96_

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar(96)

Avdar / 1 - 3 - 2017

www.pdk-s.com

Bi daketina Pêşmergeyên Roj dê aramî vegere deverên Kurdî Serbest Silo- Qamişlo

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) serdana Emerîka dike ji bo çend mijarên girêdayî Rojavayê Kurdistanê. Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) Ibrahîm Biro ji Washingtonê ve ragihand,

pirsa federalîzmê û derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bo Kurdistana Sûriyê dê mijarên sereke yê hevdîtinên wan ligel rayedarên Emerîk bin. Derbarê pirsa derbasbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê Welat Ehmed wiha got"Niha

Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê li Emerîka ye û çûnûhatinên wê pir in, û divê van serdanan istixlal bikin û pirsa derbasbûna Pêşmergeyan bi cidî behs bikin da ku xort û keçên me vegerin malên xwe û berevaniya xaka xwe bikin, ev pirs divê neyê

piştguhkirin û bilez were çareserkirin". Şînda Bekir ku xelkê bajarê Kobanê ye wiha derbarê vê mijarê got"Her çiqas Pêşmerge zû derbasbibin dê aramî û ewlehî bo deverên Kurdî werin dabîn kirin û dê rewş gelekî xweş bibe û tekez dê hejmareke mezin

ya penaberan vegerin malên xwe, lê divê ENKSê û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê vê mijarê bi cidî li ber çavên xwe bigirin ji ber ku êdî xweragiriya xelkê me hin bi hin kêm dibe". Mustefa Omran wiha got"Heger Emerîka bixwaze dikare Pêşmergeyên Roj yên

qehreman derbas bike bêyî ku PYDê astengiyan ji wan re çê bike, lê ya giring ew e ku ENKSê bi xurtî piştevaniya Pêşmerge bike û piştevaniya navdewletî bo wan dabîn bike."

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.