94_

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar(94)

Sibat / 1 - 2 - 2017

www.pdk-s.com

Welatiyên Kobanê daxwaza jinûavakirina bajarê xwe dikin Robar Berazî-Kobanê Di 15 Îlona 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî ser herêma Kobanê kirin û gelek gund kontrol kirin û derbasî hin taxên bajarê Kobanê bûn. Pêşmergeyên Kurdistanê berê xwe dan Kobanê û piştî şerê 5 mehan yên Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêzên Kurdî û bi piştevaniya �irokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, di roja 26 Çileya 2015an de herêma Kobanê ji destê çekdarên DAIŞê hate rizgarkirin. Piştî şer û pevçûnan wêraniyeke mezin gihişte avahiyên bajarê Kobanê, û ji ber mezinbûna wêraniyê xelkê bajar nikarin bi tena xwe bajarê xwe ava bikin. Welatiyên Kobanê

herdem daxwaza avakirina bajarê xwe ji civaka navdewletî û desthilata heyî dikin da ku careke din ew bajar vegere wek xwe û

berê. Îmad Şêranê wiha derbarê vê mijarê ji Rojnameya Kurdistan re got : Piştî rizgarkirina bajarê me ku ev du sal bi ser de derbas dibe,

em dixwazin ji nû ve were avakirin û ti kes vê projeyê ji desthilata niha istxlal neke ji ber ku me ji sozê wan têr xwar, nabe sozên

derw bidin xelkê bajêr. Mihemed Elo got: Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanê

û saziyên sivîl û rêxistinên navxweyî û derveyî welat kiribû ku di dubare avakirina Kobanê de alîkar bin, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî 500 hezar dolar ji bo wê mebestê xerç kir, gelo ew pere bi ku ve çûn û dive kesê ew pere birin bê cezakirin, Kobanê divê were avakirin û rêz l daxwazên xelkê wê were girtin û nabe bazirganî bi wan û bajarê wan ve bê kirin. Bajarê Kobanê heta niha wêrankirî ye û bi dehan komîte ji bo vê mebestê hatin avakirin ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve, lê bê sûd bûn û ti gav ji bilî axaftinan nehatin avêtin.

Pira Ba�id berev çi ve ye? Hozan Dêrşewî-Dêrik Ji destpêka meha Berçileya sala borî ve,

Turkiyê di çarçoveya kontrolkirina sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de û avakirina

dîwarên sînorî, dest daniye li ser navçeya Pira Ba�id a li gundê Êndîwerê yê bi ser Bajarê Dêrikê

ve, her gundiyekî ku nêzîkî wê navçeyê bibe tê armanckirin, herwiha dest bi kolandina cokeke nû ji bo guhertina rêya Çemê Dicleyê ( Ava Mezin)kiriye. Hîn ew projeya Turkiyê bi dawî nehatiye, gelo dixwaze ava çemê Dicleyê di bin Pira Ba�idê re bibe yan jî bêhtir bi aliyê rojavayê Pira Ba�idê ango wê ew pir êdî li aliyê Bakurê Kurdistanê bimîne. Di 26.12.2016an yekem car piştî wê projeya Turkiyê êdî ava Çemê Dicle di bin pirê re derbas bû û ta niha jî hîn berdewam e, ji bilî Pira Ba�idê metirsî li

ser gelek cihên şûnwarî û geştûguzarî yên li wê navçeyê heye, mîna Kaniya Xeyda, Seqlanê Meman, herwiha bêhtirî 200 hiktar ji zeviyên gundiyan jî. Ji aliyê Dîrokî ve, Pira Ba�id ji bo Cizîra Botan hatiye avakirin, dîroka pirê bi dîroka Cizîrê ve girêdayî ye, lê ji aliyê yasayî ve ji ber ku Pira Ba�id di encama rêkeftinên sînorî, ji sala 1929an ve weke beşek ji xaka Rojavayê Kurdistanê ye, ew derbasbûna Turkiyê jî ji ber vê yekê binpêkirin e. Pira Ba�id li ser destê Cemal Eldîn El-Esfehanî wezîrê

Etabekiyan hatiye avakirin, lê ji ber girtina wî sala 1963an, avakirina Pirê bidawî nehat. Pira Ba�id bi navê Pira Cizîrê, Pira Ya�is, Pira Êndîwerê, Pira Ba�it û Ba�id herwiha bi Pira Romanî jî tê binavkirin ji ber ku li gorî hin jêderên dîrokî ku ew pir di sedsala 2ê zayînî ji aliyê Romaniyan ve hatiye avakirin, lê di serdemê Etabekiyan hat çakirin.

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.