Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar(89)
24ê Çirya Paşî / 15 - 11 - 2016
www.pdk-s.com
Çekdarên PYDê yên rûnixumandî gelê me natirsînin Mihemed Elî-Dêrik
Bajarê Dêrikê bûye wek bajarekî Korya Bakur, ku divê tenê rengek û alek û wêneya yek kesî bê bilind kirin. Li Dêrikê nabe ti kes dengê xwe ji bo azadiyê bilind bike. Herwiha li Dêrikê çekdarên
rûnixumandî yên bi ser Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve her çend rojan kesayetyekî bajêr direvînin. Her li ser van bûyeran welatiyê bi navê Se'ed Omer got:" Her kes dizane ku
PYDê van kiryaran pêk tîne, lê çima bi awayekî nehênî û di rêya vana sipî re, û çekdarên rûnixumandî, ev kar yê kesên tirsonk e, û ev yek çavê xelkê Dêrikê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê natirsîne,
bila xweş zanibin bê gelê me kîne". Cemîl Oso got:"Rejîma Esed çi anî serê gelê Kurd, lê Kurdan xwe ji ber doza xwe nedan alî, her çende PYDê ji rejîma Esed xerabtir e, lê dîsa gelê me di riwê wê de
rawestiya û daxwaza mafê xwe kir, ne çekdarên rûnixumandî û ne yên bê rû me natirsînin, eger PYDê rewa ba ev kiryar nedikirin, ji ber ku tenê mafya û milîs van karên qirêj dikin".
Bajarê Dêrikê bûye bajarê revandinê ku kêm caran kesayetî û siyasetmedar û çalakvan bi şêweyekî eşkere li pêşiya xelkê ji aliyê PYDê ve têne girtin
Arya Cuma: Jina Kurd jineke qehreman e
2
Kujerên "Welat Hisî" li Kobanê ne Têkiliyên Rûsya û Tirkiyê
3
3
Hola Rewşen Bedirxan
Bîranînên gund
ya rewşenbîrî vebû
(Oda Jiyanê)
4
4 www.pdk-s.com