97_

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar(97)

Avdar / 15 - 3 - 2017

www.pdk-s.com

Şoreşa Sûriyê derbasî sala xwe ya heftan dibe û hêj gelê wê êş û azaran dibîne Ehmed Kêtikî- Ruha

Şoreşa Sûriyê derbasî sala xwe ya heftemîn dibe, û hêj rastî gelek zehmetiyan, herwiha destêwerdanên navdewletî û herêmî tê yên ku dihêle Şoreş têk biçe yan rêya wê bête guhertin. Di heman demê bêhîvî derbarê dirêjbûna salên şoreşê û neserkeftina wê li cem gelê Sûriyê çê kir. Rojnameya

Kurdistan bi vê boneyê xwest ku nerînên hemwelatiyan bîne ziman. Can Raşid wiha derbarê vê mijarê de got:"Ev heft sal in û hêj rewş wek berê ye û dikarim bêjim ku ji berê xerabtir e, bi sedhezaran xelkên sivîl li Sûriyê li ser destê rejîma Esed û bala�irên Rûsî hatin kuştin, ev yek jî sedema wê ne piştevaniya dewletên

hevalbendên gelê Sûriyê bû, herwiha bi vê yekê rejîma Esed bihêz bû di rêya alîkarîkirina Rûsya û Îran jê re, xelkek heye bêhêvî bûye û hin jî hene heta niha hêviya wan bi serkeftina Şoreşê heye". Cemîle Elo wiha dibêje:"Me digot wê şoreş bi serkeve,lê hêviyên me neçûn serî, rejîma Esed ku ev zêdetirî 40 salan e karê

istixbaratî dike û ji ber vêyekê karîbû vê Şoreşê rawestîne û bixe aware leşkerî de û tevahiya fesîleyên şerker wek terorîst bi nav kir". Mihemed Xelîl derbarê Kurdan û Şoreşê dike û wiha dibêje"Ji Kurdan re ne tiştekî nû bû ji ber ku Kurdan di sala 200an de şoreşe lidarxistin li dijî rejîma Beşar Esed û ti kes bi wan re ranebû

ji pêkhateyên din,Kurd di vê şoreşê bûne xwedî hêz wek damezirandina Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, û di warê navdewletî de û li ser asteke bilind bûne xwedan ezmûn, tevgera Kurd Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê di warê siyasî de pêş ket, lê ya xerab ew bû ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk

PYDê destê xwe xiste destê rejîma Esed û deverên Kurdî ji xortan vala kirin û ciwanên me bê sûnc bi kuştin dan li deverên mîna Minbicê û ji xeynî wê, herwiha tevgera siyasî li Rojavayê Kurdistanê pûç kir û rejîma Esed ev yek dixwest."

www.pdk-s.com


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.
97_ by pdk-s - Issuu