Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
24ê Tebaxê 15-8-2016
Kurdistan -hejmar (83)
www.Pdk-s.com
Efrînê bi tenê nehêlin Ehmed Cendirêsî -Efrîn Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê kiryarên metirsîdar li dijî gelê Kurd li Herêma Efrînê pêk tîne, û welatiyan bang li damûdezgehên navdewletî, û Kurdistanî û serokê Herêma Kurdistanê kir ku fişarê bixe ser PYDê, da ku dev ji kiryarên xwe berde. Henan Hesen derbarê vê mijarê de, got ku “bajarê Efrînê bajrekî gelekî zangîn e, lewma partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê dixwaze zextê li welatiyan bike û samanên wê ji xwe re bibe yan bibe şirîk, bila PYDê xweş zanibe bê milet xwe jê re danaxe,û dê li dijî kiryarên wê rawest e”. Herwiha ji aliyê xwe ve Şaxê Efrînê yê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya (PDKS) ragihand, ku li herêma Efrînê Partiya Yekîtiya De-
mokratîk (PYD) kiryarên metirsîdar li dijî gelê Kurd dike, û PYDê bi girtina xort û keçên Kurdan li Efrînê hin karan dike ku herêma Efrînê ew kar tenê di dema Osmaniyan de dtibû. Ciwan Efrînî derbarê girtina xortan de got:”Girtina ciwan-
an li Efrînê kiryarek gelekî pîs û metirsîdar e, ji ber ku ev yek di dema Osmaniyan de hebû, ku jê re digotin seferberlik, ango xortê çûba leşkeriyê nema vedgeriya, û niha jî wisa ye, bila PYDê dev ji kiryarên qirêj berde, û li Kurdayetiya xwe vege-
re. Efrîn ji Kiryarên PYDê mezintir e.” PDK-Sê di daxuyaniya xwe de bang li Hikûmeta Kurdistanê, û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku zextê bixin ser PYDê, da ku dest ji wan karên xwe berde, herwiha ji Bar-
zanî xwastin, ku rê li pêşiya şandina Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li ser asta herêmî û navdewletî veke. Mîdya Şêxê got:”Bila Efrînê neyê piştguhkirin, çi ji aliyê siyasî be, û çi ji aliyê ragihandinê be, ji ber ku Efrîn dûrî çavan e,
PYDê bi kêfa xwe kiryaran lê dike, û bêyî ku ti kes bê cezakirin, bila ti kes Efrînê bi tena xwe nehêle, û ji bo serkeftina welatiyên Efrînê xwepêşandanan lidar bixin û fişarê li partiya navborî bikin.”
Girtin û nefîkirina Biro karekî qirêj e Kurdo Sorkî -Qamişlo Serokê Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENKS) Îbrahîm Biro piştî ku duh, ji aliyê asayîşa Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve hate girtin, roja 14ê mehê ew ji sînorên Rojvayê Kurdistanê derkirin. Derbarê nefîkirina Ibrahîm Biro, welatiyê bi navê Ehmed Îsa ji Rojnameya Kurdistan re got:”Em hemû dizanin bê Par-
tiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê fermanên xwe ji ku ve distîne, PYDê dê baca vê yekê di paşerojê bide, û bila fikir neke bê ku Rojavayê Kurdistanê di destê wê de bimîne, girtin û nefîkirina Ibrahîm Biro xelk bêhtir sorkirin li ser PYDê”. Şîlan Deqorî got:”Heger PYDê Ibrahîm Biro serokê ENKSê zû bernedaba, dê xwepêşandan hatibana lidarxistin, û dê xelkê fişar
li PYDê bikribana, bila PYDê xweş zanibe bê ev kiryar jê re namînin,û dê berpirsên wê bêne sizakirin”. Hecî Elî derbarê vê mijarê de got:”Şeva girtina Ibrahîm Biro, PYDê gelekî tirsiya, ji ber ku karvedana vî karê qirêj li ser zemînê dît, divê ENKSê rewşa xwe baştir bike û rûbirûbûna PYDê bike “.