88_

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar(88)

10ê Çirya Paşî / 1 - 11 - 2016

www.pdk-s.com

PYDê bi darê zorê îdyolojiya xwe li dibistanan disepîne Sebah Reşîd-Dêrik

Berya demekê rêveberya perwerdeyê li Dêrikê ya bi ser PYDê ve êrîşî dibistana Dicle ya Siryanên Ersedoks kirin û hemû zarokên Kurd ji dibistanê derxistin û gefa derbarê girtina dibistanê xwarin, heriwha tirsek mezin xistin nav şagirtên wê dibistanê û çekdarên PYDê jî du kes ji

malbatên şagirtên Xiristiyan girtin, tenê ji ber ku li ser êrîşkirina dibistanê nerazîbûna xwe dabûn xuya kirin. Îmad Elî derbarê vê mijarê de got: " Piranya berpris û sekreterên partiyên rêveberiya xweser li dibistanên taybet dixwînin ku têde sîstema xwendina berê tê xwendin, yan jî ji bo derveyî Rojavayê

Kurdistanê hatine şandin, ew naxwazin tu kes bixwîne da ku wan tevlî şer bikin". Li Rojavayê Kurdistanê ev e du sal in Partiya PYDê rêbazên xwendinê yên qonaxa seretayî bi temamî kirine bi Zimanê Kurdî, têde siyaset û felsefeya serokê PKKê Ebdulah Ocelan û Ometa Demoqratîk dide

xwendin û ew yek bûye cihê nerazîbûnê û ji aliyê çalakvan û rêxistinên civaka sivîl, û Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûryê, rastî redkirin û rexneyê hatiye û ji bo vê yekê bi dehan xwenîşandan hatin lidar xistin.Di sîstema xwendinê ya nû de, ku PYDê û alîgirên xwe bi rêbazên Kurdî didin

naskirin û dijberên wê jî bi hezkerên rêbazên Be'si didin naskirin, ji bilî ku siyaseta PYDê hatiye derbaskirin, mamosteyên ku waneyan didin ne pispor in û piranya wan li ser bingeha dostanî ye ku ji aliyê PYDê ve têne destnîşan kirin.Can Omer wiha derbarê mijara xwendinê got : "Divê

ev yek were gotin, niha piraniya welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku koçberî Herêma Kurdistanê yan jî berê xwe didin Ewropayê û pirsa wê yekê ji wan tê kirin, gelo te ji ber çi welatê bi cih hiştiye? Yekser berisiva wan ew e da ku em pêşeroja zarokên xwe û xwendnekê baş ji wan re peyda bikin".

Tirkiyê samanên xelkên sivîl li Efrînê talan dike Bila hezkirina Zimanê Kurdî di dilê me de bimîne 3

Keda dest bûye armanca xelkê Giwêlanê

3

2

Pakrewanê rengan "Malva" nayê dubarekirin

4

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.