Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weŞandin
24ê Îlonê 15-9-2016
Kurdistan -hejmar (85)
www.Pdk-s.com
PYDê berê welatiyên Rojavayê Kurdistanê dide mirinê Ehmed Kêtikî -Ruha Tirkiyê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dîwarekî bilind ava dike. Hêzên Tirkiyê ew çend roj in li sînorê Kobanî û li aliyê navçeya Pirsûs a ser bi Ruhayê ve dîwarekî bilind dike. 2ê Îlonê, û li ser daxwaza Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê, xelkê Kobanî bo nîşandana nerazîbûna xwe li dijî çêkirina dîwarê ser sînorê navbera TirkiyeSûriyê de, xwepêşandanek lidar xistin, û Hêzên Tirkiyê jî gulle li xelkê barandin û di encamê de 2 welatî şehîd ketin û 90 kesên din jî birîndar bûn. Derbarê vê pirsê welatiyê bi navê Cîhad Omer ji Rojnameya Kurdistan re got ku şêweyê ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê pê rûbirûbûna hêzên Tirkiyê dike nayê qebîlkirin, “Ew welatiyên sivîl wek mertalan bikar tîne, û ev yek nema tê qebûlkirin, divê partiya navborî dev ji siyasetên xwe berde, û bila sivîlan neke qurbanî”. Cîhan Berazî derbarê vê meseleyê got:” Ya baş ku PYDê pirsgirêkên xwe yên bi Tirkiyê re dûrî bajar û bajarokên Kurdî û sivîlan
çareser bike, ne ku xwe di paş sivîlan de veşêre, ji xelkê bi tevahî siyaseta ku PYDê
dimeşîne eşkere û beloq bûye, û ew nema dikare bi hastên sivîlan bilîze”. Şoreş
Elî got:”PYDê ne bi qasî Tirkiyê ye û bila dûrî şerê artêşa Tirk bikeve, Kobanî
ti kes têde nema ye, û eger PYDê van kiryaran bi
Cejna mezin vegera Rojavayê Kurdistanê ye Kurdo Sorkî
-Hewlêr
Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê dimînin derbarê Cejna Qurbanê dibêjin, cejnên me nema mîna yê berê ne, û bi dilekî şewat behsa cejnê dikin. Rojnameya Kurdistan dixwest nerênên penaberan li ser cejnê bizane, lewma me ev raport ji nava kampan ama-
de kir. Beyar Ebdulîlah behsa cejnê dike, û bi xemgînî bîranînên xwe par vedike” Nizanim em mezin bûne, ji ber wisa cejn nema xweş in, yan rewşa ku niha li tevahiya Sûriyê diqewime dihêle em wisa fikir bikin, xwezî bi rojên berê ku me bi kêfxweşî derbas dikirin, bêyî ku em ti dîmenên şer
bibînin”. Dalya Omer wiha li ser vê mijara ku navê wê tenê xweş maye li gor ku ew dibêje dike”Navê cejnê tenê xweş maye, ji ber ku derûniya penaberan nikare vê yekê qebûl bike, ku ew cejnê bikin, û xelkê wan di jêr metirsiyê de ne, bihêvî me ku rewş xweş bibe û em vegerin malên xwe, û ce-
jna mezin vegera Rojavayê Kurdistanê ye”. Mihemed Oso got:” Cejn tiştekî xweş e, dema ku tu di nav xelkê xwe de be, û li cihê xwe ne ku tu penaber be, û tu nikare tiştekî ji zarokên xwe re bikire, bihêvî me rewş xweş bibe”.