95_

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar(95)

Sibat / 15 - 2 - 2017

Divê pirsa Kurd di Cinêv 4 de piştguh nebe

www.pdk-s.com

Îmad Ekrem-Qamişlo

Biryare di 20ê vê mehê de danûstandinên Cinêv 4 di navbera rejîma Esed û Opozîsyona wê bo dîtina çareseriyekê ji kirîza wî welatî re bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî dest pê bikin. Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Niştimaniya Opozîsyona Sûriyê de û endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafê Fûad

Elîko gotibû: “Ne Îtîlaf, ne Desteya Bilind a Danûstandinan û ne leşker qebûl nakin ku PYDê beşdar bibe, ji ber ku ew dibînin ku PYDê nêzîkî rêjîma Sûriyê ye û ne ji opozîsyonê ye.” Rojnameya Kurdistan dixwest nerîna hemwelatiyan ji nêzîk ve bizane. Welatiyê bi nave Aldar Omer got : ”Herdem tînim ziman ku civînên Cinêvê bê wate ne û tenê pirsa

Sûriyê di destê Emerîka û Rûsya de ye û tenê dikarin vê pirsê çareser bikin û hewcedariya van civînan nîne. ” Derbarê beşdarbûna Kurdan di wan civînan de Parêzerê Kurd Nîzar Elo got : “Kurd hebûna wan li ku hebe wê baş be, heger encamp hebin yan nebin ji ber ne tiştekî hindike ku şandeke Kurdan hebe û bi taybet li kongrekî wek Cinêvê.Lê ya giring

ew bû ku Kurd herdem yekbana û bi şandeke hevbeş li her cihekî beşdar bibana, ne her kes li cihekî. ” Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Niştimaniya Opozîsyona Sûriyê de û endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafê Fûad Elîko gotibû: “Ne Îtîlaf, ne Desteya Bilind a Danûstandinan û ne leşker qebûl nakin ku PYDê beşdar bibe, ji ber ku ew dibînin ku PYDê nêzîkî rêjîma Sûriyê ye

û ne ji opozîsyonê ye.” Her derbarê vê mijarê de Ilham Mihemed got"Bila nûnerên Kurdan yên ku wê biçin Cinêvê pirsa kurd li Rojavayê Kurdistanê piştguh nekin û bi cidî li ser vê pirsê rawestin û bi opozîsyonê û cîhanê bidin qebûlkirin, nabe tenê wek tabloyekê li wir beşdar bibin ji ber ku delîve nayên dubarekirin." Derbarê vê civînê gelek

welat jî ne geşbînin ji encamên wê û herî dawî lêdwana Wezîrê Derve yê Frensayê Jean-Marc Ayrault ku wiha gotibû, gera Cinêv 4 ya danûstandinên aştiyê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî eger heye ku armncên wê bê hêvî bin, ji ber ku rêjîma Sûriyê li ser helwestên xwe rijd e.

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.