93_

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Çileyê Paşî / 15 - 1 - 2017

Kurdistan-Hejmar(93)

www.pdk-s.com

Civînên Astana wek yên Cinêvê tenê derbaskirina demê ye Ehmed Kêtikî-Ruha

Biryar e di 23ê vê mehê de civînên aştiyê di navbera opozîsyon û rejîma Esed li Astanayê paytexta Kazixistanê bêne lidarxistin, lê heta niha aliyên beşdar

bi tevahî nehatina destnîşankirin. Derbarê vê mijarê de parêzer Îmad Cuma ji Rojnameya Kurdistan re got ku civînên Astana di baweriya min

de wek yên Cinêvê ne û tenê dem borandin û bi vê yekê wê hejmereke mezin ya xelkê Sûriyê wê bêne kuştin û rejîma Esed li ser desthilatê bimîne

û civaka navdewletî dê wek berê bêdeng be. Ji aliyê xwe ve, Berdevkê bi navê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY), Stephane Dujarric ragihand,

ew li civînên Astana amade nabin, ji ber ku heta niha ti vexwendinên fermî ji wan re neçûne. Dujarric amaje bi wê yekê jî kir, ku

ew nizanin kîjan alî vexwendnameyan dişînin jî. Lê hatiye ragiahndin ku di qonaxa yekem ya civînên Astanayê de, tenê aliyên leşkerî dê bicivin. Hwerwiha Îtîlafa Niştîmaniya Sûriyê da zanîn, ku ew bi guman li hewlên Rûsya yên derbarê aliyên ku dê nûneratiya opozisyonê bikin, dinêrin. Li ser heman mijarê Adil El-Seyd ji Rojanameya Kurdistan re got ku di nerîna min de ti çareseriyên siyasî ji van civînan dernakeve ji ber ku tenê li ser asta leşkerî û her yek ji Îran, Rûsya û Tirkiyê pişka xwe ji Sûriyê dixwazin û wan lihev kiriye û ev civîn li dijî îradeya gelê Sûriyê ye.

Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê xwedan ezmûneke mezin in -Helebça Sadûn-Dihok Di şerê li dijı̂ rê xistina DAIŞê de Pê şmergeyan rola herı̂ beriz û bilind lı̂stin, ku her sal serkeftinê n Pê şmergeyan li dijı̂ DAIŞ a terorı̂st bilindtir bû n û di sala 2016an hat naskirin bi sala herı̂ serkeftı̂ li dijı̂ wê rê xistinê . Pê şmergeyê n Kurdistanê di sala 2016an de 6 operasyon li dijı̂ rê xistina DAIŞê li Herê ma Kurdistanê pê k anı̂n, ku 3ê ji wan operasyonan li mihwerê Xazir bû n û yek li Naweran bû û yek li mihwerê Beşı̂qa bû û ya herı̂ dawı̂ operasyona Mû sil bû . Berpirsê Ragihandina

Fermandeya Pê şmergeyê n Zê revanı̂ Eqı̂d Dilşad Mewlod ji Rojnameya Kurdistan re ragihand ku Pê şmergeyê n Kurdistanê di her şeş operasyonan de karı̂n dest deynin ser 520 km çargoşe ku Pê şmergeyê n Rojavayê Kurdistanê ango Leşkerê n ROJ bi qeremanı̂ di hemû operasyonan de beşdar bû n û pişka şê r di wan operasyonan de ya Leşkerê n ROJ bû . Ji aliyê xwe ve Amir fewcê Yek ya Hê za 2an ya Leşkerê n ROJ Eqı̂d Ferhan Deştanı̂ ji Rojnameya Kurdistan re tekez kir ku

ji bilı̂ van 6 operasyonan, Pê şmergeyê n Rojavayê Kurdistanê 2 ê rı̂şê n DAIŞê li mihwerê Keskê tê kşikandin û karı̂n serkeftineke mezin bidest xwe ve bı̂nin. Ji aliyê xwe ve endamê Fermandeya Leşkerê n ROJ Raid Şervan Dê rikı̂ ji Rojnameya Kurdistan re eşkere kir ku di sala 2016an de û bi sedema beşdariya Pê şmergeyê n Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijı̂ DAIŞê li Herê ma Kurdistanê 70 birı̂ndar di nava Leşkerê n ROJ de derketin, herweha 11 şehı̂d bû n ku bû ne qurbanı̂ ji bo nexşandina sı̂norê Kurdistanê . Her di heman salê de Leşkerê n ROJ 2 xulê n

Pê şmergeyan û 7 xulê n rahê nanê jı̂ bidawı̂ anı̂n, ku tê de li ser hemı̂ corê n rahê nanê ya laşı̂ û ya derû nı̂ hatin rahê nankirin, herweha li ser bikaranı̂na hemû çekê n sivik û yê n giran jı̂ hatin fê rkirin .

Pê şmergeyê n Rojavayê Kurdistanê di 12 Adara sala 2012an de û ji aliyê hejmareke ciwanê n Rojavayê Kurdistanê û bi serpiriştiya Fermandeya Zê revanı̂ hate damezirandin û ji 2 hê zan pê k tê û di dema beşdariya

wan di operasyonê n li dijı̂ DAIŞê li Herê ma Kurdistanê gelek ezmû n qezenc kirin ji bo wan ezmû nê n xwe di demeke nê zı̂k de li ser xaka Rojavayê Kurdistanê û di parastina gelê xwe de bikar bû nin.

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.