Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
10ê Îlonê 1-9-2016
Kurdistan -hejmar (84)
www.Pdk-s.com
Li Hesekê tenê sivîl bûne qurbanî Kurdo Sorkî -Hesekê
Elî ku bi xwe xelkê bajarê Hesekê ye wiha got:” Heger em bêjin şerên ku li Hesekê rû didin şanogerî ne, wê hevalê me xwe tore bikin, bila fermokin bêjin ka ev şer ji bo çi hate kirin, tenê malên xelkê wêran bûn ,û xortên me şehîd ketin, û heta niha peykerê Esed û kurê wî li nava bajêr de ne, bêyî ku ti kes guleyekê jî berdê yê, xelk koçber bûn û hatin kuştin û bê sûde”. Xelîl Osê got:”Divê PYDê dev ji siyasetên xwe yên tekalî berde, û vegere nava refên Kurdî, û bi rastî dûrî rêjîma Esed bikeve, dost û dijmin di yek demê de çê nabe”.
Çend rojan, li bajarê Hesekê şer û pevçûn di navbera hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê, û çekdarên rejîma Esed ve derketin, ku navborî bi giranî taxên Kurdan topbaran dikir, û bi dehan sivîl bûne qurbanî. Derbarê şerê ku li bajarê Hesekê derketibû welatiyê bi navê Jiyan Mihemed got:”Tenê di encama vî şerî de, welatiyên sivîl bûne qurbanî, gelo ev şer armanc jê çi ye, û çima li Hesekê her demekê rû dide, ev pirs ji aliyê xelkê bajêr ve tê kirin.Bila PYDê li siyasetên xwe vegere, û ti kes jê bawer nake”. Saman
PYDê xort li Rojavayê Kurdistanê qelandin Ehmed Kêtikî - Kobanî
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ye, ku niha di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)de cih digrin, û li hin cihan Amerîka piştevaniya wan dike, ji aliyê rojavayê Çemê Firatê paşve vekişiyan. Ev yek hat piştî ku hêza navborî bi hezaran xortên Kurd bi neçarî bir şerê Munbicê, û gelek ji wan şehîd ketin. Gelo şerê Munbicê armanc jê çi bû, û di berjewendiya kê de PYDê şer dikir.
Derbarê vê pirsê de welatiyên bi navê Ehmed Murad ku xelkê bajarê Kobanê ye wiha got:” Me bi çavên xwe dît bê çawa bi dehan xortên me şehîd diketin, û termên wan vedguhestin, gelo ew di ber çi de şehîd ketin, û qelenê xwîna wan tenê vekişandina hêza PYDê bû, ev yek gelek wate jê re hene, û yek ji wan ew e ku PYDê kaxezek nerm e û di destê her kesekî de ye”. Îmad Berazî wiha li ser vê yekê got:” Partiya Yekî-
tiya Demoqratîk PYDê mala Kurdan xera kir, û xort li Rojavayê Kurdistanê nehiştine, me ku belkî PYDê Kobanî û Efrînê bighîne hev, lê mirovê Kurd divê ti carî hêviyan li ser PYDê girê nede, ji ber ku navborî bi Kurdayetî kar nake, û tenê pîlanên dijminan pêk tîne”. Zehra Omer dibêje PYDê û siyaseta wê ji her Kesekî re diyar û eşkere ye, û divê xortên di nav refên wê de jê cuda bibin ji ber ku berê wan dide mirinê, û bê sûde şehîd dikevin.