87_

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

23ê Çirya Pêşî / 15 - 10 - 2016

Kurdistan-Hejmar(87)

www.pdk-s.com

Ne PYDê û ne dadgehên wê rewa ne ..

Kurdo Sorkî

-Qamişlo

Hat zanîn ku dê di rojên bê de 19 serkirde û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDKSê dê ji aliyê dadgehên Partiya Yekîtiya DemoqratîkPYDê ve bêne dadgehkirin. Derbarê vê mijarê de Rojnameya Kurdistan ev raport

ji bajarê Qamişlo amade kir. Li ser vê mijarê Elî Ehmed ku xelkê bajarê Qamişlo ye wiha got:"Ez matmayî dimînim çawa desthilatek ne rewa xelkên sivîl û siyasetmedarn bê tuhmet dadgeh dike, bila Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê û damdezgehên ser bi wê ve ku ne ew rewa

ne û ne jî dadgehên wan, tenê henekê xwe bi xwe dikin û her kes dizane ew kî ne û yên bê sedem girtî ne kî ne". Îmad Hesen dibêje di dema rejîma Esed e tiştekî bi vî rengê niha rû neda, û rejîma Esed tumetên wê ne wek yê vê partiyê bûn, Hesen da zanîn ku niha PYDê vî karî dike tenê da ku ENKSê û

alîgirên wê xwe jê re daxînin, û di texmîna min de ti carî ev milet li pey PYDê naçe, ji ber ku rasteqîniya wê nasdikin. Delal Oso derbarê vê babetê de got:"Çend kesên nezan xwe kirine parêzer û dadvan û PYDê ji wan redadgeh avakirine û wan jî ji xwe bawer kirine, bila PYDê li xwe vegere

û wan serkirdeyan berde ji berku van xebateke bêhemba di ber mafê gelê Kurd li Sûriyê de kirine û ketine zindanên rejîma Esed e, PYDê nikar û nemumkine karibe hêza van kesan kêm bike yan tine bike, ji ber ku ev kes çavê wan ji zindanîkirinê natirse, mixabin Kurdbi destê Kurdan têne girtin.

Tê zanîn, ku bi dehan endam û serkirdeyên ENKSê ji merasîma şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî Mihmed Seîd di roja 15 Tîrmehê de li ser destê çekdarên PYDê hatin girtin, û heta niha çarenivîsa wan nediyar e, jibilî vê yekê hejmarek berya niha li cem vê partiyê girtî ne, û ti agahî li ser wan nîne.

Kasanî: Welatiyên li deverên Kurdî mane xweragir in “Bila xwîna şehîdan bi qurbaniya yekîtiya Kurdan be” 3

Xwendekarên kampan çavên wan li zanîngehê ye

3

Axaftinek li ser mirina zimanan

2

4 www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.
87_ by pdk-s - Issuu