbîrên Kurdên Zaza ev in: Emedê Xasî, Usman Eendîyo Babij, Mela Mihemedê Hezanî, Malmîsanij, Munzur Ҫem, J. Îsan Espar, Roşan Lezgîn, Deniz Gunduz, Seyîdxan Kurij, Ҫetin Satici, Zulkuf Kişanak, Alî Aydin Ҫiçek, Nadîre Guntaş Aldatmaz, Mehmûd Nêşite, Îsmet Bor, Mihanî Licokic, Şeyda Asmîn, Burçîn Bor, Îlhamî Sertkaya, Fexrî Ergun û gelek navên din. Ji ber ku kurd nebûne xwediyê dewleteke yekgirtî ya neteweyî, lewre neşiyane bibin xwediyê zimanekî yekgirtî. Ji vê çendê divê dezgehên ragihandinê herweha yên perwerdeyê nexasim peymangeh û zankoyên kurdan ku niha xwediyê şiyan in, divê bitaybetî guh bidin zaravê Zazakî herweha hemû zaravên din yên kurdî bixwînin û bidin xwendin. Hingê wê demê dê têgihiştin û danûstandin di navbera zarav û şêwezaravên kurdan de hêsantir be, bêguman heta ku dewleteke me ya yekgirtî û neteweyî ava bibe, dê rê jî li ber zimanekî kurdî yê standard û yekgirtî xweştir be. J:Orient.
4
10ê Tebaxê 1-8-2016
çand û Huner
www.Pdk-s.com
Rêzimaneke Kurdî ya 94 salî Hisên Mihemed- Finlanda Pirtûka Kurmancî (Kurmanciya Behdînan) an jî bi navê xwe yê temam “Bahdinan Kurman ji–a Grammar” “Of The Kurman ji Of The Kurds Of Mosul Division And Surrounding Districts Of Kurdistan” Kurmanciya Behdînan, rêzimaneke Kurmanciya Kurdên wilayeta Mûsil û deverên derdor yên Kurdistanê ye, kurterêziman û ferhengokek e ku ji aliyê kaptenekî artêşa Brîtanyayê yê bi R. F. Jardine ve hatiye nivîsîn. Pirtûk di sala 1922an de li Bexdayê ji çapxaneya hikûmeta Brîtanyayê ku wê li Iraqa desthulat bû hatiye weşandin .Wek ku ji navê pirtûkê diyar e, mijara wê Kurmancî, ango kurmanciya Herêma Behdînan e. Nivîserê wê bi xwe li Dihokê bi cih bibû, û Kurdiya pirtûkê ya wê deverê ye ango Kurmanciya rojhilatî yan ”Behdînî” ye .Pirtûk ji 114 rûpelan pêk tê, nîvê wê rêziman e, nîva din jî ferhengokeke Inglîzî-Kurdî ye. Ferhengok li gor rêzbendiya peyvên Inglîzî ye anku peyvên Inglîzî têde hatine rêzkirin, û ji bo Kurdî hatine wergerandin. Jibilî van her du beşên mezin, li destpêkê herwiha pêşgotinek li ser Zimanê Kurdî, bi taybetî Kur-
mancî û ji kurmancî jî devoka Behdînî heye. Piştî wê jî, lê berî destpêkirina beşa rêzimanê, dengnasiya Kurdî tê behskirin .Beşa rêzimanê bi xwe ji sê beşên serekî pêk tê. Beşa yekem li ser birrên peyvan in (Navdêr, rengdêr, cînav, hoker, lêker …. h.d), beşa duyem derbarê hevoksaziyê ye, beşa sêyem jî behsa şêwaznasiya Kurmancî dike, nimûneyan jê dide, û herwiha hin gotinên berbelav yên rêzgirtinê pêşkêş dike. Jardine, hewl daye ku pirtûka xwe bi awayekî hêsan bo karmendên Brîtanî yên li deverê kar dikin amade bike tevî ku vê bi eşkereyî nabêje jî .Di pêşgotina xwe de bi kurtî behsa cudahiyên Kurmancî û Soranî û herwiha behsa hebûna cudahiyan di devokên Kurmancî de jî dike. Li aliyekî din, dibêje ku naxwaze xwe bavêje nav gengeşeya wê ka gelo Kurdî zaravekî farisî ye yan na, lê dibêje ku ”piraniya Kurdan li ser wê baweriyê ne ku Kurdî awayekî herimandî yê farisî ye, ligel zêdekirina peyvên Kurmancîkirî yên ji Erebî û Tirkî .Ew vê yekê dibêje derbarê Zimanê Kurdî, û herwiha derbarê baweriya piraniya Kurdan bi ti awayî bi delîlan naçespîne. Ew bi
zelalî gotineke ne rast e, hem derbarê Zimanê Kurdî (hingê jî bi zelalî di zimannasiyê de Kurdî wek zimanekî ji farisî serbixwe hatibû qebûlkirin), û herwiha derbarê baweriya piraniya Kurdan jî, ji ber ku piraniya Kurdan, bi taybetî jî yên wê deverê ku wî lêkolîn li ser kiriye, Farisî nedizanîn, û heta belkî piraniya wan di wê serdema bêyî medyaya guhdarî-bînahî de qet carekê jî Farisî nebihîstibûn. Hem Kurd û hem jî Faris ev bi kêmî hezar sal e ku xwe du miletên jihev cuda dihejmêrin. Ev ne tenê ji berhemên kilasîkên
Kurdî, wek Mem û Zîna Ehmedê Xanî, lê herwiha ji berhemên Farisî, bo nimûne ji Şehnameya Firdewsî jî eşkere ye. Ya ji vê jî giringtir ew e, Kurdî û Farisî ne bi dualî û ne jî bi yekalî ji axaftinên hev re ne fehmbar in. Bi gotineke din, kurdîaxiv ji Farisî fêm nakin, û farisîaxiv jî ji Kurdî fêm nakin.Di beşa li ser dengnasiyê de, piraniya dengên Kurdî baş şirove kirine, tevî ku bo nimûne behsa cotdengên pifdar (req) û bêpif (nerm) yên Ç, K, P û T nake jî. Li aliyekî din, behsa du H-yan (heval/ heft), du X-yan (ax/xezal, û
du Z-yan (zer/zanîn) dike, lê dîsa behsa du S-yan (ser/sed) nake. Di meseleya cudahiyên Kurmancî û Soranî de, Jardine dibêje ku Kurmancî gelek sadetir û safîtir e, lê diyar nake ka di çi warî de Kurmancî ji Soranî sadetir an safîtir e, di rastiyê de di hin waran de Kurmancî sadetir e (bo nimûne di pêvenekirina cînavan de), lê di hin mijaran de jî soranî sadetir e (tinebûna du cinsên cuda yên rêzimanî di Soranî de.Di mijara çemandin (tewandin), û ravekirinê (pêkvegirêdanê) de Jardine tê gihiştiye ku di Kurmancî de du cinsên rêzimanî (mê û nêr) hene. Lê hê ji unîta yekem ve ew şaşiyan dike. Bo nimûne, dinivîse: bāb e kichk (li gor nivîsîna niha dibe ”babê kiçk”), lê di devoka ku ew li ser dinivîse, mirov dibêje ”babê kiçkê” (li gor nivîsîna wî divê nivîsîba ”bāb e kichkē”) anku peyva ”kiçk” (keçik) divê biçeme anku bitewe.Wekî din jî kêmasiyên herî mezin yên pirtûkê veguhestina dengên Kurdî ne, bo nimûne, mirov dikare sernivîseke ji rûpela 49 veguhêze vê derê. Jardine sernavê çîrokê yan serpêhatiyê wiha dinivîse: ”RIZ ET TIRI U MIVISH”. Mebesta wî
”Rezên tirî û mewîj” e ku bi Kurmanciya Behdînan mirov dibêje ”Rezêt tirî û mêwîj”. Wek ku tê dîtin, heman tîpa ”I” bo diyarkirina 4 dengên cuda hatiye bikaranîn :li cihê E: peyva ”rez” wek ”riz” nivîsiye. li cihê I: peyva ”tirî” wek ”tiri” nivîsiye .li cihê Î: peyva ”tirî” wek ”tiri” nivîsiye .li cihê Ê: peyva ”mêwîj” wek ”mivish” nivîsiye. Li aliyekî din, di heman sernavê de li cihê Ê (”rezêt” ku forma Behdînî ya ”rezên” ya Kurmanciya navendî û standard e) wek E nivîsiye: ”riz et”. Ji xwe ne hewce ye em bibêjin ku di peyva ”mêwîj” de li cihê dengê W tîpa “V” û li şûna dengê “J” jî cotherfên SH bi kar anîne. Li derên din ew “W” bo dengê (W û V) jî bo dengê V bi kar tîne, û cotîpên (SH) jî bo diyarkirina dengê Ş dixebitîne.Tevî van rexneyan jî, divê mirov bibêje ku ev pirtûk yek ji xebatên pêşîn yên bi Inglîzî yên li ser Zimanê kurdî bûye. Ferhengoka wê ya Inglîzî-Kurdî demeke dirêj teke ferheng an ferhengoka Inglîzî-Kurmancî bû. Ev jî Pdf a pirtûkê ye: https:// zimannas.files.wordpress. com/2016/07/behdinan-kurmanji.pdf
Narîn Feqe û Çopî dê ligel hev bistrên -Bidûvçûn Hersê humermendên navdar ên Kurd Narîn Feqe û Çopî Fetah û hunermendeka din dê bihev re stranan bibêjin. Stranbêj Narîn Feqe diyar kir ku wê û Çopî Fetah û hunermendeka din bi hev re biryar dane û her yek ji wan dê stranekê ji herêman xwe amade bikin û dê bi hev re bibêjin. Narîn Feqe da zanîn ku hejmara stranên bihev re hatine gotin kêm in û wan ji ber wê yekê biryar daye xebatekê bi wî awayî bikin û wiha domand: “Mebesta me ew e ku em stranên resen ên Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê têkel bikin.”Feqe herwiha got, ew dê ji stranan re klîban jî amade bikin.Rûdaw