Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin
Kurdistan-Hejmar(92)
Çileyê Paşî / 1 - 1 - 2017
Navê Rojava mabû.. PYDê ew jî hilanî
www.pdk-s.com
Neda Elo-Qamişlo Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê sîstema Yekîtiya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê ku bi tena xwe û digel çend pertiyên hevalbendên xwe ve, guhert û bû “Sîstema Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê”, bêyî ku navê Kurdistanê têde hebe. Ev yek bû cihê nerazîbûna hin aliyan ku di nava vê sîstemê de beşdar bûn, lê ti karvedanek ji wan rû neda. Derbarê vê mijarê de, parêzerê bi navê Mihemed Hemo ji Rojnameya Kurdistan re got" Ev sîstem ji bingeha xwe ve ne yasayî ye ji ber ku bêyî îradeya xelkê Rojavayê Kurdistanê tê birêvebirin, careke din axaftinên xwe dubare dikim PYDê bi zorê vê sîstemê bi
wan partiyan dide qebûlkirin". Welatiyê bi navê Îmad Cemîl dibêje ev hemû pîlanên rejîma Esed û Îranê ne, û Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê cîbicî dike, PYDê henekê xwe b xelkê dike, û serê xwe bi baçikan girê didin". Tê zanîn ku Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê ENKSê xwedan projeyekî ye ku sîstema fedralî li xwe digre, lê şêweyê fedralîzma wan ne mîna ya PYDê ye ji ber ku ew navê Kurdistanê û ala Kurdistanê li xwe digirin, û ciyogra�iya wê jî destnîşan kirine. Roja 16 Adara 2016an sîstema federalîzmê bo Rojava û Bakurê Sûriyê hatibû ragihand, û ev çend rojin navê wê hatiye guhertin.
Xweşî û nexweşiya werzê zivistanê
2
Roja ala Kurdistanê li Giwêlanê hate pîrozkirin
2
Şehîdbûna 43 Pêşmergeyan rêya azadiyê nîşan da Peymangeha Bedirxan û Dezgeha Sema berdewam in di piştevaniya wêje û Zimanê Kurdî de
3
Lewend Bekir stranek li ser
4
Pêşmerge amade kir
4 www.pdk-s.com